Kurd di nav şerên Tirkîya Osmanîyê û Îranê da

Kurd di nav şerên Tirkîya Osmanîyê û Îranê da

Ji berhemên kurdzanên me – 10

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Vê carê me bona we çend beşên din jî amade kirine. Kerem bikin, bixwînin.

Em dixwezin destnîşan bikin, ku eva pirtûka bi zimanê kurdî derneketîye.

Wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

Sedsala XVIa bi wê yekê va destpê bû, ku Sêfêvîd hatine Îranê û welat bi sîyasî kete bin hukumê wan. Ak-Koyunlu ji text û tac hatine avîtinê û di sala 1501ê Îsmayîlê Iê, nonerê malbeta nû yê pêşin, li Tewrêzê wek şahinşahê Îranê hate îlankirinê.

Di destpêkê da Sêfêvîd (usa xuya ye, ku ew kurdên şiîya bûn) her bi ser diketin. Pêşîkêşê wan serokatî li eşîretên tirkîaxêv dikir, yên ku ji Asîya Biçûk ji rûyê dijminatîya dînî bi sultanên osmanîyan ra koçberî Îranê bûbûn. Ji bo wê yekê ji wan ra qizilbaş digotin (“sersor”), ji ber ku wek bîranîna derheqa 12 îmamên şiîya da wana 12 benên sor li dor rûbendên (çarşev) xwe dipêçandin. Navê dewleta Sêfêvîdîyê an jî Qizilbaşîyê li Îranê kirin.

Qizilbaşa şah Îsmayîl wek şahê Îranê hilbijartin û berê xwe dane roavayê. Di nav deh sala da eskerên wana mentîqên ji Bexdayê bigre heta were Meraşê zevt kirin, Dîyarbekir, Hesenkeyf, Sîîrt, Xezo, Etak, Meyafarqîn, Palo, Axil û bajarên mayîn xistine bin destê xwe. Şah Îsmayîl yanzdeh mîrên kurda, ku hatibûn bona hukumê wî nas bikin, kirine hebisê. Cizîr, Hesenkeyf, Çêmîşgêzik, Axil, Palo, Oçermik, Etak, Tercîl, Çebekçûr ketine bin hukumê şah. Bohtan û eşîra bohtan, Çêmîşgêzik û qebîla malkişî çend sala himberî qizilbaşa bi xurtî ber xwe dan.

Pêwendîyên şah Îsmayîl bi mîrên kurda ra ji hev cuda bûn. Ew bi şikberî li serokatîya kurda ya kevnare dinihêrî û li ser wê bawerîyê bû, ku di welatê kurda da gerekê bingehên usa hebin, ku ji alîyê wî da bêne kontrolkirinê. Şah Îsmayîl hukumdarîya Hekarîyê siparte mîr Şîrwan û herêma Kufrî jî li ser erdê wî da zêde kir.

Bi dîyarbûna sultanê Osmanîyê Selîm I Yavuz (1512-1520), ku destbi êrîşa li ser Rohilatê kiribû, rewş bi carekê va guherî. Ewana bi mecbûrî bi Sêfêvîda ra şer kirin, ku xwe li riya berbi roavayê – Asîya Biçûk – girtibûn, û 23ê tebaxê sala 1514a li besta Çaldiranê, li bakur-rohilata gola Wanê şerekî zor qewimî. Qizilbaş hatine hincirandinê, şah text û tac, herêm û milkê xwe hîşt û revî, tenê axa roava çiyayê Zagrosê bin destê fariza da ma.

Sala şerê Çaldiranê bû destpêkeke giring di nav dîroka kurda da, destpêka perçekirina welatê kurdan di nav Tirkîyê û Îranê da. Ev perçekirin û parevekirin di sedsalên piştî wê ra bûne pirsên here sereke di pêwendîyên di navbera Îranê û Tirkîyê da. Ji dema şerê Çaldiranê axên kurda bûne sebebê hevketinên împêratorîyên Osmanîyê û Sêfêvîda.

Piştî şerê Çaldiranê kurd ber pirseke giring sekinîn: pirsa çika xwe li çi tabîyê bigrin. Gelek mîrên kurda xwe dane alîyê sultan, lê ne osmanîya, ne jî sêfêvîda bawerîya xwe bi wana nedianî. Heta hindava wan mîra da jî, ku tevî şerê Çaldiranê bûbûn, aminayî (bawerî) tunebû. Mînaka mîrê eşîra pazûkîya şahadeta wê yekê ye. Xelîl beg Pazûkî berî Çaldiranê piştgirîya şah dikir, li bal wî qulix dikir û di şerekî da destê xwe unda kir. Şahê şêkirdar ferman da destekî ji zêr jê ra çê bikin û hukumdarîya Xinûsê, Melazgirê û Avxakana li Mûşê siparte wî. Zûtirekê Xelîl beg îdî tu kesî bendî tiştekî hesab ne dikir û de’wa sultanîyê kir, destpê kir diravên xwe derxistin û di xwendina xutba roja înîyê da pesinê wî didan û hurmeta wî digirtin. Dawî ew berê xwe lap ji qizilbaşa guhast, hukumê Selîmê Iê nas kir û di şerê Çaldiranê da xwe da alîyê wî. Lê dîsa jî hema pey serketina di şêr da, dema ku ji şêr vedigerîya, bi fermana sultan Xelîl beg Pazûkî darda kirin(16).

Ev emelê sultan yê cezakirinê îzbat e, ku heta aminaya wî awayî ya helal jî ji bo Selîmê Iê têrê ne dikir. Ew aminayî hindava weke 20 mîrên kurda yên mayîn da jî tunebû û di piştgirîya wan hindava fariza da şikberî hebû. Pêwîstîya pêkanîna du pirsdanîna hebû – berê kurda bidine sîyaseta proosmanîyê û bi destî kurda berî qizilbaşa bidin, ji wan dera raqetînin. Di wê rewşê da giringîya tabîya mîrên kurda û eşîreta hate ber çeva. V.F.Mînorskî li ser wê bawerîyê bû, ku ew rewşa ku li Kurdistanê saz bûbû, bona kurda gelek baş bû, lê wana ew firsend ji destê xwe berdan û nikaribûn ji wê rewşê karê kevin. Împêratorîyên dijminê hev destpê kirin riya bibînin, ku hêza kurda ji bo xwe bi kar bînin.

Raqetandina (koçberkirina) qizilbaşa ji bajarên Kurdistanê dane destê kurda. Sultan Selîmê I zivistanê vegerîya Anatolîyayê, û mîrên Bohtanê û Soranê diha bi aktîvî tevî karê zordayîna li qizilbaşa bûn. Hukumdarê Cizîrê eskerên Îranê ji Mûsilê da derxistinê, Sehîd beg Soran Êrbîl û Kîrkûk zevt kir. Taxbûrên tirka û alaya kurda ya pênc hezar eskera Dîyarbekir aza kirin.

Bi rêyên dîplomatîyê zor li hukumdarên kurda kirin. Pêkanîna ewê zordarîyê sipartibûne sofîyê kurda yê bi nav û deng û karmendekî dînî Molle Îdrîsê ji Bîtlîsê, ku bi navê Îdrîs Hekîm jî dihate naskirinê. Ew merivekî xwendî bû, cara pêşin ewî bi awayê helbestkî dîroka sultanên osmanîyê bi zimanê farisî nivîsîye û navê “Şah buhuşt” lê kirîye. Îdrîs Hekîm kar û barê xwe yê sîyasî ji qulixa sêkrêtarê sultan Yaqûb beg Ak-Koyunlu (1479-1490) destpê kirîye û dû ra jî bal sultanê osmanîyê Beyazîdê IIa (1481-1512) û Selîmê Iê karê xwe meşandîye. Ji bo ku ji mîrên kurda alîkarî bistîne bona şerê bi qizilbaşa ra berdewam bike, Îdrîs Hekîm gerekê gelek tewlebazî bikirana, nameyên hîlekarîyê û hedya ji mîrên kurda ra bişanda, xwe ber wan xweş bikira, pelepistûkî bikirana û h.w.d.

Îdrîs Hekîm bi xwe bi mîrên Mukrîyê, Beredostê, Baban û Soran hevraxeberdan derbaz kirine, bona wana razî bike seba di navça Ûrmîyê da piştgirîya emelên eskerên tirka bikin. Pişt ra Îdrîs Hekîm çû Îmadîyê, Cizîrê, Xîzanê û Bîtlîsê(17). Dawî di navbera hukumdarên Çêmîşgêzikê, Palo, Çebekçûrê, Bîtlîsê, Hesenkeyfê, Xîzanê, Cizîrê, Sasûnê û mîrên mayîn da peymanek hate girêdanê, ku wana û sultan Selîm bi hev ra îmze kirin. Di wê peymanê da xala derheqa serxwebûn û azadîya mîrîtîya da hebû, û herweha di wê da dihate gotinê, ku kurd gerekê di hemû şerên tirka yên bi qizilbaşa ra piştgirî bikin(18).

Şerê bi qizilbaşa ra berdewam dibû, mentîqên kurda dû hev dihatine rizgarkirinê. Hukumdarên Hesenkeyfê, Sîîrtê, Xezo, Etakê, Meyafarqînê, Palo, Axilê, Xîzanê, Bîtlîsê vegerîyane ser mal û milkê xwe. Dema ku eskerên qizilbaşa û osmanîyê sala 1515a nêzîkî Koç Xîsarê şer dikirin, li ser riya di navbera Nisêbînê û Ûrfayê da hemû eskerên di ordîya tirka ya çepê da eskerên mîrên kurda bûn. Serokatîya hêzên hevgirtî di dest beglerbegên Dîyarbekirê Buyiklî Muhemmed û Îdrîs Hekîm da bûn. Careke mayîn zora qizilbaşa birin û rola eskerên kurda di wî şerî da ya sereke bû.

Di şerên mayîn yên Îranê-Tirkîyê da jî, ku di sedsala XVIa bûne, rola şervanên kurda kêmtir nebûye. Di sala 1530î şah Tehmasp êrîşî li ser Bexdayê kir û ew zevt kir, di salên 1533-35, 1548, 1553-54an da sultan Suleyman Kanûnî jî bi eskerên xwe êrîşî li ser qizilbaşa kirîye. Bi şertên peymana Îranê-Tirkîyê ya sala 1555a axa ji Meletîyê hetanî Bayezîdê û Şahrîzûrê bin destê Tirkîyê da bû. Hukumê Îranê tenê li ser mentîqên ku diketine rohilata çiyayên Zagrosê û Kêrmanşahê hebûn.

Şerê Osmanîyê-Sêfêvîda sala 1578a careke dinê destpê bû û di wê demê da tirka êrîş birine ser Gurcistana Rohilatê; serokatîya ordîya tirka Şeref-xan Bîtlîsî, xudanê “Şeref-namê” dikir. Zureta şahê Îranê Hemze-mîrze ber êrîşa tirka bi xurtî ber xwe da û ew bi xwe li Azirbêcanê şerê himberî tirka da du cara bi ser ket. Kurd ji alîyê herduyan da jî şer dikirin, di şerê rex Çildirê da, di 9ê tebaxê sala 1578a, kurd di ordîya sultan da pêşengî dikirin, lê di wî şerî da zora Osmanîya çû û ew hatine hincirandinê. Rêza navên mîrên kurda, ku serê xwe dane oxira şerên di navbera Îranê û Tirkîyê da, bi van navan jî zêde bû: hukumdarê Cizîrê mîr Muhemmed, hukumdarê Xezo (Sasûnê) Sarû-xan û kurê wî, mîrê Tercîlê Heyder beg, kurê mîrê Hekarîyê Bayezîd beg(19). Û warguhêzîya di nav şerê navbera Îranê û Tirkîyê da dîsa bi saya alayên mîrên kurda bû(20). Kurda gelek lawên xwe yên hêja dane oxira serketinên Osmanîyan. Di dema zevtkirina Tewrêzê da sala 1585a (şerê rex Saadebadê li Tewrêzê) Hesen-beg Mehmûdî, Kiliç-beg Pazûkî, Zeyneddîn Beredost, Mustefa-begê ji malbeta mîrên Suweydê, mîr û merivên bi nav û deng yên Xîzanê “bi mîrên kurda yên mayîn ra”(21) şehîd bûn.

Gorî peymana aşîtîyê ya sala 1590î Abbasê Iê (1587-1629) Azirbêcan, Şahrîzûr û perçekî Lûrîstanê da tirka, lê piştî çend sala dîsa destbi şêr bû û sala 1612a Îran axên undakirî li xwe vegerand, xênji Şahrîzûrê. Di sala 1623/24a da eskerên Îranê Bexdad xistine bin destê xwe, temamîya Îraqa Erebîyê bi bajarên Mûsil, Besra û yên mayîn va zevt kirin. Di dema şerên zevtkarîyê yên şah Abbas da kurd di nav eskerên wî da di cêrgên pêşin da bûn, Xan Ahmed-xan Erdelan bi xwe Bexdad zevt kir.

Piştî mirina şah Abbas (sala 1629a) wezîrê mezin Xosrow paşa serokatî li êrîşeke nû ya li ser Bexdadê kir û mîrên Behdînanê û Soranê piştgirîya wî kirin. Xan Ahmed-xan di wî şerî da xwe da alîyê Îranê û êrîşî li ser eskerên osmanîya-kurda kir. Xosrow paşa gihîşte hetanî paytextê Erdelanê Senedecê û di vegerê da di şerê rex Çamçemalê da bela desteyên fariza da, ew ji wir raqetandin, lê bi wî ra li hev nehat Bexdad zevt bike. Xosrow paşa paşda vegerîya, lê Xan Ahmed-xan Erdelan careke mayîn Şahrîzûr zevt kir. Li ser demeke ne dirêj mal û milkê malbeta Erdelana, ku careke dinê xistibûne bin destê xwe, li herdu alîyê çiyayên Zagrosê pervedabû.

Sala 1638a sultan Muradê IVa (1623-1640) Bexdad zevt kir, lê piştî salekê peymana Îranê-Tirkîyê sînorên di navbera herdu împêratorîya da da kivşkirinê. Farizistan dervayî çiyayên Zagrosê ma, Îraqa Erebîyê û piranîya erdê Kurdistanê ketine destê Tirkîyê. Di navbera herdu dewleta da demeke xurt (hetanî salên 20î yên sedsala XVIIIa) aş bû (rewş seqirî bû). Rewşa wana xirab bû û şerê nû ji herdu alîyan ra jî dest nedida.

Rewş bi carekê va hate guhartinê, dema afxanên-gîlza sala 1722a Îsfahan zevt kirin. Tirkîya, ku li roavayê pey hev zora wî diçû, hewl da ji hevçûna (hedimandina) dewleta Sêfêvîda karê keve û biryar kir bi kîsî wê yekê rewşa xwe xweştir bike. Kurda berê xwe ji Sêfêvîdên derdayî (ewên ku bin ketibûn) guhastin. Abbas Qulî-xan Erdelan, hukumdarên Cewenrûdê, Dernê, Hersînê, mîrên eşîra caf xwe dane alîyê osmanîyan.

Eskerên tirka welatên Pişkavkazê, Kêrmanşah, Îrana Roava bi bajarên wê Hemedan û Qazwîn va zevt kirin, û ji wan destdirêjayên tirka berî gişka mîrîtîya Erdelanê ziyanê ket û zirar dît. Desteyên (taxbûr, bêlûk) mîrên Baban, ku di nav ordîya tirka da hebûn, Erdelan zevt kirin û di Senedecê da bingeh girtin. Eskerên Osmanîyê îdî gihîştibûn bajarê Îsfahanê, lê wana sala 1726a di şerê rex Andîcanê da dane der, Eşrafê Afxanî bela ordîya tirka da, wê ordîyê, ku di nav da 20 hezar siyarîyên kurda hebûn. Sîyarîyên kurda ji ordîya tirka revîn û piştî wê kurd û afxanî tevayî êrîş birine ser hêwirgeha eskerên Osmanîyê û top û cebirxanên wana zevt kirin.

Gorî şertên peymanê, ku sala 1727a di navbera Tirkîyê û Eşrafê afxan da hatibû îmzekirinê, temamîya Farizistana Roavayê kete bin destê tirka, di nav wan da axên kurda û lûra jî. Kêrmanşah, Hemedan, mentîqên Senendecê, Erdelanê, Nehewandê, Xuremabadê, Lûrîstanê, Kurdistana Mukrî, Meragê, Xoy, Tewrêz, perçekî Azirbêcanê, Gence, Qerebaxê, Rewanê (Yêrêvanê), Ordûbadê, Naxçiwanê, Tîflîsê, temamîya Gurcistanê û navça Şemaxê “heta-hetayê” ketine bin destê tirka.

Rast heyşt sala xweyî-xudanên Erdelanê, Kêrmanşahê, Borûcîrdê, Qezzawê, Ferehanê, Hemedanê, Gerrûsê(22) tirk bûn, heta ku Nadir-şah Efşar hate ser hukum, pêşî bin ala piştgirên Sêfêvîdên derdayî, lê ji sala 1736a da wek şahinşahê Îranê û bingehvanê malbeta teze. Eskerên Nadir pêşî koka afxanê-gîlza anîn, dû ra jî sala 1730î eskerên tirka hincirandin.

Bi peymana sala 1732a hemû mentîqên Îranê yên roavayê ji dest osmanîyan derketin, û ordîya Nadir zûtirekê berê xwe da Bexdadê. Eskerên kurda di şerê himberî Nadir da bi mêranî ber xwe dan, lê tenê piştî hatina Topal Osman-paşa û eskerên kurda yên mayîn, ku ewî li Mûsilê ew berevî ser hev kiribûn, kar ciddî meşîya. Sala 1734a ewî li Kavkazê bi serketin şer kir, û dema hildana Tîflîsê da Nadir bi şeş hezar eskerên kurda ra şer dikir, ku hatibûn bona bajêr biparêzin. Peymana Îranê-Tirkîyê, ku sala 1736a hate îmzekirinê, ew sînor dane testîqkirinê, ku sala 1639a di navbera du împêratorîya da hatibû kivşkirinê û ew hemû ax, ku heta sala 1722a di destê Îranê da bûn, li wê hatine vegerandin.

Di salên 1743-1746an Tirkîya û Îran dîsa şerê hevdu kirin. Kurd îdî xwe dane alîyê Nadir. Mîrên Baban derbazî alîyê Îranê bûn, û Nadir bi fermana xwe nonerê malbetê yê yekemîn kivş kir wek hukumdarê Erdelanê, û wek ku Mah Şeref-xanim Kurdistanî gotîye, “ewî ji Rumê ra xayîntî kir û kete bin sîya Nadir”(23).

Peymana Îranê-Tirkîyê ya sala 1746a sînorên berê yên di navbera Îranê û Tirkîyê da da testîqkirinê. Piştî kuştina Nadir (sala 1747a) hetanî hatina Kerîm-xanê Zend ser hukum (sala 1750î), ser çend sala Îran kete di nav rewşeke giran; komikên derebegîyê yên dijî hev, ku şerê ji bo bidestxistina text û tacê hukumdarîyê dikirin, ketine pêsîra hevdu. Tirkîya raste-rast tevî wî karî nebû. Ew şerê hundurîn bû, ku Babana, Erdelana, wezîrê Bexdayê, serleşkerê Nadir yê berê Azadxan Afxan û yên mayîn bi hevdu ra dikirin.

Şerên bê sekinandin, êrîşên ji roavayê û rohilatê mentîqên kurda kavil û wêran kirin. Xwesma Kurdistana Erdelanê û paytextê wê – Senendec di nîveka sedsala XVIIIa da pir xirab bû; piştî ku di şerekî giran da zora Hesen Elîxan Erdelan birin, bajar 13 roja talan kirin. Di karê wêrankirin û valakirina Kurdistana Erdelanê da “hukumdarekî Farizistanê yê herî bi nav û deng” Kerîm-xanê Zend (1750-1779) jî berbiçav ket. Ew ji eşîra kurda ya bi navê Zend bû, ku ew nav di “Şeref-namê” da jî tê bîranînê•. (•V.F.Mînorskî wî hesab dike wek nonerekî eşîra kurda yê ne gelekî giring, ser dereca duda, ji ber ku ewê eşîrê nikaribû ji malbetê ra bibe pişt û berpal. Rûyê wê yekê da Kerîm-xan mecbûr bû çend eşîrên mayîn ji Kurdistanê koçberî Şîrazê bike. Ewana di bajêr da çend mehelên cihê da bi cî û war bûn).

Êrîşên Zenda yên li ser Senendecê, ku Kerîm-xan Zend bi xwe bi kêmanî du cara serokatî lê kirine, di kronîkên Erdelanê da cî girtine: mal, mizgevt, medrese dihatine şewitandinê, bajar bi erdêva rast dikirin(25). Bi piştgirîya Zend sala 1763/64a Suleyman-paşa Baban Kurdistana Erdelanê zevt kir. Ewî weke du sala hema bêje bi serbestî hukumdarî li Baban û Erdelanê dikir û carna li Senendecê dima, carna jî li Şahrîzûrê. Padişahê Bexdadê gelek cara hewl dida Suleyman-paşa bike xulamê Osmanîya, lê dîsa jî yekîtîya Babana-zenda demeke dirêj serketî bû. Piştî mirina Suleyman-paşa di Baban da şerekî mezin destpê kir bona bidestxistina hukum, ku osmanîya û îranîya bi her awayî helan didan û hewl didan ew şer berdewam bibe.

Di nerazîbûnên Îranê-Tirkîyê yên ser sînor da destbi êtapeke nû bû. Herdu alî jî destbi şerê eşkere ne dikirin, lê piştgirîya malbeta Baban dikirin, ji ber ku ewana rind haj ji kursîhizîya Babana hebûn. Taktîka wî awayî Zenda û Kacera jî heta dawîya sedsala XVIIIa bi kar dianîn û ji ber wê jî problêmên kurda bûne sebebê şerê sîyasî û eskerî. Di navbera sedsalên XVII-XVIIIa da şer hema bêje tu cara nesekinîye jî, lê li Kurdistana Başûr-Rohilatê sê cara hevgirtina sîyasî bi ser ketîye (di dema hukumdarîya Xan Ahmed-xan Erdelan, Selîm-paşa û Suleyman-paşa da, ku ji Baban bûn).

Sîyaseta sultanên Osmanîyê û şahên Sefewîdan di hindava kurda da

Tabîya serekên Îrana Sêfêvîda û Portoyê di pirsa kurda da an berk (sext) bûye, an jî gelekî berk bûye. Bingehvanê împêratorîya Sêfêvîda sîyaseta Uzun Hesen Ak-Koyunlu berdewam dikir û daxaza wî jî ew bû, ku hukumdarên kurda ji holê rake û dewsa wana serokên ji qizilbaşa kivş bike. Lê sîyaseta sultanên osmanîyê, bi gotina V.F.Mînorskî, ew bû, ku statuya derebegîyê li situyê Kurdistanê bialîne û rêvebirina wê jî bispêre kurdên zane”. Osmanîya di destpêka sedsala XVIa da rêyên diha ciddî digerîyan bona xwe bighînine kurda, lê piştî panzdeh-bîst sala him Osmanîya, him jî Sêfêvîda di Kurdistanê da sîyaseteke mînanî hev dimeşandin. Îran û Tirkîya hema bêje bi hêzeke wekehev zordarî li serokên malbetên kurda û eşîra dikirin. Carna tenê şikberîyek dikaribû bibûya sebeb bona hindava wan da emelên cezakarîyê bi kar bînin.

Hukumdarê Çêmîşgêzikê Hecî Rostem beg bi fermana Selîmê Iê piştî Çaldiranê darda kirin. Ew di ordîya şah da şer dikir û piştî ku zora şah birin, ew aminaya xwe hindava sultan da dîyar kir. Bi fermana Sulêymanê Iê mîrê eşîra mehmûdîya Emîr beg kuştin, Budak beg Baban, hukumdarê Şîrwanê Muhemmed beg (bona ku ewî kela Bergîrê teslîmî şah Tahmesp kiribû), mîrê Kurdistanê û merivên wî, mîrên kurda Huseyn beg Dasinî, hukumdarê Soran Seyfeddîn û Mîr Îzzedîn Şîr, hukumdarê Meyafarqînê Emîr-xan beg, serekê eşîra pazûkîya Uweys beg, serekeşîrê suweydîya Subhan beg, hukumdarê Çabakçûrê û Akçe-kelê, ku ji alîyê Osmanîya tevî şerê rex Çaldiranê bûbû, mîrê Somayê Hesen beg Beredost hatine dardakirinê(26).

Sêfêvîda jî hindava kurda da gelek emelên cezakirinê pêk dianîn. Bi fermana şah Tahmesp di nava rojekê da ji eşîra dumbulîya sê mîr û 400 “nerazî” darda kirin. Bi fermana şah Abbas mîrê eşîra sîyaha Mensûr Dewlet-Yar-xan bona wê yekê darda kirin, ku “ji cîyê dardakirina merîya serê yekî biribû”(27).

Di rastîyê da di sedsala XVIa li Kurdistanê desthilatdarîya zordestîyê hebû, ku bi awakî hûr û kûr hatibû amadekirinê, û ewên ku dij derketana, bi tundî dihatine cezakirinê. Di wan dema da hêza mîrên kurda hinekî hebû. Erdê wan ji dest wan ne digirtin, an jî ew erd jî didane wan, ku wana dixwest bi destî wan zevt bikin. Desthilatdara hurmetname didane mîrên kurda û di wan da sîstêma pêwendîya hatibû destnîşankirinê, ango herdu alî gerekê borcên sîyasî hildine ser xwe û pêkanîna wana bi wê yekê va girêdayî bû, çika di eynî demê da rewşa sîyasî çi teherî ye, kî bi sîyasî xurttir e. Hukumdarên mîrîtîyên kurda yên mezin hêvîya xwe danîbûn li ser malbetên ne gelekî navdar û pêwendîyên xwe bi wan ra xurttir dikirin.

Sêfêvîda û Osmanîya, ku axên kurda xistibûne bin destê xwe, di nav temamîya sedsala XVIa da hewl didan li Kurdistanê hukumê xwe yê rêal testîq bikin.

Statuya mîrîtî-qiralîyetên kurda yên mezin, ku carna digihîşte wê derecê ku ewana hema bêje serbestî dest dianîn, ne bi dilê sultanên osmanîyan bû. Dema ku desthilatdara mentîqên Kurdistanê pareveyî li ser navçeyan û senceka kirin, mal û milkên hukumdarên Kurdistanê pîre-pîre bûn (ji hev çûn, perçe-perçe bûn). Wilayeta Dîyarbekirê pareveyî li ser 19 senceka kirin, û ji wana tenê 8 sencek dane mîrên kurda (Qulb, Mîhranî, Tercîl, Etak, Pertek, Çabakçûr, Oçermik, Sekman). Wilayeta Wanê bû 37 senceka, pişt ra mentîqên Mûsilê û Ûrfayê(28) jî bi wî awayî hatine perçekirinê. Serokatîya Împêratorîya Osmanîyê hewl dida malbetên kurda yên kêm navdar bike xulamê malbetên mezin û di mentîqên kurda da cûrê milktîya xwelîyê yên cuda-cuda rikin dikir. Di dema Osmanîya da ji hatinîya xwelîya bin destê mîrê kurda parek dibirîn bona xercên ku wê li ser qulixkirina eskerîya ji bo sultan bihata bikaranînê.

Di sala 1534/35a da bi fermana sultan Suleyman Kanûnî mîrê Soran Mîr Îzzedîn Şîr (paşdemê da hate dardakirinê), ku di destpêka sedsala XVIa da hukumê wî hema bêje serbixwe bû, wek hukumdarê Êrbîlê hate îlankirinê. Sultan Suleyman herêma Eyntab jî da mîrê Baban, lê perçekî wê jî kire sencak û da Welî beg. Qiralîyeta bi nav û deng Çêmîşgêzik, ku bi gotina Şeref-xan Bîtlîsî, dilê Kurdistanê bû, bi fermana sultan pareveyî li ser du senceka û 14 navçeya bû. Ew jî dane law û nebîyên Pîr Huseyn begê navdar, yê ku di dema hukumdarîya xwe da xwedî hêzeke xurt bû. Dema ku bi qewlî ser demekê xwelî didane nonerên malbeta mîrên Çêmîşgêzikê, ev şert datanîn pêş wan: zuretên (peyhatîyên) Pîr Huseyn beg gerekê virhada “li ser axa ku ji alîyê Xwedê da tê parastin, nav û qulixeke mayîn nexwezin”. Li ser wê da gerekê bê zêdekirinê, ku kela Çêmişgêzikê bi xwe, herweha gund û navçeyên wê ketine di nav axa sultan. Ji dest wê yekê di nav malbeta mîr da bona bidestxistina menzîla xwelîyê ya pir, komikên dijî hev peyda bûn; mîrîtîya Çêmişgêzikê ya berê îdî xwedî hêzeke sîyasî nîbû û qeza û xeta ji wê nedihat(29). Bi daxaza serokatîya Portoyê di nav strûktûrayên kurda yên civakî-aborî da destbi tevlihevîyên nedîyar bûn.

Qiralîyeta Hesenkeyfê hema bêje ji holê rabû. Pêşî statuya wê hate daxistinê, û melikê vira bû serekê sencakekê tenê. Zûtirekê (di dema hukumdarîya sultan Suleymanê Iê da), di wilayeta Ruhayê da xwelî dane serekê malbetê, ku salê jê kara 200 hezar axça dihat û ew ax dervayî mal û milkên malbetê bûn. Nisleta nikaribû ew milkê xwe biparastana bona nonerên malbeta Eyûbîya. Serekeşîrên Kilîsê jî hukumê xwe unda kirin. Piştî sala 1534/35a ji mîrîtîya Bîtlîsê çar mentîqe veqetandin û wek sencak dane mîrê eşîra bîlbasa.

Bi daxaza dilê sultan Suleymanê Iê ji milkê mîrê Asbeyîrdê mentîqa Axakîs veqetand û pêşîyê wek sencak ew da nonerên malbeta mîr, dû ra jî da mîrên Osmanîyê. Bi fermana sultan mal û milkê hukumdarên Xîzanê û Şîrwanê pareveyî ser du beşa kirin. Şîrwanê da dewsa wana “xelqên xerîb” hêwirîn û li wan erda xwedî derketin, lê paşê mîrên kurda vegerîyan, lê îdî bin destê wan da tenê sencak man. Di destê mîrên Qulbê û Batmanê da “tenê kela Qulbê û navçeyên der-dorê wê man”. Di dema parevekirina xwelîyê ya bi wî awayî, xwelîyên here baş diketine nava erdê sultana, carna bi wê ra tevayî kelayên sereke jî dihedimandin, wek mînak kela Etakê bi wî awayî xirab kirin. Mîrîtî di nav sê birayan da hate parevekirinê: du bira bûne xweyê herêma, birayê biçûk bû xweyê sencakekê, lê xwelîyên here baş dîsa ketine destê sultana. Mîrên Karnîyê û Îrûnê jî bi şertê ku sultan danîbû pêş wan, bûne xweyê axa mentîqên xwe(30).

Şahên Sêfêvîda û sultanên Osmanîyê di pêwendîyên bi kurda ra xwe li riya “perçe bike, ku xwedî lê derkevî” girtibûn. Bona bighîjine armanca xwe ya sîyasî, wana hemû firsend bi kar dianîn, û daxaza dilê wan ew bû, ku di nav eşîreta da tevlihevîya çê bikin û wana berî hev bidin. Sultan Suleyman, ku xwe wek parastvanê îslamê dida xuyanîkirin, bona mîrên Soran bîne rayê, hurmetname da serekê eşîra êzdîya – dasinî, bona ew kar û barê qiralîyetê bi rêva bibe. Di navbera du serekên kurda da şerekî giran destpê bû û ji bo serneketinê sultan serê mîrê dasinîya birî. Mîrîtîya Soran ber xwe da, lê paşdemê da sist bû.

Xala derheqa statuya otonom ya mîrîtîyên kurda da, di peymana sultan Selîmê Iê bi kurda ra hebû, ku sala 1515a hatibû girêdanê, di dema şerê Îranê-Tirkîyê da hîç û pûç hate hesibandinê. Panzdeh-bîst salên pişt ra dane xuyakirin, ku di fikra sultanên Osmanîyê(31) da tunebû otonomîya resteqîn bidine mîrên kurda.

  1.  Şaraf-xan Bîdlîsî. Şaraf-namê. Cilde 1, rûpel 375.
  2.  Evliya Celebi in Diyarbekir. Vol. p.14-16.
  3.  Mûxammad Amîn Zakî. Xûlasat tarîx êl-kûrd va Kûrdîstan mên akdam al-Ûsûr al-tarîxî-yê xatta al-an (bi rûsî). Kair (Qahîre), 1939, rûpel 175.
  4.  Şaraf-xan Bîdlîsî. Şaraf-namê. Cilde 1, rûpel 50, 189, 254, 293.
  5.  N.V.Pîgûlêvskaya, A.Y.Yakûbovskî, Î.P.Pêtrûşêvskî, L.V.Stroev, A.M.Bêlênîskî. Îstorîya Îrana v drêvnêyşîx vremen do konsa XVIII vêka. (Dîroka Îranê ji demên buhurî hetanî dawîya sedsala XVIII), rûpel 265.
  6.  Şaraf-xan Bîdlîsî. Şaraf-namê. Cilde 1, rûpel 269, 311, 348, 355, 380.
  7.  Zûbdat at-tavarîx-î Sanandacî, lîsta 26a.
  8.  Max Şaraf-xanûm Kûrdîstanî. Xronîka doma Ardalana (Tarîx-î Ardalan). Mah Şeref xanim Kurdistanî (Mestûre. -T.X.), (Dîroka Erdelanê).Wergera ji farisî, pêşgotin û nivîsarnasî yên Y.Î.Vasîlyêvayê. M., 1990, rûpel 99.
  9.  Şaraf-xan Bîdlîsî. Şaraf-namê. Cilde 1, rûpel 369.
  10.  Max Şaraf-xanûm Kûrdîstanî. Xronîka doma Ardalana (Tarîx-î Ardalan). Mah Şeref xanim Kurdistanî (Mestûre. -T.X.), (Diroka Erdelanê), rûpel 110.
  11.  Şaraf-xan Bîdlîsî. Şaraf-namê. Cilde 1, rûpel 222, 223, 286, 295, 309, 321, 325-327, 335, 347, 353, 376.
  12.  Dîsa li wir, rûpel 360, 371, 372.
  13.  Mûxammad Amîn Zakî. Xûlasat tarîx…, rûpel 184-185.
  14.  Şaraf-xan Bîdlîsî. Şaraf-namê. Cilde 1, rûpel 224-226, 230, 324-325, 335.
  15.  Dîsa li wir, rûpel 218-219, 274, 282-283, 287-290, 298, 299, 477.
  16.  Mûxammad Amîn Zakî. Xûlasat tarîx…, rûpel 175.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev