Gulbahar Kavcu û ”Sebeb”a wê

Gulbahar Kavcu û ”Sebeb”a wê

Gulbahar Kavcu yek ji wan hunermendên jin ên kurd e ku hunera xwe ya sazbendîyê bi awayeke rêkûpêk, aramî û domdarî dimeşîne. Lewre jî di rojên derbasbûyî de, wekî berhema xebata salan, albûmeke çêjdar û têr-muzîk pêşkêşî guhdaran xwe kir.

“Sebeb” yekem albûma Gulbahar Kavcuyê ye. Bi gotineke rasttir, yekem albûma wê ya solo ye. Di albûma ku ji hêla Kom Muzîkê ve hate derxistin de stiranên kurdî, tirkî û farsî cih digirin.

Şayanê gotinê ye ku Gulbahar Kavcu berhemên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Pîr Îsmayîl Kohlanî, Mewlana Celaledînê Rûmi, Pîr Sultan Abdal û Fîzulî bi awayekî serkeftî parastiye û bi dengê xwe pêşkêşî guhdarên xwe kiriye. ”Dil ji min bir” a Melayê Cizîrî, ”Aw Bektaşiyan” a Pîr Îsmaîl Kohlanî, ”Sebeb” a Fîzûlî, ”Şehsewar” a Mewlana Celaledînê Rûmî, ”Şeb û Roz”a Melayê Cizîrî, ”Ey Karevan”a Şah Fezlullah Naîmî, ”Mem”a Ehmedê Xanî û ”Îrfana Geldîm” a Pîr Sultan Abdal 8 berhemên hêja yên edebiyata kurdî, tirkî û farisî ne ku ji hêla Gulbahar Kavcu û mamosteyê wê Cavît Murtezaoglu ve hatine bestekirin.

Ji sala 1996an heta niha sazbendî ji bo wê gelek tişt e!

Gulbahar Kavcuyê di danasîneke li ser berhema xwe de diyar dike û dibêje: “Ji dêvla ku em li sebebên veqetînê bigerin, baştir e ku em li sebebên yekbûnê bigerin.” Ev jî bûye sedem ku navê albûma wê bibe ”Sebeb.” Dîsa li gorî wê, ew bi deng û muzîka xwe ketiye pey şopa van sebeban.

Hunermenda ku sala 1996an di bin sîwana Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de dest bi jiyana xwe ya hunerî kir, yek ji endamên çalak ê ”Koma Asmîn” bû ku ev koma hanê li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di warê muzîkê de koma yekem a jinan bû. Gulbaharê di Koma Asmîn de bi dengê xwe û bi gîtara klasîk xebata xwe meşand û tevî endamên din ên komê li welat û li derve beşdarî li gelek çalakî, fêstîval û konseran kir. Dîsa li gorî ku em ji jiyannameya Gulbaharê fêr dibin, piştî belavbûna komê sala 2004an li Îranê dersê kemançê distîne û sala 2006ê dema ku Koma Asmîn careke din ava dibe, bi deng û kemançê xebata xwe berdewam dike.

Muzîsyenê navdar Cavît Murtezaoglu ji bo jiyana hunerî ya Gulbahar Kavcuyê gelekî girîng e. Çawa ku Murtezaoglu heta niha piştgiriyeke mezin daye gelek hunermendan, wisa jî daye Gulbaharê. Sala 2006an li Fêrgeh û Atolyeya Dengan a Murtezaoglu de dest bi perwerdehiya deng û muzîkê dike. Hunermenda xwediya berhema bi navê ”Sebeb”, bi biryar e ku xebata xwe ya muzîkê bi tena serê xwe berdewam bike.

Bi qasî ku rojhilatî ye, ji rojavayîbûnê jî ne dûr e

Di destpêkê de armanca Gulbaharê ew bûye ku albûmeke wiha çêbike ku ji helbestên Melayê Cizîrî pêkhatî be. Lê hevnasî û xebata bi Murtezaoglu re û pêşniyar û temîyên wî dike ku ev berhema ”pir-zimanî” derkeve holê.

Gulbahar Kavcu çendek berê gotûbêjek dide rojnameya ”Agos”ê. Gotûbêja wê bi pênûsa Ozgun Çaglar û bi navê ”Sebeb, Doğu şiirlerini müzikle buluşturdu” ango ”Sebeb, helbestên rojhilat û muzîkê anî ba hev” derdikeve. Di wê nivîsarê de sedema derketina ”Sebebê” bi awayeke berbiçav eşkere dibe: “Di navbera edebiyat û muzîkê de girêdaneke wiha heye ku divê ji hev neyê qutkirin.” Sedema vê fikra Gulbaharê, piştî guhdarîkirin û hevnasiya muzîkên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derdikeve holê. Xwendina edebiyata kurdî û xeyala bestekirina berhemên klasîkên vê edebiyatê herdem di jiyana Gulbaharê de di nava pêşbaziyê de ne.

Gulbahar Kavcu û ”Sebeb” a wê di awaz û muzîka kurdî de du navên taybet in. Deng û şîroveya wê, deng û şîroveyeke xweser e. Awaza Gulbaharê awazeke cihêreng û rojhilatî ye. Bi qasî ku rojhilatî ye, ji rojavayîbûnê jî ne dûr e. Lewre jî em bi vê xebata wê ya yekem, rastî parzûneke baş a muzîkê tên.

 

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev