Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Şagirta koma şeşan, keça kurd Yêlêna Yûrî Nebîyêva bû serketîya Pêşbirka Navnetewî

Şagirta koma şeşan, keça kurd Yêlêna Yûrî Nebîyêva bû serketîya Pêşbirka Navnetewî

Encamên Pêşbirka Navnetewî, ku çend mîlyon şagirtên ji zêdeyî 80 welatan tev lê bûn, eşkere bûn. Di nav serketîyên pêşbirka sala 2015an da keçeke kurd a 12 salî Yêlêna Yûrî Nebîyêva jî heye.

Hemcivîna zaran ya êkologîyê ya navnetewî ”Cihana kesk 2015” bi înîsîatîva Tevgera zaran ya êkologîyê ya Hemrûsîyê di goveka bernameya Navnetewî ya bi navê ”Dîyaloga kûltûran: ji naskirinê heta qedirgirtinê” bi piştgirîkirina rêxistinên Rûsîyayê û welatên der yên dewletên civakî, zanyarî û kûltûrî hate derbazkirinê.

Armanc û daxwezên hemcivînê:

-piştgirîya pêşdabirina daxweza zaran û ciwanan ya di hindava edebîyetê bikin bi riya, ku wana bikine nava karê efrandarîyê;

-alî zaran û ciwanan bikin bona ew bikaribin bi riya hunermendîyê fikira xwe bêjin derheqa efrandinên edebîyetê da;

-niştecîyên genc yên cihanê fêr bikin, ku ew bi riya efrandinên edebîyetê ji tebîyetê hiz bikin, miqatî lê bikin;

-zaran û ciwanan wisa perwerde bikin, ku ew qedirê qîmetîyên ku mirovatîyê saz kirine, bigirin, bona parastina dewlemendtîyên kûltûrîyê û tebîyetê;

-ciwanên cihanê wisa perwerde bikin, ku ew qedirê kûltûra êkologîyê bigirin û bi aktîvî tevî çareserkirina wan pirsgirêkên global bibin, ku ber mirovatîyê sekinîne.

Serketîyên Pêşbirka Navnetewî ya bi navê ”Jîyana daristanê û qedera mirovan” ya foruma zaran ya êkologîyê ya bi navê ”Cihana kesk 2015”

Derheqa dayîna navê ”LAUREAT”ê Pêşbirka Edebîyetê ya Navnetewî derbarê bedewîyê û pirsgirêkên êkologîyê yên warên ber dilê me ezîz, herwiha derheqa wan mirovan da, ku tevaya jîyana xwe dane parastina tebîyetê ”Jîyana daristanan û qedera mirovan” ya foruma Navnetewî ya zaran ya bi navê ”Cihana kesk 2015” û derheqa xelatên îsalin yên edebîyetê hatine dayîn.

Gorî xala derheqa derbazkirina Hemcivîna zaran ya êkologîyê ya Navnetewî ya 13an bi navê ”Cihana kesk 2015”, ku girêdayî Sala edebîyetê li Rûsîyayê ye û anegorî encamên xebata jurîya pêşbirkê ya derheqa bedewîyê û pirsgirêkên êkologîyê, herwiha derheqa wan mirovan da, ku jîyana xwe dane karê parastina tebîyetê ”Jîyan ji bo daristanan û qedera mirovan”, navê ”LAUREAT” (SERKETÎ) bi dîplomê va bidine wî kesî, ku di pêşbirkê da bi ser ketîye:

YÊLÊNA YÛRΠNEBÎYÊVA – Rûsîya

M.V.Mêdvêdêva, seroka serwêrtîya OODÊD (Tevgera Hemrûsîyê ya zaran ya civakî ya êkologîyê) ”Cihana kesk”

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev