Binefşa Narîn

Binefşa Narîn

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema heyştan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê berhemeke êpîkîyê ya bi sernavê “Binefşa Narîn” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

Binefşa Narîn

Dilê min dibêyo, sed car dibêyo

Dewrêş axa – axayê êlêyo

Vê sibê me dî karekî xezala hat kete mala apê mino

Min nizanibû ew karî xezala kêyo.

Min dî pîrekê ji êla şikakî ji wêda hato

Me go: “Domamê, tu kî, tu xwedê kî

Tu nizanî ev karî xezalê kêyo?”.

Go: “Belê, dizanim ev karî xezalî xezala kêyo

Binefşa Narîne – qîza apê teyo.

Eger dibî, ji xwera bibe

Eger tu nabî, here bikeve destê xortê di xelqêyo”.

Go: “Dilê min dibêyo, sed carî dibêyo.

Mayî êvarê gazî bavê Binefşa Narîn kir, anî li odêyo”.

Go: “Apo, were Binefşa Narîn bide min, bi helalî, bi rehetîyo.

Eger tu nadî, ezê ji ba te bivim dewa bi zorêyo”.

Go: -Dilê min dibêyo, sed carî dibêyo

Bavê Binefşa Narîn çi go:

“Binefşa min, lawo

Dilê min dibêyo, sed car dibêyo

Apê teyî Dewrêş axa gazî me kir, bire li odêyo

Go: “Apo, tu were Binefşa Narîn bide me bi helalî, bi rehetîyo

Eger tu nadî, ezê ji ba te bivim dewa bi zorêyo”.

Binefşa Narîn hilanî go:

“Bavo, dilê min dibêyo, sed carî dibêyo

Bejina minî porkurê zirave mîna takî rihan hêşîn bûye dev denzêyo

Diranê minî porkurê usa hûrî sipîne

Mînanî birincekê ji birincê Qerejdaxêyo

Herdu memikê minî porkurê

Mînanî du hev fincana di xawêyo

Sîngê min evdala Xwedê tenike

Mîna kaxezek ji kaxezê vê Meletîyêyo.

Ezê di bextê bavê xweda me

Ezê hê zaro me

Nehatîye xercê min û vê zewacêyo”.

Bav hilanî, go:

“Binefşa min, lawo

Dilê min dibêyo, sed carî dibêyo

Madam tu hê zaroyî

Ne hatîye wextê te û zewacêyo

Ev çi orta meda diçî-têyo?

Te zêr berdaye ser enîyo

Kembera zêrî-zîvî te daye li piştêyo

Bi vî avî te xerab kir malê me jî, yê xelqêyo.

Lawo, madam tu piçûkî

Ne hatîye xercê te û vê zewacêyo

Rabe deste kincê feqîrî li xwe ke

Aşûşinekî bide li piştêyo

Das-werîsê xwe hilîne here vê çolêyo

Xeynî Xwedê ji pêva kes nas nake ew qîza kêyo”.

Qîz hilanî go:

“Bavo, dilê min dibêyo, sed carî dibêyo

Tu were ji Binefşa xwe porkurê neke vê xeberê

Ezê herime hafa vê Zuxrêyo

Xwe têra bikim nava golêyo

Dinya alem pê bihese

Wê xar bidine te

Wê bibêjin: “Binefşa Narîn

Çû xwe avîte golê

Xwe xeniqand ji boy vê xeberêyo”.

Bavê hilanî go:

“Binefşa min, lawo

Dilê min dibêyo, sed carî dibêyo

Madam tu fem dikî ji bavê xwera dibêjî vê xeberêyo

De here deva bîne ji fêza di malêyo

Kona heft sitûnî werîne li xarêyo

Berxa berde ji kozêyo

Bar bikin ser pişta van devayo

Ji boy xatirê Binefşa Narîna xwe

Ezê bar bikim, berê xwe bidime çiyayê Tewrêzêyo!”.

Ajote qonaxa çil şevî, çil rojayo

Hê gihîşte çiyayê Tewrêzoyo.

Cemîl begê kurê Mîrê Hekarî siyar bû

Refê xulama bi xwera hilanî

Derket li çiyayê Tewrêzê

Gava ku nêrî, merivekî konê xwe vegirtîye li mêrgêyo

Cemîl begê kurê mîrê Hekarî ji xulamara go:

“Gelî xulama, herin binhêrin

Ev kîjane, ku hatîye li nava mêrgêyo?”.

Go, Cemîl begê kurê mîrê Hekarî, go:

“Gelî xulama, hûn bisekinin

Ezê bi xwe herim binêrim ew kîye danîye nava mêrgêyo?”.

Cemîl begê kurê mîrê Hekarî gava ku çû

Wê konekî xurî-xalî vegirtîye di nava mêrgêyo

Gava destê xwe avîte perdê kişandî

Nihêrî yekî vaye rûniştîye

Nava konê ser orxan û doşekêyo

Go: “Domamê, tu kî, tu Xwedê kî

Kanê xweyê vê malêyo?”.

Go: “Belê mêvano

Dilê min dibêyo, sed carî dibêyo

De tu were keremke rûnî ser orxan û doşekêyo

Ezê ji tera bînim nan û xwerinêyo

Qasekê ji xwera bikişîne nergîlêyo

Ezê tera bikim mijûlîyê vê dinêyo

Çi hatîye serê min dêlêyo

Hê ezê ji mêvanê xwera bêjim kanê xweyê vê malêyo?”.

Go: “Belê, domamê

Dilê min dibêyo, sed carî dibêyo

Min ji te pirsî xweyê vê malêyo

Bi heramî, bi telamî

Min sond xwerîye

Ez naxum goştê berxa mêyo

Were rast bêje: kanê xweyê vê malêyo”.

Binefşa Narîn go:

“Mêvano

Dilê min dibêyo, sed carî dibêyo

Waye tu li min dinêrî

Ez qîzeke donzdeh salîme

Apê minî Dewrêş axa heftê pênc salî bû

Hat bi zor min dibir

Go, tu çare tunebû.

Bavê min rabû min hilanî, bi şev revî

Go: “Ezê xwe bidim ser Cemîl begê kurê mîrê Hekarî,

li çiyayê Tewrêzêyo”.

Min nizanibû li ber derê Cemîl begê kurê mîrê Hekarî dîsa zor li min dikin

Hatîye, dîsa min dibe bi zorêyo!

Duh sibê heyanî îro bavê min, heft birayêd min çûne li pêşîya wî li hev dixin

Hê kesî neçûye, nehatîye, hê min salix hilnanîye

Ji wan kê hatîye kuştin, kê maye”.

Cemîl beg ji Binefşê pirsî, go:

“Ev şer li kê derêyo?”.

Go: “Li hafa mala binîya wê girêyo”.

Cemîl beg derbaz bû

Bi hafa şer ket, go:

“Wah, ez Cemîl begim

Cemîl begê kurê mîrê Hekarî me

Sermîyanê hezar hefsid konîme”.

Heya ki Cemîl beg çû

Bavê Binefşa Narîn hatibû kuştin.

Cemîl beg kete nava şêr

Çû serî, hate binî

Her qûç ji mêra kirî –

Her qûçekê hezar hefsid serî

Go, berdayê

Dewrêş axa revî, go:

Vegerîyan hatin bin konê Binefşa Narîn rûniştin.

Mêrik anî xurcîn bi debra zêr kir, ser pişta hespê xwe danî, siwar bû, go: -“Ya Xwedê” û ajot çû. Go, çû serê çiyakî, go, rastî kerîkî pêz hat, go: -“Şivano, lawo, were em cilê xwe hev biguhêrin!”. Şivan cilê xwe bi cilê Cemîl begê kurê mîrê Hekarîya guhast, ma bi tenê. Xencera wî li piştê, go, siyar bû, dîsa çû, go, çû li kêleka bajarekî, go, dî pîrek vaye ser kanîyê, cêrê xwe tije dike, go: “Dayê, fire av bide min, nikarim peya bivim”. Go: “De winda be ji wê, ez dikarim hîvîya te bisekinim, avê bidime te, go, îro sê şev û sê roye dinya-alem gurijîye, dewata Dewrêş axa û Binefşa Narîne, tew, tew”.

Go, dayê çiqa ku usa go, Cemîl begê kurê mîrê Hekarîya destê xwe li xurcê xist, çenge zêr bê jimartin dayê, go: “Îşev, dayê, tu sitarekî bidî min!”. Go, dayê rabû cêrê xwe tije kir, Cemîl begê kurê mîrê Hekarîya bi xwera hilanî, berbi mala xweva çû.

Dewat bila wêderê bimîne, go, dayê rabû çû nava sûkêda destek orxan-doşek anî, go, xarin ji xwera çêkirin, xarin, heya şev çû nîvê şevê, dayê dike ku ji mêvanê xwe tiştekî hilîne, çika çi merive, zêr bê hejmartin bi çenga dide, go:

-Lawo, ji êvarda heta niha ez dikim û nakim tu rastîya xwe ji minra nabêjî. Go: “Dayê, îtbar nakim”. “De, lawo, go, eger tu îtbar nabî, were di pêsîra minda hilkişe, tu bive kurê minî axiretê, ez ji tera bivim diya axiretê”. Go: “Dayê, ez Cemîl begim”. Go: “Lawo, tu Cemîl begê kurê mîrê Hekarîyî, lê ez çi ordime tu ketîyî, ev çi pûsate, ev çi li te qewimîye?”. Go: “Dayê, ev Binefşa Narîn xastîya min bû, Dewrêş axa ber min revand, loma ez ketime vê qilixê, bila carekê jî çevê min bi çevê Binefşa Narîn keta, min bi saxî ew bidîta, bila Xwedê ruhê min bistenda. Dayê ezê va diçim li vî bajarî digerim, çika ev çi bajare, tu terka hespê min nedî, ewê xwe bikuje, yan jî wê bifilite, here”. Go: “Lawo, çî min kême, ku ez berdim, herim?”.

Go, Cemîl rabû çû, dayê jî rabû ber bi mala dewatê çû. Çiqa ku hundur xalî bû, hîrîn bi hespê ket. Dewrêş axa bi çend giregirê mezin nava bajêrda digerîyan. Dengê hespê bihîstin. Dewrêş axa gazî çend giregirêd mezin kir, go:

-Li dinyayê gerîyam, dîtina min dîtîye, ji wî hespî pêva tune, eynî ew hespe, ku min roja şêrda dîye, go, rabin. Çend giregirêd mezin ketin nava bajêr, gerîyan, çûn mala dayê dîtin, go:

-Dayê, ev çi hespe, hesp ji tera ku hatîye?

Go: -Hespê kurê mine, îsal panzdeh sale xerîbîyê bûye, îsal hatîye.

Go, çûn Dewrêş axara aha gilî kirin: “Em çûn, ew hesp me dî, go “hespê kurê mine, îsal panzdeh sal bû li xerîbîyê bû, îsal hatîye”.

Cemîl begê ji dayêra go:

-Dayê, de tu rabe here ba Dewrêş axa, jêra bêje, belkî xulamtîyê yan jî rêncbertîyê bide min, belkî ez herim mala wî, belkî bi saxtî çevê min Binefşa Narîn bikeve.

Go, dayê rabû çû ba Binefşê, go:

Binefş, kurekî min heye li xerîbîyê bûye

Îsal ji xerîbîyê hatîye

Hespekî wî heye

Hespê xwe firotîye

Dike dîsa here qurbetîyê

Dîsa ezê bê xweyî bimînim.

Go, Dewrêşra bêje

Bira rêncberîkê bide ji kurê minra.

Binefşê go:

Derdê Binefşa Narîn tune

Kurê te maye.

Go, berî Dayê da

Ew dîsa berbi mala xwe hat.

Go: “Lawo, min ji tera got

Ewê jî minra ahwa go”.

Go: “De, Dayê, han ji tera gustîla min

Hilde ba xwe, here ba Binefşa Narîn

Rûnî, gava rabûnê, tu ki rabûyî

Usa bike, wekî gustîl ji berîka te bikeve

Tu usa bikî, tu hilînî

Ku nekeve destê Binefşa Narîn”.

Dayê çû ba Binefşa Narîn rûnişt

Go, wexta rabûnê gustîl ji berîka wê ket

Binefşa Narîn banzda gustîlê.

Dayê hilanî go:

“Binefş, lawo!

Gustîla kurê mine”.

Binefşê go:

“Dayê, çevê min birije

Ez zanim gustîl gustîla kêye”.

Ji boy xatirê gustîlê rabû çû ba Dewrêş axa.

Binefşa Narîn go:

“Dewrêş axa, pîrek vaye, roja li min bûye bela

Divê, kurekî min heye

Ji xerîbîyê hatîye

Rêncberîkê, tiştekî bidê

Dîsa nezivire neçe welatê xerîbîyê”.

Go, Dewrêş axa, go, rabû

Ji boy xatirê Binefşa Narîn çû.

Pêra xeberda, go:

“Pîrê, ka kurê te, bişeyne bira bê”.

Go, pîrê çû, kur şand, hat.

Go: “Lawo, çi ji te tê, çi ji te nayê?”.

Go: “Çi bixwezî ji min tê”.

Go: “Gavanî ji te tê, nayê?”.

Go: “Ji min nayê”.

Go: “Rêncberî (cot) ji te tê?”.

Go: “Ji min nayê”.

Go: “Şivantî ji te tê, nayê?”.

Go: “Şivantî karê kal û bavê mine”.

Go, rabû Cemîl beg şand çû li çolê

Şivanê kevin jî ji ber derxist

Cemîl beg çû gihîşte pêz

Derdê Cemîl jî çîye

Gerekê Binefş bê bêrîkê, wî bivîne.

Sê ro çû ji êvarê û sibê.

Pîrika porsipî dihate bêrîyê.

Rojekê Cemîl beg go:

“Dayê, ew çi edete edetê we?”.

Go: “Çima lawo?”.

Go: “Bûka we nayê bêrîyê, xet”.

Go: “Lawo, nebe te çev berdaye bûka me?

Ew çi bese, ew çi tişte, go

Lê tu çima dipirsî?”.

Go: “Go, edetê min ahwaye”.

Go: “Edetê te serê te û bavê te bixwe

Go, edetê me ne waye.

Heya heft salê bûkê temam nebe

Bûk naçe bêrîyê.

Go, gerekê heft salê bûkê temam be

Şivan pez ji hev biqetîne

Bive ser delavê xwê bidê

Av bidê, bîne cîyê bêrîyê, mexel bike

Hê bûka heft salê siyar dibe, diçe bêrîyê”.

Cemîl beg heft salê xwe temam kir

Go, rokê jî wextê pez hevdanê-veqetanê

Bir xwê da ber

Ser delavê av da

Anî cîyê bêrîyê mexel kir

Dî siwarekî ji wêda hat

Toz û dûmana wî siwarî

Bin ezmana diçû.

Hat dît ku Binefşa Narîn bû.

Cemîl beg xew danî, go:

“Şivano, lawo, rabe

Şivano, pez bide bêrîyê!”.

Go: “Xatûn, heya tu derdê dilê xwe minra nebêjî,

Ez pêz nadime bêrîyê”.

Go, rabû pez da bêrîyê

Go, pez dotîye, maye du heb.

Berdîra xam para hatîye

Yekî girtîye

Binefşa Narîn dotîye

Yeke din jî ji destê wê filitîye

Qevda xencerê bi mûyê berdîrê zeliqîye

Şelfa xencerê ji kalanê ketîye

Şewq di nava elba şîr daye

Şîr xiravkirîye

Bû serîkî penêr

Go, Cemîl beg pey berdîrê revîye

Ser xencera xwe ketîye

Ku wayê xencerê tune

Hat, go: “Binefşa Narîn, te xencera min ne dîtîye?”.

De, ne Binefşa Narîn xencer hilanîye

Go: “Lawo, tu xencera te li ba min tuneye”.

Dinhêre gustîl gustîla Cemîl begêye

Xencer xencera Cemîl begêye

Lê eva dûr dinêre

Dibê, xulamê Cemîl begêye

Go, Binefşa Narîn hilanî, go:

“Şivano, lawo, dilê min yane

Tu kî, tu Xwedê kî

Xweyê vê xencerê tevî gustîlê kîjane?”.

Go: “Me vî xencerî yekî ji xwera kirîye”.

Go: “Şivano, lawo

Min divê dilê min yane

Tu kî, tu Xwedê kî

Ez behecîm, ji mera rastîyê bêje

Xweyê vî xencerî tevî gustîlê kîye?”.

Go: “Binefşa Narîn, dilê min yane

Evê ki îsal heft sal temam ji kopekê mêrê tera bûye şivane

Berxê salê tev bûne berane

Tu hê dipirsî xweyê vê xencerê kîjane”.

Go, Binefşa Narîn hilanî, go:

“Xencera Cemîl begê min cewahire

Şewqa xwe daye nav elba şîre

Çawa ku cîda xerab kiribû serîkî penêre”.

Hevdu nas kirin.

“Em çawa bikin bigihîjine mirazê hevdu”.

Rabû şîrê xwe çiqa dotibû, tev rêt

Cilê xwe hevîdinê qelaşt zîtol-zîtol

Pêlava xwe ji lingê xwe girt avêt

Go: “Tu rabe nexwaşîyê li xwe dayne”.

Elbeke şîr avête nava meşkê

Avête ser pişta hespê û kişand

Usa pêxas çû

Çû ber derê oda Dewrêş axa

Go: “Ne tu bî, ne dewleta te bî

Ez Binefşa Narîn bim

Bûka heft sala bim

Îro bi tenê ez herim bêrîyê, xweyê vî halî, bizivirim?”.

Go: “Binefşa Narîn, çi bûye

Ji tera kê çi gotîye?”.

Go: “Îsal heft sal te şivanek girtîye

Bêrîvanê te hatine gotine mirîye

Saxe, nexweşe, çûme min nexweş dîye

Hesavê mirîya ketîye nava devîya, nava kevira.

Her pezeke te ji derekê anîye

Ez bi xwe vî halî bûme

Îsal heft sal emek daye li ber te

Rave xulamekî bişîne

Bila hespekî bive here

Wî siyarke, bila bişeyne bê

Ew here pêzra

Çika em binêrin dimire, an sax dibe?”.

Xulam rabû hesp bir çû

Go, Cemîl begê kurê mîrê Hekarî siwar bû

Berbi malêda hat.

Xulam çû bi pêzra

Gava ku Cemîl beg hat

Berbi oda Binefşa Narînva çû

Go, derî vekir, cilêhê kera danî

Cemîl beg li ser razand.

Go, dît ku Dewrêş axa hundurda ket

Go: “Binefşa Narîn, ew kîye li vira razaye?”.

Go: “Şivanê teye”.

Go: “Binefş, axir guneye

Îsal heft sal emek daye

Derbazî oda xwe bike

Destekî cil jêra dayne

Belkî emekê wî li me helal dibe

Çika dimire, sax dibe”.

Go: “Dewrêş axa zivirî çû

Binefşa Narîn destek

Nivîn, orxan-doşek jêra danî

Sîtileke av jêra germ kirîye

Xalibikin bi sabûna rexî li ser

helandîye, wî şûştîye

Diya Dewrêş axa li wê rûniştîye, mû zendêye

Binefşa Narîn kêr ji ber xwe derxistîye

Pêçîya kurê xweyî Cemîl qelaştîye

Hinekî xwê anîye nava birînê kirîye

Di nava dergûşêda pêçaye

Go, destê xwe avîtîye dergûşê

Destê xwe birîye, anîye

Dergûş nesiteqirîye

Go: -Lûrî, lûrî, lûrî, lûrî

Ezê lûrka xwe dilûrînim

Dara dergûşê xwe dibim-tînim

Derdê Cemîl begê kurê mîrê Hekarî pêda dertînim

De razê, de razê

Me ji te xêr nedîyo!

De razê, de razê

Me te qurbana zarikê xelqê kiro

De razê!

Lûrî qurban

Dilê min dibêyo

Sed carî dibêyo

Şev çû di nîvê şevêyo

Wexte li me bang bide dîkê di sibêyo

Wê zalimî bi me bihese

Em xilaz nabin ji vî emrîyo!

Lûrî qurban

Dilê min yane, sed carî yane

Derdê min ne ew derde

Derdê min ew derde

Cemîl begê kurê mîrê Hekarî

Ji kopek bavê Dewrêş axara bûye xulame!

Lûrî qurban

Dilê min hilke-milke

De tu rave here alîyê tewlê du hev mihîna derxe devê derî, cilke

Welatê hanê îdî ji mera, tera nabe tu mal û milke.

Cemîl beg rabû çû alîyê tewlêda, du hev mihîn derxist devê derî, cil kir.

Xasîya wê go:

“Tu hela bisekine

Cemîl begê kurê mîrê Hekarîya

Te anîye ba xwe zeva

Xwe dikî bûke

De tu bise ez hewar bikim”.

Cemîl beg bi Binefşa Narînra derket li devê derî, go, derî ji derva kilît kirin.

Herdu tev siyar bûn.

Cemîl go: “Binefş

Ez herim xatir ji Dewrêş axa bixwezim

Îsal heft sale me nan û avê wî xwerîye”.

Cemîl beg çû li ber derê Dewrêş axa

Go: “Dewrêş axa, Dewrêş axa

Go, ez Cemîl begim, kurê mîrê Hekarîyame

Îsal heft sal me ji tera şivanî kirîye

Nan û avê xwe li min helal bike.

De bi xatirê te

Me Binefşa Narîn bir, ez çûm!”.

Go: “Lawo, xweşî helal be bi canê te

Çawa me bi tera kir

Te çarqat ji me zêde kir

Çiqa bizin li dar kir

Awqa mazîn (debax) li eyar kir”.

De îda ew çûn gihîştin mirazê xwe, hazir jî bira bigihîjine mirazê xwe.

Tu jî bigihîjî mirazê xwe, ez zef razîme.

Got: Xazarê Sargîs Hamzoyan, 75 salî, ji Sasûnê,, ji gundê Germaşiva, niha li nehîya Talînê, gundê Axcaxala Jêrîn (li Ermenîstanê) dimîne, niha navê wî gundî Nêrkîn Bazmabêrd e. 1933 sal.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev