Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ew me hemûyan eleqedar dike

Ew me hemûyan eleqedar dike

Îro li Suleymanîyê bi rû va tiştên ecêb diqewimin. Parêzgehên Kurdistanê di hêla aborîyê da xwedî desthilateke xurt in, byûcêya wan ya ne biçûk heye, ew parêzgeh xwedî parlament û hukumeta xwe ne, li ser axa xwe di gelek dereceyên jîyanê da biryardar in. Gerekê bê destnîşankirinê, ku her 5 partîyên Kurdistanê yên sereke hukumetên xwe yên herêmî saz kirine û bi wî awahî bi tevayî ji bo pirsgirêkên herêmê bersîvdar in. Lê, nizanî bo çi meşvanên “ecêbgirtî” tenê êrîşî ofîsên PDKê dikin… Û nizanî bo çi kesên li Hewlêrê û Dihokê, ku wana jî çend mehan maeş ne sitendine, êrîşî ofîsên partîyayên sîyasî nakin.

Tevlihevîya sîyasî jî, ku bi hilbijartina serokkomar va girêdayî ye, dikeve ser milê hemû tevgelên wê pêvajoyê. Merivên hêrsketî nizanî çima berê xwe nadine hukumeta Bexdayê, ku eva gelek meh in pereyên ku ji Hewlêrê ra dikevin, naşîne. Û nizanî ji ber çi ew yek nadine ber çavan, ku şerekî giran bi DAÎŞê ra heye.

Li Suleymanîyê partîyên desthilat Gorran û YNK in. Di rastîyê da kesên nerazî gerekê berê xwe bidana wana, lê mirovên sergerm êrîşî li ser ofîsên PDKê dikin… gelo eva yeka dikeve serê we?

Ber çavan e, ku dijminên gelê kurd û casûsên cî her tiştî dikin, ku rewşa di hundurê neteweya kurd da aloz û tevlihev bikin. Ew yek wê demê dibe, gava dewletên mezin, endamên herdemî yên Şêwra Aramîyê ya NY hema bêje rola kurdan ya sereke ne tenê di şerê dijî DAÎŞê da, lê herwiha di paşerojê da daçêkirina herêma Rohilata Nêzîk nas kirin. Berîhevdana partîyên kurdan û komên kurdan yên cuda-cuda, bikaranîna nelihevîyên di nava tevgera kurdan da – eva daxweza neyarên me ya herî hizkirî ye. Di vê rewşê da rêyek tenê ber kurdan dimîne – yekîtîya xwe xurt bikin, nelihevî û nerazîbûnên di navbera xwe da bidine alîkî.

Rewş li her deran dijwar e, him li Îraqê, him li Sûrîyê û him jî li Tirkîyê, lê qedera kurdan yek e…

Û gerekê ne tenê berê xwe bidine serokkomar û jê hîvî bikin, ku rewşê aram bike. Ew yek bo her kurdekî derbaz dibe û her kes gerekê dengê xwe bilind bike û derkeve dijî şerletanan, ji bo yekîtî û yekdengîyê.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

Yuri Nabiev

Serokê Komeleya Piştevaniya û Hevkariya bi gelê Kurd re; Perwerde: Zanîngeha Tbîlîsê ya dewletê

Qeydên dişibine hev