Tofana Nûh pêxember

Tofana Nûh pêxember

Destpêkê, ba û baran bi hev re keniyan, dû re qêriyan û giriyan. Ji ber ku qêrîn û kenê wan bi tirs û saw bû, kes bi wan ve nehatin û bûne dêliyên malên xwe. Kengî ba û baran mane bi tena xwe, qêrîn û giriyê wan xurttir bû, êdî asîman bi wan ve hat, lê dereng bû. Ji ber ku hêsirên baranê û qêrîna bayî, bi rengekî weha gihiştibûn hev hişt ku newal hêç bibin û çiyayan di hembêza xwe de winda bikin.

Ji xwe, tête gotin ku tofana Nuh pêxember ji ber giriyê baranê û qêrîna bayî bû ku ew jî ji ber şerê di nav wan de bû. Şerê navxweyî tofan rakir û her tişt li ber xwe bir. Lê kengî gemiya Nûh pêxember gihişt çiyayê Cûdî li Kurdistanê, lihevhatinek çê bû û cîhan ji mirinê qurtal bû. Ev ravekirineke, lê heta niha ne zanyarekî û ne jî dîrokniyasekî rave nekiriye, ji bo çi çiyayê Kurdistanê bû cîgeyê qurtalkirina cîhanê. Niha jî, Kurdistan bi xwe, ji ber metirsiya şerê birakujî ketiye ber tofanê. Lê wê tofana vê carê ne ji ber qêrîn û giriyê ba û baranê be, lê wê ji ber hêsir û hawara dayîka kurd be.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev