Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Bê armancên zelal Kurdistan azad nabe!

Bê armancên zelal Kurdistan azad nabe!

Renas Awdal

Bêguman, doza kurdan di dunyayê de yek ji wan dozên aloz e û çareserîya wê jî ne hêsan e. Cihê Kurdistanê yê cografî û sîyasî û perçekirina wê ya bi zorê li gor peymanên navdewletî yên kevnar û dembiserçûyî û hovîtîya dujminên wê bûye sedema wê yekê ku Kurd bi xwe guman bikin ka gelo rojek wê bê ew jî weke miletên dunyayê bibin xwedî ala û xwedî sînorên siyasî û Kurdistaneke serbixwe? Ev pirsek e ku di serê gelek Kurdan de zîz dibe û bê hîvîbûnekê peyda dike.

Sîyasetvanên kurd di vî warî de gelek dîtinên ne zelal û cihê hene. Ew bi xwe jî di qonaxên xebatê yên cuda de nizanin çi dixwazin û newêrin armancên xwe zelal û vekirî bêjin. Ew kesên bê armanc û kurtbîn cardî jî dikarin tibabek miletê xwe bixapînin û serê wan bi gotgotika bişûn û çîrok û beyta sîsebanê bo wan şev û rojan bêjin û bi salan dubare û sedbare bikin. Lê tiştê ku min mendehoş dike, ew e ku miletê Kurd ê hejar bi van çîrok û çîrvanokan zû tên xapandin. Gelo ma ne wext e ku em awirekî li dîrok û serbûrên xwe vedin û hindek dersan jê bigrin?

Ew bi awayekî melûl û bi belengazî daxwaza mafên biçûk ji desthilatên har û hirç û hov weke turk û ereb û ecaman dikin. Dujmin jî ne bersiva daxwazîyên wan didin û ne jî wujdana wan dilive, belko li ser mafên kurdan re gorzên pûlayî li wan diweşînin. Van hovan tiştek nemaye di derheqa miletê kurd de encam nedabin. Gaz lê reşandin, qir kirin, bomba, napalm, agir û şewat bi sedan sal e li hember kurdan berdewame. Mirov dikare daxwaza mafên xwe ji dewletên dêmokrat û xudan dezgeh û sîstemên demokratîk bike. Lê belê mirov bi xebat û têkoşîn û yekîtîyê û armancên zelal mafê xwe bi zorê ji hirç û hovan distîne.

Armaceke zelal wê stratêjîyek din ya xebat û têkoşînê bide pêşiya kurdan. Ewê hem dost hem dujmin neçar bin çokvedin û xwe biçemînin bo mafê miletek wek miletê kurd xwedî ax û dîroka xwe ya xomalî û qorbanîdana têr û tesel bi dirêjîya dîrokê. Ewê dostan neçar bike bejna xwe biçemînin bo rêzgirtin li mafê wan û dujminan jî neçar bike çokvedin û bê dilê xwe û bivên nevên li pêş çavên dunyayê rê bidin azadî û serxwebûna Kurdistanê.

Îro ew armanc li Başûr ji berê zelaltir bûye, lê mixabin partîyên sîyasî yên Kurdistanê xwe di teorîyê de tînin rêza dewletên sedsale, dûsedsale azad û karûxabata dêmokratîk dikin. Lê di praktîkê de nizanin heta malxwêtîyê li mala xwe jî bikin. Ji bilî mezinatî û quretîyê, tu armanceke wan tuneye.

Pêvaajoyeke azadî û serxwebûna Kurdistanê destpê kiriye, lê Xudê neke, ewê wê derfetê nêzîk ji dest bibin, eger zû hişiyar nebin. Xebata dîplomasîya kurdan li tevayê dunyayê pêş ketiye û Kurdan îkonek/peykerek peyda kirîye. Lê mixabin em dibînin ku xebata navxwe; hevgirtin, yekbûn, rêkxistin û leşkeravakirinê, aborî û berhemînanê bi hêlek din ve diçe. Gelo kengê, çi dewr û zemanan hindî/temet îro dostên kurdan ji dujminên wan pirtir bûne? Gelo çima em dibin pêyarîker û yarîkerên lîstikên dujminan? Gelo çima em dixwazin bi van desthilatên nezan û kevneperist re bijîn? Xebat ji bo armancên zelal, Kurdistana azad û serbixwe bi baweriyeke bi hêz bi miletê xwe, wê Kurdan bike xwedîyên Kurdistaneke azad û serbixwe. Ne tirk biratîya me dixwazin, ne ereb û ne ecem bihevrejîyanê dixwezin. Me di dîrokê de pir canan destê biratî û dostanîyê dirêj kirîye, lê wan destê me jêkirîye. Çima em xwe bikin bendewarê wan û ji wan nezanîn û koletîyê fêr bibin? Nexêr, hemû şikil û awayên jiyana Kurdan ji ya wan cudaye. Em dikarin bi serê xwe bîrbikin û welatê xwe ava bikin û weke rohnîya çavên xwe biparêzin.

Lê mixabin îro ew karê ku bizava Goran och tayek ji Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan bi destekkirina partî û sîyasetên li cihê xwe yê yekemîn ji ber nebûn û ne zelalbûna armancên xwe, bi serneketîn, weke Partîya Karkerên Kurdistan PKK û bi piştevanîya Îran û Êraq û desthilata Surîya yê dixwazin serbûra gelê Kurd û Kurdistanê hilweşînin. Ew bi armanc û planên nexişkêşayî vê yekê dikin. Evê qet peywendî bi mana yan çûna serokê herêma Kurdistanê ve nîne. Eger îro serokê herêma Kurdistanê dest ji karê xwe berde, ewê sibe hemû xewin û xiyalên neteweyê Kurd binax bibin. Ji ber ku weke sîyaset van partî û rêkxistinan armancên zelal nîne. Ew bi xwe jî nizanin çi dixwazin. Teqe-reqekî bê armanc û kûrane dikin û nav lê dikin karûxebat bo Kurdistanê ji bo ku bi hêsantir xelkê kurdên belengaz bixapînin.

Armancên zelal û vekirî û bi xwe bawerbûn û ajotina xebateke rast û dirûst, serxwebûn û azadîya Kurdistanê misoger dike.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev