Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Nîroz Malik: Kurdekî êzdî ku bi erebî dinivîse û bi fransî çap dibe

Fawaz Husên, nivîskar

Nîroz Malik: Dojeh li ser destê çepê ye, cehenneme li ser destê rastê. Û di navbera wan herduyan de em, ez û Heleb dikevin. Ev bersiva pirsa dostan e gava li rewşa min dipirsin.

Ez bixwe tu carî rastî Nîroz Malik nehatime, ligel ku ez çar salan li Helebê, li bajarê wî, di nava salên 1973-1977an de jiyame. Min li zankoyê, di beşê wêjeya fransî de dixwend û gelek caran ez pêrgî navê vî nivîskarî bi erebî dihatim û ji wê demê kêfa min ji nivîsên wî re hat.

Min ji navê wî dizanibû ku ew jî weke min kurd bû, lê min rojekê meraq nekir ez wî ji nêzîkahî nas bikim. Paşê, ez gihîştim Fransayê, çûme Swêdê û piştî sîh û şeş salan, cara pêşîn min jê re nivîsî. Min kurteçîrokên wî li ser «dîwarê» malpera wî ya Facebookê dişopandin û her roj hezkirina min ji wan re xurtir dibû. Nîroz, bi baweriya min, nivîskarekî pir mezin e, wêjeyeke bihagiran bi şêweyekî zehmetî hêsan diaferîne û hîç ji bo min ne girîng e ku ew tenê bi zimanê erebî dinivîse. Helbet wî dê barê min siviktir bikira, lê belkî ew bi zimanê kurdî ewçend di warê honandin û afirandinê de bi ser neketa.

Tiştê ji bo min girîng, ew e ku Nîroz mijara Mirov û mirovantiyê dide ber xwe, ji xeleka teng a nijad û niştimanperweiyê derdikeve. Ev pênc sal in ku ew bûye bûyernivîsê bajarê xwe Helebê. Ew bi çavên xwe dibîne çawan kes diêşin, dimirin, belawela dibin, koç dikin, lê weke çiyayekî, weke Keleha Helebê, ew ji cihê xwe nalive, li şûna waran dimîne, dinivîse, diqîre. Wî biryara xwe dayê ku heta pirîskek hêvî hebe ku rojekê aşitî û demokrasî dê li welatê Sûriyê peyda bibin, ew dê tu carî dev ji bajarê xwe, «ji xwe» bernede û ew dê xwe li hêviya wê roje ragire û binivîse, binivîse, binivîse.

«Gerokê Helebê» li tax û kolanên piraniya caran bê av û bê eletrîk digere, di ber avahiyên wêranbûyî diçe, li tevliheviya bê serî û bê binî temaşe dike, li ser pûçî û dînitiya şêr dirame. Dû re, ew bi lez vedigere malê da ku wan hîs û hesan vebêje, raxîne ser kaxezê, bispêrê bîra Dîrokê. Gava dinya pir li ber rûyê wî reş dibe, ew rojên berê, yên zaroktî û xortaniyê û dêm û lêvên keça xwe ya li welatên dûr û neviyên xwe tîne bîra xwe. Ew bêriya wan û evînên berê dike, lê dizane ku ew dem tu carî venagerin û gerek çavên wî li hêviya asoyekî rohnî bin.

Nîroz di berhema xwe «Tahta Sama’il Harb», ango « Di bin asîmanê cengê de» ruh û giyanê bajarê xwe diyarî xwendevanan dike, berhemek pir bihagiran diafirîne. Ew dibe kameramanê wêraniyê, bûyernivîsê malkaviliyê, wêranî û malwêraniya ku ne tenê bi serê Helebê de, lê bi hemû Sûriyê hatine, lê bêyî ku ew hêviya xwe ji rojên geş û rohnî bibirre. Di 21ê meha 10an de sala 2015, berhema Nîroz bi fransî li weşanxaneya Le Serpent à Plumes li Fransayê derdikeve. Ew bi navê «Di bin asimanê cengê de» bi swêdî jî û bi wergerandina nivîskarê mezin Jan Henrik Swahn li weşanxaneya Tranan di destpêka sala 2016 de çap dibe.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev