Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Xelîlê Çaçan derheqa Erebê Şemo da

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Vê carê emê behsa jînenîgarî û berhemeke Erebê Şemo bikin. Ew bername him bi cûrê nivîskî, him jî bi deng di malpera me da heye.

Pey mirina nivîskar û rojnamevanê bi nav û deng, serokê radyoya kurdî ji sala 1957an heta sala 1981ê Xelîlê Çaçan Mûradov ra di arşîva wî da gelek gotar, helbest, destan, pîyes, sitiran û efirandinên mayîn yên çapnekirî mabûn, ku ewî nivîsîne, berev kirine û veçêkirine.

Yek ji wan gotaran ya bi sernivîsara “Miletek di heyra wî da bû” derheqa bingehvanê edebîyeta kurdî Erebê Şemo Şamîlov da bû, ku ewî di sala 1979an da nivîsîye.

Em ewê gotarê wek jînenîgarîya Erebê Şemo li jêr raberî we dikin.

Pişt ra jî em nivîsa Têmûrê Xelîl çap dikin derheqa Erebê Şemo da.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, yek ji karmendên malpera me Têmûrê Xelîl e.

 MILETEK DI HEYRA WÎ DA BÛ

Xelîlê Çaçan derheqa Erebê Şemo da

   (1897-1981)

Gelek caran wisa diqewime, ku pey mirina merivekî bi nav û deng ra em teze ser hisehisan dikevin, ku me camêr û maqûlekî çawa winda kir. Lê Erebê Şemo merîkî wisa bû, ku di dema saxîya wî da jî gişkan qedirê wî digirtin, keda wî dişêkirandin, bi wî serbilind bûn. Wek dibêjin, miletek di heyra wî da bû.

Ew bi her serketin û destanîneke gelê xwe va şa dibû. Ew tu cara kîsî miletê xwe ne jîye, lê timê tiştek kirîye kîsê milet. Lema gelê kurd her deman hewcê nûr-nedera wî, qelema wî ya adan bû.

Salek jî tune, ku ewî xatirê xwe ji gelê xwe xwest, çavên xwe heta-hetayê girtin, serê xwe danî ax û berên sar. Lê meriv dibê qey duh bû, ku derê rêdaksyona radyoya kurdî vedikir, dihat, şêwr û temîyên kêrhatî dida me, bi xebata me ra can û heyran bû, gotar û efirandinên xwe dianîn, carna bi xwe bi radyoyê xeber dida. Kîjanî bêjim?! Heyfa te camêrî! Lê sed cara heyf, ku gelê kurd wê îdî guhdarîya dengê te neke, efirandinên te yên teze nexûne, şîretên te nebihê û beşera te ya xweş, dêmê te yê bi ken nebîne…

Erebê Şemo sala 1897an li gundê kurda Sûsizê, li qezaya Qersê, herêma Dîgorê da, di maleke kesîb da ji diya xwe bûye. Mala wana jî mînanî gelek malên kurdan ji dest Roma reş, ji dest xelayîê û zelûlîyê telî û tengasî dîtîye, mihacir bûye. Wek ku ew bi xwe çend salan şûnda di nava romana xwe ya “Şivanê kurd” da dinivîse… “şivan û gavanê berê îro di welatê azad da gihîştîye hurmet û sîyanetê”.

Di salên xortanîyê da ew mecbûr dibe bixebite, alî malê bike. Bû şivanê axa û began. Gava hinekî mezin bû, destpê kir di dibistaneke qezaya Qersê ya bi zmanê rûsî da wek qerewil (dergevan) xebitî. Mamostayên wê dibistanê zên û zîrekîya wî texmîn kirin û ew hînê herfan, xwendinê kirin.

Sala 1913an, gava ew hela 16 salî bû, wek dibêjin, xêr û şerê cihanê ji hev cuda dikir, ber çavên xwe dît, ku çawa gelê belengaz di destê milkedaran da tê zêrandinê. Bona wê yekê jî ew li çîna kedxur dike eynat û pişta gelê xebatkar disekine, bi şoreşgerên wî çaxî ra dibe nas û bi wana ra tevayî dixebite, sipartinên wana pêk tîne.

Di şerê hemcihanê yê yekê da Erebê Şemo îdî dibistan temam kiribû û di qezaya Qersê da, li alaya kazakan ya ordîya rûsan da dibe wergervanê tirkî-rûsî.

Sala 1917an ew tevî eskerên rûs ji Qersê vedigere tê Rûsîyayê û di devera Stavropolê da bi Gvardîya Sor ra tevayî tevî şerê bajarvanîyê dibe. Sala 1918an ew dibe endamê Partîya Komûnîstîyê. Ew çend salan li Bekûyê, Moskvayê, Tbîlîsîyê dixebite, xebatên cabdar dike û sala 1924an tê Ermenîstanê û li Komîtêya Navbendî ya PK Ermenîstanê dixebite heta sala 1931ê. Lê wê şûnda diçe Lênîngradê, di aspîrantûrayê da tê qebûlkirinê, bi kurdzanên navdar Îosîf Orbêlî, Îsahak Sûkêrman û şagirtê wan Qanatê Kurdo ra dibe nas, bi wan ra li ser pirsên kurdzanîyê kar dike. Ew di nav çend salan da gelek berhemên zanyarî dinivîse, li Înstîtûta Lênîngradê ya felsefeyê, edebîyetê û dîrokê da dersên zmanê kurdî dide. Paşê careke din vedigere Ermenîstanê.

Keda Erebê Şemo pir e di karê amadekirina kadroyên kurdan da. Ew di wan salan da gelek xort û keçên kurd bona xwendinê dişîne Moskvayê û Lênîngradê. Ew bi Î. Morogûlov ra tevayî tevî çêkirina elîfbaya kurdî ya bi tîpên latînî dibe. Sala 1930î, gava bajarê Yêrêvanê da zanîngeha Pişkavkazê ya kurdî tê vekirinê, ew dibe serokê wê û xebateke mezin dike bona amadekirina mamostayên zman û edebîyeta kurdî. Ew tevî wî karî jî dibe, ku bona vekirina dibistanan, pirtûkxaneyan  di gundên kurdan da destpê bûbû.

Di salên 30î da pirtûkên wî yên giranbuha, wek “Jîyana Lênîn”, Tarîxa şoreşa Oktobir”, “Derheqa pirsa fêodalîzmê di nav kurdan da” û yên mayîn çap dibin. Dû ra pirtûkên wî yên edebî çap dibin, wek “Jîyana bextewar”, “Berbang”, Berevok”, “Kurdên Elegezê”, “Dimdim” û yên din.

Pirtûkên wî “Şivanê kurd” û “Hikyatên cimaeta kurda” çend cara bi zmanên rûsî, ermenî, almanî, tirkî, azirî, gurcî, erebî, farizî, fransî, îngilîsî, macarî hatine çapkirinê. Erebê Şemo hetanî 7-8 zmanan zanibû. Sala 1959an bi sênaryoya wî fîlma “Kurdên Ermenîstanê” tê kişandinê.

Erebê Şemo bi ordênên “Beyraqa Sor” û “Dostîya gelan” hatîye xelatkirinê, ew hêjayî navê karmendê kûltûrayê yê emekdar bûye, hatibû hilbijartinê wek endamê akadêmîya kurda ya zanyarî li Bexdayê. Li ser xanîyê wî li navenda bajarê Yêrêvanê da heta niha jî li ser kevirê mermer nivîseke ha heye: “Di vê malê da jîye nivîskarê kurda yê bi nav û deng, karmendê kûltûrayê yê mezin Erebê Şemo Şamîlov”.

RÛSIPÎTÎYA GELÊ KURD

Têmûrê Xelîl derheqa Erebê Şemo da

Di nav kurdên me da mirovên usa hebûn, ku nav û dengê wan ne tenê li Ermenîstanê hebû, lê herwiha li Sovyetistana berê da jî belav bûbû. Wek nimûne, nivîskar Keremê Reş niha cîgirê Yekîtîya Nivîskarên Rûsîyayê ye. Akadêmîk Îvan Farîzov, xudanê “Ferhenga Rûsî-Kurdî”, eva çendik çend sal e profêsorê Înstîtûta Welatên Asîyayê û Afrîkayê ye (ew Înstîtût ya Ûnîvêrsîtêta Moskvayê ya ser navê Lomonosov e). Artîstê sîrka Moskvayê Ezîzê Esker van dawîya bû artîstê Rûsîyayê yê dewletê. Lê di nava kurdên Sovyetistana berê da yê ku ber dilê her kurdekî pir ezîz e, ew hîmdarê edebîyeta kurda Erebê Şemo ye.

Ji bo min him dijwar e derheqa Erebê Şemo da binivîsim, him jî hêsa ye. Hêsa ye, ji ber ku kar û bar û jînenîgarîya Erebê Şemo her kurdekî welatparêz ra nas e. Lê dijwar e, ji ber ku ez ne bawer im, ku ezê bikaribim kar û barê wî gorî qîmetê wan raxime ber we.

Erebê Şemo çend romanên giranbuha ji me ra hîşt: “Şivanê kurd”, “Jîyîna bextewar”, “Hopo”, “Dimdim” û yên din. Ev hemû jî di wextê xwe da bi gelek zmanan derketine. Bi saya serê romanên wî gelek milet li gelê kurd hesîyan.

Erebê Şemo gelekî mezin e û gorî mezinaya wî jî gerekê qedir û qîmetê wî bê zanîn. Çima ez van gotinan dibêjim? Ji ber ku tê bîra min, ku çawa kurda dengbêjê tirka Hesen Kaya mezin kirin, lê 100 salîya Erebê Şemo bi bîr neanîn. Ez zanim, ku li Kurdistana Başûr heykelê Zekî Alkan heye, lê yê Erebê Şemo tuneye. Û Ahmed Kaya jî, Zekî Alkan jî li ber Erebê Şemo ne tenê ne tiştek in, lê herwiha ji bo kurda tiştek jî nekirine.

Derheqa Erebê Şemo da ez çi jî binivîsim, wek kurd dibêjin “Li bejina siyarê min tê”. Baştir e, ez li jêr çend malûmatîyên kurt derheqa wî da raberî we bikim:

  • Erebê Şemo gava gelek salan li hebsên Sîbîrîyayê da maye, xwe bi xwe ra çîrokên kurdî gotine, ku zmanê dayka xwe ji bîr neke.

  • Gava kurdekî feqîr ra alîkarîya ji bo xwendina li Ûnîvêrsîtêtê an jî alîkarîyek din pêwîst bibûya, wî hemû nîşan û mêdalyayên xwe bi pêsîra xwe va dikir, berê xwe dida berbi serokên komara Ermenîstanê û yekser pirs hel dibû.

  • Ewî gelek ji kibaban hiz dikir. Bi çêkirina tu kesî qayîl nedibû, bi xwe çê dikir û bi qedeheke konyaka Ermenîstanê dixwer.

  • Erebê Şemo 7 zmana bê kêmasî zanibû: kurdî, ermenî, tirkîya osmanî, rûsî, gurcî, almanî û azirî.

  • Gava piştî 17 salan ji hebsê derket û hate efûkirin, pê hesîya, ku kurdekî bi navê Elîxan Ş….nov bi xayîntî gilîyê wî ber hukumetê kiribû. Lê Erebê Şemo ew neda mehkemê. Digot, bira nebêjin, ku kurd şikyatê hev dikin.

  • Piştî mirina wî ji alî hukumeta Ermenîstanê da “Xelata lîtêratûrayê ya ser navê Erebê Şemo” hate kivşkirin.

  • Bîra wî digihîşte dereca fantastîkîyê. Çaxê bi yekî ra xeber dida, heta çend bavê wî nas dikir û yê himber bi wan zanebûnan şaş-metel dihîşt.

  • Li ser dîwarê xanîyê ku Erebê Şemo lê dima, li ser kevirekî mermer bi rûsî weha hatîye nivîsandin. “Li vê malê da nivîskarê kurd, bolşêvîkê kevin, xebatkarê civatîyê yê bi nav û deng – Erebê Şemo Şamîlov jîye”. Mala wî li navbenda bajarê Yêrêvanê (soqaqa Abovyan, 7) ye û ev nivîs niha jî li wir e.

  • Pirtûka wî – “Şivanê kurd” cara pêşin sala 1931ê li Moskvayê bi zmanê rûsî ronayî dîtîye, lê paşê bi deha zmanên cihanê hatîye wergerandin û çap bûye.

  • Têma doktora keça Erebê Şemo – Zînê, derheqa jîyan û karkirina wî da bû.

  • Erebê Şemo endamê Akadêmîya Kurdî ya Bexdayê bû.

  • Ew ji mala şêxa bû û dikaribû şêxîtîya xwe ji bona kara xwe bi kar banîya, lê temamîya jîyan û xebata xwe da li dijî wan kesan derdiket, ku dîn kiribûn bingeh û dest davêtine kîsê milet.

  • Erebê Şemo û V.Î.Lênîn hev dîtibûn û li ser rewşa kurda bi hev ra peyivîbûn. 

Pirtûkxana wî ya malê pir dewlemend bû. Gava pirtûkeke sîyasî dixwend û didît, ku milet çawa serxwebûna xwe sitendine, ew cî bi qelemeke sor îşaret dikir û li ber jî dinivîsî: “Kurd gerekê çev bidine wana”, “Kurd gerekê dostên awa ji xwe ra peyda bikin”, “Ji bo kurda riya tek-tenê ev e…” û yên din.

Erebê Şemo li pantêona dewletê ya Rewanê da hatîye binaxkirin. Gelek kesên bi nav û deng çûne goristana wî, keda wî şêkirandine, ber heykelê wî temene bûne, pante dane.

Gele cara em dibêjin: “Xwezî… Me çima ne kir, me ji bo çi pê ra negîhand…”. Lê, wek dibêjin, merî ji nîvî rê jî vegere, ne poşman e. Tiştê herî ecêb jî ew e, ku pirtûkeke wî –  “Alav”, heta niha jî çapnekirî maye ji bo mesela aborî. Tê bîra min, Erebê Şemo di dewata min da ketibû sergovendîyê û govend dikişand. Xwezî li wan dema û ne xwezî li wî hişî, ku di fikra me ra derbaz nebû, ku me li ser vîdêoyê bikişanda…

Niha jî serhatîyeke Erebê Şemo bixûnin:

Zarotîya min

Şemo kurdekî kesîb bû, ji êla Hesinîya bû. Diçû ber dewarêd xelqê li qeza Surmelîyê. Berê ew qeza tev welatê Rewanê bû. Wextê jina wîye pêşin mir, ewî herdu kurêd xwe – Dewrêş û Biro hildan û ji qeza Surmelîyê derket, lêda çû, îdara wî li wêderê nedibû. Şemo di rê da gele çetinayî dîtin, çimku barbirê wî tunebû, ewî herdu kurêd xwe hildigirtin, yek dida pişta xwe, yê din jî dida ber milê xwe. Biro wî çaxî sê salî bû, lê Dewrêşî hê du salî bû. Qet tiştekî wî îdî tunebû xênji lihêfeke kevin.

Di rê da, gava terî dikete erdê, Şemo dida ber dîwara û qafê zinara. Alîkî lihêfê bin zara ra dikir, alîyê dinê jî davîte ser wan, ku zaro serma nekin. Bi xwe jî bi kincêd xwe va radiza. Rojêd ku hewa sar bûya, Şemo sibê şebeqê radibû, sergîn top dikir, kûra êgir lê dikir. Zarêd wî xwe ber êgir germ dikirin. Paşê dîsa bi rê diket, diçû. Di rê da di nav gunda da ji xwe ra nan berev dikir, heta hat derkete welatê Qersê, gundê huruma (yûnanî – T.X.) – Azatê. Di Azatê da ez û du xûşka va ji diya xwe bûn.

Carekê, êvareke zivistanê, em tev dora tendûrê rûniştin. Pak tê bîra min, bavê min ji me ra gilî dikir û wa digot:

-Êvar bû. Baraneke hûr dibarî, bakî sar jî pê ra dihat. Ez û zara va şil bûbûn, me serma dikir. Em hatine kêleka gundekî. Ew gund Azat bû. Merekeke tek li kêleka gund hebû. Me xwe li merekê girt, em çûn ketine merekê. Nanê me bi me ra pir hebû, lê di merekê da ardû tunebû, ku me agir dada, xwe pê germ bikira û kincêd xwe ziha bikira. Kûre-kûra zara bû, digirîyan. Min pişta xwe vedikir, herdu zara jî dikirine paşila xwe, germ dikir û ber dilê wan da dihatim, ku negirîn.

Qulçekî merekê gîha tê da hebû. Wextê terî kete erdê, zaro hê digirîyan, kerr nedibûn. Mecala min hate birînê. Ez rabûm, min gîha ji hev vejand, orta gîhê kûr kir, lihêf raxist, zaro kirine nav û gîha jorda avîte ser, ez jî ketime nava gîhê. Min xwe da ber pişta zara û velezîyam. Zaro zû germ bûn, îdî nedigirîyan. Zef nekişand, zaro ketine xewa şîrin.

Dilê min hevekî rehet bû. Guhê min jî seqirî ji dest girî û zêwe-zêwa zara. Ez ketime mitala, difikirîm, çimku min ji sedî sed nizanibû, ku ezê bi van zara va kuda herim… Herim kîjan gundî, ku min nas bikin bona ez karê rêncberîyê ji xwe ra peyda kim. Alîkî jî îdî wextê rêncberîyê jî derbaz bûbû.

Di wan mitala da ez jî wexteke şevê xewra çûm. Nizam ez zef yan hindik razam, nişkêva reqînîya dêrî hat. Ez hişyar bûm, min nihêrî ro hatibû nîvro, kuleka merekê da tîrênca tevê dabû binpîya me. Ji bin gîhê min dîna xwe dayê merîkî hupizî bejineke dirêj lê, qasî ejdahakî, qafekî terikî lê, simêleke bijoqî qaline lê, birû hatibûn ketibûn ser çeva, meriv nizanibû çevêd wî hene, yan na, dirganeke hesinî dêst da derê merekê vekir, hate hundurê merekê. Merek hevekî binerdî bû. Wextê ewî lingê xwe pêpelîngê da avît, berê xwe da gîhê û hêdîka hat, ez tirsîyam, ku eva merîya me bibîne, wê bona vî gîhayê xwe min û zara bikute, çimku lingê me herî bûn, gele gîha ber pê me ziyayî bûbû.

Min gîha hêdîka ber çevê xwe da alîkî û dîna xwe da wî, çika wê çi bike. Wextê hate orta merekê, çawa ku dewsa lingê me dît, nişkêva sekinî, dîna xwe da dewsa lingê me, kûz bû, serda nihêrî. Lê min xwe usa telandîye, bîna xwe çikandîye, ku qet bîn ji min derneyê. Usa kerr im, ku ez pak texmîn dikim çawa dilê min davêje. Ez ditirsim, ku ew me bibîne û têke qalme-qalm, zaroyê ziravqetîyayî bibin.

Ew merî vegerîya, çû, dîsa ber dêrî kûz bû, dewsa lingê me nihêrî. Wî çaxî Dewrêşê kurê min hizî da xwe, ku welgere ser kêleka dinê. Min bi herdu desta qayîm girt, ku qet nelipite, deng jê dernekeve û ev ejdahê terikî li me nehese.

Dîsa dora xwe nihêrî, li herîyê nihêrî û lingê xwe avît, hate nêzîkî gîhê. Lê nihêrî gîha tev pêpes kirine. Nişkêva bi zmanê xwe bû bile-bila wî, xeberda. Min fem nedikir ewî çi digot, nizam dida xebera, yan nifir dikirin. Ewî ew dirgan xweşeve kir, ku gîhê rake. Lê ku ew dirgan di gîhê ra bikira, dirgan wê li zara keta, zaroyê birîndar bikirana. Ewî ku milê xwe bilind kir bona dirganê jorda bîne, gîhê rake, ez ji nişkêva ji nav gîhê rabûm. Alîkî niçê lihêfê jî serê min bû.

Çawa ewî ez dîtim, bû qîjînîya wî. Dirgan avît û revî, çû derva. Zaro jî hişyar bûn, pirsîn: “Bavo, çi qewimîye?”. Min got: “Qet tişte neqewimîye, xweyê merekê hatîye dibê rabin, bese razên”.

Lezekî şûnda gundî hatin, bi jin û zara va tije li ser me bûn. Ji min pirsîn: “Tu çi merî yî?”. Min ji wan ra halê xwe û zara gilî kir. Pîrqînîya cmaetê bû, li me û xweyê merekê dikenîyan.

Bavê min eynî wî gundê huruma – Azatê da, xût mala wî hurumî da bû rêncber. Navê wî Todor bû. Li wî gundî yeke kurd hebû. Bavê min zewicî, ewa kurd sitend.

Diya min diçû di mala da dixebitî: hirî dişûşt, şe dikir. Du xûşkêd min jî hebûn: Çîçek û Gogê.

Bavê min havînê diçû ber dêwêr, lê zivistanê dibû xulamê wan, çimku zaro hûr bûn, heqê havînê têra me nedikir, ku me serê xwe pê xweykira.

Ew mereka em tê da diman, me tendûr kiribûyê, lê tendûra me zivistanê gele roja ne dihate dadanê. Eme bê dewar bûn, sergînê me tunebûn, ew pesarîyêd me ji çolê berev dikir, têra me ne dikir.

Her ro diya min diçû mala ra rojheq dixebitî, diya me lavayî li wan dikir, ku îzina me zara bidin, ku em di goma wan da yanê jî tewla wan da rûnên, xwe germ bikin, heta diya me şuxulê xwe kuta dikir. Zivistanê gomêd pêz da û tewla da germ bû. Dewletîya dikire ser me, ku em miqatî afirê dewarêd wan bin, nehêlin gîha yan kurçom têkeve dest-pîyê wan. Em sibê heta êvarê ber afirê hespa, gamêşa û dewarêd mayîn notila pepûka, tî û birçî diman, heta diya me karê xwe kuta dikir.

Wextê ez pir-hindikî mezin bûm, îdî min zef dixwest bibûma dûajo. Birêd min givrik bûbûn, bihara bavê min ra diçûne çolê, alî bavê min dikirin. Bavê min ew hînî rêncberîyê dikir.

Bihara ewlin bû, wextê belekî ketibûne erdê, tevê îdî germa xwe dabû hemû çiya û newala. Ber belekîya qalçîçeka kulîlk dabûn. Rojeke xweş bû. Îzina min dan, ez jî bi wan ra çûme ber dêwêr. Paşê wextê hewa lap germ bû, carna îzina min didan ez bi wan ra diçûme ber pêz, cîyê dûr. Pez zûda zabû, karê berxa dikirin, ku berx jî derkevine çêrê. Bavê min îzina min da, ez bûme dûajo. Ew roj rojeke mine zef ezîz bû, ji şabûna lingê min erd nedigirtin. Diya min dewsa hevana nên torbekî biçûk min ra dirûtibû. Benekî sor jî avîtibû torbe. Gava ku min torbe davîte situyê xwe, benekî sor herdu alîya va ser min da dihat. Ez zef kaw dibûm û min tirê ez îdî şivanekî temam im.

Rojêd ewlin, gava em çûne ber pêz, wan roja diya min jî bi me ra dihat pincara çolê nîşanî me dida: siping, tirşo, mendik û yêd mayîn. Bi vê pincarê me – rêncberêd çolê gerekê nanê xwe bixwera. Diya min nêzîkî heftêkê bi me ra dihat, her carekê du-sê seheta zêde ne dima. Me ku pincar nas kir, îdî diya me bi me ra nedihate çolê.

Her sibe diya min nan û xwê dadigirt û digot:

-Lawo, nanê we hindik e, lê îdî hûn li baharê ketine, ji xwe ra pincarê biçinin, pêz bidoşin, pê nanê xwe bixun.

Wextê me pincar berev dikir, birêd min ji bîr dikirin, pincara xwerinê û hêşinaya mîna wê ji hev kivş nedikirin, nas ne dikirin. Min pincara xwerinê nîşanî wan dida.

Êvarê, wextê em dihatine mal, diya me şîv dida me, ser şîvê dibû xeberdan derheqa nanxwerinê û pincara çolê, lawika digot:

-Kesek notila Ereb pincarê nas nake, em ji bîr dikin, Ereb pincarê nîşanî me dide, me hîn dike.

Diya min şa dibû, digot:

-Kurê min bi aqil e, silametî ku mezin be, ewê bibe şivanekî pispor.

Bavê min jî fesala çêrandinê, cîyêd xweş nîşanî me dida, digot ku kîjan hêşinayî zirar e. Gele cara bavê min ji min ra digot:

-Lawo, pez carna jerîyê dikeve, gerekê xûnê jê bidine berdanê, ku heywan telef nebe. Ewlê biharê pez li qira diçêre, timê şoreketê dikeve, gerekê hûn wî çaxî miqat bin, nehêlin pez şoreketa baharêye ewlin zef bixwe. Çêrê gengezê ji hemûşka çêtir e, lê ya lape çetin bona pêz ew kepenek e.

Gele temî didane me û em hînî şivantîyê û gavantîyê dikirin.

Wextê çayîr bor bûn, hêşinayî pir dibû, diya min dîsa dihate çolê û em hîvî hêşinaya mayîn kirin, ya ku tê kelandinê, dikin nav xwerinê. Ew pincar soxîk bû, sipîdak, gûlik, mendik, pêqask û yêd dinê bûn. Ew pincar me li çolê diçinî, dikire torbê xwe, dianî mal. Diya me jî tev paqij dikir, hinek dikire tirşînê û ew jî bona xwerinê bû.

Lê wexta em hinekî mezin bûn, îdî dikete payîzê, diya me temî dida me, ku her yek ji me gerekê pêşe pesarîyêd hişkkirî banîya mal. Me hemû gilî-gotinêd diya xwe bi dil û eşq diqedand.

Heta kete kûrana payîzê, me pir ardû bi wî teherî top kir, anî. Dê û bavê me bi me ra şa dibûn, çimku em qet vala nedisekinîn û destevala ji çolê ser malê da nedihatin.

Payîzê eme rûte-tezî bûn. Me zef serma dikir ji dest şilîyê-şilopê, hisreta me cîkî germ bû, ku me xwe lê germ bikira. Me digot: “Gelo kengê payîzê bê, berf bikeve, em heywanet bela bikin û herine mala xwe, rehet bin”.

A, bi vî teherî sala ewlin derbaz bû ya rêncbertîya min.

Nivînêd me lihêfeke mezin bû, yek jî yeke biçûk bû. Kulavekî meyî peritîyî qul-qulkî û du heb qisîlêd me jî hebûn. Me dianî pelexa rinde nerm radixist, qisîl di jor da davîte ser, kulav jî top dikir, dida ber serê xwe. Cîyê me – zara başqe bû. Gele cara me – zara qirka hev digirt, çika kîjan ji me têkeve ortê, çimku ortê germ bû.

Lê ezî ji gişka çûktir bûm, timê ez diketim orta gişka.

Berevkirina pincarê û topkirina sergîna hevekî halê me xweş kir.

Wê zivistanê, wextê me pez li mala bela kir, xanîyê me îdî germ bû. Ardûyê me pir hebû. Diya me bi eşq û dil tendûr dadida. Wextê tendûr gurr dibû, em dora tendûrê rûdiniştin. Lê çaxê diya me nan dipet kuta dikir, dianî pot û palasê me davîte ser tendûrê, dinixamt, ku tendûr sar nebe, em şevê serma nekin. Êvara em rûdiniştin dora tendûrê, nivînek jorda davîte ser tendûrê û lingê xwe tê da germ dikir.

Bavê min heqê pêz carna bi peretî, carna jî bi genimtî distend. Serê her pezekê girvanke genim diket, lê serê dewarekê girvanke û nîv diket, ji ewlê baharê heta payîzê…

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya bernameya me li ser jînenîgarî û berhemeke Erebê Şemo kir.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, yek ji karmendên malpera me Têmûrê Xelîl e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev