Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Koletîya çandeyî

Koletîya çandeyî

Koletîya çandeyî gelekî ji ya sîyasî bi xetertir e.

Hin jî di jîyana rojane da ew bêyî yek û dû nabin.

Îbn Xaldûn, “Mûqaddimah”.

Tosinê Reşîd

Me di dibistanên ermenî da dixwand, kanîyên sereke ku me zanibûnên xwe ser gelê xwe jê hildiçinîn, berhemên nivîskar û dîroknûsên ermenîyan bûn. Û wan jî dinvîsî, wekî kurd koçer in. Ji alîkî mayîn va anegor têorîyake wan salan li Yekîtîya Sovêt serdest, gelên koçer li dû xwe tu mîrateke çandeyî, ya hêja nahêlin. Dîsan jî wan çavkanîyan ji me ra digotin, wekî karê kurdan, bi taybetî karê axa û begên kurdan talankirin û kuştina xelkên bê guneh bûye. Ew xelkên bê guneh jî ermenîyên pêşketî, xwedîyê dîrok û çandeke dewlemend bûne. Vê rewşê ser me bandûreke gelek nêgatîv dihîşt.

Ser me tu zordarîya netewî tune bû. Tu astang tune bûn wekî em bi zimanê xwe bipeyivin û binvîsin, çanda xwe xwedî derkevin. Ne jî çawan li Tirkîyê dihat gotin, yan nivîsar, wekî kurd tunene, zimanê kurdî tune, çanda kurda tune, lê dîsan jî me teherekî ser xwe fişar texmîn dikir.

Bê guman me ber xwe dida, em ne dişkestin. Tê bîra min carekê gava salên xwendkarîyê hevalekî ermenî ji min ra got, wekî Aram Xaçatûryanê me heye, lê ya we çi heye? Min got her straneke kurdî hêjayî berhemên Aram Xaçatûryan gişkî ye.

Belê, wan salan mertala me sereke, ya xweparastinê, folklora me bû. Di nav kurdên Ermenistanê da rûmeta folklorê gelekî bilind bû. Gelê me folklora xwe hiz dikir, ew folklor pareke jîyana rojane bû. Û em bi folklora xwe serbilind bûn. Ji ber vê jî ji bo min tiştekî normal bû, wekî straneke kurdî beranberî berhemên Aram Xaçatûrîyan bikim.

Heta nîveka salên 60-emîn jî Ehmedê Xanî, Şeref xan Bîtlîsî, Melleyê Cizîrî û mezinên kurdaye mayîn ji bo me bes nav bûn, tu berhemên wan neketibûn destên me.

Ji alîyê dîrok û çanda gelê kurd da bal me teherekî valahî hebû. Ji ber vê valayê me nav ermenîyan da xwe biçûk didît, xwe kesîv didît.

Lê ji destpêka salên 60-emîn koma kurdnasên Lênîngradê, bi serokatîya Qanatê Kurdo dest bi tijîkirina vê valayê kirin. Çiqwas jî piranîya kurdnasên wê komê; Qanatê Kurdo, Îsahak Sûkêrman, Zera Elî, Kerîm Eyûbî, Îrîna Smîrnova giranîya xwe dabûn ser lêkolîna zimanê kurdî û zaravên wî, lê nasandina dîrok û çanda kurdî jî di lêkolînên wê komê da şûna xwe hêja digirt. Di vî karî da bi taybetî Margarîta Rûdênkoyê û Yêvgênîya Vasîlêvayê karekî hêja dikirin.

Berî gişkî M. Rûdênko orîgînala “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî bi wergera rûsî çap kir. Dû ra ew jina rûs ku temamîya jîyana xwe da lêkolîn û nasandina çanda kurdî, wê berhemên Mela Mehmûd Bayezîdî, Feqîyê Teyran, Harîs Bîdlîsî, Silêman Selîm wergerîne zimanê rûsî û çap bike.

Ji alîkî mayîn va Yêvgênîya Vasîlêva wê “Şeref namê” a Şeref xan Bîdlîsî, wê pirtûka ‘şerefa kurda’ wergerîne rûsî û çap bike. Dûarojê Yêvgênîya Vasîlêva wê berhemên dîroknûsên mîrgeha Erdelan, Xosro îbn Mehmed Benî Erdelan û Mah Şeref xanim Kurdistanî wergerîne zimanê rûsî û çap bike.

Gerek bê gotin, wekî kar û xebata van herdu jinên rûse kurdnas, berdewamîya wê kevneşopî, tradîsyona kurdnasîya rûsa, ya obyêktîv û xêrxaz bû, ku ji V. Mînorskî û V. Nîkîtîn dihat.

Ji salên 60-emîn li Ermenistanê jî edebîyet û çanda kurdî xwe girt. Nivîskarên me, yên baş, êdî pê xwe bi nivîskarên ermenîyan ra diavêtin.

Ev gişk bi teherekî ji me ra bûn berbîn, me pişta xwe rast kir, em bi enîya vekirî diketîne nav civakên gelên mayîn.

Van gişkan alî me kir, weki em xwe ji koletîya çandeyê biparêzin.

Koletîya çandeyî çekeke lape bi hêz e ji bo asîmîle kirin, bişkavtina gelan û netewan. Koletîya çandeyî pir caran kesîtîyê di mirovan da dikuje, mirov bi xwe ji xwe şerm dike, ji gelê xwe sil dibe, xwe ji gelê xwe û çanda wî dûr digire.

Gelek kurd heta îro jî berhemên xwe bi zimanên tirkî, erebî û zimanên mayîn dinvîsin. Parek ji wan dikarin bi kurdî jî binvîsin û carana dinvîsin jî. Piranîya xelkê vê bûyarê bi wê yekê şiro dike, ku zimanê kurdî pera nayne, hela serbara ser da gelek nivîskar ji kîsî xwe berhemên xwe çap dikin û pirtûkên têne firotan qet xercê çapê jî dernaxin. Di vir da dendikên rastîyê hene, le ew rastîya temam nîne. Bi bawarîya min sebebê sereke ji bo nivîsara bi zimanên ne kurdî ew e, ku ew kes hê jî ji koletîya çandeyî rizgar ne bûne.

Vê koletîya çandeyê, ku bi koletîya sîyasî dihat parastin, çend nivşên kurdan şikandin û piranîya nonerên wan nivşan heta îro jî nikarin ser xwe da bên.

Êdî bi çi dikarî mak bikî, wekî kurdên bîst, sî sale derketine Ewrupayê, Amêrîkayê, Australîya, hê jî di malên xwe da bi tirkî dipeyivin, zarên xwe dişînine dibistanên tirkî. Rêxistinên sîyasî ku amanca wan rizgarîya gelê kurd e, civînên xwe bi tirkî dikin, giranîya çapemenîya wan bi zimanê tirkî e. Ev nîşana wê yekê ye, wekî kurdên derketine dervayî welat, ku ji koletîya sîyasî rizgar bûne, hê jî ji koletîya çandeyî rizgar ne bûne.

Em demekê difikirîn, wekî zimanê kurdî, çapkirina pirtûkên bi zimanê kurdî li Tirkîyê serbest bibe, bi seda hezaran pirtûk wê bên firotan. Kurdên, ku ewqas sal ji ziman û çanda xwe marûm mabûn, wê ji ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Ev bûyar wê ji bo wan bibe nîşaneke welatperwarîyê.

Lê usan nebû, piranîya kurdan hê jî ji koletîya çandeyî rizgar ne bûne. Kûrsên zimanê kurdî, ku van demên dawî li gelek deverên Kurdistana bakûr hatin vekirin, gor hinek malûmetîyan, pey hev têne girtin. Pirtûk, rojname û kovarên kurdî nayên firotan.

Bi salên dirêj nana kirina ziman, dîrok û çanda kurdî, bi salên dirêj bi zor belav kirina ziman û çanda serdest, bi salên dirêj koletîya sîyasî û çandeyî berê xwe dane.

Divêt rêxistinên kurdaye sîyasî, civakî, olî, çapemenîya kurdî, ronakbirên kurd tu caran pirsa koletîya çandeyî ji bîra nekin. Dibêt ji bo rizgarkirina gelê kurd ji koletîya çandeyî xebateke dûr û dirêj bê kirin.

Eger em di vî karî da ser nekevin, pareke mezin ji gelê me wê ji destê me here.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev