Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Bernameya Radyoya Ria taza derheqa Evdalê Zeynikê û Aşiq Nazik de

Radyoya Ria taza beşeke bernameya xwe bi navê “Aşiq û dengbêjê kurdan” bi taybet derheqa Evdalê Zeynikê û Aşiq Nazik da pêşkêşî we dike. Evan herdu hostayên dengbêjiya kurdî li dewra xwe de bi hezaran stranên dengbêjiyê hûnandine. Lê bi heyf gerekê bê gotin ew xezîna folklora kurdî piranîya wan êdî nayên bihîstin.

 Di dîroka kurdan ya hezarsalan da ji ber zulma dewranan ya giran, ji ber fermanan, şer, rev, bezê û kocberîyê gelek dengbêj hatine û çûne, û gelek berhem tev navên xudanên xwe hatine jibîrkirin. Lê gel dîsa jî efrandinên dengbejên xwe bi hizkirin, bi devkî, zar bi zar xweyî kirine, ji windabûnê xilas kirine û anîne gîhandine roja îroyîn. Derbarê jîyana wan herdu dengbêjan de, mixabin kêm agahî hene. Di nava dengbêjîya kurdan de Evdalê Zeynikê wekî Homêrosê kurdan tê nasîn.

Lê di derbarê jîyana Aşiq Nazik de diha kêm tê zanîn. Lê gerekê bê gotinê ku Evdalê Zeynikê û Aşiq Nazik dengbêjên Serhedê yê sedsala 19an yên herî berbiçav in. Dibên her yek ji wan xwedî deng û awaz, kubir û qeydekî cuda bûye û di warê efrandina zargotina gelêrî, xwesma dengbêjîyê da ked û emekê mezin dane. Di bernameya xwe de me hewilda ji malumetîyên ber destê me de heyî derbarê jîyana Evdalê Zeynîkê û Aşiq Nazik da ji we ra biaxivin. Amadekar û bêjera bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Guhdarî xweş ji we re…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev