Bêrîvana me

Bêrîvana me

Cemalê Ûsiv, rojnamevan

Îro facebook bona gelek mirovan bûye wek nan û av, wek cixare. Em her deqe û her gav ji we melûmetiyan distînin, nivîsên baş û xirab, deng û besên cuda-cuda dixûnin. Bona min eva çend sal in dinyake teze vebû, wextê li Facebookê tevî xwendevanên kurd bûme nas û bawar bikî her roj em hal-kêfê hev dipirsin, derheqa qewimandinên başqe-başqe da, sîyasetê û şerê Sûriyê, qetila DAIŞa gemar da dipeyivin…

Min li vira Bêrîvan ZînZal nas kir, em bûne heval û wedekî direj e em hevdu ra dinvîsin, dipeyivin. Ev qîza kurdan ya beşerxweş û nazik rojnemevaneke merîfet e, di têlêvîzyona Zagros Tv da bernameyekê bi rê va dibe. Lê belê gotina min a niha ne derheqa bernameya wê da ne – ew derheqa helbestên wê yên hewaskar da ne…

– Ez ji nivîsê hiz dikim,- Bêrîvan xan dibeje,- lê pir fedî dikim ji parevekirinê. Ez xwe helbestvan nabînim û pir rexne jî dikin. Rexne baş in, mirov bi peş va dixin, lê rexneyên lewitî mirovan sar dikin.

– Li Kurdistanê gelek xwendevan te nas dikin wek helbestvaneke merifet. Bona çi heta niha berevoka xwe cap naki?

– Ez niha pirtûka xwe hazir dikim, -Berivan dibeje.- Navê pirtûkê “Birîno ye”. Wê sê parên wê hebin, ya yekem cîrok in, cirokên hub-hizkirinê, evîndarîyê û didemên bengitîya min (dikene). Para duyem name ne, ku bi awakî mayîn, bi teherê helbestan hatine nivîsarê. Para dawîyê helbestên min yên salên başqe-başqe ne.

Bêrîvan xebatkareke civakê ya berbiçav e, alîkarîke mezin dide merivên di nav tengasîyê da. Wêya hiz dikin bona xeysetê wê yê milûk û dilovanîya wê. Ez bi hevalên wê ra jî peyivîm û wana gelekî pesinê Bêrîvanê dan. Em îro dixwezin çend helbestên Bêrîvan ZinZalê raberî we bikin, ku hûn bixwînin û qimet bikin, fikra xwe derheqa wan da ji me ra bişînin.

Her tişt ne mirin e…

Min pêlîstokên xwe di wan kolanên zêrîn de kevn kir.

Û nizanim çend caran xeyidîm, giriyam, keniyam, westiyam…

Gelek caran bi bayê Cizîrê hênik dibûm û carna bi barana Qamişlo şil dibûm.

Min nizanîbû, lê mezin dibûm (!)

Û piştî mezin bûm ne dil hênik ma û ne şilî ma.

Qamişlo dikeliya, Cizîr diqeliya…

Û îro ew bajarê ku ji min re bû evîn, ku ji min re bû birîn.

Ber bi xerakirinê de diçe.

Derkevin ji welatê min…

Destê xwe nedin zaroktiya min

Destê xwe nedin pêlîstokê min

Destê xwe nedin evîna min

Destê xwe nedin Nisêbîna min

Destê xwe nedin Kurdistana min.

Ji bona Kurdistana xwe

Ji bona  Kurdistana xwe yî birîndar,

Ji bona  zimanê xwe yî di ber mirinê de,

Ji bona  mafê xwe yî mirovatî,

Ji bona zarokên di pêçekê de tên kuştin,

Ji bona hevalên xwe yî wenda,

Ji bona dayîkên welatê xwe,

Ji bona çiyayên xwe,

Ji bona darên xwe,

Ji bona axa xwe,

Ji bona girtîyên xwe,

Ji bona Cizîra xwe, Nisêbîna xwe, paytextê xwe û

Ji bona XWE(!)….

Nizanim êdî

Ji bona kîjanê bigirîm…

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev