Sedemê ku Dewleta/Împeratorîya Eyûbî ya Kurdan bû jî

Sedemê ku Dewleta/Împeratorîya Eyûbî ya Kurdan bû jî

Emîn Narozî, lêkolîner

Gava meriv bi awayekî berfireh û di serdema wê de û di şert û mercên dewletbûyina hingê de li Împeratorîya Eyûbî dinihêre dibîne ku ew jî bi rastî mîna dewlet û xanedanîyên wê serdemê yên malbatî û hoz û eşîrtî bûne û hikim di destê kîjan, eşîr, malbatên mezin, êl û hozên navendî de bûye, ew dewlet ya wî xelkê ku ji wan hoz û eşîran pêk dihat, bûye. Nimûne Ya Selçûqî, ya Zengî, ya Biweyhî, ya Merwanî ya Osmanî, ya Rûmî/romayî, ya Bîzansî jî piranîya hikim di destê wan hoz, malbat û xanedanan de bûye, lê heya radeyekê ew jî bi navendeke dînî ve girêdayî bûne û pirên wan jî ne li ser axa xwe bûne û hêzan wan yên leşkerî û îdarî jî bi tevayî ne ji wan bûne. Lê ew jî mîna ya Eyûbîyan piranîya serdar û birêvebir û hikimdarê wan ji hoza xwedîyê dewletê bûne, lê di nav wan de yeketîyek û tifaqek bi hoz û gelên herêmê re hebûye ku çi ji hêla leşker ve be û çi jî ya îdarî ve be, ew hevkar bûne.

Îcar em lê binêrin ka ya eyûbîyan çiqas di destê kurdan de bûye û rola kurdan çiqas tê de hebûye û li ser dewletê heya çi radeyê xwedî hikim bûne.

Hinek Mîr û Serdarên ku ji destpêkê heya paşîyê giranîya wan di dewlet û împeratorîya eyûbî ya kurdî de hebûne ev in: Mîrê Mezin Seyfedîn Meştûbê Hekarî, Qutbedîn Xwisro ibn Tulîlê Hezbanî, Şehabedin Harimîyê xalê Selahedîn, Mîr Hisamedîn ibn Ebu l-Hîcayê Hezbanî, Mîr Micelayê Hekarî, Feqe Îsayê Hekarî û birayê wî Mucîredîn, Seyfedîn Ezkeş/yazguçê Esedî, Zahîredîn ibn Belengerî, Ezedîn Mûsik ibn Çekoyê kurdê Selahî, Mîr Xweştirînê Hekarî û kurê wî Hisamedîn ibn Xweştirîn, Şêx Mendê Êzîdî ku demekê fermandarîya sipaha Helebê û derûdorên wê kiribû, Şêrkoh ibn Bilalê Zerzarî, Noşirwanê Zerzarî, Mihemed Şerefedîn Şahrûh/Şahrûxê Zerzarî, mîrekên qeymerîyan mîna Seyfedîn, Diyaedîn û yên din.

Ji bilî wan gelek kes ji eşîrên: rewadî/revendî, hezbanî, mihranî, hekemî, hekarî, himeydî, beşnewî, merwanî, zerzarî, Siweydî û yên din ku evên han hemî hinek jê bi hîmdarî, hinek jê jî bi serkarî û desthalatdarî hevbeşên împeratorîyê bûn û xwedî payeyên bilind û mîrgehên mezin bûn ku hem sîyasî, hem leşkerî û hem jî îdarî gelek karûbarên desthilatê digerandin. Lê rast e ji bilî van jî gelek mîrek û serdar û serekhêzên mîna artûqî, memlûkî, kenanî, ereb, selçûqîyên Anatolyayê, vê paşîyê xwarizmî, tirkmen, û xiristîyanên herêmê jî hebûn ku bi kurdan re hevkar bûn û xwedî mîrgeh, paye û desthilat bûn jî.

Lê digel van tevan jî Selahedîn ji awayê olî ve jî cudahîya xwe ji gelên hevkar ên din jî weha destnîşan dike: “Di îlona sala 1171ê de li Bexdayê Xelîfe Mistensir mir û kurê wî el-Mustedi´ kete cihê wî ku dijî Siltan Nûredîn derket, çunkî hê jî li Misrê alaya fatimîyan ya reş li ba dibû. Ev 200 sal bûn ku li Misrê xelîfetîya şî´î ya fatimî li ser hikim bû, lê em bi xwe bi malbatî şafi´î bûn û min nedixwest ez dest bidim xelîfetîya şî´î ya fatimî, çunkî hem gelekî xeternak bû û hem jî yê ku min kiribû wezîr jî Xelîfeyê Fatimî bû. Dû re Xelîfeyê Fatimî nexweş ket û mir ku geleşeke girîng jî ji ber xwe ve çarser bû.”[1]

Rola zana û şareza û mitesewifan di Dewleta Eyûbî de

Ji zana, şareza, rewşenbîr, bîrewer û şêx û mitesewifan jî evên jêrîn û gelekên din hevalbendên wan bûne: Ji malbata Şehrezorîyên kurd qazî Mihyedîn ibn Zekîyedîn û yên din, ji malbata Selahîyên Kurd jî Şêxê Kurdan Şêx Ebdurehman û yên din, ji Malbata Esrûnîyên Kurd jî mîna Şerefedîn ibn Ebû Esrûn û yên din, Qazîyê Misrê şêxê şêxan Sedredîn ibn Dirbas Ebdulmelikê Mihranîyê kurd, şêx Fexredînê kurê Şêxê şêxan yê kud, û yên mîna Diyaedîn Mihemed ibn Osmanê Erbîlîyê Kurdî yî Ruhawî, Îmadedîn Îsmaîlê Mihranî yê kurd û qazîyê Qahîreyê, Feqih Diyaedîn Îsayê Hekarîyê kurd û gelek jî ji gelên din ku navên wan li jor hat hejmartin.

Navûdengê Selahedîn û pesnên li ser

Bêguman agahdarên ji dîroka kurdan û bi taybetî jî şarezayên ser dewletên serdema îslamê baş dizanin ku gelek kitêb li ser Selahedîn hatine nivîsîn û dê hê jî bên nivîsîn. Lê bi rastî çiqas jî bê nivîsîn hê kêm e û mirov çiqas jî li ser Selahedîn dixwîne hê bêhtir qedirşînasî û şarezayîya wî ya di her warî de dibîne û weke kurdekî mirov pê serbilinda dibe. Nemaze gava mirov dibihîze ku ew yek ji dehkesên bijare yên vê hezarsala dawî ye. Çunkî hima bi tenê hilbijartina kurdekî ji nav çend milyar însanên vê hezarsala dawî di nav deh kesên navdar û hêja yên bijartî de jî ji hemî kurdan re rûmetbilindîyeke mezin e.

Herweha dîsa pesn û şanazîya her kurdekî ye gava mirov dixwîne ku; ji nav serekên sîyasî û leşkerî Napolyon ne tê de kêm kesên mîna Selaheddîn hene ku ji alîyê şewalyeyên ewrûpî yên hember û dijminên xwe ve hatibin pesindan.

Ji Dibaçeya pêşdîroka V. Mînorsky: Kurdolog, rojilatnas û lêkolînerê bi navûdeng Prf. Vladimir Minorsky di pêşgotina Kitêba xwe ya Studies in Caucasian History de di beşa Prehistory of Saladin de weha dibêje:

Ji nav serekên sîyasî û leşkerî Napolyon ne tê de, tu kes, mîna ku Selaheddîn ji alîyê dijminên xwe şewalyeyên Xaçparêzê ve hatiye pesindan, ji alîyê himberên (reqîbên) xwe ve nehatine  ecibandin û pesindan. Dibe ku hemdemên wî yên pêşî ji bo ku navûdengê wî xira bikin bi zanîn li ser wî nepak peyîvîbin jî lê ev bi tenê arezûyeke kuretedemî bûye, lewra hêmanên şahsiwarîya Selahedîn di dawîyê de întîbayên (şopên) wî yên din û bibîrhatina wan, dane jibîrkirin.

Li kêleka wê camêrîya Selahedîn ku weke nimûne piştî vegirtina Qudsê nîşan dabû, di jiyana wî de kêlîka herî dijwar ew bû ku bi destê xwe şûr avêtibû serê Reginald (Ernat) Chatillon. Digel vê jî dîsa taybetmendîyên mîna şandina hespekî ji bo neyarê xwe yê ji hespêketî di kemîna şerê Yafayê yê sala 1192yan de bêhtir tê bîra Ewrûpîyan. Heya Dante bi xwe jî di xeyala xwe ya li ser tebeqa dojehê ya tarî de ku niştecîyên wê nayên seza kirin, lê ne di xweşîya bihuştê de ne jî, Selahedîn bi tenê li qozîyekê di nav esilzadeyên antîkî, jinên bîrewer û fîlozofên yûnanî (girekî) de dibîne.

Bêguman mezinahîya Selahedîn û navdarîya wî bi tenê ne di teqdîrkirin û ecibandina wî ji hêla dost û dijminên wî tev ve bûye. Herweha ew ne ji ber wê yekê bûye jî ku gelek dijminên wî yên freng jî ji ber comerdî, xweşmêrî, dirustî û gernasîya wî xwestine wî bigihînin xwe û rabûne efsaneyek çêkirine da ku jê re ji dotmîreke ewrûpî dêyekê peyda bikin, çawa ku B. H. Newbay û Minorsky jî vê yekê dîyar dikin. Herweha ereban jî ew yan gihandîye emewîyan yan jî malbata ezdîyên Yemenî ku yek ji wan di serdema vegirtinên îslamî yên pêşî de hatiye li nav faris û kurdan maye. Çawa ku tirk jî ji ber ku wî û apê xwe şêrkoh demekê sipahsalarîya Nûredîn Zengî kirine û ji berê û paşê ve jî pêwendîyên wan xurt bûne û hinek navên zaroyên wan jî mîna yên tirkmenan bûne wan jî ew ji xwe yanî tirk hesibandine.

Bi rastî ev hemî ne ecêb e çunkî herkes dixwaze siltanekî ewqas mezin û navdar bigihîjîne xwe û xwe pê serbilind bike, lê ya pir balkêş û mixabin ew e ku gelek kurd ji dêla ku pê û bi malbata wî serfirazî û şanazî bikin çima ku nêzîkî 800 sal berê dewleteke neteweyî ku hingê ji xwe ne neteweyîtî û ne jî milletî hebûye, ji kurdan re danemezrandine yan jî ji ber ku dewleta wan ne neteweyî bûye radibin xwe ji wan dûr dikin û gelek rexneyên dijwar î bêheq li wan dikin û desthilatdara wan weke ya kurdan nabînin, digel ku di tu serdemên vê hezarsala dawî de rewşa kurdan bi gelemperî weke wan salên desthilata eyûbîyan heya berî hatina xwarizmî û moxulan jî xweş nebûye.

Lê belê mezinahîya wî hê bêhtir di şarezayîya wî ya lihevrastkirin û vêkxistina çend hêzên hember yên îslamê yên dost de û di eynî demê de jî di têkoşana li pêşberî çend hêzên freng yên dijmin pêk ve, de bûye. Çunkî Selahedîn piştî wergirtina perûya wezîrtîyê di pey mirina apê xwe Şêrkoh ya nepayî de ku ew xistibû nav xemgînî û bêumîdîyeke bêhempa di wî temenê xwe yê ciwan de kete navbera çend hêzên dijber û bi gengeşeyeke mezin re rûbirû ma.

Ji hêlekê ve wî bi sê hêzên mezin yên qaşo hevalbend ku heryek ji wan ji hindava xwe ve ew berbi alîyê xwe ve dikêşa, mîna xelîfeyê Misrê yê fatimî el-Adid, fermandar û siltanê wî yê Şamê Nûreddîn Mehmûd Zengî û xelîfeyê Baxdayê el-Mustedî´ û ji hêla din ve jî bi mîrek û serdarên sipaha Misrê ku bi desthilatdarîya wî re gelek maf û payeyên xwe winda kiribûn, digel hêza heşaşîyên ku xwe parêzvanên Dewleta Fatimî didîtin û ya frengan yanî hêzên êrişkar ên xaçparêz ku heryek ji wan ji bo bi serneketina wî her cûre ger û dolab digerandin, bê wext û ji nedî ve kete nav têkoşîn û tevgereke mezin.

Ji ber vê yekê jî diviyabû ew hem hersê hêzên mezintirîn ên îslamê yên hingê ku qaşo hêzên dost bûn bi awayekî çê memnûn bike da jê re nebin asteng û hem jî li hemberî hêza xaçparêzan û hevkarên wan yên bîzansî digel ya serdar û mîrekên daxiz û çavnebar yên nav sipah û desthilatdarîya Misir û ya Sûrîyê digel bedkujîyên heşaşîyan (suîqestên batinîyan) bi hişyarî û şarezayî tê bikoşa da bê zîyaneke mezin bigiha armanca apê xwe ku çendî berbiçav cenga pîroz ya li hemberî frengan û rizgarkirina Qudsê bû, lê herweha digel wê jî dîsa li ser bingehê lêkudandin û xebata ap û bavê xwe ya nihênî ku bidesxistina desthilatadarîyeke serbixwe ji bo malbat û gelê xwe bû. Piştre jî xebata li berfirehkirin û xurtkirina wê ta ku nav û dengê wê bigihîje çarkenarên cîhanê û dost û dijmin hemî û bi taybetî jî yên ku wî û gelê wî kêm didîtin, bibînin ku kurd jî ne kêmî gelên cîhanê yên din in.

Digel van gelşan giş jî dîsa Selaheddîn bi xêra siyaset û aramîya ku ji bavê xwe girtibû digel şîretên wî yên rêşînas, dikaribû bi şarezayî hêzên dost ne bê gazin lê bê xirecirên mezin îdare bike û di heman demê de jî bi saya cengawerî û têkoşerîya ku ji apê xwe Şêrkoh hîn bûbû û ya dadmendîya ku ji Şehîdê adil Nûredîn Zengî di dema katibîya wî ya sir û nihênîyê dikir, de wergirtibû û şîretên mîrek û serdarên kurd û emekdarên din yên malbatê ku li dora xwe civnadibû, gerefenên neyarên xwe hemî vale derxe. Herweha wî karîya zîrekî û camêrîya xwe bi hişmendî, dilêrî, duristî û dadmendîya xwe re bike yek û bi vî awayî jî hemî fen û fût û qulûbendikên neyarên xwe çi yên hundir û çi jî yên derve bin biserketî berteref bike û wan bi xwe di nav davên ku li pêşberî wî danîbûn sergerandî bidêrîne.

Her ji ber van sedeman e ku Selahedîn berî gelek dost û hevalbendên xwe ji hêla dijminên xwe, bi taybetî jî yên xaçparêz weke lehengekî dîrokî hatîye ecibandin. Lewra di sala 1898an de gava Împaratorê Almaniya seredana Şamê kirîye, wî di gotara xwe de weha pesnê Selahedîn daye: “Tiştê dilşadîya min zêde dike ew e ku ez li wî welatî me ku mezintirîn kesê serdema xwe û mêrxastirîn û xweşmêrtirîn gernasê wextê xwe lê jîyaye, ewê ku hatina wî bi xwe bûye rûmet û esalet û navûdengê wî li hemî welat û şaristanan bilind û belav bûye; ew jî Selahedînê Eyûbî ye”[2]

Selaheddîn fermandar û siltanekî wisa zîrek û xweşbirêveber bûye ku bi civandina gelek hêmanên cihê di sipaha xwe de ku herî hindik di 50-100ên dawî yên dema wî de hevrik û neyarên hev bûn û komkirina wan hemîyan di bin alaya xwe ya zer de (ne alaya reş ya xelîfetîyê ku heya hingê adet ew bû) dikaribû rewşa dîrokê biguhêre û împaratorîyeke mezin ku sînorên wê ji çiyayên Kurdistanê digihan heya deverên bakurê Afrîka yanî Tunis, Sûdana niha û der û dorên wan, ava bike. Wî dê mezintir jî bikira ger mirina kambax destûr bida, çawa ku wî berî wefata xwe ji katibê xwe Behaeddîn îbn Şeddad re jî qal kirîye. Çunkî ger ne ji serkeftinên Selaheddîn yên hemberî frengan bûya dê rewşa civaka îslamê û rojhilata navîn ji niha gelekî cudatir bûya.

Lê mixabin ku nifşên pey wî nikaribûn hêzên kurdan bikin yek, gelek hêzin din jî li dor xwe bicivînin û hêzeke yekgirtî û xurt saz bikin. Lewra gava pêwîstî hebûya Selahedîn dikarîya ji jora çîyayên Kurdistanê heya Anatolya navîn û Cezîreyê/ Mezopotamyayê, ji erdê Yemenê heya çol û pesarên bakurê Afrîka yên mîna Tunis, Sûdan, Libya û der û dorên wan, leşker bixwesta û pêk ve bi yek hestê li ser dijmin bicivanda.

Bêguman divê mirov hatina wî tuxmê/toximê xerab xezeba moxulîyan jî ku bi bêbextî weke bêşensîyekê bi ser nifşên pey wî ve girt jî têxe hisabê.

Çendî ku destpêka avakirina dewleta Selahedîn ne li ser axa kurdan bû jî lê piştre wî hêleke berfireh ya kurdistanê jî xist ber sînorê împaratorîya xwe. Jixwe dîyar e ku di wê serdemê de Kurdistan di destê kîjan gurên har de bû û bi sedsalan e ku hê jî ew di ber şeq û deqên wan de di ber xwe dide.

Bêşik ne bi tenê împaratorîya Selahedîn, lê gelek împaratorîyên din jî mîna ya wî ne li ser axa welatê damezrênerê xwe û ne bi navê neteweyê xwe, lê bi navê malbatekê û bi armancine dînî yan jî fikrî hatine ava kirin. Mîna yên ebbasî, emewî, selçûqî, osmanî û hinekî din. Lê nifşên pey wan yan ji kurdan jîrtir û yan jî bişenstir bûne ku karibûne xwedî li desthilatdarîya xwe derkevin û demeke dirêj wê biparêzin. Lewra di wê serdemê de û hê gelek piştre jî dev ji nêzî 800-900 sal berê berde, 200-300 sal berê jî rewş weha bûye.

[1] Ji jiyannameya Selahedînê Eyûbî ya ku di Kitêbxaneya İskenderiyeyê de bi destnivîsa wî hatîye dîtin û rojnamevanê firansî Genevieve Chauvel ew kirîye bingehê romana xwe ya bi navê Saladin.

[2] Bnr. Ebd el-Xaliq Sersam, Selahedînê Eyûbî, r. 67; Ehmed Bîlî, Jîyana Selahedînê Eyûbî, r. 216

 

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev