Bizîşk û nivîskarê xwedî qedir

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Vê carê emê behsa jînenîgarî û du berhemên Ezîzê Gerdenzerî bikin. Ew bername him bi cûrê nivîskî, him jî bi deng di malpera me da heye.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, yek ji karmendên malpera me Têmûrê Xelîl e.

 TÊMÛRÊ XELÎL

Nivîskarê kurd, doktorê bizîşkîyê Ezîzê Îsko Gerdenzerî (Şalîkoyê Îsko) sala 1945an li bajarê Tbîlîsîyê, paytextê Gurcistanê hatîye dinyayê. Dû ra malbeta wan cîguhstî Ermenîstanê dibe.

Zarotî û xortanîya nivîskar li gundê kurda Dêrikê (berê – Cercerîs, li navça Elegezê, li Ermenîstanê) derbaz bûye. Gerdenzerî di nav lawên çiya yên dilsoz, bi xîret, rastgo û welatparêz da mezin bûye.

Sala 1964a ew li Zankoya bizîşkîyê ya paytextê Ermenîstanê – Yêrêvanê da tê qebûlkirin. Sala 1970î ew Zankoyê temam dike û berê xwe dide bajarê Çîmkendê, li komara Qazaxistanê û 11 salan li wir karê bizîşkîyê-xîrûrgîyê dike. Sala 1978a wezîreta saxlemîparastinê ya Qazaxistanê navê xîrûrgê dereca yekê dide Ezîz. Hema di wê salê da lawê kurd di hêla bizîşkîyê da dibe doktorê zanyarîyê.

Sala 1981ê Ezîzê Îsko vedigere Ermenîstanê, du sala li Zankoya bizîşkîyê ya komarê da mamostatîyê dike, lê ji sala 1983a hetanî sala 2002a li Înstîtûta Yêrêvanê ya Proktologîyê da wek xîrûrg kar dike, dibe serokê beşa qebûlkirina nexweşa-dîagnostîkîyê. Di nav wan salan da ew weke 5000 emelîyeta dike û 32 miqalên ulmî dinivîse.

Lê wek ku nivîskar bi xwe dibêje, karê wî yê bingehîn edebîyet bûye. Ji sala 1960î da destpêkirî gelek helbestên wî di rojnama “Rya teze” da têne weşandinê û bi radyoya kurdî ya Yêrêvanê têne xwendinê. Sala 1968a ji alîyê Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Ermenîstanê da biryar tê qebûlkirinê, ku pirtûka helbestan ya Ezîzê Gerdenzerî bi navê “Kilîta dil” bê weşandinê. Lê wek gelek cara, di rûyê serokê weşanxanê yê wê demê ew pirtûk çap nabe. Lê Ezîz dest ji nivîsarê bernade û li almanaxa kurdî ya bi navê “Bahara teze” da, ku her sal li Ermensîtanê çap dibû, gelek helbestan, çîrokan, pîêsan diweşîne. Ji wana yên berbiçev ev in: “Dewata bê def” (romanok), “Sêrênada evîntîyê” (destan). Sala 1990î romana nivîskar ya bi navê “Fîncana ferfûrî” bi pirtûkeke cihê ronahî dibîne. Hema di wê salê da pîêsa wî ya bi navê “Zarîna çiya” derdikeve û şanoya Tbîlîsîyê ya Kurdî ew nîşan dide. Dû ra ew şano ji alîyê Înstîtûta Kurdî ya Parîsê da wek fîlm derbazî ser kasêta vîdêoyê dibe.

Niha Ezîzê Gerdenzerî li ser du pîêsan kar dike: “Teyrê çiya” (ji bo 100 salîya bûyîna Barzanîyê Mezin) û “Xanê Çengzêrîn”. Eva dawîyê wek roman û romana “Gêlavêj” sala 1996a bi pirtûkeke cihê çap bûne. Herwiha romaneke wî ya din jî hazir e ji bo çapê – “Derdê çiya”.

Romana wî ya bi sernavê “Xîrûrg” ji jîyana nivîskar e.

Nivîskarê welatparêz niha li Awropayê mihacir e. Ew bi hêvî ye, ku li Awropa aza û Kurdistana serbest da nivîsên wî wê bêne çapkirinê û bibine milkê gelê kurd.

Ezîzê Gerdenzerî endamê tu partîyakê nîne, lê ji sîyasetê dûr nesekinîye. Ew endamê fonda lîtêratûrayê ya cihanê ye, çend sala bûye serokê Yekîtîya bizîşkên kurd li Yekîtîya Sovyeta berê, ji sala 1997a da endamê Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê ye.

Em li jêr du serpêhatîyên nivîskarê kurd raberî we dikin:

Hirço û Çalo

Herdu se ne ji cisnekî bûn. Mîrzayê şivan Hirço ji ber kelbê gurêx girtibû, lê Çalo li çela serê zevîya xwe dîtibû. Hirço du sala ji Çalo mezintir bû. Yekî hemisî bi gewde bû, stukura wî kin û qalim bû, dêldirêj bû, bingêd çeva kûr bûn, qaşêd çeva yên gir bi şev te digot qey du kûrêd agir in, dişuxulin.

Çalo yekî aşqorkî, çîpdirêj bû.

Herdu se jî guhjêkirî û qol bûn, bona tim hişyar bin.

Teyê bigota qey Hirçoyî şîretkirî ye: kê ku xwe bida ser pêz, wê dor-mecal lê bistenda, heta xweyî bi wan va derdiket. Carekê jî birê Mîrzayî xwendkar ji şeher tê, diçe mêvanîya birê, lê di mal da kes tunebûye. Hirço li ser riya wî disekine, evê te ser gilîya va naçe, pêşda diçe, se cara duda li ser riya wî disekine, çend cara dike ewtînî, xort mineta xwe lê nagire, dixweze derî veke. Hirço delinga şalê wî digire, ser xwe da kaş dike. Dibe “tibis-tibisa” xort, Hirço dike girre-mirr, qîlê xwe nîşanî wî dike, dîsa dev davê delingê, wî heta serê sûrê dibe, verê dike.

Çaxê merîkî qenc berê xwe bida mala Mîrza, Hirçoyê bi dengekî an du denga biewtîya, heta xweyî ji mal derketa…

Çalo tim li rex Hirço bû, çev dida wî. Ew gavekê ji mala xweyî bi dûr nediket, guhê wî li ser kerîyê pêz bû. Bi culet bû, piş Hirço da gelek bi amin bû, seba xatirê wî ber hebûn-tunebûna xwe nediket, wê xwe bavîta nav agir-alavê jî, eger lazim bûya.

Hirço ji hevalê xwe bi qewattir bû, carna xweşîyê xwe li Çalo dikir, ew li erdê vedigevast, “dixeniqand”, pê şa dibû. Ew yek diqewime ne bi dilê Çalo bû, lê nedida der.

Çalo seyê bînê bû, zû hişyar dibû, bi çapik-çeleng bû, wextê qezîyê-belayê xwe unda nedikir. Hirço wextê qezîyê xwe diteland, xwe li ser zik dişûlikand, bi hemdê xwe hîvîya neyaran bû, heta ewana nêzîk dibûn, paşê xwe eyan dikir û ji heqê wan dihate der.

Sibeke baharêye xweş Mîrza kerîyêd pêz da pêşîya xwe, herdu se dane dû xwe û berê xwe da zozanêd Elegezê. Ewana ji gund derketin, dûajoyê Mîrza li pêşîyê diçû, herdu se her yekî xwe dabû li ser milekî, Mîrze di pey kêrî ra dihat. Ewana zûtirekê derketin ser rêke fireye asfaltkirî. Mîrza texmîn kir, ku erebeyek ji wê da bi bayê birûskê tê. Nîvê kêrî derbazî wî berî rê bûbû. Mîrza li ser pêz da qîrîya, ku zû derbaz bin. Şivdara wî di hewê da ma, ewî ji çevên xwe bawer ne kir, bû reqînîya hesin û şîrqînîya şûşêd erebê, kastînîya Hirço û barîna pêz. Erebeajo xwest peya be, lê Çaloyê çev li xwîna hogirê xwe ketî, harbûyî, xwe dirêjî li wî kir, ewî derê erebê li ser xwe da girt.

Mîrza berbi erebeajo hat, gotê:

-Te çi kir?

-Pismamo, bibaxşîne, gunehkarî ya min e, ezê heqîyata te bidim.

-Tu dibêjî qey derdê min heqîyat e? Ne te mala min xirab kir… Ez çi ji te ra bêjim?

-Iro, werê cendeka li ser rê derxe,- Mîrza li dûajo kire gazî û bi xwe jî çû telebî Hirço.

Hirço ketibû kendalê li rex lê. Mîrza bala xwe dayê, dît xwîn ji devê se dihat, texmîn kir, ku derba xedar lê girtîye, da nav çevêd xwe.

-Wey, mala min xirab bû, ocaxê min kor bû.- Çok veda erdê, serê Hirço tîmar kir,- bê heyfa te nîbû, te çima xwe da ber derbê, cenima pêz…

Hirço çend cara lingê xwe bir-anî û sekitî.

Çalo hat cendekê Hirço bîn kir, çend fitila li dorê çû-hat, berê xwe berbi ezmîn kir û bû zûkînîya wî. Usa bi zelûlî kire zûkîn, ku dil-hinavê merîya di jor da dianî xwarê. Çalo çendik-çend cara li dora cendekê Hirço gerîya, birînêd wî alastin, erd veda, car din bû zûkînîya wî.

Mîrza alî dûajo kir, cendekê pêz ji ser rê derxist û nêzîkî erebeajo bû, gotê:

-Ev ruhber gune nîbûn; derketibûne baharê, wê teze çevêd xwe vekirana…

-Ez te fem dikim, dilê min jî diêşe. Binhêr, ereba min jî şikestîye.

-Dilê te seba ereba te diêşe, seba heqê van ruhbera diêşe.

Ji hêrsa Mîrza hew mabû bibehecîya. Çev lê şêlû bûbûn, reng lê çûbû, ji kerba diricifî. Ewî heqîyata pêz ji erebeajo sitend, cendekê pêz teslîmî wî kir, lê heqîyata se ne sitend, hat ber cendekê Hirço sekinî, destê xwe bi stukura Çalo ra bir.

-Êtîmo, ka em herin, em çevêd xwe jî derxin, nabe tiştekî, hilbet av-risqê vî heywanî ev bû… De biliv.

Çalo ji cî nelipitî.

-Tu dibêjî qey tu bi tenê ber xwe dikevî?…- Mîrza usa xeber dida, teyê bigota se ji wî fem dike.- de biliv, bes e, ne te xwe xwar, şuxula çûyî gerekê li pey nekevî, bide pêşîya min,- Mîrza stukura wî di ser xwe da kaş kir, xwest Çalo ji wir dûrxe, lê se ji xweyî bi dûr ket, dîsa kire zûkînî, erd veda, meytê Hirço bîn kir, birînêd wî alastin.

Mîrze li ser tilmekî rûnişt, hîvîyê bû heta parça dilê Çalo dayne. Xêleke xurt derbaz bû. Mîrza dîsa dey li se kir, lê ne minê, ne teyê, se guh nedida wî. Xwe bi xwe fikirî:

-Hirço ocaxê min kor kir, hema Çalo dîn-har nebe?!

Mîrza li hevalê xwe kire gazî:

-Iro, tu biliv, pêz bibe, belkî Çalo bide dû pêz.

Kerîyê pêz kişîya, lê zûkînîya Çalo nedihate birînê. Mîrza dît çare tune, kap avîte stukura Çalo û bi zor-belayekî ji wir bi dûr xist.

Çalo hey cara piş xwe va dizivirî û dikire zûkîn.

Zozanêd Elegezê yên wek çiqlêd cinetê, gerêd notilî xalîçêd hezar awazî pimpoxî û bînxweş, çevkanî û golêd notilî çevêd horî-perîya zelal, hewa paqije bînvekirî seba Çalo vê gavê betreng û bêrewş bûn. Çalo pişt kon xwe avîtibû ser lepa, stukura xwe xwar kiribû û pê çevêd şêlûye bêfikir li erdê dinihêrî. Deng û hisêd wî tunebûn, ji vê dinê çûbû; ne ewtîn bû, ne zûkîn bû, ji nan û avê ketibû, jar bûbû, bûbû kelax…

Rojekê jî Mîrza texmîn kir, ku ser-beratê sê tune, heyî bûye, çûye. Muxdarekê şûnda Mîrza bi rê ket seba here gund, belkî sa ji xwe ra peyda bike.

Çaxê ewî ranêzîkayî li cîyê ku Hirço sekitî bû kir, ecêbeke giran ber çevê xwe dît: Çalo serê xwe danîbû li ser cendekê hevalê xwe û sekitîbû…

Çîroka çivîkê

Dê û bavê min rokê mînanî her car çûne nêçîrê. Min pişikê xwe werimandin, xwe ji xwe ra got: kê got, ku ez cûcika çivîkê me; na xêr, ez îdî bi xwe çivîk im, perêd min şîn bûne, qudûmêd min şidyane, dindika min dirêj bûye, ez îdî ji ber mineta derketime, dikarim ji hêlînê derêm, erdê kicêc bikim, kurma derxim û bixum. Zef jî diya timê temî dide min, ku tek-tenê ji hêlînê derneyêm. Welle, ezê îro derkevime seyrangê.

Min xwe firikand, toz û xubara hêlînê ji xwe dawşand, çend qoş dane xwe, perên xwe li ba kir û firîm. Ez aza bûm, ez serbest bûm, min di ku da bixwesta, li wir dikaribû danîya. Min serê pelê danî, dindika xwe li erdê xist, min dixwest xalî kicêc bikira, lê tiştek ber min nediket. Teze kete bîra min, ku diya min digot – payîz e, erd qerimîye. Min banzda ser tilm, li der-dorê xwe nihêrî, binatara min da gund bû. Diya min digote min, ku ez hefsa xwe li benda bikim, lê ez fikirîm, ku ewana çi dikarin li min bikin, ez birçî me, ezê herime gund. Min da xwe, ez firîm û min ser qelaxa qeraxê gund danî.

Bin qelaxê pişîkeke beleke aşqorkî xwe telandibû, guhê xwe mûç kiribû, pê herdu çevêd notilî du kûrêd agir li min dinihêrî. Min ew berga tiştekî hesab ne kir, berê xwe ji wê guhast, li alîkî mayîn nihêrî. Pişîkê banzda, qelaxê da bilind bû, bû mirrînîya wê, ser her çar lepa ket, lêva xwe alast û zûr bû li min nihêrî. Min hew zanibû pişo dixweze bi min ra bilîze. Peyayî li jêrê bûm, pişîkê zikê xwe li erdê ra xişikand û tele-tel berbi min hat. Çawa ku ranêzîkayî li min kir, banzda, qîlêd xwe nîşanî min kir.

Ez tirsîyam, firîme li ser qelaxê. Pişo stukura xwe xwar kir û bû mewînîya wî.

Ez firîm û min li ser holika kûçikê danî. Kelbê hemizî ber holikê ketî guhê xwe mûç kir, li min nihêrî û bû girre-mirra wî. Min jî kire çîve-çîv. Kelb xwe avîte li ser lepa û berbi min hat. Ez peya bûm ser erdê. Kelb ranêzîkayî li min kir, lepa xweye rastê hilbirî, xwest bide nav çevêd min, lê ez vê carê jî firîm û bi dûr ketim. Min li ser xênî danî. Ji kulekê bîna nanê germ dihat, min li dor kulekê çend fitil dane xwe. Hundurê xênî da tarî bû, kesek nedihat kivşê. Ber derê xênî sê zara malhock dilîstin. Ez firîm, û min ser şêvîkê danî. Hersê zar zûr bûn, li min nihêrîn. Dudu ji wana serçevneşûştî, porgijikî, kinc di ber şal ra derketî bûn, yê sisîya porê zerîn şekirî, temizî qeşeng bû. Wî berî şêmîkê min çend hebêd genim dîtin. Ez birçî bûm, min banzda sivderê, herd gedê serçevneşûştî bi hev ra li min kirin qûtîn û li min hatine hev. Min xwe unda kir, derneketime derva, derê sivderê ser min hatibû girtinê. Ewê Porzêrîn gote herdê din: ”Hûn çi dikin, ne guneye?” û xwest derî veke, herdê din ew def dan, avîtin û gotinê: ”Tê dengê xwe bibirî, yan na?!”, û dane dû min. Bû pirte-pirta min. Ezê di ku da ji dest wan bifilitîyama? Ewana ez girtim, hîre-hîra wan bû. Dikenîyan, lê Porzêrîn xwest min ji destê wana derxe, wana ew kutan. Bû kûrre-kûrra Porzêrîn, rûnişt girîya.

Herd gedê anîzaz lingekî min pê ben girêdan û ez berdam. Ez firîm, nişkê va ben bi lingê min va şidîya, di goştê min da çû xwarê, jana êşê dil-hinavê min hingavt, zingîn li serê min hat, hindik ma bi xwe va herim. Ez zivirîm û paşda berbi zara firîm. Min dît, ku Porzêrîn digirî, lê herdê mayîn hîrre-hîrra wan e, ser cizaretêd min dikenin. Min ne xwest gelekî wan şa bikim. Min çawa ku ranêzîkayî li wan kir, xwe avîte çela ber derê xênî. Ew bû ezê notilî kevirekî biketama binê çelê, çaxê têl dîsa bi lingê min va hate guvaştinê, ez êşandim û bê hemdî xwe min perrê xwe birin û anîn. Têlê qetîyayî bi lingê minî birîndar va darda bû. Ez di binê bîrê da rûniştim. Sê cot çeva di jor da li min nihêrîn. Cotek bi hêsir, du cot bi ken û şabûn. Ewan hersêk ji wir bi dûr ketin, ez bi tenê mam. Teze min serê xwe xist, ku çima min xebera dê û bavê xwe ne kir.

Xêlekê şûnda du qeretû li ser çelê ra sekinîn. Ji çi bû, ez bi xwe va çûm… Ber tendûra germ hişê min hate serê min, dengê kurikê Porzêrîn kete guhê min: ”Bavo, çivîk sax e, sax e”. Ewî pê herd desta bi dilovanî ez bilind kirim û bi sîngê xwe va guvaştim. Bavê ew hemêz kir, enîya wî paç kir: ”Eferim, kurê min, çivîk jî ruhber in, gunene, dê-bavê wan jî hene”.

Bû qîşte-qîşta kulfetekê – bav û kur li qaqa reş asê kir: ”Çi ye, ev mal e, yan baxçê terewilan e, vî hestûyê heram ber çevêd min wêda kin”.

Porzêrîn ez birim di qulçekî gomêyî tarî da bi cî kirim. Her ro dihat lingê minî birîndar melhem dikir. Her carê, çaxê wê kulfetê bêxatirîya wî dikir, dihat kêleka min rûdinişt, dibû îske-îska wî, digirîya û digot: “Xazîya min li te tê, tê herî bigihîjî diya xwe, xwazil ez jî notila te çivîk bûma, bifirîyama, terkeserî dinê bûma, dayka xweye heqe helale şîrin bidîta”. Çima ha digot? Dibek ew kulfet dayka wîye hela nîbû?

Muxdarekî şûnda birîna min qenc bû. Kurkê Porzêrîn ez derxistime derva. Ez berdam. Ez hatim gihîştime dê û bavê xwe. Lê tu cara qencîya kurikê Porzêrîn ji bîra min dernayê. Heta roja îroyîn ez lingê xwe ji warê ew dimîne, nabirim. Lê ew hertim bi medekirî ye. Gelo ewî hê dayka xweye heqe helale şîrin nedîtîye? Ax, bê dê emir çiqasî çetin û melûl e. Xwezî min ew bidîta, derheqa Porzêrînê kurê wêyî dilrem da jê ra bigota, ewê eseyî vegerîya, bihata… Lê Porzêrîn carna diçe li ser kevirekî terişandî da digirî… Qey bêjî ez îdî her tiştî fem dikim… Ez çawa bin qencîya Porzêrîn derkevim? We?…

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya bernameya me li ser jînenîgarî û du berhemên Ezîzê Gerdenzerî kir.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, yek ji karmendên malpera me Têmûrê Xelîl e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev