Bernameya radyoya Ria taza ya nû “Civak û sîyaset”

Guhdarên ezîz!

Virhada radyoya Ria taza bernameya xwe ya nû “Civak û sîyaset” bi beşdarbûna zanyar, karmendên civakî, nivîskar û sîyasetzanên kurd yên naskirî, yên ku weke 30 deqeyan wê bersîva pirsên me bidin derbarê rewşa sîyasî li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku bernemaya me wê bala we bikşîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Iro mêvanê bernameyê nivîskar u yek ji karkirên malpera Ria taza Bavê Nazê ye. Kî ye Bavê Nazê? Bavê Nazê nivîskarekî kurd e. Dilxwez û dildarê ziman û edebiyeta kurdî ye. Di sala 1946an li Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Sala 1953 derbazî bajarê Amûdê ye Rojavayê Kurdistanê bû. Li wir xwendina xwe yê navîn sitend û dû ra sala 1967 an le bajarê Hesekê xwendina lîsê temam kir.

Bavê Nazê sala 1969 an ji bo xwendinê berê xwe da Yekîtîya Sovyetê. Di sala 1981ê di warê edebîyetê de ji zankoya Moskovayê dereca doktorayê wergirtiye. Di paşerojê de ewî gelek berhemên xwe weşandin. Derbarê gramera kurdî de gelek xebatên hêja kiriye. Çend pirtûkên wî yên li ser dîroka kurdan ji zimanê rûsî wergeryayî zimanê erebî jî hene.

Bavê Nazê xwedî 2 roman, kurteromanek û bi dehan serpêhatîyan e. Di zankoya Dihokê de mamostatî kirîye. Vê demê li bajarê Yaroslavlê ya Rûsyayê dijî. Mijara sohbeta me ya îroyîn derbarê rewşa Herêma Kurdistanê ye. Em ji stûdyoya Radyoya Ria taza li bajarê Yaroslavlê birêz Bavê Nazê re bi radyotêlêfonê ve hatin girêdan.

Amedekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye. Guhdarî xweş ji we re gelî rêzdaran.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev