Ronakbîr û derdkêşê çanda kurdên Qazaxistanê: Hesenê Hecîsilêman

Hesenê Hecîsilêman, ango Hesenê Eylazê Mihê Hecîsilêman, 26ê cotmeha sala 1951ê li Ermenistanê, nehiya Vêdîyê (Araratê), gundê Taytanê di malbateke rêncber de ji diya xwe bûye. Emir, jîyana wî pir bi dijwarî û sexîrtî derbas bûye.

Xwediyê mêdalyaya zêrîn a bi navê “Yekîtî” ango “Бірлік-Birlik-ê”

Hacîsilêman sala par bi merasîmeke taybet ji hêla dewleta Qazaxistanê ve bi mêdalyaya zêrîn hatibû xelatkirin.

Ji bo 15 saliya Festîvala Biratî û Dostaniya Gelên Qazaxistanê, li Astana ya paytextê Qazaxistanê festîvaleke mezin hatibû lidarxistin. Di festîvalê de, ji bo ku ked û emegeke mezin dane rojnamegeriya li Qazaxistanê, çend rojnameger û berpirsyarên kovar û rojnameyên kêm-neteweyan hatibûn pîrozkirin û xelatkirin. Rojnameger û helbestvanê kurd Hesenê Hecîsilêman yek ji wan kesan bû ku bi mêdalyaya zêrîn a bi navê “Yekitî” ango “Бірлік-Birlik-ê” hatibû xelatkirin. Şayanê gotinê ye ku ev xelat, ji bo wan kesan tê dayîn ku xizmeta çand, biratî, dostanî û bihevrebûna gelên li Qazaxistanê dijîn dikin.

Dewleta Qazaxistanê di festîval û xelatdayînê de di ast û dereceya herî bilind de hatibû temsîlkirin. Cîgirê serokê Asambleya gelên Qazaxistanê E.L. Tûxjanov, li ser navê Serokdewletê Qazaxistanê Nûr Sultan Nazarbayev beşdarî li merasîma xelatdayînê kiribû û tevî Hesenê Hecîsilêman, çend rojnamegerên “kedkar” bi mêdalyaya zêrîn rewa kiribû.

Kinyazê Îbrahîm:

“Hecîsilêman, mêrxasekî çand û edebiyata kurdên Qazaxistanê ye”.

Hesenê Hecîsilêman yek ji berpirs û kedkarên rojnameya Jiyana kurd û kovara Nûbarê ye ku bi salan e li Alma Ataya Qazaxistanê weşana bi zimanê kurdî dikin. Berpirsê sereke yê her du weşanên kurdî jî Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm e. Ew bixwe Serokê Asambleya kurdên Qazaxistanê “Berbangê”ye û li ser navê civaka kurdên Qazaxistanê kêfxweşî û razîbûna xwe ji bo Hesenê Hecîsilêman diyar dike. Li gorî Kinyazê Îbrahîm, Hesenê Hecîsilêman “mêrxasekî çand, wêje û kelepûra kurdên Qazaxistanê” ye.

Hesenê Hecîsilêman ji sala 1998-an heta roja îro her tiştê rojnameyê Jiyana Kurd e. Ew hem hemalê rojnameyê, hem nivîskarê wê, hem jî belavkarê wê ye! Ev ‘xortê 60 salî’ bi dil û can, di nav serma û seqema zivistanê û germa havînê de bi eşq û heyecaneke mezin kar û barê kovar û rojnameyê dike.

Kovara Nûbar û Rojnameya Jiyana kurd, bi han û hewldanên mezin ên Hesenê Hecîsilêman, li herêmên Alma Ata, Astana, Taldikorxan, Çîmkend, Taras, Qeretaû, Qeşqebûlax, Îssîk, Kaskilên, Cembûl, Bîşkek, Oş û Celalabada Qazaxistan û Qirqizîstanê, li cihê ku kurd lê hene tê belavkirin. Beşek ji hejmarên kovar û rojnameyê jî diçe nav kurdên Moskvayê û Krasnodarê.

Hesenê Hecîsilêman heta niha gelek caran ji hêlarêveberên Dewleta Qazaxistanê ve hatiye xelatkirin. Ew Endamê Yekitiya Rojnameger û Nivîskarên Qazaxistanê ye. Hecîsilêman her wiha endamê Navenda Pen-a Kurd e.

Hesenê Hecîsilêmanê helbestvan ku xwediyê çend berhemên edebî ye, çend caran jî bi boneya beşdarîkirina festîvalên hunerî û wêjeyî serdana Herêma Kurdistana Federe kiriye û di van festîval û çalakiyan de hatiye xelatkirin.

Hesenê Hecîsilêman bi eslê xwe ji Birûkiyên Wanê ye. Piştî şikestina Serhildana Şêx Seîd, wekî bi hezaran malbatên kurdan, malbata wan jî Çemê Aras derbas kiriye û li Ermenistanê bi cih û war bûye. Hecîsilêman piştî salên 90-î, di serdema Şerê Qerebaxê de ku bû sedema fermalûbûn û koçberiya bi deh hezarê kurdan, tevî malbata xwe koçî Alma Ataya Qazaxistanê kir û vê gavê di nava ber û pismamên xwe de dijî.

Heta niha çend berhem-kitêbên Hesenê Hecîsilêman ronahî dîtine û hatine çapkirin. Di demeke pêş de kitêba wî ya nû ya helbestan wê bi navê “Welat Gazî Min Dike” bi pêşgotina Serokê Kurdên Kazakîstanê, Profesor û Akademîsyen Kinyazê Îbrahîm were çapkirin. Ji niha ve pîroz be!.

Ez bi îzna Hesenê Hecîsilêman, çend helbestên wî pêşkêşî we dikim…

Ez vî derdî ji kê ra bejim?

Derdêm pirin ketine ser hev,

Birînêm kûrin nayêne hev,

Xelaz nabin jimara dev,

Ez vî derdî, kêra bêjim?!

Xirav kirin gund û bajar,

Wan em hiştin hêsir-hejar,

Mêtin xûna meye nejar,

Ez vî derdî, kêra bêjim?!

Talan kirin hebûna me,

Em derxistain ji mala me,

Kuştin zar û zêrçê me,

Ez vî derdî, kêra bêjim?!

Em kirine dijmin zarî,

Rojê li me dike tarî,

Me dukuje bi xedarî,

Ez vî derdî, kêra bêjim?!

Ev derdekî bê dermane,

Bê hekîmî, bê loxmane,

Ewî derdî, dinya zane,

Ez vî derdî kêra bêjim?!

Sedsalanva em bindestin,

Ne azane, ne serbestin,

Eme her tim, helwest, hestin,

Ez vî derdî, kêra bêjim?!

Dijmin duxe me wek zîya,

Gel bela kir, li her çîya,

Hêsîr maye, li ser rîya

Ez vî derdî, kêra bêjim?!

Kurd kirine nav zulmeda,

Nava qetlê û qireda,

Bela bûne nav dinêda

Ez vî derdî, kêra bêjim?!

(Ev helbest gelek dirêj e, min bi destûra helbestvan kurt kir. S.K.)

Welat gazî min dike

Welat gazî min, dike,

Ji xewê min, radike.

Dide minda, ruh-qewat,

Bindest digrî, bişewat.

Ji çar alî, dike axîn,

Dil we bûye, kul-birîn.

Pir sedsalin ew bindeste,

Aza nîne, ne serbeste.

Bira rabe Goderz, Kawa,

Gel wek wana, hezarava.

Bikin şoreş, boy axa xwe,

Erd û ezman, cî-warê xwe!

Ewladê kurd

Dinya kevnar zehf rind zane,

Gelê me kurd ewlad dane.

Bûne rêber, bûne serok,

Kare wana bûye dîrok.

Navê gelan bilind kirine,

Dîroka wan xemilandine.

Kar kirine, bi ruh û can,

Bûne sitêrk, ji bona wan.

Şer kirine pêş dijmina,

Wek mêrxasa, weke zana.

Dijmin girtne, hêsîr û dîl,

Aza kirine, kasiv, sêfîl.

Bûne egît, bûne efat,

Ji Bakûr û li Rojhilat.

Aqilbend bûn, zane û jîr,

Bûne boy me, bawer û bîr.

Yek ji wana Selahddîne,

Ew efate rû zemîne.

Aza kirye Qûdus, Misir,

Şam û Heleb, Diyarbekir!

Hezar-hezar, sal bên-herin,

Tu car, tu wext ew namirin.

Gelê meye, wan bîr neke,

We navê wan her tim jorke!

Welat

Welat şirîne,

Ew aza nîne,

Tim ew bi xeme

Dil kul-birîne.

Welat dayîke,

Minra per-baske,

Ez jêra ewlad

Wê min libaske.

Welat nûra min,

Mal-dewleta min,

Minra ezîze,

Wek namûsa min.

Welat jî male,

Warê bav-kale,

Hêlîne boy min

Ew nûre-şemal.

Welat cî-ware,

Ji minra emre,

Ewa par kirine

Bi destê zorê.

Kurdistan dêye,

Xwezil roj bêye,

Bira bêjin ku

Serbest, azaye!

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) – Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev