Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

We dizanibû…? – 10

We dizanibû…? – 10

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…beşek ji êl û eşîretên kurdan yên Rojkî, Şerqî, Sîpkî dînê xwe va êzdî ne, beşek jî jê musulman in.

…keça kurd Nalîna Baksî (Pekgul) ji nava biyanîyên Swêdê da ya yekemîn bû di nava dîrokê da, ku bû endama parlemena Swêdê. Sala 1997an reytînga wê dû Olof Palmê ra ya here bilind bû li Swêdê.

…Erebê Şemo gava gelek salan di hebsên Sîbîryayê da maye, xwe bi xwe ra çîrokên kurdî gotine, ku zimanê dayîka xwe ji bîra neke.

…binecîya Stockholmê Seyrana Elî ya 12-salî alîyê avjenîyê da sala 1992a bûye şampîyona Swêdê û medalya zêr girtîye. Bi medalyayê ra tevayî 8500 kron jî dane wê. Ewê ew pere pêşkêşî hukumeta herêma Kurdistanê kirîye. Berî wê, xûşka wê-Sahar bûye şampîyona Stockholmê alîyê avjenîyê da.

…li Îsraîlê weke 150 hezar kurdên cihû hene û bajarekî wan (Keste) û 35 gundên wan hene.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev