Fêrîkê Ûsiv ji cihanê bi xeyd çû

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Îro emê behsa jînenîgarî û çend berhemên Fêrîkê Ûsiv bikin. Hûn vê gotarê dikarin li jêrê bi deng jî bibihên.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, yek ji karmendên malpera me Têmûrê Xelîl e.

 Têmûrê Xelîl

Gelek milet mirovên xwe yê bi nav û deng di dema saxtîya wan da pir qîmet nakin, carna zorê jî lê dikin, lê dû mirinê ra wana mezin dikin, qedirê wan digrin, wan datînine cîyê bilind yê hêjayî wan. Lê em – kurd, piranî ne di dema saxtîyê da û ne jî dû mirinê ra wek pêwîst e kesên xwe yên navdar qîmet nakin.

Ji şikberîyê der e, ku Fêrîkê Ûsiv (1934-1997) sedî-sed ji helbestvanê kurdên Sovyetistana berê yê herî navdar bû. Û cîyê wî yê bilind di nav hemû helbestvanên kurdên cihanê da gerekê hebûya. Û şikberî tenê di wê da bû, ku pey wî ra kî ye yê bi nav û deng? Şikoyê Hesen, Mîkayêlê Reşîd, Qaçaxê Mirad an yên dinê? Lê ew çawa dibe, ku pirtûkên wî li Sovyetistanê ji gelekan kêmtir çap bûne û li Ewrupayê û Kurdistanê kêm çap bûne? Ew jî wê demê, ku yên geleka ronahî dîtine. Ji wana gelek an sist bûne, an jî ne helbest bûne. Îcar em ê dîsa wek her cara ji derd û kulan ra bikine qarîn û hewar-gazî, ku dijmin nahêle. Hîç eleqa dijmin li vir tune. Eger dijminatî hebe jî, di nav me da ne û sûc yê me ye.

Di dema saxtîya wî da hemû helbestên wî çap ne bûn. Dema em herdu di dibistana gundê Sîpanê da mamosta bûn, derd û kulên xwe gelek caran ji min ra digot û dilê xwe ber min vedikir. Gazinê xwe dikir, digot, ku berpirsyarên weşanxana ku pirtûkên kurdî çap dikin – Casimê Celîl û Karlênê Çaçanî – berhemên wî çap nakin û dewsê yên xwe, kur û qîzên xwe, xanimên xwe çap dikin, ku bi kalîta xwe va ber helbestên Fêrîk ne titşek bûn. Û ewî li ser qeletîyên wan ha dinivîsî:

-Bona zara dinivîse,

Lê femkingê wî yê zara ye…

Ser yê dinê jî ha nivîsîye:

Zêndî şiêra şayîrê mirî

Ser navê xwe neşir kirîye

Û xwe xema xilazkirî,

Hedkê xwendevana birîye:

“Tey, we digot: “Tu nezanî,

Tu kurmancî qet nizanî…

De binhêrin çewan şiêre…

Çewan agir… çewan antêx…

Hang-bang çewan dizîr-zîre

Usan mîna hespê gurêx”…

Di yeke dinê da ha tê gotinê:

Wî emrî da timê xapand,

Her şuxulîda bû “kandrabant”.

Kesekî ew nanî raê,

Tenê kaltîê pozda daê.

Ji dereca ew derketîye,

Nahaka jî malda ketîye,

Difikire, dicedîne –

Ça Ezrahîl bixapîne…

Lê ev helbest hema bêje bi nav kirîye:

Xeberdana fêlbaz bi mirinê ra

Mirin, bêterbetya nekî,

Nişkêva min raçev nekî…

Ez cahilim, zor û ziring,

Heyştê du sal çine wekî…

Hela wê bên rojê hê xweş,

Wê bimire Elîê Keleş,

Mistê Meter, Mihê Fetî,

Mîrata wan hizêmetî

Ezê bi dek-dolavê xwe

Neşir bikim ser navê xwe.

Wek gelek helbestvanên bi talant û aqilmend, Fêrîk ne mînanî her kesî difikirî û mejû û fikrên wî ji gelekan dihate cudakirinê. Hîç caran ew ji bo kara xwe, xwe ne difirot, hîç ne fikirî, ku bibe endamê Partîya Komûnîst, ku karekî bilind bidinê, hîç caran tehmûl ne dikir, ku dêmokrat û komûnîstên cihanê tiştek dibêjin, lê tiştekî din dikin, bawerîya xwe bi wan ne dianî, ji ber ku zanibû, ku gelê wî û welatê wî hêja ye serbest û azad be, lê her bindest û bê dewlet e. Gelekan li Sovyetistanê pirtûk çap dikirin ji bo perên mezin bistînin, lê wî dinivîsand, ji ber ku nikaribû nenivîse. Rewşa wî ne baş bû, ereba wî tune bû, kêf ne dikir, lê pir dewlemend bû – bi ruhê xwe, bi dilê xwe, bi jîyana xwe, bi malbeta xwe…

Gava bavê min serokê radyo ya kurdî bû li Yêrîvanê, Fêrîk li wira serwêrê para lîtêratûrayê bû. Nava salan da dereceya edebîyatê di radyoyê da pir bilind bû. Ew bû bingeh, ku nava kurdan da helbestvanên baş derên. Fêrîk herwaha di pîyêsên (şano) radyoyê da jî wek artîst dileyîst, pîyêseke baş jî nivîsî – “Bê qelen”. Mala wî wan deman li Yêrîvanê bû. Bermalîya wî – Firîde, keça Hacîyê Cindî, mamostaya komarê ya emekdar û navdar bû. Lê usa qewimî, ku Yêrîvan ji Fêrîk ra biçûk hat. Ew tîn û agirê dilê wî yê helbestvanîyê nav wî da dikelîya, lê ne dida der, ji ber ku ew kesên, ku destûra çapkirina pirtûkên kurdî dabûne wan, pir caran Fêrîk înkar dikirin û çap ne dikirin. Sê sebebên wê hebûn: di hêlekê va fêm ne dikirin, di hêlekê va hevsûdî dikirin, di hêlekê va jî dewsa wan pirtûkên xwe, bavê xwe, jina xwe û hevalên xwe diweşandin…

Û Fêrîkê Ûsiv dixeyîdî, ber xwe diket. Rojekê jî rabû berê xwe da gundê xwe – Sîpanê (li Ermenîstanê) û gelek salan li wir ma, dibistana gund da bû mamostayê ziman û lîtêratûra kurdî… heta roja mirina xwe (3-ê nîsanê sala 1997an). Wira bîna wî fire bû, ew xwe wek di perçekî Kurdistanê da didît. Gundê kurdan, erf-edetên kurdî, deb, kolorît û timtêla milet, def-dewat, şîn-şayî, çiyayên bilind, kalîna pêz, gotinên kal-bavan yên bi sal-dewranan… Erdek danê, bi destê xwe xanî çê kir, dorê sûr kir, çend kar û berx kirîn, xwedî kirin, xwe nêzîkî jîyana kurdîtîyê kir.

Usa qewimî, ku min jî dest ji Yêrîvanê kişand (ez wir mezin bûme) û sala 1974an çûm gundê Fêrîk, di dibistanê da bûme mamostayê matêmatîkayê. Hatime kêleka Fêrîkê Ûsiv. Ez vê fikrê dixwezim ducar bikim. “Hatime bal Fêrîk”. Ew sê salên min yê xebata di dibistanê da ji bo min bûn salên baştir têgihîştina rastîyê, bextîyarîyê, paqijayê. Carna min û Fêrîk sergîn, patete hildida diçûn ber “Kanîya Beko”, serê çîyê, me agir dadida, patete davîtê, û Fêrîk helbestên nuh dixwendin. Bergeha fireh, hewa paqij, dilê rehet, dengê bilûra şivên dibûne bingehê helbestên nuh. Û çi mixabin, ku gelek ji wana çap ne dikirin. Tenê dixeyîdî… Ne ji kesan, lê ji bextê gelê xwe…

Min di gund da hevtê 5 rojan ders dida, 2 rojan jî diçûme mal – Yêrîvanê. Gava vedigerîyame gund, Fêrîk pirs-pirsyara kurdan, Kurdistanê dikir. Şa dibû, ku tiştekî baş dibihîst û aciz dibû, ku rewşa Kurdistanê xirabtir dibû. Û dixeyîdî… Ji sîyaseta Sovyetistanê hindava kurdan da, bêdengîya cihanê û dutîretî-dubendîya navbera partî û rêxistinên kurdan da. Û ser van meseleyan diefirand, dinivîsand, “xemên xwe didane bêrîyê” û ser kaxez rêz dikirin. Bi wê yekê parça dilê wî hinekî datanî.

Gava sala 1975an helbestvanê mezin Şikoyê Hesen li Tbîlîsîyê çû ser heqîya xwe, ez û Fêrîk rabûn, me berê xwe da paytextê Gurcistanê, ku “xatirê xwe” ji Şiko bixwezin. Fêrîk di rê da helbestek nivîsî derheqa Şiko da û li goristanê xwend. Helbesteke kûr, ji dil, ku tê da kar û zêna Şiko xuya dikir. Dû xwendinê ra pirê hewarîya (weke 500 kes) helbest fêm ne kirin. Lê yekî dinê jî helbestek xwend, ku ser Şiko nivîsî bû. Gişkan fêm kirin û bû kûrînîya wan, girîyan. Fêrîk aciz ne bû, tenê ber xwe ket, ku milet wî tênagihîje.

Fêrîk ji ronakbîrên xwe, yên rast-durust hiz dikir, qîmet didayê. Pey mirina bavê min ra, Fêrîk çarxetek nivîsî, ku me ser kevirê goristana wî terişand:

Ev Xelîlê Çaçan e li vir,

Pal daye bê deng û hes,

Yê ku belayî dinê dikir

Kêlm û kilam, deng û be`s.

Lê li ser şîna bavê min gotina xwe got, ku em li jêr perçek jê tînin:

Me geleka dilê xwe da dikire dimîm, ku emê hela gelek şayî-şayîneta da rastî Xelîlê Çaçan Mûradovê hizkirî bên, bengz û beşera wî ya xweş bibînin. Lê îro em şîna wî dikin. Tevî gelek te`lî-tengîyên jîyanê derbek jî li me û kûltûra me ket. Belê, emê jî bimirin, lê hergê rastîyê ruh dijî, em hêvî xalikê alemê dikin, ku wê dinê ruhê me rastî ruhê Xelîlê Çaçanî ezîz bîne… Pirtûkeke wî neçapkirî maye. Ronahîdîtina wê dû mirina Xelîlê Çaçan ra, wê bibe heykelekî zêndî ji bo bîranîna emekdarê lîtêratûra me…”

Ez bi xwe ne dîndar im. Lê minê gelek bixwesta, ku bi sêr-ecêbekê ruhê Xelîlê Çaçan û Fêrîkê Ûsiv “wê dinê” rastî hev bihatana.

Dijmin û neyaran, xêrnexwez û ruhbiçûkan, fesad û nezanan gelek caran Fêrîkê ezîz xeyîdandine. Lê destûra ronakbîr û welatparêzên rast tune vê yekê bikin. Lema jî gerekê pirtûkên wî yên çapkirî û çapnekirî bibine milkê gel.

Niha jî çend helbestên Fêrîkê Ûsiv:

Hûn şaş nemînin…

Çendik û çend sal,

Mame kerr û lal,

Çawa ku komira bê ziman û zar,

Li bin erdê sar.

Lê îro eger gurmîn ji min bê

Li ser vê dikê,

Ji agirê hundur bişxulim gurr-gurr –

Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin…

Çendik û çend sal, çend bihar payîz

Qaz-qulinga ra ne qûryame zîz,

Baskhem ne kirîye min Cûd û Erbîl

Û Sîs û Sîpan, Serhed û Sibîl

Û eger îro qîrîn kim qazkî,

Perr bigrim yekser, bifirim firqaskî –

Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin…

Ev destêd han merd,

Destên şiêrnivîs,

Vê dewra nemerd

Ne bûne kergîtê porê qismî qîz,

Îro ku hev xim wek kevir-hesta,

Agir bipekin ji ber van desta –

Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin…

Ev çevên hewce,

Wekî ne dîne ew bax û baxçe,

Ew çiya, ew banî,

Ji çiya jî kubartir bejina Barzanî…

Eger nişkêva Dicle û Ferat bilqîn kin,

Bikişin ji herdu çeva,

Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin…

Lê eger, feqet,

Li rêkêd emir teng û firêqet,

Milê min da tûr,

Dînc û dinêdûr,

Wek parsekçîkî li guhê gunda

Herim xalifî, belengaz, unda –

Hûn şaş bimînin, hûn şaş bimînin…

Dara azayê

“Xurme” û “Bexda” min pir seh kirîye

Û mitaleke xurmê şîrintir

Dinyake delal minra vekirîye

Li ada Dicle bihuşte bikir.

Wira qulinga kirîye qive-qiv

Û şinge-şinga karvana hatîye

Tucara danîye hejîrêd hingiv

Lê “dewrêş baba” şîret firotîye.

Qewl û qisetê Balûlî Zane

Tevrakirine min heyr û hisret

Hikyatêd “Hezar û yek şevan”e

Xewra kirime bi xewnêd cinet.

Xelîf Mauwa gulêd reng-rengî

Çinîye bo yarê ji baxê delme

Û bin sitirana bilbilêd bengî

Bişkoj vedane gulgez û palme.

Berêd behîva nolanî rişte

Barîne li ser tiralê Bexdê

Lê çi darek jer naha gihîştîye?

Çi barîneke agir û şextê?…

Ew teyrê Balûl buhurtî nîne,

Ew “Mîg”e yanê “Sûxoy”a dijmin

Barê xwe ji Bexda kambax hiltîne

Û dibarîne ser miletê min.

Ew karvanê kesirî nîne

Wekî dişingîya bi beytek şîrin

Ew tanke, tel-tel êrîşê tîne

Ew dek û dolavin, zirx û zincîrin.

Keftar derketîye gelî Kurdistan

Diha wanra çi “şer şerê mêra”…

Şert û şihûdê mêr û camêran

Zûda bîrkirîye ewan qilêra.

Keftor derketîye – kelbê kêlimbêj

Dike birme-birm ser her savêra

Diran tunene, lê bi protêz

Xirav nahêre dendenê zara.

Keftor derketîye – hemlikî hemis

Lê fesal-fesal post diguhêze

Vê dinya diha ji fena aciz

Fenegurîke teze dilîze.

“Avtonomîya” xwe wek sêva kurmî

Ew raber dike kurdêd tebîyetnas:

-“Han tera, divê, ev sêv û hurmî

Ji baxê meyî rêvolyusiya xas”.

Lê bi xûna xwe kurd hê av didin

Dara azayê ber dinya-alem

Ku bi qelbê qenc bidin gîhandin

Kurdistanê wek sêveke saxlem.

Şêlû nekin

Bira deştêd we li we bimbarekbin, xweyê deşt-dûza

Bira çiyayêd me li me bimbarekbin, me tebiyethiza

Bendekî Xwedê qeysîyê hiz dike, yek dendika wê

Yek bi çikilê dinyayê digre, yek bendeka wê.

Evel û edet we rehetîya ruh wan ciyada dîtîye

Lê hilbet me jî kar û keremek van çiyada dîtîye

Em şêlû nakin bi nixta nemerd tu cew û kanîya

Wekî ser weda dixulxulin tên ji van çiya-banîya.

Na, şêlû nakin em tu ava qet, lê hûn jî feqet

Dema qasekê em xwera hiltên serê çiyayêd xwe

Dinya dêmdelal hemêz dikin bi nûra çevêd xwe

Bi qelbê qencîyê bilind dibin wek çiyayêd xwe tîtan.

Û êmanekî xaliqê xwera tên pevgirêdan

Hûn Xwedê xwekin, hûn jî wê hingê bi cebh û cerme

Nekin tepilxan û şêlû nekin ezmanê ser me.

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya bernameya me li ser jînenîgarî û çend helbestên Fêrîkê Ûsiv kir.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, yek ji karmendên malpera me Têmûrê Xelîl e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev