STÊRKEKE GEŞ LI ESMANÊ KURDNASÎYÊ: MARGARÎTA RÛDÊNKO

STÊRKEKE GEŞ LI ESMANÊ KURDNASÎYÊ: MARGARÎTA RÛDÊNKO

Tosinê Reşîd

Hela hê di nîveka sedsala XIX konsûlê Rûsîyayê li Erzirûmê Alêksandr Jaba jimarek destnivîsên nimûnên wêjeya kurdî ya klasîk, ku bi alîkarîya zanyarê kurd Mela Mehmûd Bayezîdî berev kiribûn, anîne S. Pêtêrbûrgê û bi çend gotarên granbaha rojhilatnas bi wê dewlemendîya gelê kurd re kirine nas. Rojhilatnasan nirxekî bilind dan wan destnivîsan. Lê tenê zîrekî, êginayî û dilsozîya kurdnasa rûs Margarîta Rûdênkoyê bû, ku ew dur û cewahirên çanda gelê kurd gîhande bi hezaran bengî û pêşewitîyên wêjeya kurdî.

Li seranserê cihanê, yekemîn car Margarîta Rûdênko bû, ku wêjeya kurdî ya sedsalên navîn kire mijara lêkolînên zanîyarî.

Margarîta Rûdênko (dost û hevalan jê re Sêda digotin) 9 ê Cotmehê (Oktyabr), sala 1926 an li bajarê Tbîlîsî ji dayîk bûye. Zarotîya wê li wî bajarî derbas bûye ku bi gurcan re tevayî usan jî ermenî, azirî, rûs, kurd, asorî, abxaz, osêt, acar, cihû û çendek gelên mayîn diman. Eger em wê yekê jî bi bîr bînin, wekî bavê wê, Borîs Rûdênko, rojhilatnas, gurcnasekî naskirî, xudanê yekemîn rêzimana zimanê gurcî bû, usane êdî di salên zarotîyê de haya Margarîtayê ji rojhlatnasîyê û Rojhilatê hebû. Lewma jî piştî dibistana navîn, ew sala 1946 an dikeve para îrannasîyê ya fakûlta rojhilatnasîyê ya zanîngeha Lênîngradê.

Zanîngeha Lênîngradê, wan salan, li seranser Yekîtîya Sovyêtê wek bingehekî rojhilatnasîyê dihat nas kirin.

Êdî salên xwendkarîyê ew xwe li kurdnasîyê digre, têza xwe dîplomîyê bi seroketîya Qanatê Kurdo, ser pirsên rêzimana kurdî dinvîse. Sala 1949 an, ji bo zanebûnên xwe di zimanê kurdî de hê kûr bike, bi kome xwendkarên para îrannasîyê, ya zanîngehê re tevayî, bi seroketîya mamostayê zimanê kurdî, yê zanîngehê, Qanatê Kurdo, diçe gundên kurdan yên navça Axbaranê, ya komara Ermenistanê.

Rûdênko sala 1951 ê dikeve aspîrantûra Beşa Lênîngradê, ya Înstîtûta Rojhilatnasîyê. Bi şêwra serokê xwe, yê zanîyarîyê, Qanatê Kurdo, ew çawan têza doktorîyê “Destana şayîrê kurd Ehmedê Xanî “Mem û Zîn” dijbêre û sala 1954 an bi serfinyazî têza xwe temam dike û pawan dike.

Oponêntê sereke, akadêmîk H. Orbêlî, wê dema lênihêrîna têza M. Rûdênkoyê bêje, wekî wê dil nekira lêkolîna destana Ehmedê Xanî bispêre lêkolînera xort. Û ew dîsêrtant û serokê wê yê zanîyarîyê, Qanatê Kurdo ji bo lêkolîna hêja pîroz dike. Sala 1962 an M. Rûdênko têksta destana Ehmenê Xanî ya orîgînal, bi wergera rûsî û pêşgotineke zanîyarî ya fire ve, çap dike.

Cara yekemîn destana Ehmedê Xanî “Mem û Zîn” bi zimanekî mayîn dihat wergerandin û ew ziman rûsî bû. Dor sê hezar beytên bi wateyên bedewetî û felsefî ye kûr, bi alêgorîyan ve tijî, ji lêkolîneran zanebûna zimanên kurdî, erebî û farsî û zîrekîya mezin dixwest. Ew jî gava wê demê ferhengên kurdî jî (bilî ya A. Jaba kurdî-fransî) tune bûn. Gerek em bîr nekin, wekî di dema xwe de rojhilatnasekî wek M. Hartman, ji ber dijwarîyan, dest ji wergera destanê kişand.

Lêkolîn û bi wergera rûsî çap kirina wê sertaca wêjeya kurdîye klasîk bûyareke berbiçav bû di dîroka çanda gelê kurd de. Wê berhemê usa jî îmkan da bi hezaran kesên rûsîaxêv, wekî bi wê dur û cewahira wêjeya kurdî re bibin nas.

Çawan dîyar e, êdî sedsala  XIX an rojhilatnasên rûs A. Jaba, V. Zêrnov, B. Dorn û çendekên mayîn gelek destnivîsên kurdî û yên di derbarê kurdan de berev kiribûn û ew li pirtûkxana ser navê Saltîkov-Şçêdrîn, li Lênîngradê dihatin parastin. Bi alîkarîya karmenda pirtûxanê, A. L. Troîtskî, M. Rûdênko ser wan destnivîsan vedibe, bi wan re dibe nas, lêkolîna wan dike û sala 1961 ê berhema wê “Navnîş û şirovekirina destnivîsên kurdîye komkirina Lênîngradê” çap dibe. Vê berhemê derê wê xizna çanda kurdaye giranbiha ber pisporan vekir û bi kar anîna wan destnivîsaran hê hêsan kir. Çiqwes jî di derheqa wan destnivîsaran dihat gotin, lê cara yekemîn M. Rûdênko lêkolîna wan a zanyarî kir û ew dane nasandin.

Gerek bê gotin, wekî destnivîsên kurdî di gelek pirtûkxanên Rojava û Rojhilat de tên parastin, lê heta hingê tu deran lêkolîna wan destnivîsan nehatibû kirin.

Ji bo wî karê hêja, wan salan Kamûran Bedirxan, ji Parîsê, namekyee pîrozbahîyê ji M. Rudênko re dişîne. Ew di nameyê da dinvîse: “Vê berhemê derê wê xiznê vekir, ya ku li Lênîngradê dihat parastin”.

Dûarojê bi werger û têkstên orîgînal, M. Rûdênko gelek berhemên şayîr û zanyarên kurdan çap dike; “Şêx Senan” a Feqîyê Teyra (XIV), “Leylê û Mecnûn” a Harîs Bîdlîsî (VIII). Lê sertaca destanînên wê ye zanyarîyê, ew berhema “Şaxên wêjeyî û folklorî ye destana kurdîye “Ûsiv û Zelîxe” bû, ku piştî ji dinya ronik barkirina zanîyara jêhatî, sala 1986 an çap dibe. Navê xudanê destanê Selîm Silêman, cara yekemîn di destnivîsên A. Jaba berevkirî de rastî me tê. Ji bo vê lêkolînê, ku dibe têza doktorîya duyemîn, destnivîsa di mala nivîskarê kurd Elî Evdirehman de hatibû dîtin, gelekî kêrî M. Rûdênko tê. Gerek bê gotin, wekî heta hingê, navên Harîs Bîdlîsî û Selîm Silêman çawan ji kurdan re, usan jî ji rojhilatnasên cihanê re, nenas bûn.

Rûdênko wan salan bi lêkolîn, werger û çap kirina destnivîsên kurdî dive gîro. Ew sala 1963 an berhema zanyarê kurdî sedsala XIX Mele Mehmûd Bayezîdî “Tore û edetên kurdan” bi wergera zimanê rûsî çap dike. Çawan dîyar e, M. Bayezîdî seva dema xwe mirovekî zane û pir xwendî bû. Hema bi alîkarîya wî jî A. Jaba re li hev hat ewqas destnivîsên kurdî peyda bike. M. Bayezîdî bilî berhema jorgotî usan jî “Şeref name” wergerandîye kurdî û dîroka kurdaye piştî Şeref xan Bîtlîsî, heta dema xwe nivîsîye.

Folklora kurdî ya dewlemend nikaribû ji balkêşîya zanyara jêhatî der bima û M. Rûdênko, ji bo berevkirina nimûnên folklora kurdî, gelek caran diçe nav kurdên Ermenistanê, Gurcistanê, Azirbêcanê û Tukmênistanê. Kurdîya wê ya bêqusûr, zarê şîrin, dil û derê gelekan ber wê vedikin.

Sala 1974 an ew têza xwe ya doktorîya duyemîn bi navê “Destana şayîrê kurdî sedsala  XVI Selîm Silêman “Ûsiv û Zelîxe” û şaxên wê yên folklorî” pawan dike.

Van salên dawî M. Rûdênko pir caran dihat nav kurdên Pişkavkazê û dema wan mêvandarîya nimûnên folklora kurdî berev dikirin. Wê gelek destan, çîrok û stranên kurdî berev kirin û bi wergera rûsî re tevayî çap kirin.

Hê dema M. Rûdênko ser “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî kar dikir, nivêja Zînê ser evîndarê bêmiraz bala wê dikşîne. Dûarojê ew ji nav kurdên Pişkavkazê û Tûrkmênistanê stranên şînê berev dike û piştî mirina wê, sala 1983 an, berhema wê “Stranên kurdaye şînê” çap dibe.

Rûdênkoyê usan jî di pirsa propogandakirina dîrok, çande û wêjeya kurdî de karekî mezin kirîye. Bi karê zanyarîyê re tevayî, wê li zanîngehên Lênîngradê û Yêrêvanê kûrsên wêjeya kurdîye klasîk dixwendin. Li rûpêlên rojnama “Rya teze” û bi radîyoya Yêrêvanê, beşa kurdî û li rûpêlên gelek kovar û rojnaman, gotarên wê ser pirsên kurdnasîyêye cûr bi cûr hatine belav kirin.

Cîh e bê gotin, wekî yekemîn car M. Rûdênko bû, ku hela sala 1958 an xwendevanên rûs bi poêzîya yek ji mezintirîn şayîrê kurdî sedsala  XX, Cegerxwîn re kirine nas. Wê usan jî çend şiîrên Ehmedê Xanî, ku haya kurdnasan jê tune bû, wergerandine zimanê rûsî û çap kirin.

Rûdênko evîndara gelê kurd û çandeya wî bû, wê bi dil û can ji bo lêkolîn û nasandina wêje û çanda kurdî kar dikir. Hê gelek nêt û meremên qenc li pêşîya wê bûn, lê sed mixabin jîyana wê dirêj dom nekir. Sala 1977 an Margarîta Rûdênko xatirê xwe ji jîyanê xwest. Wê jina rûs, seranser jîyana xwe, zên, zîrekî û êginaya xwe, bê bermayîn da gulvedan û bi pêşveçûna kurdnasîya sovyêtê.

Hizkirina M. Rûdênko ber bi gelê kurd û çanda wî gelek mezin bû û wê hizkirinê di dilê xwendevanê wê de alan didaRûdênko nava dîroka kurdnasîyê de cîhê xwe yê hêja heye û navê wê wê heta-hetê di dilê gelê kurdî şekirdar de bimîne.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev