Dîroka kilameke welatperweriyê bi navê “LÊXİN BİRANO, LÊXİN!”

Dîroka kilameke welatperweriyê bi navê “LÊXİN BİRANO, LÊXİN!”

Kilama “Lêxin birano, lêxin!” li temamîya Kurdistanê belav bû, kete her maleke kurdan, dilê her evdekî kurd, bû stiraneke herî hizkirî û naskirî, nav-hurmeteke mezin qazanc kir. Ji bo taybetmendîya gotin û awazê xwe kilam kete nava ruhê her kurdekî welathiz û di paşeroje da bû kilameke şoreşgeriyê û derbasî dîroka mûzîka kurdî ya tekoşer bû. Heta îro ji gelek şervanên ciwan ra jî bûye wek nasnameya hunerî, meriv dikare bêje ku li Bakûrê Kurdistanê bûye kilama here hizkirî ya bi kurmancî û di dawîya salên 1980yan de di gel serxwebûnên civakî yên gelê kurd derket holê.

Ji bo gelê me li Bakûrê Kurdistanê ji zordestîyan xilaz bibe, kilamên wisa lazim in. Îro gelek stranbêjên navdar wê kilamê dibêjin. Hilbet, di vê serdemê da pêwîstiya kilamên şoreşgeriyê pir watedar û giring in. Lê ew jî gerekê bê gotin, ku em borcdarin navê xudan û dahênerên wan berheman, kilaman û miqaman jî bizanibin, ji bo ku ked û emekê tu kesî neyê jibîrkirin.
Zargotina kurdî pir dewlemend û zengîn e, lê destpêkê da her kilamek û miqamek xweyê xudan bûne, bedîl ser bedîla ra derbaz bûne, navê wan evdan winda bûne û kilam bûne milkê gelê me, bûne berhemên gelêrî. Îro ez dixwezim bi taybet derheqa dîroka kilama “LÊXİN BİRANO, LÊXİN!” ji we ra bibêjim. Baweriya min heye wê bala we bikşîne. Xudane gotin û mûzika kilamê nivîskar, hevalkarê min li radyoya Ronkayî mamosta Keremê Anqosî ye. Kilama “LÊXİN BİRANO, LÊXİN!” sala 1985an hate sêwirandin û cara yekemîn koma dengbêjên kurd ya Gurcistanê ya netewîyê bi rêvebirya birêz Keremê Anqosî wê kilamê qedand. Û wisa dema gastrolan koma dengbêj û sazbendên kurd yên Gurcistanê bere-bere ew belayî hemû komarên Sovêta berê û Ewrupayê û herwiha Bakûrê Kurdistanê bû.

Di nava 30 salên bihurî da gotinên kilamê pir-hindikî dihatin guhastin, hine dengbêj ji nû ve bi awayekî nûjên/cûda xwendin û xistin nava albûmên xwe.
Bêguman, digel hemû zordestiyên heta roja îro hatine serê kurdan, bi saya ziman û çanda xwe me xwe parastîye. Gelê me qedir û qîmeta qelema xwe girtîye û hê jî digire. Ji bo wê min xwest îro we re serpêhatiya kilameke hizkirî, kilama ku bûye wek marşa kurdî di şerê rizgariyê da ya bi navê “LÊXİN BİRANO, LÊXİN!” behs bikim.

Mamosta Keremê Anqosî hemdemvanê me ye, temenê wî 78 salî ye, kesekî emekdar, waletperwer, zanyar, nivîskar û rojnamevan e, heta roja îro yek ji karkirên radyoya Ronkayî ya Gurcistanê ye, bi xwe jî wiha behsa kilama xwe dike: “Rast bêjim ji bo min ne giring e, wekî navê min bizanibin, ez gelek şahnaz û serbilind im bi gelê xweyî mêrxas û egît û bi kilama “LÊXİN BİRANO, LÊXİN! Hîvîdikim gotinên kilamê “K’urdistana aza, çiqas xweş û rind e!” wê zûtirîn wext bê serî”.
Keremikin, bi lînkên jêrîn hûn dikarin guhdarîya kilamê bikin.

“LÊXİN BİRANO, LÊXİN! ” – Helbest û mûzîk yên Keremê Anqosî.

LÊXİN, BİRANO
Ax, Kurdistan, ez hatim te bibînim,
Lê tu ketî şêr, ax li min, te nabînim,
Gelo kengê Kurdistan wê aza be,
Erdê kurdên şervanên jîr, zanan be.
Lêxin birano, lêxin,
Roja Sor bilinde,
Kurdistana aza,
Çiqas xweş û rinde!
Eva dinya bê Kurdistan xalîye,
Îro roja şere, tune çareye,
Rabin lêxin, dijmin ser me barîye,
Derdên kurdan xemên gele salîye.
Lêxin birano, lêxin,
Roja Sor bilinde,
Kurdistana aza,
Çiqas xweş û rinde!
Bese binal dilbirîno, Kurdistan,
Ji xûna bilbil tu sor bûyî gulistan,
Êy, kurdno, mertalê me yekîtîye,
Riya azayê îro Pêşmergetîye.
Lêxin birano, lêxin,
Roja Sor bilinde,
Kurdistana aza,
Çiqas xweş û rinde!
Tbîlîsî, sal 1985.

Fermo, vîdêoklîpên kilama “LÊXİN BİRANO, LÊXİN! ”
1. “Lêxin birano!” Helbest û mûzîka yên Keremê Anqosî. Distirê Grîgorî Dasinî. Konsêrt li Almatê. Sal 1989.

2. Koma “Çarnewa” – “Lexin brano”

3. Koma Berxwedan – “Lêxin birano, lêxin “

4. Koma Berxwedan — Lêxin birano

5. BDP Secim Muzigi 2011-Kurdi-Türkçe

Ji alîyê redaksyonê da:

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin, çend sazkarên klîpên vê sitirana Keremê Anqosî li pir cîyan bi têksta helbestê ra lîstine, guhartine û kirine qalibê rêxistina xwe. Keremê Anqosî di helbestê da behsa mêrxasîya pêşmergeyên qehreman dike, lê wana ew yek guhêrîye û behsa endamên partî û rêxistinên xwe dikin, wêneyên serokê xwe û gêrîllayên xwe, nivîsên bi zimanê tirkî nîşanî temaşevanan dikin. Qesta Keremê Anqosî dema nivîsara vê helbesta bona sitiranê alaya Kurdistanê bûye, lê di klîpan da em gelek alayan dibînin, xên ji alaya Kurdistanê.

Ev yek nayê qebûlkirin.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

Bêlla Stûrkî

Unîvêrsîtêya Tbîlîsî ye Dewletê ya ser navê Javaxîşvîlî, beşa fîlolojîayê temam kirye // Endama serwêrtya navenda candê û perwerdeyê "Mala êzdyan" li Gurcistanê // Berpirsyara û bêjera radyoya Ronkayî ya Weşana radyotêlêvîzyona civakî ya Gurcistanê. Berpirsyara û bêjera întêrnêtradyoya Ria taza.

Qeydên dişibine hev