BÛYARÊN DAWÎ Û GORRAN

BÛYARÊN DAWÎ Û GORRAN

Tosinê Reşîd

Herêma Kurdistanê di demên dijwar re derbas dibe. Herêm rû bi rûyî şerê Daîş bûye ku xercê wî şerî êdî ji 600 mîlyon dolarî derbas bûye. Di wî şerî de Herêma Kurdistanê êdî bêtirî 1400 şehîd û 7 hezar birîndar dane. Kurdistan 2 mîlîyonî zêdetir penaberên der û hundur dihewînê, ku di vê rewşa aborî de pirsgirêkeke mezin e. Ketina nirxê pêtorêlê û nedana beşa Kurdistanê ji bûcêya Îraqê, pirsgirêkan mezintir dikin.

Di vê rewşa giran de hukumata Herêmê nikare mûçeyên xelkê di demê de bide, heta mûçêyên pêşmêrgan jî dereng dimînîn. Bê guman ev rewş tesîrekê xirab ser xelkê dihêle. Gelê Kurdistanê çiqwes jî bînfireh be, lê her tişt sînorê wî heye. Nedîyarîya pirsa serokê Herêma Kurdistanê jî rewşê giran dike. Lê dîsan jî gelek deveran xelkê Kurdistanê bi aramî dengê xwe digihîne hukumata Herêmê.

Lê li Qeladiza, Kelerê û çend deverên parêzgeha Silêmanîyê ye mayîn ji bo nedana mûça xelk derket xwepêşandanan. Ev jî mafekî rawe ye, lê gava berê vî xelkî dane ofîs û malên alîgirên PDK, dest bi tundûtûjîyê bû, her tişt ji bin kontrolê derket, kuştî û birîndar jî hene.

Gor bawerîya gelek çevdêran û nonerên PDK, piş van bûyaran rêxistina Gorran e. Gelo ev çiqwes rast e, em nikarin bêjin, lê dikare usan be.

Hêzên PDK rê li pêşîya serokê parlamêntê, ku ji Gorran e, girtin û çend rojan nehîştin vegere Hewlêrê. Serokê wezîran 4 wezîrên ji Gorran ji kar avîtin. Bi bawerîya me ev jî biryarên ji demê zûtir bûn.

Gava ez van bûyaran dibihêm, bûyareke salên çûyî tê bîra min.

…Sala 2005 an ez li Silêmanîyê beşdarî fêstîvala “Gêlawêj” bûm. Êvarekê jî Noşîrwan Mistefa, hingê cîgirê yekemîn yê sêkrêtarê YNK giştî, Celal Telebanî, em çend kes vexwendin mala xwe. Hingê hê Herêma Kurdistanê du îdare bûn, PDK li Hewlêrê û Duhokê, YNK jî li Silêmanîyê hukumdar bûn. Lê gotûbêjên ser yekkirina herdu herêman germ bûn. Û Felat Dilgeş, nivîskar û lêkolînerekî ji Bakûr, pirsek da Noşîrwan Mistefa: “Gelo kingê herdu îdareyê bibin yek?” Noşîrwan Mistefa hinekî bêdeng ma, paşê kulma xwe li masê xist û bi hêrseke ku nikaribû bifetisîne, got: “Heta malbeta Barzanî hebe, em nabin yek!” Ev yek ji me re bû şok, demeke dirêj gişk bêdeng bûn û Noşîrwan Mistefa mijara gotûbêjê guhast. Lê min bi xwe êdî tiştek ne dibihîst; “Çiqwes kîn û eynat gerek di dilê vî camêrî de hebe, wekî nikaribe ber mêvanên nenas jî xwe ragre?”

Noşîrwan Mistefa û hevalbendên wî ji YNK cihê bûn û bizava Gorran damezirandin, ji ber ku ew dijî hevpeymanîya rêvabirinê ye stratêgî, ya di navbera PDK û YNK de bûn.

Piştî hilbijartinên sala 2013 an, gava pirs hate holê, wekî serokê parlamêntê û çar wezir ji bizava Gorran bûna, ew ser daxweza PDK bû û bêyî dengên parlamêntarên PDK nonerên Gorran nikaribûn bibine xwedîyê tu kursîyan. Lê çawan tê xuyayê, kîn û eynata dijî PDK hê jî bal hinek rayedarên Gorran maye.

Bê guman li vir rola Îranê jî heye. Îran her tiştî dike, wekî pirsa serxwebûna Kurdistanê nekeve mijarê, çawan baştirîn asteng ser wê rê perçekirina hêzên kurdan û heta perçekirina Herêma Kurdistanê ji xwe re kirîye armanc.

Mala Xwedê ava, ew yek wê ji wan re li hev neyê. Vê rewşa dijwar de YNK rê li pêşîya wan plana girt û ji PDK re bû pişt.

Em hêvîdar in, ji wan re li hev bê aramîyê û aşîtîyê vegerînine Herêma Kurdistanê.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev