Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ziman weku diyardeyek civakî

Ziman weku diyardeyek civakî

A.A. Rêformatskî

Wergera bi kurtkirin: Bavê Nazê

Heger ziman ne ji diyardeyên civakî be, îca wê ciyê wî di nav diyardeyên civakê de be? Ji bo ku ev pirs zelal bibe, pêdivî bi ravekirina ciyê zimanî, di nav diyardeyên civakê yên din de, heye. Ew jî ji ber ku ciyê zimanî, di nav civakê de, ciyekî taybet e.

Aya ew tiştê hev pehr yê zimanî bi diyardeyên civakê yên din re çi ne û bi çi xwe ji wan cûra dibe? Gerek em bêjin ew tiştê zimanî yê hev pehr bi diyardeyên civakê yên din re, ew e ku ziman ji bo hebûn û pêşkeftina civaka merovatiyê, merc e û weku elementek kulturî tête niyasîn. Ziman jî weku hemû diyardeyên civakê yên din, heger hat û ji keresta xwe bête birîn (rakirin), ewê bê wate bibe.

Lê belê, dîlema zimanî û yasayên vê dîlêmê û di pêşketina xwe ya dîrokî de, di kokê de, ji diyardeyên civakê yên din ve, tête cûdakirin. Cawa berê, weha jî nuha em dibêjin, ziman ne kerestek baylojî ye, lê diyardeyek civakî ye. Ew kesên ku, çi di bin ala îdêalîzmê de û çi di bin ya matêrîalîzmê de, xebata xwe dikirin, her boçûnên wan, di vê pirsê de yek bûn. Lê cûdabûn, di hizrên wan de, li ser bûnyet û taybetiyên diyardeyên civakê bûn.

Îdêolojiya matêrîalîzmê (marksîzmê), di diyardeyên civakê de, bûnyeta civakê ya jor û jêr ji hev cûda dike. Anko pêşkeftina sîstêma aborî ya civakê, li gora qunaxa dîrokî û hizrên siyasî, yasayî, ayînî û hunerî yên civakê ne û destgehên ku pê ve girêdayîne.

Bi xwe, hizra ku ziman ji bûnyeta civakê ya jêr e, bi kesî re çê nedibû. Lê ziman weku elementek, ji bûnyeta civakê ya jor e, çi li cem zimanniyasên sovyetê û weha jî, li cem yên ji derveyî wê, ev boçûn peyda dibû. Boçûna herî navdar ya dijî pêgirêdana zimanî bi baylojiyê ve, ya layedarên pêgirêdana zimanî bi îdêolojiyê ve. Wan ziman weku elementek ji bûnyeta jor a civakê didîtin. Weha jî, ew di wê nerînê de bûn ku kûltur û ziman ji hev in. Ev jî bûne egerê hindek encamên nedirûst.

Aya ji bo çi ziman, ji bûnyeta civakê ya jor nayê hejmartin? Ji ber ku ew ne ji çêbûna vê bûnyetiyê ye, lê rêgeheke ji bo dan û stendina, di nav komela meroveyatiyê de ye ku bi sedsalan gihiştiye ser hev û hatiye parastin, li gel ku di heman kat de, dema cîguhertin di bûnyeta jêr a civakê de çê dibû, li gora wê jî, guhertin di bûnyeta jor jî de çê dibû.

Di civaka çînayetî de, bûnyeta jor a wê çînê bi xwe ye, lê ziman ne yê çînekê ji çîna ye, ji ber ku ew yê hemû kes û çînan xizmetkar e. Heger ne weha bûya, wê civak nebûya. Lê tevî weha jî, hindek zanyar (weku N.Mar) hebûn ku ne li vê boçûnê bûn. Ew di wê hizrê de bûn ku ziman çînîtiya xwe heye. Di vê nerînê de, ne tenê ne têgihiştinek, di warê zimanî de hebû, her weha jî, ne têgihiştinek ji diyardeyên civakê yên din re. Ji ber ku ziman, di civaka çîniyatî de, ne tenê di nav komên civakî de, hev pehre, her weha jî, di warê aborî de, ku bêyî hevpişkiya aborî, dibe egerê ku civak bi xwe biherife.

Gerek em bêjin ku zaravên zimanî, li gora qunaxên dîrokî hevpişkiya xwe hebûn. Di qunaxa derebegiyê de, ji bo hemû pilên derebegiyê (ji mîrî bigre heta bigihê berdestkan) zarav ji bo wan yek bû. Û di qunaxa sermiyandariyê de û bi hatina sîstêma sosiyalîzmê, zimanê rûsî çawa xizmeta bûrjûwaziyê dikir, weha jî ji bo kultura nuh li Rûsyayê bû xizmetkar.

Bi vî rengî, xwiya dibe ku zimanê çîniyatiyê nebû û dê nebe. Loma jî, gerek axavtin bê ser şêweyê axavtinê û di pêş de, li ser vî warî rawestin.

(berdewamî heye)

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev