Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Çend pirsên ”nezanan“ û bersîvên „zaneyan“ – 10

Çend pirsên ”nezanan“ û bersîvên „zaneyan“ – 10

Ji jîyana kurdan ya rojane

Amadekar: Têmûrê Xelîl

  • • •

-Ez benî, hinek kes dibêjin, ku serokê wan dîn bûye. Lê belê, di hêleke din da jî em zanin, ku gelek mirovên zane ji zêdaya aqilê xwe dîn dibin. Gelo fikra te çi ye?

-Ewê tu qala wan dikî, ew rast e. Lê ev serokê han ne ku dîn bûye, lê ji diya xwe dîn hatîye dinyayê.

  • • •

-Ez benî, navên hinek kovarên kurdî hene, lê em tu cara wana nabînin. Ew jî wek kovarên mayîn ji hukumetê alîkarî distînin. Gelo çawa kesek deng ji wan ra nake?

-Ewana ji her hejmarekê du lib derdixin: yek dişînine li cîyê ku wek alîkarî pere sitendine, yek jî bal xwe xwedî dikin, bona ku wek îzbatî nîşanî kesên wek te bikin!

  • • •

-Ez benî, hinek kurdên berê û tirkên nû partîyake tirkan çê kirine û ji navê wê partîyê ji cihanê ra dibêjin, ku ji wan ra Kurdistan ne lazim e. Gelo tu ji van ra çi dibêjî?

-Bira li parlamêntoya tirkan pêşnîyarekê bikin, bêjin: -Ji ber ku hemû endamên partîya me bi yekdengî Kurdistaneke serbixwe naxwezin û ev yek wê welatê me şên û ava bike, wê dostanî û biratîya di nav gelan da xurttir bike, em pêşnîyar dikin, ku hemû partîyên tirkan jî çav bidine me û dest ji dewletbûna Tirkîyê bikişînin.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev