Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

L. Tolstoy – “Şêr û se”

L. Tolstoy – “Şêr û se”

Li Londonê bi peran yan jî bi se û pisîkan, ku dibûn xwerin ji bo cinaweran, merov derbazî terewilxaneyê dibe.

Merovekî xwest li cinaweran temaşe bike li kolanê sehek girt u anî bexçê cinaweran,ew derbas kirin u seh avêtin ber şêrê di qefesê de.

Se teriya xwe bi ser xwe de givaşt û pişta xwe da qorzîkê. Şêr ber bi wî ve çû û ew bêhn kir.

Se xwe gevizand, lingên xwe bilind kir u teriya xwe hejand.

Şêr ew ber xwe zîvirand. Cewrik jî rabû ser xwe û li ber şêr rûnişt. Şêr lê nerî, serê xwe bi vir de, wir de bir, lê xwe nihingivand wî.

Dema xwediyê şêr goşt avêt ber, ewî perçak avêt ber sehî. Êvarî, dema şêr palda ji bo binive, seh jî li tenişta wî palda û serê xwe danî ser lingên wî.

Ji wê rojê û pê ve, seh bi şêr re jiyana xwe kir. Şêr nema îşê xwe jê anî û heta carina pê re dilîst. Carekê begek hat cinawergehê u sehê xwe yê ku winda bûbû, dît. Ewî ji xwediyê cinaweran re got ev seh yê wî ye. Lê dema xwestin seh bidin xwedî, şêr xwe davêt wan û irinî pê diket.

Bi vî şêweyî şêr u seh salekê, di hundirê bi hev re jiyan. Lê piştî salekê seh nexweş ket û mir. Şêr nema xwarin xwar, ewî ew bêhn dikir, dialast û lepê xwe li gewdî digerand.

Kengî şêr tê gihişt ku ew miriye, ji nişkave beciniqî û bi xwe ket, ewî geh teriya xwe li tenişta wî dixist û geh jî xwe li dîwarê qefesê dida, dev xwe dikir. Rojekê bi temamî ji ser hişê xwe çûbû û har bûbû. Ew diçû û dihat û dikir irînî, dû re li tenişta sehê cehimî palda û bê pêjn bû û rê nedida kesî xwe nêzî wî bike.

Xwediyê wî texmîn kir, heger ew sehekî din jê re bîne, ewê êşa xwe ji bîr bike. Ji ber vê çendê ewî sehek din derbasî cem wî kir, lê şêr seranser ew perçe perçe kir, dû re bi lepên sehê cehimî hembêz kir û li tenişta wî pênc rojan paldayî ma.

Roja şeşan şêr mir.

Wergera ji rûsî: Bavê Nazê

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev