Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Werin em hinekî jî bikenin – 10

Berevkar: Têmûrê Xelîl

JI DÎNAN DÎNTIR

Yekî dîn diçe cem doxtorê diranan bona diranekî xwe derxe. Buhayê derxistina diranekî 10 dolar bû. Doxtor diranekî wî derdixe, ewê dîn jê ra dibêje:

-Ne ew diran bû, te şaş kir.

Doxtor diranekî din derdixe. Yê dîn dîsa dibêje:

-Ne ew diran bû, te dîsa şaş kir.

Dawî doxtor ew diranê ku diêşe derdixe. Yê dîn diçe nav hevalan, pesinê xwe dide, dibêje:

-Min doxtorê diranan xapand. Min 3 diran derxist, tenê 10 dolar dayê.

“TU JI MIN BAWER NAKÎ?”

Gundîyek diçe mala cînarê xwe, dixweze kera wî ser çend sehetan bibe, karê malê pê bike. Xwedîyê kerê jî naxweze bidê, dibêjê, ku kera wî ne li bal wî ye, hevalekî wî birîye. Hema di wê demê da dibe zirînîya kera wî. Gundî jê ra dibê:

-Malnexirab, wê kera te li mal e, tu dibêjî ku ne li mal e.

Cînar lê vedigerîne dibêjê:

-Heyran, tu ji min bawer nakî, ji zirînîya kerê bawer dikî?!

KIRÎNA KEREKÎ

Merivek ji hevalekî xwe bi deynî (ser pênc salan), lê bi buhayekî gelekî giran, kerekî dikire. Birayê wî ser hêrs dikeve, ku çima bi buhayekî usa mezin kirîye, birayê wî lê vedigerîne, dibêjê:

-Birako, piştî pênc salan an ezê bimrim, an xwedîyê kerê wê bimre, an jî ker bi xwe… û ezê pereyan nedime tu kesî.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev