Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Rya teze: Dengê kurdên Kafkasyayê

Rya teze: Dengê kurdên Kafkasyayê

Hêmin Dildar

Nûnerê BasHaber/BasNûçe yê Enqerê

Rya teze yekemîn rojnameya kurdî ye ku bi tîpên latînî hatiye çapkirin. Di 1’ê Nîsana 1930’î de li Erîwanê bi alfabeya kurdî ya Ereb Şemo û Îsahak Marogûlov ku di sala 1928’a de bi biryara dewleta Sovyeta hatibû amade kirin, li Sovyetê derçû. Rojname di destpêkê dehrojkî bû û bi çar rûpelan derdiket. Bi vî awayî Rya teze beriya kovara Hawarê ya Celadet Elî Bedîrxan dest bi belavbûnê kir. Her wiha rojname bi kurdiya kurmancî derdiçû û weke rojnameya herî temendirêj a kurdî tê zanîn. Rya teze heta hilweşandina Sovyetistanê di sala 1992’a de dengê kurdên Sovyetistanê bû û niha jî dengê kurdên Ermenistanê ye. Rya teze bi tevayî ji 50 salan zêdetir ji aliyê dewletê, weke organa Komîtêya Navendî ya Partiya Komûnîst ya Ermenîstanê, parlamênê û hikumeta komarê bi fermî hate weşandin û niha jî bi awayekî serbixwe weşana xwe didomîne.

Rya teze heta demeke dirêj li Ermenistanê yek ji çar rojnameyên sereke yên Ermenistanê bû. Bi desthilatdariya Josef Stalîn a li Sovyetîstanê derçûna rojnameyê ji sala 1937’an heta 1955’a hate rawestandin. Piştî mirina Stalîn di sala 1955’an de Rya teze dîsa dest bi weşangeriya kurdî kir. Rya teze ya ku di sala 1955’an de dest bi weşanê kir êdî bi tîpên kîrîlî ku ji aliyê Heciyê Cindî ve hatibûn amadekirin derçû. Mîroyê Esed demeke dirêj ji sala 1955’an heta 1989’an berpirsiyariya rojnameyê dikir.

Dibistana edîban

Rojnamya Rya teze li ser rojnamegerî û hişyarkirina hestên netewî yên kurdî tesîreke mezin kir. Li gel tesîr û hişyariya neteweyî rojname ji nivîskar û şairên kurd ê wê serdemê re bû weke nûsîngehekê û gelek nivîskar û şair mezin ê kurdî di rojnameyê de gihiştin. Qaçaxê Mirad, Şekroyê Xudo, Xelîlê Çaçan, Babayê Keleş, Têmûrê Xelîl, Tîtal Mûradov, Elîyê Evirehman, Egîtê Xudo, Hesenê Qeşeng, Prîskê Mihoyî, Rizganê Cango, Porsora Sebrî, Tîtalê Efo, Karlênê Çaçanî, Şerefê Eşir, Egîtê Abasî, Paşayê Erfût, Letîfê Emer, Emerîkê Serdar, Gayanê Hovhannîsyan û gelek nivîskar û edibên din di vê rojnameyê de xebitîn û keleporeke mezin a kurdan anîn pê.

Jiyana kurdewarî hebû

Rojname niha jî weşana xwe didomîne. Li gor zanyariyan ji ber rewşa aborî carcaran weşana rojnameyê tê rawestandin û dernakeve. Her çend rewşa nebaş a aborî rê li ber wê yekê girtibe ku weaşana rojnameyê hin caran bisekine jî kedkarên qedîm ê rojnameyê li ser belavkirina zanîn û zanistê berdewam in. Nivîskar û rojnameger Têmûrê Xelîl demeke dirêj di Rya teze de kar kiriye û niha edîtoriya malpera www.riataza.com ê (versyona kurdî) dike ji Basnûçeyê re axivî. Nivîskar û rojnameger Têmûrê Xelîl li ser kelepora Rya teze, tesîra rojnameyê û halê dawî yê rojnameyê hin agahî dan û eşkere kir ku dema Rya teze çap û belav dibû li Erîvanê û li Sovyetîstanê jiyaneke kurdewar hebû. Her wiha Têmûrê Xelîl amaje bi wê yekê jî kir ku li gel Radyoya Erîvanê şanoyên kurdî jî bi rêve diçûn. Têmûrê Xelîl bal kişand ser tesîr û jiyana serdema Sovyetîstanê a kurdan û wiha berdewam kir: “Berhemên gelek kesên helbestvan, nivîskar di rojnameyê de çap bûn. Hêdî hêdî nivîskarên me gihiştin bi destê wê rojnameyê, komela hebûn, tiyatroya kurdî hebû, jiyanek kurdevarî li welatê me hate bi cîh kirin. ”Di berdewamiya axaftina xwe jî de Têmûrê Xelîl amaje bi wê yekê jî kir ku kurdên Sovyetîstanê derfetên ku bi dest xistine gelekî baş bikaranîne û kirine ku lîteraturekê ava bikin. Her wiha Xelîl da zanîn ku lîteratura wan li Sovyetîstanê ava bûye û ew ne malê kurdên Sovyetîstanê tenê ye, lê ew malê hemû kurda ye.”

Kêşeya aborî heye

Li hêla din Xelîl da zanîn ku li ser wan berheman lêkolîn jî tên kirin û wiha domand: “Hikumetê jî bi xurtî alîkarî dikir, ji bo ku kurd karibin çand û adetên xwe pêşve bibin. Ew alîkarî ji bo kurdên Sovyetê bûn. Me bingehek çê kir, lê ew bingeh kurdên derveyî Ermenîstan,ê yanî dervayê Sovyetê nikaribûn bi kar bianîna. Hat dîtin ku me karekî pir mezin kiriye û niha gelek kar û lêkolîn li ser wan tê kirin. Tevahiya kurdên Kurdistanê edî dikarin berhemên me û radyoyên me, Tiyatroyên me karê bibînin. Ev tevahî bûne mulkê hemû kurdan, ne tenê kurdên Sovyetê. ”Di berdewamiya axaftina xwe jî de Xelîl bal kişand ser rewşa niha ya rojnameya Rya teze û da zanîn ji ber kêmasî û nebûna derfetan rojname dernakeve û piştî hilweşîna Sovyetîstanê hikûmetê jî piştevaniya li rojnameyê birîye. Her wiha Xelîl ragihand ku rojname her ji çend mehan derdikeve û aboriya Ermensîtanê jî zêde ne baş e û nikare alîkariyê bide rojnameyê.

Riataza.com di şopa Rya teze deye

Xelîl li ser rewşa kambax a kurdî û weşanên li Sovyetîstanê jî rawestiya û wiha got: “Ew alîkariya ku dewletê dida rojname û radyo û dersên zimanê kurmancî ew aniha hema-hema qut bûne. Alîkariya li me nemaye. Berê me hefteyê de du caran çap dikir, aniha rojname ancax ji sê çar mehan carekê çap dibe. ”Niha çanda me ya kurdî li dibistanê ketiye rewşekî wisa, ku ne hikumeta Ermenîstanê dikare alîkarî bike û ne jî Kurdistan alîkarî dike, yanî em li rastê manê. Ew rojnameya nêzîkî 85 salan e çap dibe. ”Nivîskar û rojnameger Têmûrê Xelîl li ser weşana malpera www.riataza.com ê jî rawestiya û da zanîn ku ew malper jî ew ê bibe dibistaneke mezin ji bo kurdiyê û ew ê geşedaneke nû bide destpêkirin. Xelîl li ser proseya malperê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Ew malper nûh dest pê kiriye, navend li Moskovayê ye. Di karê dibistanê, karê rojnamegeriyê, nivîskariyê de gelek kes hene ku wî karî bikin. Me du meh e dest pê kiriye û malpera me kurdî û rusî ye û herkes dikare bixwîne. Ez li ser wê baweriyê me ku kurmanciya wê jî gelek xurt e. Di malperê de radyo jî heye. Dimîne yên ku di hêla nivîskariye de zana ne alîkariya me bikin. ”Her wiha Xelîl da zanîn ku wan dest bi belavkirina miqale û babetan kiriye û ew amadekariyên televîzyonekê jî dikin û ew ê televîzyonekê jî vekin. Xwînerên BasNûçeyê jî dikarin ji ser lînkahttp://riataza.com/ babet, geşedanên li ser edebiyat û civaka kurdên Kafkasîyayê, Rûsîyayê û Kurdistanê bixwînin.

Di wêneyê da: herfrêzê rojnameyê Egîtê Abasî li çapxaneyê hejmara rojnameyê ya nûderketî dişopîne.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev