Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Mêrxasekî Kurdên Gurcistanê: KEREMÊ ANQOSÎ

Mêrxasekî Kurdên Gurcistanê: KEREMÊ ANQOSÎ

“Vira Tbîlîsî, Radyoya Gurcistanê, Radyoya Duduyan. Bernama Ronkayî. Weşana deng û behsan û sazbendîya bi zimanê kurdî… Radyoguhdarêd hêja, niha guhdariya deng û behsên hefteyê bikin.”

Hîmdar û danerê Radyoya kurdî li Gurcistanê Keremê Anqosî, ji 1978-an heta 2004-an, di Beşê Kurdî yê Radyoya Gurcistanê de kesê sereke ye…

Piştî girtina radyoyê bo maweya sê salan, dawiya sala 2007-an, bi navê ‘Radyoya Ronkayî’ careke din dibêje; “Dema we xweş guhdarên ezîz!”

29-ê îlona 2012-an, Beşê Kurdî 35 saliya xwe pîroz kir. Radyoya Kurdî di nava civaka kurdên Gurcistanê de yek ji wan sazî û dezgehan e ku xwedî qedir û qîmeteke mezin e. Ji ber vê yekê civaka kurdên vî welatî hurmeteke mezin nîşanî Keremê Anqosî dide.

“Dê û bavê min xelkê Wanê ne, ji gundê Seydîbegê”

Keremê Anqosî, sala 1937-an li Tbîlîsîya Gurcistanê, di maleke penaberên Bakurê Kurdistanê de ji dayîk dibe… Ew bixwe, wekî piraniya kurdên Gurcistanê ji malbateke kurdên êzîdî ye.

“Dê û bavê min xelkê Wanê ne. Ji Tirkîyê, ji gundê Seydîbegê. Eşîra me êzdiyên welatê Wanê û welatê Qersê, mecbûr man terka cihê xwe, welatê xwe bikin û derbasî Qefqasyayê bibin. Yanî derbasî Ermenistanê û Gurcistanê bûn. Ew her du dewlet wî çaxî di bin deste Împaratoriya Rûsan de bûn. Vêca pêşiyên me jî, êl û eşîrên me xwe avêtin hewara Rûsan. Paşê jî hatin li vir bi cih bûn. Piştî wê yeke Hikûmeta Sovyetê hate îlankirin û sînorê di navbera Sovyetê û Tirkîyê de hate girtin. Lewma jî mezinên me êdî nikaribûn careke din vegeriyana cihên ku jê hatine… Lê bêriya gundên xwe, beriya çiya û zozanên xwe, bêriya kaniyên xwe, hewa xwe dikirin û vê bêrîkirinê bi xwe re birin heta gorê…”

“Di zarokatiya xwe de em hemû birçî bûn, em hemû rût û tazî bûn!”

“Ez sala 1937-a 10-ê cotmehê, yanî meha 10-an ji diya xwe bûye. Halê me wî çaxî zehf xerab bû. Min çend xwîşk û birayên xwe winda kirin. Lê Xwedê hez kir, ez sax mam. Jixwe ez bixwe li Tbîlîsîê ji diya xwe bûme. Ehle vê derê me. Tevî civata gurcan, rûsan, ermeniyan, eceman û asûriyan ez mezin bûm. Min bi tevahî zimanê wan zanibû. Em dost bûn, me hevaltiya hev dikir. Em hemû birçî bûn! Em hemû jî rût û tazî bûn! Çênabe em bibêjin, kurd tenê birçî bûn. Solê me, halê me tunebû. Temamiya miletê Sovyetê, beriya Şerê Alman, beriya Şerê Hîtler, hemû jî di tunebûnê de bûn.”

Keremê Anqosî ji roja destpêkirina jiyana dibistanê heta dawiyê xwendineke serkeftinî kiriye. Sala 1956-an, li bajarê Tbîlîsîyê dibistana navendî bi madalya zêrîn temam dike û dikeve çavên hemû mamosteyên xwe.

“Mezin û pismamên min nexwendî bûn, min got divê ez bixwînim!”

“Min ji xwendinê pir hez dikir. Nizanim çima? Kal û bavê min, mezinên min, xizmên min, pismamên min hemû nexwendî bûn. Bi zimanê hikûmetê nizanibûn, danûstandina bi dewletê re nizanibûn. Min jî got divê ez bixwînim. Zimanê dewletê jî hîn bibim, pêş jî bikevim, bila navê me jî derkeve. Bila navê miletê me jî hebe, xwediyê miletê me jî hebe. Min di mekteba gurcî de pir baş dixwend. Kesê herî baş, nîşanê ‘5’ ji wan re dinivîsandin. Min mekteba xwe ya 11 salî, bi nîşanê ‘5’a derbas kir û medalyaya zêr jî pêşkêşî min kirin. Eva cara ewil bû ji nava kurdên me yên Gurcistanê da kesek rabe û mekteba xwe ya navîn, xwendina xwe ya 11 salan, mekteba gurcî bi medalyaya zêrîn xelas bike.”

Zîrekiya wî ya li ser xwendinê dike ku çend sal paşê di Zankoya Dewletê de bikeve fakûlteya fîzîkê. Salek paşê xwe li fakûlteya Rojhilatnasiyê dibîne û ev fakûlte jî bi serkeftinî temam dike. Anqosî sala 1963-yan dibe laborant û paşê jî di warê zanyariyê de dixebite.

“Ji bavê min re gotin, ‘mirîde Zahir, nabe! Xwendin ji me êzdiyan re guneh e.”

“Min xwest ez herim Moskovayê bixwînim. Li Unîversîteya Moskovayê ya bi navê Lomonosov. Unîversîteyeke herî mezin e li Sovyetê. Ez li wê derê hatim qebûlkirin jî. Ez hatim min ji bavê xwe yê rehmetî re got. Min got; ‘Bavo ka perê riya min bide ez herim Moskvayê bixwînim. Ewê cihê razanê jî bidin min, her meh meaşekê jî bidine min.’ Bavê min ji aliyê dîn ve pir şikestî bû. Ola me ola êzdiya bû. Xof û rehma şêx û pîran li ba wî hebû. Rabû gazî şêx û pîrê mala me kir. Hatin. Bavê min got, ‘Hûn çi dibêjin, Kerem dixwaze here Moskovayê bixwîne?’ Ji bavê min re gotin, ‘Na, mirîdê Zahir, nabe! Xwendin ji me êzdiyan re guneh e. Nehêle! Wê Kerem here ji dîn derkeve! Wê bibe ûris.’ Bavê min jî nehişt ez herim bixwînim…”

Li Gurcistanê sazûmankar û danerê hemû sazî û dezgehên kurdan

Li Gurcistanê tu sazî û dezgehên kurdan nemane ku Keremê Anqosî tê de kar nekiribe! Di saziyên bi navê Yekitiya mamosteyên kurd, Yekitiya parlamênterên kurdên Gurcistanê, Komeleya wênekêşên kurd, Zankoya gelêrî ji bo niştecihên Kurd de, wekî endamekî çalak kar kiriye. Piştî avabûna “Yekitiya Êzîdiyên Gurcistanê”, demekê serokatiya wê dezgehê dike û “Navenda Dînê Êzîdîyan“ ava dike. Anqosî avakarê Yekîtiya ronakbîrên kurdên Gurcistanê ye û gelek caran ji hêla dewleta Gurcistanê ve hatiye xelatkirin. Keremê Anqosî dema xwendekar e, xebata gencan û xwendekaran birêve dibe û heta sala 1975-an serokatiya wan dike. Sala 1979-an dikeve Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîst a Gurcistanê û heta sala 1991-an dixebite.

Keremê Anqosî, di nava kurdên Gurcistanê de derbarê ziman, edebiyat, dîrok, êtnografya, folklor û êzdayetiyê de wekî kesekî pispor tê naskirin. Anqosiyê ku  xwediyê gelek kitêb û gotaran e, endamê “Yekitiya Rojnamegerên Gurcistanê” ye jî.

Kovara Gelawêjê û gelek berhem û kitebên bêhempa

Sala 1999-an li Tbîlîsîyê, bi navê “Gelawêj” yekem rojnameya kurdî ya li Gurcistanê derdixe.

“Du kitêbên ku ji bo min gelek girîng in: yek ji wan min ji bo 100 saliya jidayîkbûna Mele Mustefa Barzanî amade kir û çap kir. Piştî wê kitêbê min dît ku xwendin û zanabûn ji miletê me re lazim e û divê zimanê xwe ji bîr nekin. Min li ser du zimanan elifba zimanê kurdî çêkir. Bi kurdî û gurcî û kurdî û rûsî. Pişt re min dît ku nifşekî nû radibe, divê welatê xwe û silsileta xwe ji bîr neke, ji ku dera Kurdistanê hatine, gundê wan kîjan e, ez rabûm min kitêbek amade kir. Min navê wê jî danî; ‘Êl û berekên kurdên êzdî, ji Kafkasyaya Başûr û Almanyayê.’ Pişt re min li ser ola êzdîtiyê 4-5 kitêb û berevokên qewl-beyt û dûa-dirozgên êzdiyan çêkirin. Pişt re min li ser folklora kurdî jî kitêb amade kirin. Min çend kitêbên şiîran amade kirin. Ev temam xebatên zanyariyê ne. Ji bo edebiyata kurdî jî min kitêb nivîsîn. Min ew bi kurdî û rûsî amade kiribûn…”

Ji bo gelek ciwanan Anqosî qehremanek e…

Li Gurcistanê gelek keç û xortên kurdan hene ku Keremê Anqosî perwerdehî û dersa zimanê kurdî daye wan. Ji bo gelek ciwanan Anqosî qehremanek e. Her dema derfet û mecal dikeve destên wan, têne cem hev û çawa ku hevalê hev bin sohbetên dûvedirêj dikin. Ne Anqosî ji sohbeta ciwanan, ne jî ciwan ji sohbeta Anqosî têr dibin…

Keremê Anqosiyê “Xortê 75 salî”-3 salên navberê ne tê de- 35 sal in ku ked û emegeke mezin ji bo radyoya kurdî dide… Anqosî, ji bilî birêvebirina weşana radyoyê, “fonda zêrîn” a stran û kilamên kurdî jî bi têra xwe dewlemend kiriye û hê jî dike…

Heval û hogirên wî yên li ser karê radyoyê, herdem bi hurmet behsa wî dikin…

Zurab Dvali – Serokê Beşê Weşanên Kêmnetew:

“Ji bo min şanaziyeke mezin e ku behsa Keremê Anqosî bikim. Ew bixwe di radyoya fermî ya Gurcistanê de avakarê beşê kurdî ye. Ne tenê civata kurdên Gurcistanê, her wiha gelê gurcî bixwe jî qedrê wî baş dizane. Anqosî derdkêş û xizmetkarekî gelê kurd e. Keremê Anqosî ne tenê ji bo radyoya kurdî, her wiha ji bo şano û çanda kurdî, ji bo avakirina komên stran û reqasên kurdî jî karekî giranbiha kiriye. Tevî Keremê Anqosî ez dixwazim spasiyên xwe yên taybet pêşkêşî xanima hêja Bêlla Stûrkî bikim ku ji destpêka radyoya kurdî heta niha karekî giranbiha kiriye û hê jî dike…”

İrma Osia – Berpirsa beşê weşana abxazî

“Ne tenê ji bo xebata wî ya hêja, em ji bo merivantiya wî jî ji Keremê Anqosî zehf hez dikin. Ew rewşenbîrekî serkeftî ye. Nivîskarekî berhemdar e. Gelek berhem û kitêbên wî li zimanên din hatine wergerandin. Xizmeta civata kurdan dike. Qedrê însanan baş dizane. Keremê Anqosî bi rastî jî kurdekî welatperwer e. Her dem behsa kurdan ji me re dike. Li ser kurdan gelek tişt fêrî me kiriye. Anqosî ji karê xwe zehf hez dike. Kerem li ser kar wekî zarokan şa dibe… “

Anqosiyê ku gelek caran dersa kurdî daye zarokên kurdan, bavê du zarokan e…

Awazdanêr û stranbêjekî baş…

Keremê Anqosî ne tenê rojnameger, nivîskar û weşangerekî kurd e. Her wiha ew awazdanêr û stranbêjekî baş e jî. Bi navê Koma kilam û reqasên gelêrî, Govenda kurdî, Oy Narê, Koma Zarokan a stran û govendê, çend komên kurdî yên folklorî ava kirine. Ji zarokatiya xwe heta niha beşdarî gelek şahî û civatên çandî û hunerî bûye, pêşkêşvaniya şev û organîzasyonan kiriye û bi dengê xwe yê xweş beşdaran coşandiye…

Helbet ne tenê ji bo kurdên Gurcistanê, Keremê Anqosî ji bo kurdên Ermenistanê jî xwedî qedrekî mezin e. Emerîkê Serdar û Egîdê Cimo ji wan du kesên sereke û naskirî ne ku bi dostaniya Keremê Anqosî razî ne…

Egîdê Cimo:

“Keremê Anqosî denge wî jî zehf xweş bû. Kilamên Kurdistanê gelek şîrin digot. Komên wî hebûn, ew bixwe jî derdiket kilam digotin. Wî gelek qedirê min digirt, çawa ku sazbendekî dile wî me, ji min hez dikir. Ji bo min gelek şîrin xeber dida. Di şahî û êvariyan de digot, ‘Egîdê Cimo ji radyoya Yêrêvanê, serçavê me re hatiye!’

Emerîkê Serdar:

“Wexta gotin tê ser çanda kurdên Gurcistanê, beriya hemû tiştî navê Keremê Anqosî tê ser zimanê me. Rastî jî xebateke wisa tuneye ku tê de ked û emega Keremê Anqosî tunebe. Kerem bi temamî xwe pêşkêşî çanda me kir, zargotina me kir; dîn, hînbûn û dînê êzdiyan kir. Gelek xebatên Keremê Anqosî hene derheqê dînê êzdiyan de. Ew gelekî rind wî dînî zane. Wisa zane ku gelek şêx û pîrê me nikarin bersiva Keremê Anqosî bidin. Lewma jî gelekan lê kirine înad. Jê re xerabiyê dikin, dijminatiya wî dikin…”

Serpêhatiya Rock-a Kurdî, Koma Dîlan û Koma Wetan

Sala 1975-an, gêncên kurdên Gurcistanê biryar didin ku komeke rock-a kurdî ava bikin. Keremê Anqosî pêşengiya vî karî dike. Kompozîtorê kurd Qadir Dîlan, wê gavê li Pragê dijî, ji meselê haydar dibe. Bi Keremê Anqosî re dikeve têkiliyê û danûstandineke baş pêk tînin. Piştî van têkiliyan serpêhatiya Rock-a kurdî, Koma Dîlan û Koma Wetan derdikeve holê…

“Ji bo xatirê navê kompozîtorê kurd ê mezin Qadir Dîlan ku li Pragê dijiya, me navê komê kir ‘Dîlan.’ Dîlan yanî govend, reqs û stran û kurdî dibêjin. Piştî du salan lawikên komê bi hev ketin, hinek çûn yên teze hatin. Paşê ji hev belav bû çû. Keremê Gerdenzerî paşê di mala xwe de çend heval berhev kirin komeke rockê çêkirin li ser hîmê Koma Dîlan û navê wê kirin Koma Wetan…”

Lêxin birano, lêxin û Keremê Anqosî…

Ew xwediyê gelek helbestan e ku paşê bûne stran û kilam û li seranserê dinyayê di nav kurdan de deng vedane. Lêxin birano, lêxin, yek ji wan berhemên bêhempa ye ku heta niha jî piraniya kurdan nizane awazdanêr û xwediyê vê helbest û stranê Keremê Anqosî ye…

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev