Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

MELA MEHMÛDÊ BAYEZÎDÎ

MELA MEHMÛDÊ BAYEZÎDÎ

Tosinê Reşîd

Gava min dixwest derheqa zanyarê kurdî hêja Mela Mehmûdê Bayezîdî de binvîsim, berî gişkî pirsek hate bîra min: Mela Mehmûdê Bayezîdî, di jîyana xwe de rastî konsûlê Împêratorîya Rûsîya li Erzirûmê Alêksandr (Avgûst) Jaba nehata, wê çi pey xwe bihîşta?

Gava Mela Mehmûdê Bayezîdî sala 1856 an li Erzirûmê rastî Alêksandr Jaba tê, ew êdî 59 salî bû. Lê di nav wan 59 salan de wî çi kirîye, çi nivîsîye; tu tişt negihîştîye destê me.

Wî mirovê xwedîyê zanebûnên kûr û talanta mezin heta 59 salîyê tişt pey xwe nehîştîye. Û ne dûr e, wekî rastî A. Jaba nehata, wê ew zanebûnên xwe yên kûr, talanta mezin, bi xwe re bibirana ax û berên sar.

Ev jî bedbextîya gelê kurd e, heta lawên wê yên zane jî kêm tişt seva gelê xwe kirine, kêm tişt pey xwe hîştine. Eger hîstinê ji, bi piranîya xwe ve, berhemên wan di xizmeta gelên serdest de bûye. Weke ku rojhilatzan û kurdzanê mezin, akadêmîk Hovsêp Orbêlî nivîsîye, ”wan bin navê ereba, tirka, farisa… dîroka rojhilatê xemilandine”. Û ew nexweşî heta rojên me jî berdewam e: Ahmed Şewqî, Yaşar Kemal, Ahmed Arif, Selîm Berekat… Tenê çend navên li cihanê hatine naskirin, lê ne wek kurd.

Çendek malûmatîyên ser kar û jîyana Mela Mehmûdê Bayezîdî ji nameyên A. Jaba hatine hildanê, ku pir kêm in, wekî mirov tam di derheqê kar û jîyana wî zanyarê mezin de bizanibe.

Mela Mehmûdê Bayezîdî sala 1797 an li bajarê Bayezîdê (ku kurdên deverê jê re Bazîd dibêjin) ji dayîk bûye. Ew xwendina xwe li wî bajarî dest pê dike. Dûarojê ji bo berdewemîya xwendinê diçe Îranê û li bajarê Tewrêzê xwendina xwe didomîne. M. M. Bayezîdî gelek bajarên Îranê û Impêratorîya Osmanîye digere; zanebûnên xwe di dereca zimanên erebî, farsî û kurdî de kûr dike.

Piştî vedigere Bayezîdê ew di medresê de dersên farsî, erebî û tirkî, usan jî xwendina Quranê dide.

Sala 1856 an M. M. Bayezîdî li Erzurûmê rastî konsûlê Rûsîya li wî bajarî, Alêksandr Jaba tê. Ew rasthatin dibe destpêka dostanîke dirêj. M. M. Bayezîdî dibe mamostê A. Jaba yê zimanê kurdî, alî wî dike, ku nimûnên folklora kurdî û destnivîsên kurdî berev bike.

Gava A. Jaba li Erzurumê dest bi karê konsûlîyê dike, endemê Akadêmîya Impêratorîya Rûsîya, akadêmîk B. A. Dorn ji wî dixweze, wekî malûmatiyan ser zimanê kurdî berev bike. Hema wê demê jî A. Jaba li Erzurumê rastî M.M. Bayezîdî tê, yê ku ji bo pêkanîna spartina akadêmik B. A. Dorn, alîkarîke bêhempa dide A. Jaba.

Bi daxweza A. Jaba M. M. Bayezîdî gelek berheman ji farsî û tirkî werdigerîne kurdî û çend berheman ser rêziman, dîrok û êtnografîya kurdan dinvîse.

Wan salan ew pirtûkeke rêzimana kurdî dinvîse, ku gor bawerîya kurdzan J. S. Mûsaêlyan, dikare bê dîtin yekemîn rêzimana zimanê kurdî. Pirtûka mayîn, ya ser zimanê kurdî, ew ”elfabê” ye bi navê “Rûpêlên ji bo kurikan”. Nivîsara vê pirtûkê nîşana wê yekê ye, wekî M. M. Bayezîdî xwestîye bi vê pirtûkê zaran li medresê dixwînin, fêrî xwendin û nivîsara kurdî bike, ku di dema xwe de armanca Ehmedê Xanîyî mezin bû.

Pirtûka M. M. Bayezîdî “Edet û toreyên kurdan” berhemeke êtnografîyê, ya têr û tijî ye. Ew dikare bê dîtin wek ênsîklopêdîya jîyana kurdan.

  1. M. Bayezîdî berdewemîya “Şeref namê” nivîsîye; dîroka kurdan ji dawîya sedsala XVI heta sedsala XIX. Lê ji talebextan re ew berhem nehatîye parastin. Tenê pêşgotina ku A. Jaba ji bo wê berhemê bi zimanê fransî nivîsîye, hatîye parastin.
  2. M. Bayezîdî cilda yekemîn ya “Şeref namê” a Şeref xan Bîdlîsî, ku ser kurda û Kurdistanê ye, ji farsî werdigerîne kurdî[1]. Ew usan jî nimûnên folklora farsî û tirkî werdigerîne kurdî. Bi spartina A. Jaba ew pêşgotina ji bo çend berhemên zanyar û nivîskarên kurd dinvîse.
  3. Gelek destnivîsarên di kolêksîya A. Jaba de têne parastin, bi destê M. M. Bayezîdî hatine nivîsar.

Riataza.com

[1] Mêla Maxmûd Bayezîdî. “Tavarix-i kadim-i Kurdistan”. Ev pirtûk ji alîyê Qanatê Kurdo û J. Musaêlyanê ve hatîye amadekirin û pêşgotineke fire ve, sala 1986an li Moskvayê hatîye çapkirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev