Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

KURDISTAN, BER BI KU?

KURDISTAN, BER BI KU?

Kurdistan di demeke dijwar re derbas dibe. Li Bakûr Roma Reş li kurda hatîye xezevê. Wan bawer ne dikir, wekî HDP wê barajê derbas bike û 13% ber çavên wan bû marê reş. Ji wan dengan gelek ew deng bûn, ku berê ji AK partîyê re diçûn. Dengên AKP kêm bûn û nikaribû bi serê xwe hukumatê damezirîne û neçar ma roja hilbijartinên nû kivş bikin. Û çi ji destên wê tê, dike, wekî vê carê kurd nikaribin barajê derbaskin; teqîn, kuştin, binçev kirin…

Bê guman gerek berî gişkî şer bê rawestandin, ev şer ne di berjewendîya kurdan de ye. Ji alîkî mayîn ve, bi bawerîya min di van hilbijartinên pêş me de, gerek partîyên kurdan gişk dengê xwe bidin HDP. Niha êdî dereng e ew pirs bên gotûbêj kirin, pirsa hilbijartina bûye xîreta netewî, divêt kurd gişk dengê xwe bidin HDP. Piştî hilbijartinan paşê ser platformeke netewî gotûbêj bikin.

Başûra Kurdiatanê ber şêmîka şerê birakujîyê ye. Rojnama amêrîkî “Washington Post” dinvîse: “Kurdên Îraqê, her dema bi hêz dibin, şerê hev dikin”. Ev rastîke tal e, lê rastî ye.

Divêt qeyran (krîza) seroketîyê ewqa dirêj nekişanda. Pisporê amêrîkî Prof. Gais Stansfield ser wê bawarîyê ye, ku “Rewşa sîyasî ya Kurdistanê wek rewşa salên 1994-95 an xirab e, dema hêzên kurd dest bi şerê navxweyî kirin.”

Vê carê bibe şerê birakujîyê, cihanê berê xwe ji kurdan û Kurdistanê biguhêze. Dijmin ber derê me ye û em ê şerê hev bikin.

Sîyaseta serokatîya Kurdistanê, ku armanca wê damezirandina Kurdistana serbixwe bû, ne bi dilê gelek dewletên cînar bû. Ew sîyaset usan jî wek sîyaseta seroketîya PDK dihat dîtin. Lê eger Tûrkîya, Îraq û Sûrîya zêde guh ne didan vê pirsê, Îran xwe dixwe, bi tûndî dijî serxwebûna Kurdistana Başûr e.

Ji alîyekî mayîn ve pêşmergên PDKÎ, ku YNK bi salan li Koyê bend kiribûn, hukumeta Kurdistanê rê da wan, wekî derbasî nav axa Kurdistana Rojhilat bibin û dest bi çalakîyan bikin. Vê bûyerê rikberîya Îranê hê mezin kir.

Û Îranê xwest tesîr, bandora ser çendek rêxistinên kurdaye sîyasî dijî PDK û planên Mesûd Barzanî, avakirina Kurdistana serbixwe, pêk bîne. Gava dîtin bi rêyên sîyasî nikarin bigihîjne armancên xwe, dest avêtne perçekirina Kurdistana Başûr. Eger YNK û partîyên îslamî di wê pirsê de xwe didin paş, Gorran ê ew erk hilda ser milên xwe. Eger perçebûn bê xwîn jî be, wê rêya destwerdana dijminan hêsa bike. Di rewşeke usan de, dewletên Rojava jî wê berê xwe ji Kurdistana Başûr biguhêzin.

Em hêvîdarin, ku hevkirina PDK, YNK û PÎY, ji bo damezirandina hukumeteke nû û parastina yekperçeya Kurdistanê, rê li pêşîya destwerdana dewletên der bigre.

Li Rojava Kurdistanê hêzên YPG gihîstne serkevtineke mezin; hema bêjî axa Kurdistana Rojava gişk rizgar kirine.

Pêwendîyên PYD bi hukumeta Beşar Esed re herdem hebûne û niha jî hene. Beşdarbûna Rûsîya ji bo piştgirtina rêjîma Beşar Esed dikare hêvya kurdan bi wan pêwendîyan xurt bike.

Lê bi bawerîya me rewşa Rûsîya aborî wê rê nede demeke dirêj li Sûrîya rikberîya DAY û hevalbendên wê bike. Ne dûre Rûsîya bes Alawîstanekê ji bo Beşer Esed biparêze. Wê demê pêwendîyê kurda ye bi rêjîma Beşer Asad re wê nirxê xwe unda bikin.

Ji alîkî mayîn ve hêzeke pêşmergeyên Rojava, ku li Başûra Kurdistanê dihatin perwerdekirin, niha amade ne derbasî Rojava bibin. Ew hêz wê bibe hevalbenda opozîsîona Sûrîyê, ya ku DAY û dewletên Rojava pişgirtina wan dikin. Usane pêşmergeyên Rojava û YPG wê di du hêzên dijber de şer bikin, ne dû re şerê hev jî bikin. Ev jî xetereke mayîn e.

Em hêvîdar in, wekî di vê rewşa aloz de, serok û sîyasetmedarên kurd dost û dijiminan baş ji hev cihê bikin û bikaribin berjewendîyên gelê kurd biparêzin.

 

Tosinê Reşîd

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev