Olana şerê birakujî

Olana şerê birakujî

Bavê Nazê

Yek ji mêrxasên romana Şoloxov «Donê bêpêjn», di şerê navxweyî de, dem, berî hevrikên xwestin wî bikujin, ewî got; me nekujin, çawa be em yên hev in û bi kuştina me hûnê poşman bibin.

Ez dibêjim, ne tenê poşmanî, weha jî wêranî, ji ber ku xwekuştin e. Loma jî, di şerê navxweyî de, serkeftin nîne, tenê ji her du layan re têkçûn e.

Bi xwe, şerê birakujî du tiştên xerab bi xwe re tîne:

1-Kînkêşî bi hev re, ne ku bi dujminê gelê xwe re. Ev jî, ji bo welatperweriyê mirin e.
1-Kînkêşiya bi hev re, bi dehan sal dikşîne, ev jî dibe agirê bin tirafê. Û kengî ba rabe, wê dîsa agir gurr bibe. Helbet, ne bi derewa ye, tête gotin ku olana şerê navxweyî di civakê de ji nişfekî derbasî nişfekî dî dibe.

Ji xwe, ev nakokiya ku di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de peyda bûye, xêzên wê vedigerin koka wî şerê birakujî ku di salên şêstî û heftêyî de, ji sedsala bîstan de hebûn. Û hêviya me ew e ku kak Mesûd, çawa berê rê li ber şerê navxweyî digirt, dê niha jî bi vî erkê xwe yê pîroz rabe.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev