Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Mêrxasê binavûdeng, lê bê nav û bê deng

Mêrxasê binavûdeng, lê bê nav û bê deng

Di nav kurdên Sovyeta berê da gelek mirovên wisa hene, ku bi salan, wek dibêjin, serê xwe kirine ber xwe û ji bo miletê xwe karekî mezin kirine. Tu caran nefikirîne, ku karê xwe propaganda bikin, heta ne hîştine, ku hinekên din jî wana bi milet bidine naskirin, pesinê wan bidin, ji ber ku karê ji bo miletê xwe erkek dîtine.

Yek ji wan kesan Îvanê Omer Farîzov e, ku nav û dengê wî li tevaya Sovyeta berê wek profêsorekî mezin bela bûbû, lê kurdan ew zêde nas ne dikir. Ka binhêrin malpereke Rûsîyayê ya derheqa merivên Rûsîyayê yên here bi nav û deng da (http://viperson.ru/wind.php?ID=657506) ser zaneyê kurd Îvanê Omer Farîzov çi nivîsîye:

”Farîzov Îvan Omarovîç

Doktorê dîrokê, profêsorê Înstîtûta welatên Asîyayê û Afrîkayê (ÎAA) ya Ûnîvêrsîtêta Moskvayê ya Dewletê (ÛMD) ya ser navê M.V.Lomonosov. Xudanê ferhenga degme ya rûsî-kurdî (1957). 5ê çileya paşin sala 1923an li bajarê Tbîlîsîyê ji diya xwe bûye. Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Moskvayê xilaz kirîye (1950). Pêşekê piştî xwendinê: rohilatzan-welatzan. Namzedê doktorîya dîrokê (1953), karmendê zanyarî yê sereke li Înstîtûta aborîya cihanê û pêwendîyên navnetewî ya Akadêmîya Zanyarî ya Yekîtîya Sovyet (1956), doktorê dîrokê (1971), profêsorê kafêdra ”Aborîya welatên dereke” ya kafêdra Aborîyê ya fakûltêta ÛMD (1975), bingehdar û serwêrê kafêdra ”Pêwendîyên aborî yên navnetewî” ya ÎAA ya ÛMD (1976), akadêmîkê Akadêmîya Înformatîzasyonê ya Navnetewî (1994), serekê şêwra êkspêrtîyê ya KAY (1985). (KAY tê maneya ”Komîsyona Atêstasyon ya Yekîtîya Sovyet”. Bi awayekî din: ew kesên, ku li Yekîtîya Sovyet dixwestin bibûna doktor, gerekê têmaya wan ya doktorîyê ji alîyê KAY da bihata testîqkirin: -T.X.), endamê kolêgîya rêdaksyonê ya kovarên ”Malûmatîyên ÛMD” ji cêrgeyên kovarên ”Rohilatzanî” û ”Aborî” (1976, 2003). Bingehdarê çiqilekî zanyarîyê yê nû – pêwendîyên aborî yên navnetewî li welatên ser riya pêşketinê. Xudan û hevxudanê zêdeyî 600 berhemên zanyarî, ku li Rûsîyayê û welatên dereke hatine çapkirin. Serokatî li zêdeyî deh doktorayên zanyarî kirîye. Bi gelek xelatên dewletê, şêr û civakî va hatîye pêşkêşkirin, di nav wan da: mêdalyaya zêrîn ya bajarê Mîlanê (Îtalîya, 1971), mêdalyaya KAY ya Yekîtîya Sovyet (1982), mêdalyaya zêrîn ya Ûnîvêrsîteya Sokayê (Yaponîya, 1985), serketîyê ”Êlîta înformasyonzanîyê ya cihanê” (2000), ”Karmendê emekdar yê zanyarîyê li Rûsîya Fêdêral” (2002), ”Profêsorê emekdar yê Ûnîvêrsîtêta Moskvayê” (2003) û h.w.d.

Î.O.Farîzov 26ê çileya pêşin sala 2012an wefat bû. Ew li goristana Troêkurovskê li ”Allêya Mêrxasan” li Moskvayê hatîye binaxkirin” (li vê goristanê kesên Rûsîyayê yên here navdar têne binaxkirin: -T.X.).

Rûsîya qîmetekî ha mezin daye Îvanê Omer Farîzovê kurd bona karê wî, ku zanyarîya Rûsîyayê pêş xistîye. Lê kêm kes zanin, ku ew karê kurdzanîyê jî pêş xistîye. Wek, sala 1957an berhema wî ya zanyarî ”Ferhenga ûrisî-kurdî” bi 30 hezar gotinan va, bi herfên kurdîya latînî çap bû. Eva ferhenga rûsî-kurdî ya yekemîn e li cihanê û ew bi du hezar nuxseyan va li Moskvayê çap bûye. (Berî çend salan zanyarê kurd Mehmet Bayrak pêşnîyar kir, ku ez û ew wê ferhengê bikine ya tirkî-kurdî. Me bi destûrdayîna Farîzov ew kar pêk anî. Wî gotinên rûsî kire tirkî, min jî rêdaktorî li gotinên kurdî kir, ku di nava weke 40 salan da pir guhêrî bûn. Ew ferhenga tirkî-kurdî sala 1994an li Enqerê di weşanên ”Özde” da çap bû).

Î.Farîzov pêşgotina pirtûka kurdzan V.M.Nîkîtîn ya bi sernavê ”Kurd” nivîsîye, ku sala 1964an li Moskvayê, ji alîyê weşanxaneya ”Progrêss” da bi zimanê rûsî çap bûye.

Sala 1941ê gotareke wî ya bi sernavê ”Tevgera miletîyê ya kurdên Îranê” di kovara ”Berhemên Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Moskvayê” da çap bûye.

Sala 1953an: ”Cîyê tevgera kurdan ya miletîyê-azadîyê di tevgera gelên Rohilata Nêzîk û Navîn da” (dîsêrtasyona doktorîyê).

Min Îvan Farîzov di zarotîya xwe da nas dikir, ji ber ku ew dostekî malbeta me bû. Dema dê û bavê min diçûne Moskvayê, tim rastî wî dihatin û derheqa mezinayî û merivaya wî, derheqa welatparêzîya wî da ji min ra digotin. Gava ez sala 1992an ji Ermenîstanê derketim û 5 salan li Moskvayê mam, em gelek caran rastî hev dihatin, me şevbihêrîya xwe dikir. Tê bîra min, ez û ew sala 1992an bi vexwendina Komkara Merkezî li Kölnê çûne Almanîyayê bona tevî şayînetîya pîrozkirina 400 salîya ronahyîdîtina ”Mem û ”Zîn”a Ahmedê Xanî bin. Li wira ewî bi zanebûnên xwe va yên derheqa wê berhema di cihanê da navdar, amadekar zendegirtî hîştin.

Berî wê çend mehan du nûnerên PSK Nûreddîn Basût û Letîf Özdemîr ji Kurdistana Bakur hatibûn bona li Moskvayê nûnertîya partîya xwe vekin. Min pêşnîyar kir, ku di vî karî da tenê Îvanê Omer Farîzov dikare alî wan bike. Me berê xwe da wî zanyarê mezin. Ewî dûr û dirêj guhdarîya hevalan kir û bi têlêfona taybet ji serokekî Sovyet ra xeberda. Rojtira din ew herdu heval bi rêberîya Î. Farîzov çûne bal wî serokî.

Ji sohbetên min û wî ez gelek tiştên din yên balkêş hesiyam. Yek ji wan ew bû, ku ew gelek caran bûbû wergervanê wan sîyasetmedarên kurd, ku ji her çar perçeyên Kurdistanê bi fermî û ne fermî dihatin rastî serokatîya Sovyet dihatin. Û ew yek bi daxwaza sîyasetmedarên kurd dibû, ji ber ku wana ne dixwest wergervanê wan biyanî bin. Serokatîya Sovyet gelek caran bona azirûkirina pirsên kurdan bi wî şêwirîne. Ew wek nûnerê kurdên Sovyet bû di serokatîya Yekîtîya Sovyeta berê û Rûsîya niha da. Wê demê jî hewcê şêwreke wî bûn, ku dixwestin li Moskvayê, di radyoya “Dengê Rûsîyayê” da radyoya bi zimanê kurdî vekin. Ewê radyoyê di sala 2008an dest bi weşanên kurdî kir. Wê demê ji wan ra kadro lazim bûn. Ez gelek serbilind im, ku Îvan Farîzov ez pêşnîyar kiribûm. Û ez çûm, di destpêkê da li wir xebitîm, heta ew radyo, wek dibêjin, xwe girt û kete ser rê. Dû ra jî demeke dirêj bi wan ra on-line xebitîm. Ew radyo heta niha jî serketî kar dike û adrêsa wê ya Întêrnêtê ev e: http://krd.sputniknews.com/kurdish.ruvr.ru/

Îvan Farîzovê serbilindîya gelê me bi alîkarîya aborî ya apê xwe Reşîdê Ecem berî zêdeyî 70 salan ji gundekî kurdan li Ermenîstanê – gundê Camûşvanê derket, ji eşîra xwe ya Çoxreşî qetîya, berê xwe da Moskvayê, xwend û heta dawîya jîyana xwe li wir ma, bû merivekî binavûdeng, lê nav û dengê wî zêde belav nebû.

Bextê gelê me lê xistîye, ku yên wek Îvanê Omer li Sovyeta berê gelek bûn û bi karê xwe va di nav miletên Sovyetê û cihanê da gelê xwe rûspî dikirin. Bextê me ji wî alî da jî lê xistîye, ku yên xudêgiravî binavûdeng, lê di rastîyê da helekar û nezan jî gelek kêm bûne.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev