Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Bîrûbawerîyên mirovên binavûdeng derheqa Selahedîn Eyûbî da

Bîrûbawerîyên mirovên binavûdeng derheqa Selahedîn Eyûbî da

Emîn Narozî, lêkolîner

Celadet Bedirxan di hejmara 13an ya ”Hawar”ê de li ser Selahedîn weha dibêje:

— “Di sala 1316/1898an de gava Împeratorê Almanya hatibû Şamê qesda gora Selahedîn kiribû û berî ku bigihe gorê ji gergerokê peya bûbû û pêleke dirêj [ji bo rûmeta Selahedîn] bi peyatî çûbû ser gora wî. Her ev Selahedîn mirov û serdarê mezin Selahedînê me bû, Selahedînê kurd bû. Ji bona mezinahîya miletekî ma Selahedînek ne bes e.”

Ibn el-Firat jî weha dibêje:

Ibn Firat jî li ser rewşa destpêka wezîrtîya Selahedîn piştî wefata Şêrkoh weha dîyar dike: Dema Xelîfe Adid erka wezîrtîyê didê mîrek û serdarên sipaha Sûrî guhê xwe nadinê û wezîrtiya wî napejirînin û nakevin ber xizmeta wî. Lê Feqihnas û şareza Dîyaedîn Îsayê Hekarî sîyaset û mehareta xwe ya xurt bi kar anîye û ji Mîrê mezin Seyfedîn Meştûbê Hekarî û xalê Selahedîn Şehabedîn Mehmûdê Harimî dest pê kirîye ta ku wan qayil kirîye û anîye hêla Selahedîn. Dû re yên din jî ji bilî Eyne ed-Dewle Yarûqî, Cûrdîk û Qutbedîn Yenal û memlûkên wan pê ve ku ew zivirîne cem Nûredîn, bi yên din hemî wezîrtîya Selahedîn pejirandine û pê re kar kirine û ketine ber xizmeta wî, çawa ku Ibn el-Esîr jî heman tiştî di kitêba xwe ya el-Kamilê de nivîsîye.

Lê belê heçî Selahedîn e gava Xelîfe Adid wezîrtîyê dayê û menşûra/belgenameya wê jê re şand, wî ew bi dil can pejirand û li gorî ku îcab dikir tevgerîya û di dilê wî de qencî û rindî hat çandin, zincîra qencî û minetê bi stuyan ve hat eliqandin, hezkirina xelkê jî jê re çêbû û xweşmêrîya wî li rojava û rojhilat hemî belav bû. Gava nigên wî jî li ser darê wezîrtîyê û mezinatîyê erd girtin, ew jî bi sîyaseta xwe ya baş bi xelkê ve rabû, bi tevdîra xwe ya çê belgenameyên welatê xwe rêz kir û malbata xwe û xelkê xwe anî cem xwe û bi dadmendî bi herkesî re tevlivîya. Wî qencî bi xelkê û derûdorên xwe kir ta ku ew kişandin cem xwe û dest ji şerabê û kêf û xweşîyê berda û ji bo birêvebirineke qenc dest bi başîy û, camêrî û comerdiya xwe li ser gel  bêhtir kir û ji bo cahd û têkoşînê ûçikê xwe hilda.

Hinek ji mîrek û serdarên wê serdemê gotine: “Adidê xwedîyê Misrê berê xwe daye ser Melik Nasir Selahedîn Yûsuf û ewqas pir zahf jê hez kirîye ku hiştîye ew siwar here têkeve qesra wî. Gava ew li cem bûye û di qesrê de bi roj û dehyekan di odeyên wî yên taybetî de pê re maye ku kesî nizanibû li kû ye.[1] Ji ber vê piştgirîya Adid rewşa Melik Nasir Selahedîn Yûsuf pir xurt û qewî bû ku serdar û mîrek ji vî qedir û payebilindîya ku gihayê hesidîn û dest jê berdan zivirîn Şamê. Siltan Selahedîn bi demê re dilên merivan bi bal xwe ve kişandin û malê ku apê wî Esededîn Şêrkoh civandibû li hawîrdorên xwe belav kir û hê bêhtir ji Xelîfe Adid jî xwest ku wî jî nikribû nedê û ew jî li serdar û mîrekên dora xwe belav kir û xelk hê bêhtir lê kom bû û jê hezkirin. Bi vê belavkirina mal hêza wî xurt bû û ya Adid jî her ku çû qels bû çawa ku em ê rewşa wî ya dawî bibêjin.[2]

Hinek hûnraweyên ku li ser pesnê Selahedîn in:

Îbn Şihne el-Mûsilî weha gotîye:

Hêvîyê ji min re got ger tu

bigihîjî Eyûbîyan tu serkeftî yî

Hinek ji şi´rên ku rojhilatîyan jî li ser gotine ev in:

Xwedê mizintir e, kevan jî gihîşte destê xwedîyê xwe

Tîravêjên tîrên dînê Xwedê tîr avêtin

Çi bi rûmettir e Misr ji welatên din ku bi herdu

Yûsufan rûmetdar bûye, ma erdeke din digihêjê?

Bi kurê Yaqûb rindîya wê bi coş lerizî

Û bi kurê Eyûb jî dilovanîya wê bi serfîrazî hejîya

Ji şahan re bibêjin bila dev ji milkên xwe berdin

Ji xwe wa cîhangirê cîhanê û dayoxê wê hat.

Gava şa‘irî ev jê re xwend wî hezar dînar danê.

Piştî rêwîtîya duyemîn ya Selaheddîn bi Şêrkoh re ber bi Misrê ve nivîskar û şa‘irê mezin Îmad el-Katib Îsfehanî ev şi‘ra han li ser wan ji Necmeddîn Eyûb re nivîsîye ku pê xwestîye rewşa wan û hêvî yan jî planên wan dîyar bike û ji xwe weke wî jî çêbûye:

Roja jêdûrîyê ji temenê min nayê hisabê

Û roja cudabûnê jî ne ji jîyana min e

Bira û kurê te bi dirustî xwe spartin Xwedê

Û serkeftin jî sozekî rast e, nabe derew

Ew lehengên cengê û yên oxilmên giran in

Ew fêrî lêdana qoqên serê xayînan bûne

Ew ê sibê di nav kafiran de pêlîdana agir bilind bikin

Ku bi germîya wê dê can pîr bibin

Yûsuf dê li Misrê bi cih bibe û piştî navbireke dirêj

dê çavên Yaqûb pê rohnî bibin

Yûsuf dê li wê derê dê bigihê birayên xwe,

bêguman dê Xwedê wan bigihîjîne hev[3]

Helbesta Melayê Cizîrî ku bi ya min belkî li ser Selahedîn gotibe:

  1. LATÊ HUSN Î Û ŞEHÊ XÛBAN Î

[Ji berhra Remela meqsûr î mexbûn: البحر الرمل المقصور المخبون li wezna Fa´ilatun fa´ilatun fe´ilun: فاعلاتن فاعلاتن فعلن]

Razê wî pîroz be dîsa got! [Ji şêweyê xezelê]

Latê husn î û şehê xuban î

Bi xwe hem xan î we hem xaqan î

Yûsufê sanî tu îro xanim

Ku bi husna xwe nedêrî sanî

Bi sur û heybet û sehmê xwe perî

Bi te şên li butan sultanî

Bi tebilxaneyê şahî were text

Ku tu îro şehê Kurdistan î

Kagulê berde bi ser xal û xetan

Ku muselsel binumêt rîhan î

Ismê e‘zem te divê çil ismî

Ji du herfan bi mu‘emma zanî

Çi berat bû weh bi ser da kagulê

Çîn bi çîn mest bi tuxra ranî

Te çi hacet bi suleymaniyê husnê

Xatemek le‘l e bi gewher anî

Çi xet eşkeste muselsel ya reb

Ku te pê nesix kirî dîwanî

Gerçî pirxal û nişan î emma

Bi Nişanî ku tu bênîşan î

Ey perî horisirişt î herçend

Bi beşer ademî yû insan î

Surrê subhan te ji husnê dinumêt

Ehsene l-lah ji sura subhanî

Çi heddê ‘eql e qiyasê te kirit

Ev e burhan ku tu bêburhan î

Me temenna ji nesîm xakê rehê kir

Pê bikîn dîde û dil nûranî

Nefesek bê te me nayê bi l-lah

Ne tinê rûh î tu rûh û can î

Sed hezaran ji te peygan di dil in

Lê li ser wê me tinê derman î

Te birînên me kewand dîsa

Ji nû agir te li daxan danî

Te Mela pir di ceger gezme ne lew

We perîşan î we pirêşan î

Riataza.com

[1] Gelek caran ji bo niqaş û sohbetên felsefî û tesewifî, digel lîstika setrencê bi tenê diman, çunkî Adid tu carî nedixwest fikir û ranmanên xwe yên taybetî û ne fermî dicivatan de bibêje û bi herkesî re par ve bike. E. N.]

[2] Nasiridîn Mihemed ibn el-Firat, Tarîx ibn Firat, unversiteya Besrayê, bê tarîx., bg. 4, beş 1, r.  63-65

[3] Ev şi‘r ji kitêba Ebû Şame ya Rewdeteyn, c. 1, beş 2, r. 369, sal 562 hatiye girtin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev