Nivîser û desthilatdar

Nivîser û desthilatdar

Bavê Nazê

Tête gotin ku carekê dahênerê «Şanogeriya hunerî» li Mosko, nivîserê navdar Maksîm Gorkî dawetî kir, ji bo ku ew şanoya xwe ji ekteran re bixwîne. Bi xwendina nivîserî ji deqa şanoyî, ekter baştir hizra veşartî tede ji wan xwiya dibe û baştir hest û helçûna qehremanên berhemê diniyasin. Ji xwe daweta dahêner ji nivîserî re bi vê armancê bû.

Dû re hate gotin, dema Maksîm Gorkî di xwendina xwe de gihişt wê bîstika berî mirina qehremana xwe, kela girî ew girt û giriya.

Carna li ser rewşek weha hindek xwendevan dibêjin; ma ne qedera qehremanan di destên nivîseran de ye, evca çima digrîn? Ji xwe şaşitî di vir de ye, ji ber ku kengî qedera qehremanan bikevin destên nivîseran, wê berhem bibe destgirt. Lê belê nivîser her dem bi qehremanên xwe re ne, bi wan re diêşin û kêfxweş dibin. Ji ber vê çendê tête gotin; ew ciyê ku xwendevan di deqê de dixwîne û digirî, berî wî nivîser bi xwe girîyaye.

Ji xwe, cûdabûna nivîseran ji desthiladaran, eve ye; heger qedera qehremanên nivîsera ne di destên wan de û bi wan re digrîn, lê qedera gel û welat, di destên desthilatdaran de ne, lê bi êşa gelên xwe naêşin û bi wan re nagirîn. Ji ber vê çendê, deshilatdar bi piranî ji bo ku bighên armanca xwe, xwîn û hêsirên gelê xwe ji xwe re dikin qurban.

Li ser ku Kurdistana Başûr ku niha tê re derbas dibe, siyasetmendekî ev gotin got: Kuştin çi pê heye, ma ne salê ji ber qezayên tirafîkê 700 kes têne kuştin, bela niha jî ji bo meşên protêsto bela wiqas jî bêne kuştin.

Ji xwe, ji ber helwestek weha şerê birakujî dikare dest pê bibe.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev