GINAWER DIKARIN BIAXIVIN?

GINAWER DIKARIN BIAXIVIN?

GINAWER DIKARIN BIAXIVIN?

werger: Bavê Nazê

Aya, ew şiyanên axavtinê ku li cem merovan hene, li cem ginaweran peyda dibin? Helbet, na. De ka em binerin, bo çi na.

Hîn, di dema xwe de, Arîsto di «Polîtîka» xwe de, gotibû: Ji hemû cenaweran, tenê merov şiyanên axavtinê li cem hene. Û ev hizra Arîsto bi şêweyekî pêşkeftî, li cem hizirvanên qunaxa vejînê, tête dîtin. Di vî warî de, Dantê di berhema xwe (Ciwanbêjiya gelêrî) de, ameje pê dike: Axivtin, tenê ji bo merovî, pêdivî heye, ew jî ji bo derbirîn û ravekirina hizrê ye. Di sedala 17-an de Brosêoyêl weh nivîsîbû: “Deng û bêje weku kartêkirin li ser bayî tê pêşewazkirin û dû re li ser guh û mejî, ev wareke lê bi her awayî şêweyekî din distîne, dema ji keresta ku xelkê bi watedarî danîne, dib destnîşan. Ji xwe, ev têgihiştina ziman bi xwe ye. Lê, li cem ginaweran, çi şopên weha ji bo têgihiştinê nînin.”

Lê fere bête gotin ku hinek halat hene, ginawer jî dengan ji bo agahiyê bi kar tînin. Weku dengên agahiyê yên qaz û werdekê, dema ji bo xwarinê gazî çêlîkên xwe dikin. Weha jî mîna dengên kew û nêriyê pezkovî, dema ji metirsiyê ref û keriyên xwe şiyar dikin. Her weha jî, ginawer bi dengan dikarin derbirîna helçûna xwe bikin (weku xeyd, tirs û kêfxweşî). Lê ev hemû, tenê bersîvên helçûnînin ku bi zaroktî bi wan re çêbûne, yan jî, ji encama serbûr û rahêneriyê ne. Li vir, ne bêje û ne jî hizir nayên dîtin.

Carna, ew kesên ku ziman weku diyardeyek baylojî dibînin, laseyekirina dengan ji layê balinde û ginaweran, ji vê yekê re destnîşan dikin. Bi rastî jî, merov dikare şalûl û popûgayê hînî axavtinê bikin. U ev balinde, bi riya rahinariyê û li ser bingehê bersîvdayîna helçûnî dişên laseyekirina deng û axavtina merovî bikin. Lê belê, dema popûgayê dibêje: ”Popûgayê dîne», ew tê nagihê ku ji xwe re dide çêra, çimkî axavtin ji bo wê, tenê bi armanca henekpêkirina bi denga ye. Lê dema ginawerek, bi armanca nêçîrê, dengê ginawerê ji celebekî din dûbare dike, bi gelekî ji dûbarkirina popûgayê ji gotinan merovan re, rijdîtir e. Weku nemûne: Dema piling diçe nêçîra kerên berî ew mîna wan deng ji xwe dertîne. Yan jî, dema ew yariya (lîstika) cenga daweta pezkoviyan, ji bo xwe nêzîkî wan bike, laseyekirina dengên wan dike. Li ser vê laseyekirinê, gerokê navdar V.K.Arsênêv weha dibêje:» Dubarkirina heman notan, piling bi awakî berovajî ji gewriya xwe dertîne.» Heger piling, bi awakî ji awakan, dengekî nêzî yê wan ji xwe derîne, lê wê şiyan li cem pisîkê nebe ew bireye, weha jî dê li cem sehî şian nebe bike niyew-niyew, li gel ku her du cûrên ginaweran ên herî nêzî merovane û kedîkirîne.

Vekolîna Î.P.Pavlov, di warê têorî de, dihêle bi awakî dirûst arîşa vê babetê, bête ji hevderxistin. Ewî nivîsîbû: “Ginawer û xelkên xavik (sakar), evên dawî heta werariya xwe weku merov nestendin û bi xisletên xwe nêzî me nebûn, pêwendiyên wan bi cîhana ji der ve, tenê bi berhestên wan ên ji ber helçûnê bûn ku ew jî bi hemû layên hestê bûn. Weku; dîtin, bihîstin, germê û y.m. Lê belê, dû re kengî merov bû merov, êdî bêje bi dîlemma derbirîna helçûn, berhest û hestê rabû. Anko merov ji destnîşana, ji ketwarê re, derbasî qunaxê derbirînê bi bêjeyê. Ji xwe, bi vî şêweyî dest bi pêşketina xwe kir.

Têoriya Pavlov, li ser her du nîşanan ji vir têt ku yek wênekêşiya hawîrdorê bi berhest û hestê bû ya duyem jî, ji ber derbirîna bi bijeyê. Ev du sîstêm bûn; ya pêşîn bi sîstêma îşaretan ji ketwarê bû, evê merov bi ginaweran re dikir hevpehr. Lê herçî sîstêma duyemîn e, ew bi hizra abstrakt ve girêdayî bû ku têgehên gelemperî, bi bêjeyan çê dibû. Evê jî hişt merov bi ser ginaweran bikevin, ji ber ku şiyanên wergirtina têgehan, bi bêjeyan li cem peyda bûn.

Dibe, ev têoriya ha ji nerîna pêşîn, li ser ginawerên kedîkirî ku bi merovî re dijîn neyê pesendkirin. Ji ber ku ev celebên ginaweran, heta radeyekê ji merov û axavtina wan tê digihên. Helbet wan ginaweran bi sed salan ciyên xwe, di nav merovan de, girtibûn, bi hêsanî dihatin kedîkirin û bi ya merovan, di gelek waran de, dikirin. Em ji pisîkê re dibêjin; pis-pis, ew tê cem me û dema em ji kerê re dibêjin; ço, ew diçe. Û hindek ginawer hene, bi dengên xwe hest û helwesta xwe, diyar dikin. Lê ev îşaret hemû ji sîstêma îşaretan a yekê nayên der.

Ji van tiştên ku me ameje pê kiribû, ev encam têne xwiyakirin:

1-Ziman ne diyardeyeke sirûştî û baylojî ye.

2-Peydabûn û pêşkeftina zimanî bi yasayên sirûştê ve ne girêdayîne.

3-Nîşanên merovî yên êtîmolojî, çi pêwendiyên xwe bi zimanî ve nînin.

4- Ziman, tenê ji şiyanên merovî ne û li cem ginaweran, ev şiyan peyde nabin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev