Bernameya radyoya Ria taza ya nû “Civak û sîyaset” – 2

Guhdarên ezîz!

Berî heftêyekê me we agahdar kiribû ku radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe ya nû “Civak û sîyaset” dike. Mêvanê bernameyê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî ne, yên ku weke 30 deqeyan wê bersîva pirsên me bidin derbarê rewşa sîyasî û civakî li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku bernemaya me wê bala we bikşîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Iro bernameya me ya duyemîn e û mêvanê me nivîskar û yek ji karkirên malpera Ria taza Tosinê Reşid e. Berî destpêka hevpeyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mamoste Tosinê Reşid. Kî ye Tosinê Reşid? Ew yek ji rojnameger û nivîskarên kurdên Ermenistanê yê bi nav û deng e.

Tosinê Reşît di sala 1941ê de li gundê Kûrekendê, li Ermenistanê hatiye dinyayê. Wî Enstîtuya Pedagojiyê, beşa fîzîk û kîmiyayê di sala 1964an de temam kir. Piştî saleke eskeriyê û çend salên mamostatiyê di sala 1970î de dest bi karê zaniyariyê kir. Ji destpêka sala 1966 an li înstîtûteke zaniyaryê dest bi karê lêkolinên di dereca kîmîya da kiriye û ew kar heta sala 1991 ê domandiye. Sala 1975an bû doktorê kîmîyayê. Wî ji salên xwendina dibistanê dest bi nivîsandina şiîran kir, salên xwendkariyê şiîrên wî bi radyoyê di hatine belavkirin û di rojnama Rya teze de dihatin weşandin. Bin bandora şorişa li Başûrê Kurdistane, Tosinê Reşid bi çend hevalên xwe va sala 1963an li Yêrêvanê komela kurdan ava dike. Wê demê ew yekemîn komela netewî bû li seranser Yekîtiya Sovyêtê.

Ewi salên dûr û dirêj xizmetî ziman û çanda kurdî û her wiha rojnamevanîya kurdî kirîye, pir salan ji bo Radyoya Yêrêvanê û Rojnameya Rya teze, kovar û rojnameyên kurdî yên derveyî Yekitiya Sovyêtê gelek gotar nivisîne, û niha jî yek ji karkirên malpera Ria taza ye.

Salên 60–70 dor 200 gotarên wî bi navê “Ensîklopêdiya Kurdî” bi radyoya Yêrêvanê hatine weşandin. Ew gotar ser dîrok, edebiyat û çanda kurdî bûn. Gelek nivîsarên wî yên li ser kurdan û zimanê kurdî de derketine. Bi tomerî 3 pirtûkên wî yên helbestan, 3 pirtûken kurtecîrokan, 2 roman, piyêsa “Siyabend û Xecê’, lêkolîneke zanyarî ser ola êzdîyan, bi sedan gotar çap bûne. Herwiha wî berhemên A. Pûşkîn, L. Tolstoy, A. Çêxov, A. Bûnîn, A. Voznêsênskî, A. Îsahakîyan, P. Sêvak wergerandine zimanê kurdî û çap kirine. Taybetmendiyeke mamoste Tosin heye, kî wî nas dike, baş pê dizane, ku ew xwedî hereket û enêrjiya mezin e, evîndarê jîyanê ye, mirovekî optîmîst e. Heta roja îro kar û xebata xwe ya kurdeyatîyê, efrandina berhemên kurdî berdewam dike. Nivîskarê kurd Tosinê Reşîd bi sazbendzan û folklorzana navdar Nûra Cewerî re zewicî ye û du qîzên wan hene.
Tosinê Reşîd ji sala 1993an ve li Melbourne ya Australyayê dijî.

Em ji stûdyoya Radyoya Ria taza birêz Tosinê Reşîd re li bajarê Melbournê bi radyotêlêfonê ve hatin girêdan.

Amedekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye. Guhdarî xweş ji we re gelî rêzdaran.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev