Ziyareta êzdîyan li Ermenîstanê

Ziyareta êzdîyan li Ermenîstanê

Xwendevanên delal, van dawîyan pirtûka bazirganê ji Moskvayê, xêrxwezê gelê xwe Mîrzeyê Çolo ya bi sernivîsara ”Riya ku ber bi ziyaretê dibe: pey sê salan ra” bi 3 zimanan çap bû: bi ermenî, rûsî û kurmancî. Em li jêr pêşgotina berpirsyarê wê pirtûkê, doktorê zimanzanîyê, profêsor Sêrgo Yêrîtsyan raberî we dikin.

Pirtûk Têmûrê Xelîl ji ermenî û rûsî wergerandîye kurmancî.

Ziyareta êzdîyan li Ermenîstanê

Sêrgo Yêrîtsyan, doktorê zimanzanîyê, profêsor.

Sala 2013an girêdayî sersalîya ziyareta êzdîyan ya li Aknalîçê (li Ermenîstanê) pirtûka Mîrzeyê Çolo Siloyan ya bi sernivîsara ”Riya ku ber bi ziyaretê dibe” ronahî dît, ku derheqa wê yekê da ne, ka ew ziyaret çawa xuliqî. Nivîskarê pirtûkê bi vê yekê ra tevayî, fikir û dîtinên xwe yên derheqa dostanîya gelên ermenîyan-êzdîyan, rehên wê raberî xwendevanan dike. Tê da malûmatîyên hewaskar hene derheqa bingehdanîna ziyaretê, duakirina wê, usa jî bûyerên bi wê ra girêdayî da. Di pirtûkê da fikir û bawerîyên kesên ruhanî yên ji merkeza ruhanî ya hemû êzdîyên dinyayê – ji Lalişê hatî, karmendên komarê yên bi nav û deng hene.

Gava pirtûka ”Riya ku ber bi ziyaretê dibe” çap dibû, fikirek xuliqî, ku her sal ewê careke din çap bibe, û emê bi bûyerên nû û teze va ewê dagirin û bixemilînin. Û çimkî sersalîya 2an ya ziyaretê bi vekirina heykelê dostanîya ermenîyan-êzdîyan û ewledên êzdî yên layîq Ûsiv beg û Cangîr axa, dostên wan yên here baş Zoravar Andranîk va hate pîrozkirin, lema jî femdarî ye, ku xudanê pirtûkê – Mîrzeyê Çolo derheqa wan bûyeran da fikirên xwe yên dagirtî dibêje û navê ”Çar mezinayên dostanîyê an jî hisreta welêt di dil da” lê kirîye.

Çawa ku sernivîs ji me ra dibêje, pirtûka pêşin derheqa kar û barên çar mezinayên dostanîya ermenîyan-êzdîyan raberî me dike – Ûsiv beg û Komîtas, Cangîr axa û Zoravar Andranîk. Derheqa jînenîgarîya wan da malûmatîyên hewaskar têne raberkirinê, rola wan di destpêka sedsalê da û salên dû wê ra têne ber çevan.

Û bona vî karî Mîrzeyê Çolo çûye warên jidayîkbûna Ûsiv beg û Cangîr axa – gundê Eslanlûya Surmelîyê û gundê Çîbûxlûya Wanê. Di dema rêwîtîyê da çûne gundê warê jidayîkbûna bavê Mîrzeyê Çolo jî, gundê Kullikê. Nivîskarê pirtûkê derheqa wan hesîn û fikiran da şirove dike, ku ewî li gundê ber dilê xwe ezîz da texmîn kirîye.

Wek ku li hîvîyê bûn, di pirtûkê da malûmatî hene derheqa wê yekê da ka 29ê îlonê li Ziyareta Aknalîçê çi qewimî. Mesele, vira heytehola vekirina kompleksa heykelan ya dostanîya ermenîyan-êzdîyan bi 5 heykelan va qewimî û ev şahî wek her sal vê carê jî bi tevgelîya bi hezaran kesan va hate derbazkirin.

Di nava çend mehan da ev war bûye cîyê hizkirî ne tenê bona êzdîyan, lê usa jî bona ermenîyan, tûrîstan. Vira bingehê gelek şahîyan tê danînê.

Di pirtûkê da tê gotinê, ku li Ziyareta Aknalîçê cara pêşin eyda Taûsî Melek hatîye kivşkirin, ku gorî salnameya êzdîyan roja sala teze ye. Di pirtûkê da usa jî derheqa wê yekê da tê gotin, ku çawa çûne ji gundê Mêsêr, li navçeya Saratova Rûsîyayê hest-pestên Cangîr axa anîne, çawa 100 salîya Gelkujîya Ermenîyan dane kivşê, ku birêz Mîrê Mîran Tehsîn Beg û wezîrê Komara Ermenîstanê yê parastinê Sêyran Ohanyan jî tevî bîranîna wê rojê bûne.

Di vê pirtûkê da usa jî şirovekirinên derheqa rêzafîlmên bernameya ”Kartisk” yên bi sernavên ”Êzdî: ewledên Rojê”, ”Riya ku ber bi ziyaretê dibe: pey salekê ra”, ”Riya ku ber bi ziyaretê dibe: pey du salan ra”, ”Hisreta welêt di dil da” hatine bicîkirinê, ku bernameya ”Kartsik” ew kişandine. Bi van bûyeran va pirtûk diha dewlemend bûye. Xwedîyê pirtûkê matêrîyalên pirtûka berê parastine, ku li wir ew bawerîyên xwe bi sernivîsara ”Riya ber bi ziyaretê” raberî xwendevan dike. Û ewî di zû da xwe li riya ber bi ziyaretê girtibû, bi pêşîyên xwe ra tevayî, lê tenê 29ê îlonê sala 2012an gihîşte mirazê xwe, gava bi serokatîya serekê ruhanî yê hemû êzdîyên dinyayê, birêz Mîrê Mîra Tehsîn Beg û bi tevgelîya desteya bilind ya ruhanîyên ji Lalişê li Aknalîçê dua li ziyaretê hate kirinê. Bi emirê serekê ruhanî 29ê îlonê hate elamkirinê wek Roja ziyaretê.

Bê guman, salnivîsarvanên dema me û dîrokzan wê ewê rojê qeyd bikin û destnîşan bikin, ku li Ermenîstanê ziyareteke wisa hate çêkirin û wê rojê hate vekirin. Dîrokzan wê herwiha di ser da zêde bike, ku ziyareta êzdîyan ya li Ermenîstanê di rojeke payîzê ya xweş û germ da vebû, wê rojê tavê nedîr dabû. Ewê rojê yê herî bextewar bazirganê ji Moskvayê Mîrzeyê Çoloyê Siloyan bû, ku ev ziyaret bi mecal û hereketê wî xuliqîye. Ew bi dilekî şa got: ”Ev ziyareta xem û xeyalên min e, ku herdu Masîs lê mêze dikin, ew cînara Dêra ermenîyan ya sereke ye, ku li Êcmîadzînê ye û ji çiyayê Elegezê bayekî hênik dilê me baristan dike”. Ziyareta ku Mîrzeyê Çolo daye çêkirin, îdî sê salî ye, xwedî dîroka xwe ye. Her kes tê vir, êzdîyên ji welatên dereke, ji cî û warên dûr û nêzîk, tên serê xwe ber ziyaretê daynin, dua bikin, rê û rizmên kal û bavan pêk bînin.

Ev pirtûka han derheqa wê yekê da ne û ne tenê wê. Beşa wê ya pêşin da rojnîşa 29ê îlonê sala 2012an e, dema roja dua li ziyaretê hate kirin merivên amadekar bîr û bawerîyên xwe gotin, ew bûyer qîmet kirin û daxwezên xwe anîne ser zaran. Em wê jî bêjin, ku di nav wan da hemû mêvanên wê rojê yên qedirgir hebûn bi serokatîya Mîrê Mîran Tehsîn Beg. Em dikarin seredana wî bi nav bikin wek ya dîrokî, ji ber ku ji serekên ruhanî yên hemû êzdîyên cihanê tu kes di nava zêdeyî 100 salan da nehatibû Ermenîstanê.

Bingehê vê beşa pirtûkê bernameyên têlêvîzyonê ya bi navê ”Kartsik” in (”Bîr û bawerî”) bi rêportaj û hevpeyvînan va û li ser bingehê wan sazkirina fîlma bi sernavê ”Riya ku ber bi ziyaretê dibe”. Di beşa pirtûkê ya din da bazirganê navdar Mîrzeyê Çolo Siloyan bîr û bawerîyên xwe bi xwendevanan ra parvedike. Sernivîsarên pirtûkê xweber derheqa naveroka wê da şirove dikin, ku ew raberî xwendevanan dike – ”Merivê herî bextewar an jî Ziyaretek di nava dem û dewranan da tê sazkirin”, ”Dijî berxwedana di hindava şerbazîyên sedsala 21ê an jî derheqa dijwarîyên êzdîyên dîyasporê da”, ”Kar û xebata pir li welêt e an jî em gerekê Ermenîstanê bikin welatê xewn û xîyalan”.

Mîrzeyê Çolo dema behsa diyaspora li Moskvayê û bajarên Rûsîyayê yên cuda-cuda da sazbûyî dike, derheqa koka xwe ya miletîyê da ji bîr nake, behsa wan pêwendî û danûsitendinên êzdîyan dike, ku li xerîbîyê dijîn, lê bi dil û can di heyra Ermenîstanê da nin û bêrîya wê dikin. Di pirtûkê da hevpeyvînên balkêş hene, ku Mîrzeyê Çolo bi xwe hewl dide bersîva wan bide. Ewana di hevpeyvînên bi sernavên ”Berbanga behra Wanê ya edilî” û ”Di dema dijwar da gelê ermenî li rex me ye” da xuya dibin. Ev pirtûka gelekî balkêş û dewlemend bîr û bawerî û xeyalên xudanê pirtûkê ne ji sala 2012an hetanî meha îlona sala 2015an.

Mîrzeyê Çolo Siloyan û olka êzdîyan 3 salîya ziyareta Aknalîçê bi bûyareke teze û giring va didine kivşê. 22ê nîsanê sala 2015an bi haziraya serekê ruhanî yê dînê êzdîyan Mîrê Mîran Tehsîn beg û desteya bilind ya ji Lalişa Nûranî hatî hîmê qubeya Taûsî Melek hate danînê. Êdî proêkta qubeyê heye (arkîtêktor Artak Xûlyan) û hîm hatîye kolanê. Wê demek derbaz be, û olka êzdîyan ya Ermenîstanê wê bibe xwedîya qubeyeke bedew. Me qirar kir, ku wêneyê qubeyê ser qapaxê pirtûka ”Riya ku ber bi ziyaretê dibe. Pey sê salan ra” hebe.

Rastîyê jî, riya ku ber bi ziyaretê dibe, ne hêsa ye, xwesma ku ew ber bi qubeya nû dibe.

P.S.

1.Piştî demeke kurt ev pirtûk wê bi kurmancîya herfên erebî jî çap bibe, bona êzdîyên Kurdistana Başûr, xwesma yên Şengalê, bikaribin bixwînin.

2.Zûtirekê ew fîlmên kişandî wê bi wergera kurmancî jî hebin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev