Di nav kurdên Yekîtîya Sovyet de edebiyeta kurdî

Di nav kurdên Yekîtîya Sovyet de edebiyeta kurdî

Sedat ULUGANA

doktorantê Zanîngeha bilind a zanyarîyên civakî a Parîsê

Mirov dikare edebiyeta kurdên Sovyetê an jî bi jargona zanistî “di edebiyeta kurdî de êwra Qafqasyayê” di binê sê beşan de bide nasîn.

Beşa yekem ji sala 1920an dest pê dike û hetanî sala 1937an didome. Piştî damezirandina alfabeya kurdî, xebatên edebiyetê dest pê dikin. Lê di navbera van salan de kêmasiya kadroyên edebiyetê yên netewî hene. Wek keresteyên edebiyetê tenê zargotin hebû. Ji ber kêmasiya kadroyên netewî, ermeniyên ku kurmancî zanibûn, cara yekem bi edebiyeta kurdî ve pêywendîdar dibin. Dema şerên Osmanîyan û Rusiyayê de bi hezaran kurd revîyabûn di nav welatên Qafqasyayê. Di van şert û mercên pir zehmet de bi hezaran zarokên kurd jî sêwî mabûn. Tê zanîn ku komara Ermenistanê û Gurcistanê ji boyî sêwiyên kurd li Aştarakê sêwîxaneyek ava dikin. Berpirsiyarê sereke yê vê sêwîxanê jî Nura Egît e.[1] Berpirsiyarên din jî Ahmedê Mirazî û Lazo ne. Di van rojan de Erebê Şemo, Nura Egît û serleşkerê kurd Şemo Têmûrov ji boyî edebiyeta kurdî ya netewî çend caran li hev dicivin. Cara yekem kadroyên netewî, sewîyên sêwîxana Aştarekê ne. Heciyê Cindî, Emînê Evdal ji van sêwîyan du heb in. Paşê bi tevî Cerdoyê Gênco, Qanatê Kurdo, Wezîrê Nadirî, Casîmê Celîl, Etarê Şero ve tên digîhejin Erebê Şemo û Ahmedê Mirazî. Bi vî şeklî jî kadroyên yekem amade dibin. Pirsgirêka herî mezin ew bû ku yên di sêwîxanê de mezin bibûn, zimanê xwe bîr kiribûn. Ji ber vê yekê Emînê Evdal û Heciyê Cindî diçin di nav gundên kurdan ên Elegezê digerin û ji kurdan zimanê xwe yê dayîkê careke din hîn dibin.[2] Em dikarin ji edebiyeta kurdên Sovyetê re bibêjin “Edebiyeta sewîyan”.

1.Destpêk (1931-1937)

Beşa yekem destpêk e. Cara yekem pirtûka edebî di vê êwrê de ji aliyê Lazo ve ya bi navê “Serpêhatiya Casim” di sala 1931an de li Ermenistanê tê çapkirin. Mijar, bîranîn e. Pişti salekê (1932) vê carê jî yekem nivîskarên kurd, nivîsên xwe yên edebî bi awayê antolojîk (tevahî) çap dikin. Di navbera 1934-1935an de pirtûkên nivîskarên kurd ên bi navên Cerdoyê Genco, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Ahmedê Mirazî, Erebê Şemo û Wezîrê Nadirî çap dibin: Heciyê Cindî (Qutiya dû-dermana- piyes)[3], Ahmedê Mirazî (Zimanê çîya- piyes)[4], Wezîrê Nadirî (Reva jinê- piyes, Nûbar-helbest), Erebê Şemo (Şivanê kurmanca- roman) çap dikin.[5] Tê zanîn ku di edebiyeta kurdî de romana yekem, “Şivanê kurmanca” ye. Mustafa Aydogan, bi awayekî zanistî, cîhê vê romanê di edebiyeta kurdî de zelal dike. Li gorî mamoste Remezan Alan, Şemo mexdurê serdemekê ye û em dikarin jiyana wî jî wek “di edebiyeta kurdî de ewra Qafqasyayê” di bin sê beşan de binirxînin.[6] Di sala 1936 an de çîroka Erebê Şemo ya a bi navê “Kurdê Elegezê” çap dibe. Heman salê de berhevoka Heciyê Cindî û Emînê Evdal ya derheqê zargotina kurmancî a bi navê “Folklora Kurmanca” jî çap dibe.[7] Di van salan de mecal û derfet pir in. Lê kadroyên kurdî pir kêm in. Taybeti kurd nexwendî ne û ev jî, li ser belavbûna berhemên kurdî bandor dike. Wekî din di van salan de nimûneyên wergerî jî tên çêkirin. Mînak, “Çîrok û helbestên Pûşkîn”. Di van salan de, teqez du nimûneyên edebîyata sîyasî ya kurdî jî hene: “Bîyografiya Karl Marks û “Manîfesta Partiya Komunîst”.

Dawiyê de em dikarin bibêjin di navberan salên 1929-1937an de nêzî 50 berhemên kurdî yên edebî tên nivîsîn.[8] Di sala 1937 an de wek hemû xebatên kurdolojiyê, xebatên edebiyeta kurdî jî tên rawestandin û nivîskarên kurd tên girtin û mişextkirin.

2.Piyes (1937-1955)

Di beşa duyem de taybetî piyesên kurdî hatine çapkirin. Ev beş, di sala 1937 an de dest pê dike û heta sala 1955an berdewam dike. Di navbera van salan de wek kêmnetew û netewên din li ser kurdên Sovyetê jî zextên siyasî pêk tên û wek hemû karên wan, karên di derbarê edebiyetê jî tên qutkirin. Erebê Şemo mişextê Sîbîryayê dikin û Cerdoyê Genco, Ahmedê Mirazî, Hecîyê Cindî tên girtin. Hemû sazî û weşanên kurdî tên qedexekirin. Tenê “Tiyatroya Kurdî ya Elegezê” dikare karên xwe berdewam bike. Di vê tiyatroyê de piyesa berpirsiyarê tiyatroyê Celatê Koto ya bi navê “Lûr de Lûr” ya Heciyê Cindî ya bi navê “Miraz” û ya Cerdoyê Genco ya bi navê “Xûşka doxtirîyê û bira” tê lîstîn.[9] Di sala 1941an de Heciyê Cindî tê berdan û paşve jî bi emrê komara Ermenistanê ji boyî kurdên Sovyetê alfabeya kîrîlî dadimezrîne. Ji ber vê yekê berhemên kurdî yên di van salan de bi tîpên kîrîlî ne. Ji bilî nivîskarên kurd, di van salan de nivîskarên ermenî yên ku zaravê kurmancî dizanin, bi zimanê kurdî piyesa dinivîsînin. S. Taronsî piyesa bi navê, “Mem û Zîn”ê dinivîse; S Gînosyan jî piyesên bi navên  “Ker û Kullik”, “Keça mîrekî”, “Xecê û Siyabend” û “Gur Heso” dinivîse û piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn de di sala 1947an de ev tiyatroya kurdî jî tê girtin.[10] Girtina tiyatroyê, nivîsandina piyesên kurdî jî demekî dide sekinandin. Piştî girtina tiyatroyê, mekana piyesan Radyoya Êrîvanê ye. Di radyoyê de çend piyesên kurdî (piyesên radyoyê) tên çêkirin. Stalîn di sala 1953an de dimire. Piştî mirina Stalîn, Ereb Şemo ji sirgûniyê dizivire û rewşenbîrên kurd jî tên berdan. Lê hetanî 1955an, di warê edebiyetê de tu xebatake ciddî nayê kirin.

3.Roman, Çîrok û Helbest (1955-1991)

Di van salan de êdî kadroyên kurd ji boyî edebiyeteke netewî gihîştine. Ereb Şemo ji sirgûniyê vedigere û Heciyê Cindî, Cerdoyê Genco, Ahmedê Mirazî ji zindanê tên berdan. Qaçaxê Mirad, Ûsivê Beko, Eliyê Ebdilrehman, Nado Maxmûdov, Mîroyê Esed, Emînê Evdal, Xelîl Mûradov jî tên digîhijine wan.[11]

Di sala 1956an de romana Ereb Şemo ya bi navê “Berbang” tê çapkirin. 1959 an de jî romana xwe ya bi navê “Jiyana Bextewar”, di 1965an de romana xwe ya dîrokî “Dimdim” û di 1969an de jî di kovarekî de romana xwe ya bi navê “Hopo” weşandiye, dû ra ew wek pirtûk jî çap bû. Tê zanîn ku Erebê Şemo helbest jî nivîsîne.[12] Heciyê Cindî di sala 1967an de romana xwe ya bi navê “Hewarî” çap dike.[13] Eliyê Ebdilrehman di sala 1957an de kurteçîroka bi navê “Morof” li Êrîvanê çap dike. Du sal şûn de jî romana xwe ya bi navê “Xatê Xanim” çap dike. Piştî demeke dirêj (van salan de di rojnameya “Rya teze” de dixebite) romana xwe ya bi navê “Gundê mêrxasa” (1968) çap dike. Piştî 11 salan vê carê bîranînên xwe bi navê “Bîranîn û serhatî” çap dike. Eliyê Ebdilrehman, piştî salên 70î vê carê di sala 1989an de romana serhildana Şêx Zahir dinivîse. Navê romanê jî “Şer çiyada” ye. Ji bilî nivîsandina roman û kurteçîrokan, Ebdilrehman helbestan jî dinivîse: “Dê”, “Gulistan”, “Hesreta min”.[14] Di edebiyeta kurdên Sovyetê de nivîskar û rewşenbîrekî dinê jî Sehîdê Îbo ye. 7 berhemên wî hene: “Qurna Min” (Helbest-1963), “Duryan” (Kurteçîrok-1966), “Bîst salê dinê” (Destan- 1970), “Sînem” (Helbest-1975), “Kurdê Rêwî “ (Roman- 1979), “Azatî” (Helbest-1988).[15] Romannivîsekî din jî Egîtê Xudo ye. Romana wî ya bi navê “Dê û dêmarî” di sala 1986 an de li Êrîvanê tê çapkirin.[16]

Di vê êwrê de, taybetî di warê helbestê de du kes derdikevine pêşiya mirov: Ferîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen. Sala 1961an de pirtûka Şikoyê Hesen ya bi navê “Qalçîçek” (Helbest) û ya Ferîkê Ûsiv ya bi navê “Çevkanî” (Helbest) derdikeve. Bi dehan xebatên helbestên Ferîkê Ûsiv hene. Di bingehiya çend pirtûkan de ev helbestên xwe kom kiriye: “Gula Elegezê” (1954), “Lîrîka” (1967), “Ûsivê Nebya” (1973), “Narê” (1977), “Hisretdefter ( 1984), “Dinya delal”(1987)[17] Şikoyê Hesen 48 saliya xwe de wefat dibe. Li pey xwe sê berheman dihêle: “Tembûra kurda” (1965), “Meremê dilê kurd”(1970), “Perweza Weten” (1977) . Karlênê Çaçanî jî di warê edebiyetê de nivîskarekî serketî ye: “Ahmedê egît” (Helbest-1958), “Gul” (Helbest-1960), “Şêr û kew” (Helbest-1961), “Dil û wetan” ( Helbest-1962), “Berbanga wetenê min” ( Helbest-1967), “Baqe Tev” (Helbest-1972), “Zerê” (Helbest-1980), “Keskesor” (Helbest-1983).[18] Helbestvanekî din jî Çerkezê Reş e. Pirtûka wî ya helbestan a yekemîn di salên 1970yî de çap dibe. Ew di nav antolojîya bi navê “Bihara teze” çap dibe. Duyemîn pirtûka wî ya helbestan “Şorişa xeberan” e. Di sala 1986an de çap dibe.[19]

Wezîrê Eşo, Tosinê Reşîd û Eskerê Boyîk di warên edebiyeta kurdî ya vê êwrê de kesên girîng in. Tosinê Reşîd di çend cureyên edebiyetê de nivisiye. Ji dehî zêdetir berhemên wî hene : “Klamê rê” ( Helbest -1975), “Zozan” (Helbest-1984), “Nîvro” (Helbest-1987), Sîyabend û Xecê” (Drama- 1988). Taybetî piştî belavbûna Sovyetan Reşîd, roman û berhemên din jî nivîsîne.[20] Eskerê Boyîk ji wan kesan e ku bi dehan berhem nivîsîne: “Şiverê” (Helbest-1966), “Kulîlkên çiya” (Helbest-1979), “ Sinco qîza xwe dide mêr” (Piyes- 1980), “Tîrênc” (Helbest- 1987), “ Mem û Zîn” (Piyes- 1989), “Li Çiya” (Kurteçîrok-1990).[21] Wezîrê Eşo berhemên kurteçîrokên bi navên “Mizgîni” (1976), “Dengbêj Kal Bûbû” (1983), “Pamp-Sîpan” (1986), wergerên ji nivîskarên ermenî yên bi navên ; “Xebera dosta” (1982), “Hizret” (1983) ji aliyê Eşo ve bi zimanê kurdî tên çapkirin.[22] Taybetî ev hemû berhem li Êrîvanê hatine çapkirin. Kurdperwer û kurdolog Şamil Esgerov, li Azerbaycanê (di sala 1978 an de komara Azerbaycanê bi sedema “kurdiyatiyê dike” 4 salan wî zîndanê de digirin) di warê edebiyeta kurdî de bi dehan berheman dinivîse: “Çiya ser çiyan” (Helbest- 1964), “ Helbestvanê gel (Ceribandin- 1968)[23], “Dengê Delîdax” (Helbest- 1973), “Keçika lal” (Destan- 1978), “Hikmeta çiya” (Folklor-1987), “Kulîlkên çiya (Helbest- 1987), “Rûpişta jîyanê rûyê jîyanê” (Helbest – 1990).[24]

Rûsan xebatên edebî yên kurdan baş şopandine. Di balyozxanên xwe yên derve de her dem ev berhemên edebî spartine. Taybetî jî di Balyozxanên xwe yên Tirkiyê. Minakeke ku Nacî Kutlay di bîranînên xwe de behsê dike, vê xalê pir baş dide nîşan.[25]

Encam

Li gor zanîsta sosyolojiyê, cîvakên li ser rûyê dinê, qademe di bin destê sîstemên siyasî re derbas dibin. Divê cara yekem civak, feodalîzmê jîn bike û paşê derbasî kapîtalîzmê bibe. Civak piştî dema kapîtalîzmê êdî dikare derbasî asteke bilind bibe, dibêjin ev jî sosyalîzm e. Lê mirov dema ku kurdên Sovyetan dinhêre, mirov dibîne ku ewnan ji feodalîzmê derbasî sosyalîzmê bûne. Di jiyana wane civakî de kapîtalîzm nehatiye jîyîn. Ev pêvajo jî ji boyî civakekî pir zehmet e. Li gor fikra min vê xalê li ser hemû berhemên wan bandoreke mezin çê kiriye ku hemû berhemên wan de lezgînî heye.

Îro di erdnigariya Yekitiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetan de nezî 500 hezar kurd hene. Nêzî 500 hezarî jî hatiye asîmîle kirin. Tê zanîn ku li ser rûyê dinê hîn komar hene ku nifûsên wan di binê 500 hezarî da ne. Ji ber vê yekê divê li ser vê civakê xebatên pir fireh werin kirin.

Di gel van di nav kurdên Sovyetê de, ji ber şertên seqamgiriyekê û mafên kêmnetewan gelek xebatên edebî û çandinî bûne. Hejmara kitêbên edebî û faliyetên çandî vê yekê piştrast dikin. Ji salên destpêkê (1922) bigre heya hilweşîna Sovyetê (1991) gelek xebat pêk hatine. Enstîtûyên ku avabûne de li ser kurdnasiyê qadro gîhîştine û berhem dane. Ev periyod hem ji bo edebiyeta kurdî û hem jî ji bo kurdnasiyê periyodeke gelek girîng e. Divê bi hemû hêlan ve pêşî nimûneyên van xebatan ji bo kurdên parçeyên din bên transkirîbekirin û li ser van lêkolîn bên kirin.

Çavkanî

Alan, Remezan, Bendname, Avesta, Stenbol, 2009

Badem, Candan, Alakom Rohat, “ Karslı Bir Kürdün Digor’dan Sibirya’ya Uzanan Öyküsü”, Kürt Tarihi, j. 3, 2012

Bavê Nazê, “Hevpeyvîna bi Erebê Şemo re ya berî 25 salan”, W, j. 15, Amed, 2007

Boyîk, Eskerê, Çanda Kurdên Sovêtê, Deng, Amed, 2012

Şamil, Hêjarê, Diaspora Kürtleri, Perî, İstanbul,2005

Îbrahîm Knyazê, Xelîl Têmûrê, “Zanyar û Helbestvanê Hêja”, Nûbar, j.1-2, Almata, 2008

Îbrahîm Kinyazê, Zimanê Kurdî (6-9), Wezerata Komara Qazaxistanê ya Xwendin û İlmê, Almatî, 2006

Kutlay Naci, Anılarım, Avesta, İstanbul, 1998

[1] Candan Badem, Rohat Alakom, “ Karslı Bir Kürdün Digor’dan Sibirya’ya Uzanan Öyküsü”, Kürt Tarihi, h.3.stenbol.2012,r.11

[2] Eskerê Boyik, Çanda Kurdên Sovêtê, weşanên Deng, Amed, 2012 r.15

[3] Li gor Eskerê Boyik, ev pirtûk di sala 1932 yan de tê çapkirin. Boyik, Çanda Kurdên Sovêtê, r.14

[4] Li gor Eskerê Boyik, navê vê pîyesê “Zemanê Çûyî” ye. Boyik, Çanda Kurdên Sovêtê, r.14

[5] Hêjarê Şamil, Diaspora Kürtleri,Perî,Stenbol,2009 r.98

[6] Remezan Alan, Bendname, Avesta, Stenbol,2009, r. 191

[7] Boyik, Çanda Kurdên Sovêtê, r.15

[8] Şamil, Diaspora Kürtleri, r. 97

[9] Boyik, Çanda Kurdên Sovêtê, r.16

[10] Ibid. P. 17

[11] Ibid. P.18

[12] Bavê Nazê, “Hevpeyvîna Bi Erebê Şemo re ya Berî 25 Salan”, W, j. 15, Amed, 2007,r.32

[13] Kinyazê Îbrahîm, Zimanê Kurdî (6-9), Wezerata Komara Qazaxistanê ya Xwendîn û İlmê, Almatî, 2006,r.143

[14] Boyik, Çanda Kurdên Sovêtê, r.14

[15] Ibid. P.288

[16] Ibid. P.291

[17] Ibid. P.20

[18] Ibid. P.309

[19] Knyazê Îbrahîm, Têmûrê Xelîl, “Zanyar û Helbestvanê Hêja”, Nûbar, j.1-2, Almata, 2008,r.88

[20] Boyik, Çanda Kurdên Sovêtê, r.394

[21] Ibid. P.555

[22] Ibid. P.368

[23] Di derbarê Cigerxwîn de hatiye nivîsandin.

[24] Boyîk, Çanda Kurdên Sovêtê, r.385

[25] Kutlay, Anılarım, Avesta, İstanbul, 1998, r.112

P.S. Di wêneyê da kome nivîskarên kurd berevî dora bingehdarê edebîyeta kurdî Erebê Şemo bûne.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev