KURDISDTAN DI NAV TEŞKÎLA ÎMPÊRATORÎYA OSMANÎYÊ Û ÎRANÊ DA (sedsalên XVI-XVIIIa)

KURDISDTAN DI NAV TEŞKÎLA ÎMPÊRATORÎYA OSMANÎYÊ Û ÎRANÊ DA (sedsalên XVI-XVIIIa)

Ji berhemên kurdzanên me – 9

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Vê carê me bona we çend beşên din jî amade kirine. Kerem bikin, bixwînin.

Em dixwezin destnîşan bikin, ku eva pirtûka bi zimanê kurdî derneketîye.

Wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

Piştî jihevçûna malbetên tirka yên Kara-Koyunlu û Ak-Koyunlu, welatê kurda dîsa bû meydana berxwedana zor. Şerê di navbera sultanên Osmanîyê, ku di sedsalên XIV-XVa da împêratorîyake bi hêz saz kiribûn, û Sêfêvîda da, ku ji destpêka sedsala XVIa li Îranê bingeh girtibûn, li ser axa Kurdistanê dibû, hey gurr dibû, hey nerm dibû û ew şer hetanî dawîya Şerê hemcihanê yê yekemîn berdewam bû. Armanca sereke di nav şerê wan da perçekirina Kurdistanê bû: pîranîya axa berbi roava zincîra çiyayên Zagrosê kete bin destê Tirkîyê, perça biçûk, ku dikete rohilata Zagrosê, para Îranê ket. Lê sînorê di navbera wan herdu împêratorîya da tu cara nehate kivşkirinê rûyê şera û wan nerazîbûna da, ku di navbera mîrîtîyên nîvserbest (mîrîtîyên Hekarî, Behdînan, Soran, Baban û Erdelan) û milkedarên biçûk da dibûn.

Çavkanîyên sereke

Ji bo lêkolîna dîroka kurda ya sedsalên XVI-XVIIIa diha zef çavkanîyên kardar hene, ne ku di hemû sedsalên buhurî da. Di berhemên gelek xudannivîsên kurda da pir malûmatîyên balkêş û hewaskar hene. Xên ji berhema Şeref xan Bîtlîsî, ku keda xwe ya mezin kirîye di nav dîroknivîsîya kurda ya sedsalên navîn da, gelek dîroknivîsên kurda yên mayîn jî hene, ku di şopa wî da çûne û bi wan dîrokzana va xwesma Kurdistana Erdelanê dewlemend e. Di nîveka duda ya sedsala XVIIIa da li Kurdistana Başûr-Rohilatê di nav kurda da weke deh dîrokzanên kurd yên navdar hebûn.

Berhema pêşin ya dîrokzanîya Erdelanê ew berhema Muhemmed Şerîf Qazî “Zubdet et-teverîx-î Senendec” bûye, ku dîrokzanê bi navê Kurd sala 1800/1801ê xilas kirîye û beşê wê yê XIa “Ser mesela xuliqandina kurda û derheqa welî û mîrên Erdelanê da” derheqa Kurdistana Senedecê (Erdelanê) da ye û yek ji pênc parên berhemê girtîye. Dîroknivîsên Erdelanê yên dû wî ra – Xusrew îbn Muhemmed îbn Menûçîhr, xudanê kronologîyê, ku di salên 1833/1835a hatîye nivîsar, Mah Şeref-xanim Kurdistanî (1805-1847), ku di alîyê demê da di navbera berhema wê û ya Xusrew îbn Muhemmed da bi deha sala hene, Ebdilqadir îbn Rustem el-Babanî, xudanê “Sîyar el-ekrad”ê (sala 1868a), Mîrze Elî Ekba-xan, ku xebata wî ya dîrokî “Hedîkê-yî Nasirîye” di salên 1891-1893a hatîye nivîsar û yên mayîn ji berhema Muhemmed Şerîf Qazî gelek malûmatî hildane wek çavkanî û nivîsên wî wek serkanîyên pêşin bi kar anîne. Berhemên dîroknivîsên Erdelanê bi cûrê dîroknivîsîya farisa ya klasîk hatine nivîsar, di wan da gelek helbest, tevsîrên Quranê hene.

Berhemên dîrokzanên Erdelanê, ku derheqa hukumkirina malbeta Benî Erdelan da nin, bûne bingeh ku berê xwe bidine dîroka derbazbûyî ya herêma Başûr-Rohilata Kurdistanê, ku ji alîyê gelek dîrokzanên paşdemê da wek navbenda êtnosa kurda û çanda kurda hatîye hesibandin. Bûyerên sedsalên XVI-XVIIIa di hemû nivîsên dîrokzanên Erdelanê da hene, lê pir di berhemên Muhemmed Şerîf Qazî da hene.

Di nîveka sedsala XVIIIa li mala mîrên eşîra dumbulîya ya bi nav û deng da dîrokzanekî kurda yê mayîn jî ji diya xwe bû, Edberrezaq-beg îbn Necef-Qulîxan Dumbulî (1762-1827/28). Pirtûka wî, “Tarîx-î danabîlê”, (“Dîroka dumbulîyan”), ku derheqa eşîra dumbulîya da ne û heta niha destxeta wê çap nebûye û li Matênadaranê (1) tê parastinê, di hêla serkanîya derheqa dîroka kurda da pir bi qîmet e.

Berhemên derheqa dîroka kurda ya sedsalên XVI-XVIIIa da di nivîsên dîroknivîsên îranî da jî hene. Kronîka Hesen-beg Rumlu (di sala 1531/32a ji diya xwe bûye) “Ehsan et-tevarîx” derheqa padşatîya qiralên pêşin yên ji malbeta Sêfêvîya da ne û di wê da malûmatî hene derheqa hukumdarên Erdelanê Memûn-begê I, Bîka-begê û Surheb begê da.

Di nav berhemên dîrokzanên îranî da wek serkanîya dîroka kurda pirtûka “Tarîx-’alamara-yî ’Abbasî” (“Dîroka Abbas ya ku cihanê dixemilîne”) cîkî berbiçav digre, ku di salên 1828/1829a da hatîye nivîsar û xudanê wê Îskender beg Turkîman e, ku jê ra Mûnşî (Sêkrêtar) jî dihate gotin. Di wê xebatê da malûmatîyên hewaskar hene derheqa Erdelanê û hukumdarên wê da, himberîhevkirina vêrsyonan, ku kronîstên wan dema raber kirine, bi çîroka xudanê “Tarîx-î alamara-yî Abbasî” pir kêrhatî ne(2). Pirtûka Îskender-beg çavkanîke kardar e bona rast texmînkirina dîroka parastina kela Dimdimê, ku kela Emîr-xan Beredost bû û di destana mêrxasîyê “Xanê Çengzêrîn” da(3) qala wê tê kirinê. Înformasyonên xudanê berhemê derheqa eşîretên kurda da jî gelek hewaskar in û di rêza navê mîra yên salên 1576a û 1628a da navê kurda jî derbaz dibin.

Navê kesên bi dîroka kurda va girêdayî di rûpelên berhema Mîrze Muhemmed Tahîr Qazvînî “Abbasnamê” da jî rastî me tên, ku nasnavê wî Wehîd bû. Ew kronîka derheqa padşatîya şah Abbasê IIa da ne (1642-1666), di salên 1663/64a hatîye nivîsar û di wê da malûmatî hene derheqa mîrên Erdelanê Xalo-xan, Xan Ahmed-xan û Suleyman xan da.

Wek serkanîya derheqa dîroka Kurdistana Erdelanê da berhemên “Nivîsên bîranînê bona padşa”, (“Tazkîrat el-muluk”) jî dikare bê bikaranînê, ku sala 1725a hatîye nivîsarê û derheqa strûktûra serokatîya Sêfêvîda ye di sedsala XVIIa da. Ew pirtûka, ku li ser bingeha dokûmêntên resmî û arşîva hatîye nivîsar, rê ber me vekir bona diha rind haj ji rewş û statûya mîrê Erdelanê di sedsala XVIIa da hebin.

Di sala 1973a bi zimanê tirkî dokûmênteke ecêb çap bûye derheqa dîroka Kurdistana Başûr-Rohilatê, ku xudanê wê Î.Parmeksîoxlu “Testîqkirina hukumê osmanîyê di Îraqa Bakur da û bîranînên Memun-bey” bi nav kirîye. Di wê weşanê da destxeta wê dokûmêntê heye, ku van demên dawî eyan bûye û ew di sala 1577a bi awayê bîranîna hatîye nivîsar û li wira qala sultan Muradê IIIa jî tê kirinê. Ji serkanîyên bi zimanê tirkî hêja ye em kronîka Se’adaddîn Xoce Efendî (1536-1599) jî bi bîr bînin, ku di dem û dewrana Şeref-xan Bîtlîsî da efirandîye, û li wir malûmatî hene derheqa kurda û hukumdarên Kilîsê yên kurd da.

Serkanîke here giring ya derheqa dîroka kurda da, ew “Pirtûka rêwîtîya” (“Sîyaxet-namê”) ya Ewlîya Çêlêbî (1611-1684/85) ye, ku gelek deng daye. Piranîya cildên IVa û Va yên “Sîyaxet-namê” derheqa Kurdistanê da nin, ji ber ku xudanê pirtûkê gelek cara li axa hukumdarên kurda qesidîye, çûye wira. Malûmatîyên derheqa Dîyarbekirê da pir balkêş in, ku xudanê wê di mehên nîsan-gulana sala 1655a çend hevtîya li wir bûye mêvan.

Hema bêje di eynî wextê da tucarekî fransî J.B.Tavernye çûye Bîtlîsê. Di pirtûka wî da, ku derheqa şeş rêwîtîyên wî yên li Tirkîyê, Farizistanê, Hindistanê da nin, gelek malûmatîyên giranbuha hene derheqa mentîqên Kurdistanê da, hukumdarên Bîtlîsê û Erdelanê da, wira ew qala wê yekê dike, ku çawa mîrê Erdelanê Suleyman-xan bi heyteholeke mezin qasidê Vênêsîyayê, ku bûbû mêvanê şahê Îranê, qebûl kirîye û qedirê wî girtîye.

Kurdistan ber şêmîka sedsalên XVa û XVIa

Di dawîya sedsala XVa welatê kurda bi qiralîyet-mîrîtîyên xwe va deng dabû û derheqa wê yekê da di pirtûka “Şeref-namê” da tê gotinê. Di sedsala XVIa da di strûktûra Kurdistanê ya civakî-sîyasî da her mîrîtîyek xwedî taybetîyekê bû û bi dereca xwe va ji hev cuda bûn. Şeref-xan Bîtlîsî qirafetê wê yekê rind anîye ber çavan.

Di nav pênc malbeta da, ku hukumê wan pir bû, cîyê yekemîn malbeta Benî Erdelan tê hesibandinê. Hukumê wê malbetê di dema xurtbûna xwe da hema bêje li ser temamîya Kurdistana Başûr-Rohilatê derbaz dibû: navçeyên roavayê yên Kurdistana Îranê û ew navçe, ku niha bin destê Îraqê da nin. Gorî malûmatîyên kronîstên Erdelanê, malbeta Benî Erdelan di sedsala XIIa da hate ser hukum, pêşî li Şahrîzûrê bingeh girt û zûtirekê mentîqên der-dorên çiyayên Zagrosê jî xiste bin destê xwe. Di nîveka duda ya sedsala XVa, di dema hukumkirina Memûnê Iê, sînorê mîrîtîyê ji alîyê bakur da çemê Zaba Mezin bû, xênji mentîqa Erdelanê, navçeyên Sarûcîk, Kardax, Alan û Şahrîzûr(4) jî bin hukumê malbetê da bûn. Ji cînarên Erdelanê tu kesî nikaribû lingê xwe bi statûya wan ya qiralîyê ra bavêje.

Bi bawerîya Şeref-xan Bîtlîsî di nav sîstêma civakî-sîyasî da cîyê duda da mîrên Hekarîyê ne, ku Mele Mehmûd Bayezîdî nisleta wan bi nav kirîye yek ji sê malbetên Kurdistanê yên here kevin û here bi nav û deng. Nav û dengê eşîreta hekarîya usa bela bûbû, ku navê malbeta serwêr li malbeta Hekarî kirin.

Di destpêka sedsala XVIa hukumê hekarîya li herêma Kurdistana Rohilatê ya çiyayî jî bela bû, ku ew war wilayetên Tirkîya niha – Hekarî, Wan û navçeyên bakurê Îraqê hildigire nav xwe(5). Dîwana mîrên Hekarîyê kela Bay bû li Cûlemêrgê (Çêlêmêrîk). Bi seda sala malbeta hukumdara û temamîya eşîreta hekarîya bûbûne dîreka (darinde) berxwedana kurda. Şeref-xan dema derheqa wê mêrxasîyê da dinivîse, ku wana li Kurdistanê himberî sultanên Ak-Koyunlu nîşan dan, çend xetên wê nameyê wek îzbatî tîne, ku mîrê Hekarîyê Izzedîn şandîye. “Heta ku… Gurgîl, Îmadîya, Bay û kela Sûyê di dest medane, tirsa me {kurda} qet ji we tune, lê çarşevên we di çevê kurda da wek wan perdan e, ku boxa pê didine reqasê”(6).

Di destpêka sedsala XVIa Zahid-beg îbn Izzedîn Hekarî, ku weke 60 sala hukumdarî kiribû, di wilayeta xwe da wek hukumdarekî serbixwe bû.

Malbeta Behdînan ji mîrên Erdelanê û Hekarîyê danedixwar (ji wan kêmtir nîbû), ne bi zanebûnên xwe, ne jî bi hêza xwe va. Navçeyên bakur û bakur-rohilata ji deşta Mûsilê û yên başûrê Hekarîyê – Îmadîye, Dihok, Ekra, Şûş – diketine di nav axa mîrîtîya Behdînanê, ku herweha jê ra qiralîyeta Îmadîyê jî dihate gotin. Di destpêka sedsala XVIa da piranîya axa mentîqa çiyayî, ku dikete bakurê Mûsilê, bin destê mîrên behdînana da bû, sînorê wan yê hêla bakur da qiralîyetên Bohtan û Hekarî bûn, lê sînorê wan yê di hêla başûr da jî qiralîyeta Soran bû. Binecîyên mîrîtîya Behdînanê bi êtnîkî tevlihev bûn û piranîya wan kurd û ereb bûn, lê yên herêmên Erdelanê û Hekarîyê ne usa bûn, piranî kurd bûn.

Malbeta mîrên Behdînana di dawîya sedsala XIIa – destpêka sedsala XIIIa hatine ser hukum. Di dema hukumdarîya mîr Tîmûr û kurê wî sultan Şehruk da mîrê Behdînanê Xeyneddîn hukumdarekî serbixwe bû, “demên bextewar derbaz dikirin, û her tişt [tenê] wek daxaza dilê xwe dikir”(7). Şahên turkmen, ku kelayên Ekrayê û Şûşê xistibûne bin destê xwe, nikaribûn Îmadîyê zevt bikin. Heta destpêka sedsala XVIa jî malbeta mîrên Behdînana bi sîyasî pir bi hêz bûn. Hukumdarê Îmadîyê Hesen îbn Zeyneddîn piştî “ku zora malbeta Ak-Koyunluya bir”, bi reza dilê xwe bi seredana qedirgirtinê hate cem şah Îsmayîl û wira hêjayî hurmeteke pir û layîqî guhdarîya here mezin bû.

Di nav malbetên here bi nav û deng yên Kurdistanê da mîrên Cizîrê, ku serokatî li eşîreta bohtîya dikirin, xwedî cîyekî taybetî ne. Navê wê mîrîtîyê Bohtan bû (bi kurdî – Botan), an jî Cizîra Botan û ew nav ji navê eşîrê dihat û navê çêm jî Bohtan-sû ye, ku serkanîya wî ji çemê Feratê destpê dibe(8).

Di “Şeref-namê” da tenê navê hukumdarê 8a yê ji malbeta mîrên Cizîrê cî girtîye, yê ku di dema Tîmûr da jîye. Gorî kronîka Îbn el-Esîr, mîrên Bohtanê di zûda destbi hukum kirine, wana navê qiralîyê sitendibûn û bin destê wan da gelek kelayên mehkem hebûn. Dîwana wana li kela Atîlê bû (Nîş Atîl), û ewana bi eşîreta kurda ya bi nav û deng Humeydîya ra di nava qal û cengê da bûn(9).

Di nav eşîreta Bohtîya da qebîlên bi dînên ji hev cuda hebûn, ew musulman (sunî û şiî) û êzîdî bûn, û di nav wan da eşîrên navdar jî hebûn, wek dumbulîya û mehmûdîya. Lê dîrokzana bohtîya wek eşîrek didîtin.

Malbeta mîra bi saya eşîra bohtîya bi sîyasî deng da û bi hêz bû. Û, wek ku di wan deman da hatibû qebûlkirinê, hewl da ji xwe ra pêşîyekî bi nav û deng bibîne. Di dema ku ji malbeta mîrê Cizîrê merivê duda hate ser hukum, navê Bohtî guhêrandin û navê Ezîzan li xwe kirin, ku navê mîr Ebd-el-Ezîz bû. Ew malbeta serkarîkir li dû koka pêşîyên xwe çû û gihîşte hetanî serhingê ereba Xalid îbn Ebd-el-Welîd ku delalê dilê pêxember Muhemmed bû.

Lê dîsa jî eşîra Bohtîya wek berê sitûna malbetê bû û ewê bi mêranî ew malbet ji destdirêjayên neyaran diparast. Biryara helkirina pirsên bi mîrata text û tacê hukumdarîyê va girêdayî, di dest eşîretê da bû, kar û bar bi wî şertî dimeşîya, ku eşîret gerekê hindava mîrê malbetê da amin bûya. Eger di dema helkirina pirsa derheqa serekeşîrê da ji derva zordarî hebûya, eşîret bi hevgirtî, bi awakî berk himberî wê yekê derdiket, ber xwe dida.

Di dema Ak-Koyunlu û şah Îsmayîl da hemû emelên dijî mîrîtîyê himberî malbeta serkarîkir û eşîreta bohtîya bûn. Gava turkmenên Ak-Koyunlu ser demekê mentîqên Bohtanê zevt kirin, piranîya giregirên ji serokatîya eşîreta Bohtî hate qirê, lê nonerên malbetê yên mayîn û mîr bi xwe li dervayî axa mîrîtîyê hatine zêrandinê. Ji eşîreta Bohtî – ew kesên, ku piştî êrîşên Ak-Koyunluya sax mabûn – perçe bûn. Nonerekî malbetê Mîr Şeref, ku serokatî li berxwedana himberî Ak-Koyunluya dikir, û di wê demê da “zoraya serkarên Ak-Koyunluya sist bû”, mecbûr bû kar û barê xwe bi wê yekê destpê bike, ku bohtîya bighîne hev û wek ku dîrokzan dinivîse, ewî hemû bohtîyên saxmayî dora xwe civand. Mîr Şeref, ku hêvîya xwe danîbû li ser dilsozîya eşîreta xwe, wilayeta xwe careke din aza kir û di dawîya sedsala XVa – destpêka sedsala XVIa bû hukumdarekî serbixwe.

Di pirtûka “Şeref-namê” da, di nav rêza malbetên Kurdistanê yên bi nav û deng da navên qiralên Hesenkeyfê jî derbaz dibin, ku mîrîtîyê navê wî bajarê Mêsopotamîyayê yê mezin li xwe kiribû. Herêmên Sîîrtê, Bişêrîyê û Erzanê diketine di nav wê mîrîtîyê da. Ew malbet ji sedsala XIVa hukum kirîye û xwe ji malbeta Eyûbîya hesibandîye. Ew yek, ku koka wana dighîje malbeta Saleheddînê navdar, ji bo hukumdarên Hesenkeyfê bûye delîl, ku di bûyerên destpêka sedsala XVIa da roleke berbiçav lîstine û heta dewa wê yekê jî kirine, ku di serokatîyê da pêşengî bikin.

Ev bûyera di “Şeref-namê” da gelekî balkêş e. Di sala 1511a 11 mîrên kurda hatine Xoyê bal şah Îsmayîl, di nav wan da hukumdarên Cizîrê, Bîtlîsê, Hesenkeyfê jî hebûn, ku hatibûn aminaya xwe hindava wî da dîyar bikin. Şah bi her yekî ra cihê xeberda û ji wana dipirsî, ku kê ye serok û pêşîkêşê wan. Hemû mîr du nav didan, mîrê Bîtlîsê Şeref û hukumdarê Hesenkeyfê Melîk Xelîl. Zewaca Melîk Xelîl bi xatûna Sêfêvîda, ku xûşka şah Îsmayîl bû, bi şahîyeke usa heytehol va derbaz bûye, ku hinkûfî padîşahan bû, û ew bi xwe jî, bi gotina xudanê “Şeref-namê”, tam serbixwe bû, di kar û barê xwe da wek padişahekî bû.

Di nav mîrên Kurdistanê, ku navê wan di “Şeref-namê” da derbaz dibe, hukumdarên ji malbeta Soran jî cî girtine. Herêma Erbîlê bin hukumê qiralîyetê da bû. Di dema nivîsara “Şeref-namê” da mîrê Soranê “hukumdarekî bi hêz û navdar bû, û hemû kes – mezin û biçûk, dûr û nêzîk – ji hêrs û berktîya wî saw dikişandin”, lê cînar “ber wî temene dibûn (serê xwe ber ditewandin)”.

Bin destê mîrên Baban da, ku serekên eşîreta bi nav û deng baban bûn, axeke pir hebû û hukumê wan bêsînor bû, wana serokatî li herêma başûrê Zaba Mezin bi navbenda bajarê Şahrbazar (bi kurdî Şarbajêr) dikirin. Di destpêka sedsala XVIa da mîrê Baban, mîr Pîr Budak îbn Mîr Evdal, Sulduz û Lercan zevt kirin û axa xwe fire kir. Di herêmên zevtkirî da wî bi xwe welî kivş dikirin, medalyayên mîr didane wan, bi def û ala va qedirê wan digirt û hurmeta wana wek ya padişa digirt.

Bilî van malbetên mîra, di “Şeref-namê” da navên weke bîst malbetên kurda yên mayîn jî derbaz dibin, ku di dema xwe da serekeşîr bûne. Ew mîrên Xîzanê, Şîrwanê, Sasûnê (Xezo), Çêmîşgêzikê û herêmên mayîn bûne, serekên eşîretên mehmûdîya, pezûkîya, suleymanîya, dumbulîya, beredosta, mukrîya, kelhora bûne, û tevbûna wan di jîyana sîyasî ya welatê kurda da her diçû berbiçav dibû. Ewana jî di dema xwe da pir bi hêz bûne û carna statuya wan ya hukumdarên serbixwe bû, wek mînak mîrên Xîzanê usa bûn, lê Çêmîşgêzikê ra, ku piranî eşîra malkişî lê dima û bin hukumê wan da 16 herêm û 32 kela hebûn, digotin Kurdistan(10).

Di “Şeref-namê” da dîroka malbeta mîrên Bîtlîsê cîkî mezin digre, ku xwedîyê pirtûkê bi xwe jî ji wê eşîrê ye. Ew malbeta serkarîkir di nav malbetên mayîn da wek malmezin dihate hesibandin. Di sala 1597a xudanê “Şeref-namê” ser wê bawerîyê bûye, ku ewê malbetê 760 sala hukumdarî kirîye. Siyanet û hurmeta mîrê Bîtlîsê pir bilind bû. Xudanê pirtûka derheqa serketinên Tîmûr da Şerefeddîn Elî Yazdî hukumdarê Bîtlîsê Hecî Şeref bi nav kirîye wek merivê herî maqûl û zane di temamîya Kurdistanê da(11).

Malbeta mîrên Bîtlîsê heta di dema sistbûna xwe ya demkurt da jî nav û hurmeta xwe unda nekiribû. Wek mînak, di dema Uzun Hesen da Bîtlîs 20 sala bin hukumê wî da bû, lê bi rastî serekeşîrê rûzakîya (rojkîya-N.W.) mîr Şah Muhemmed dihesibandin. Gava Şeref xan derheqa hatina wî ya li paytextê mîrîtîyê da bi bîr tîne (di dema ku ew ji ser text avîtibûn), ew îzbatî bi vî awayî qîmet dike: “bi seredana [xwe] ya di meha tebaxê da, ewî ji Bîtlîsê ra hurmet û sîyanet anî”.

Di wan dema da hurmeta kalikê Şeref xan Bîtlîsî – mîr Şeref (1485-1533/34) jî gelek bilind bû. Hukumdarên Hekarîyê, Bohtanê, Hesenkeyfê û “mîrên Kurdistanê yên mayîn, ku qedirê wan di nav milet da pir bû, hatine dewata kurê wî, li mala wî bûne mêvan”. Piştî şahîyê mîr Şeref razîbûna xwe da mêvanên xwe yên qedirbilind û ji wan ra oxira xêrê xwest.

Hukumdarê Bîtlîsê mîr Şeref gelek cara di dema nerazîbûnên di navbera mîrên kurda da bûye navçîgar (orteçî), axên zevtkirî ji dest zordesta hildaye, li xwedîyê wan vegerandîye, carekê erdê zevtkirî ji dest mîrê Bohtanê jî girtîye û daye xwedîyê wê, ku ji melîkê Hesenkeyfê navça Sîîrtê zevt kiribû. Gelek kes derheqa aqilmendîya mîrê Bîtlîsê da nivîsîne, ku ji dawîya sedsala XVa hetanî destpêka sedsala XVIa mîrîtî kirîye. Û tiştekî text-bext (tesedûf) nîne, ku dema şah Îsmayîl ji mîrên kurda yên hebskirî pirsîye, ku serokê wan kî ye, wana gişka jî navê mîr Şeref – hukumdarê Bîtlîsê, dane. Kalikê Şeref xan Bîtlîsî di destpêka sedsala XVIa da sîyasetmedarekî kurda yê bi nav û deng bû.

Dema sala 1514a mîr Şeref ji hebsa şah derket, 20 “mîr û hukumdarên Kurdistanê” piştgirîya wî kirin û gişk jî ser wê bawerîyê bûn, ku ewî mîrîtîya malbetê heq kirîye.

Pêşîyên Şeref xan sê cara de’wa statuya serbixwe kirine, xudanê “Şeref-namê” bi çavê xwe pere-diravên bi navê hukumdarên Bîtlîsê – Muhemmed îbn Şeref, Şeref îbn Muhemmed û Şemsedîn îbn Zîyaaddîn dîtine. Evê dawî di sedsala XVa da – “Di demên wan tevlihevîyan, ku rûyê turkmena da pêşda hatibû”, diravên bi navê xwe derxistin û ferman dabû bi navê wî xutba Cumayê (roja înîyê) bê xwendinê. Diravên, ku zêrkildayî û zîvkildayî bûn, û navê wan pera “şemseddînî” bûn, di dewrana xudanê “Şeref-namê” da di hemû bajarên Kurdistanê da deng dabûn. Bi gotina wî, malbetên bi nav û deng ew wek nivişt xwedî dikirin “ji bo li ser tevaya welatê kurda bextewarî were”.

Gorî Şeref xan Bîtlîsî her pênc malbet jî bi demê ra xutbe dixwendin û bi navê xwe dirav derxistibûn û perça wê pirtûkê ya bi sernivîsara “Hukumdarên mezin da” derheqa wê yekê da ne(12). Di rastîyê da jimara malbetên usa pirtir bûn. Hema bêje her malbeteke serkarîkir, ku xwedî potensiyala eskerî û sîyasî bû, derheqa serxwebûna xwe da îlan dikir.

Dîrokzana derheqa dîroka mîrîtîyên kurda da cuda-cuda nivîsîne. Hineka ji wan ra gotine “qiralîyet”, “padşatîyên nîvotonom”, “dewletên biçûk”, “qiralîyetên ne mezin”(13). Di demên dîroka xwe ya anegor da ew nav li wan dihatin. Di sedsala XVIa da mîrîtîyên Kurdistanê wek dewleta bûn, bi hemû struktûrayên xwe va. Bi mesela hukumdarên mîrîtîya Erdelanê em dikarin bêne ser wê bawerîyê, ku mîrên kurda xwedî organên xwe yên rêvebirinê bûn, esker û ordîyên wan hebûne. Di nav sînorên qiralîyetê da serleşker, dadkir (muhamî), admînîstrator û milkedarên wan hebûn. Û di her dewranekê da pirsên serkarîkirin û birêvebirina mîrîtîyê gorî hêz û rewş û demê pêk dihat. Hema bi wî awayî jî pirsa milkedarîyê dihate helkirinê. Gorî sistbûna dîwana navbendîyê milkedarî ji destekî derbazî destekî mayîn dibû. Wek mînak, li mîrîtîya Hekarîyê cûrê ku bi şertekî bibine xwedî ax û milk, tunebû. “Eger usa dibû, ku hinek qirala wilayetên wan zevt dikirin, ew wek milk dikete destê wan”(14), an jî bê tu şert û qirara dibû arzîtîya wan (malê wan).

Mîrîtî û eşîretên kurda di hêla çareserkirina pirsên civakî-sîyasî da carna tengasî didîtin, lê di welatê kurda da di hêla malhebûnî û sîyasî da tevlihevîyeke berbiçav tunebûye. Di mentîqên kurda da rewşa civakî-sîyasî û ya aborî ji hev kêm dihatine cudakirinê. Jîyana sîyasî hema bêje bi awakî dimeşîya, paşeroja malbetên serkarîkir jî kêm ji hev dihatine cudakirinê. Sînorên axa mîrên Bohtanê, Bîtlîsê, Hekarîyê, Erdelanê û mîrîtîyn mayîn tu cara ber wan kesa nehatine girtinê, ku xwestine xwe ji qeza-belayê xilazkin, an jî di herêmên wan da rewşa sîyasî xirab bûye û bi mecbûrî xwe li riya revê girtine(15). Gelek dîrokzan qala wê yekê dikin, ku nûçe û deng û besên nû di nav kurda da gelek zû belav bûne. “Kurdistanê da tenê çend sehet lazim in, ku temamîya welêt bikele”.

Xwesma ji bo koçera sînor tunebûn, riya çûyîn-hatinê ji wan ra vekirîbû. Eşîretên koçer rind haj ji rê û dirbên warên xwe hebûn. Mîra nikaribû wana ji rê derxin, an pêşîya wan bigrin. Di şertên Kurdistana çiyayî da, eger riya koçera bihata girtin, an jî ji bo wan asteng bihatana çêkirinê, ewê bibûya sebebê pevçûn û xiringêleya, ewê ji bo mîrîtîyê û ji bo emirê koçera qezayên cuda-cuda saz bikira. Wan koçera bi hilgêr-dagêra xwe va mentîqên kurda dikirin wek mêkanîzmeke malhebûnî ya hevgirtî, ew bi aborî bi hevdu ra dihatine girêdanê.

Di sedsalên XVI-XVIIIa da û berê jî pêvajoya birêvebirina jîyana malhebûnî bi destî kar û xebata wan kesan pêk dihat, ku ji gunda diçûne zozana, ji jîyana deştî an jî riatî xwe li heywanetxwedîkirina bi awayê koçerîyê digirtin. Prosêsa eksî wê jî dibû, û ew bi wê yekê va girêdayî bû, çika Kurdistan piştî êrîşeke nû dîsa di nav kelefan da dima, an rewş mithîm (stabîl) bûbû. Mîrîtîyên Kurdistanê bi awakî six (kîp) bi hevdura girêdayî bûn. Di demên sereke da serokên sîyasî destpê dikirin ji navê temamîya kurda dipeyivîn. Mîrê Hekarîyê hema bi wî awayî jî kir, gava ji navê hemû kurda berbirî sultan Ak-Koyunlu bû, lê ne ji navê kurdên Hekarîyê, an jî Îmadîyê: “Heta kelayên zexm di dest me da nin, tirsa me – kurda, hîç ji we tune”.

Di dawîya sedsala XVa – destpêka sedsala XVIa di welatê kurda da bîna hevgirtinê dihat (ew ji ketina Ak-Koyunluya bû). Dijminatîya herdemî bere-bere nermtir dibû û mêla milet berbi wê yekê bû, ku serokekî hilbijêrin û heta ew kes jî hazir bûn hukumê wî nas bikin, yên ku berê hukumê tu kesî nas ne dikirin. Wana dixwest mîrê sereke hilbijêrin û derheqa wê yekê da di “Şeref-namê” da awa hatîye nivîsar. “Hemû mîr û hukumdarên Kurdistanê” ser wê bawerîyê bûn, ku hukumdarê Îmadîyê dikare bibe mîrê mezin, ji bo kar û barê xwe berbirî wî dibûn, û zûtirekê mîrê Îmadîyê “di nav kesên wekehev da” ser gişka ra ket. Hukumdarê Hesenkeyfê Melik Xelîf jî dikaribû bibûya mîrê mezin, lê ew yek bi şerê Sêfêvîda bi Osmanîya ra betilî.

Çavkanî:

  1.  A.D.Papazyan. Novîyê îstoçnîkî po îstorîî kûrdskogo naroda. – Stranî î narodî Blîjnego î Srednego Vostoka. VII. Kûrdovêdênîe. Serkanîyên nû derheqa dîroka gelê kurd da. – Welat û miletên Rohilata Nêzîk û Navîn, cilde 7, Kurdzanî.Yêrêvan, 1975.
  2.  Xûsrav îbn Muxammad Banî Ardalan. Xronîka. (Îstorîya kurdskogo knyajêstvo doma Banî Ardalan). (Dîroka Mîrîtîya kurda ya malbata Benî Ardelan). Bikaranîna destxeta, wergera ji farisî, pêşgotin û serkanî yên Y.Î.Vasîlyêvayê. M., 1984, rûpel 74-78.
  3.  O.C.Calîlov. Kûrdskîy gêroîçêskîy êpos “Zlatorûkîy xan”. Destana kurda ya mêrxasîyê “Xanê Çengzêrîn”. M., 1967.
  4.  Y.Î.Vasîlyêva. Yûgo-Vostoçnîy Kûrdîstan v XVII – naçalo XIX vv. Kurdistana Başûr-Rohilatê di sedsala XVIIa – destpêka sedsala XIXa da, rûpel 11, 33, 114-115.
  5.  M.M. van Bruinessen. Agha, Shaikh and Stat, p.175.
  6.  Şaraf-xan îbn Şamsaddîn Bîdlîsî. Şaraf-namê. Cilde 1, rûpel 204.
  7.  Dîsa li wir, rûpel 158, 169.
  8.  Axmêd Xanî. “Mam î Zîn”. (Ahmedê Xanî “Mem û Zîn”). Bikaranîna têkstê, wergera rûsî û nivîsarnasî yên M.B.Rûdênkoyê. M., 1962, rûpel 63, 86, 120, 206.
  9.  N.Elîseeff. Ibn Umar, Djazirat. – El 2, vol. III, p.961.
  10.  Şaraf-xan Bîdlîsî. Şaraf-namê. Cilde 1, rûpel 42-44, 180, 184, 213, 221, 266, 329, 451.
  11.  Şarafaddîn Alî Yazdî. Zafar-namê. Cild 1, Kalkûtta, 1887/88, rûpel 686.
  12.  Şaraf-xan Bîdlîsî. Şaraf-namê. Cilde 1, rûpel 146, 422, 436, 454, 471, 472.
  13.  Y.Î.Vasîlyêva. Yûgo-Vostoçnîy Kûrdîstan v XVII – naçalo XIX vv. Kurdistana Başûr-Rohilatê di sedsala XVIIa – destpêka sedsala XIXa da, rûpel 113-114.
  14.  Şaraf-xan Bîdlîsî. Şaraf-namê. Cilde 1, rûpel 153.
  15.  Zûbdat at-tavarîx-î Sanandacî. – Destxeta ji koleksyona M.Mukrî, lîsta 34a.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev