Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Rewşa Başûr: çend mitale

Rewşa Başûr: çend mitale

Tosinê Reşîd

Van demên dawî, ser opêrasyona Hewîcê ewqas hat nivîsarê, tê bêjî dixwestin bi wê nûçeyê qeyranên li Herêma Kurdistanê, qeyrana Serokatîyê û ya tûnd û tûjîya dijî barêgeh û endamên PDK li çend deverên parêzgeha Silêmanîyê û deverên mayîn, ji bîra bikin. Ew jî gava nonerê DAY giringîyeke mezin da hêzên kurda: “Li herêmê tekane hêza ku wê DYA bikaribe pişta xwe bidê, kurd in û ev opêrasyon ji bo ragihandina vê yekê peyamek e”.

Lê niha, li Başûr, çavên gelekan li peymana Stratêjîk e di navbera PDK û YNK de. Bê guman besa nûkirina peymanê jî tê kirin. Lê dîsan jî, wekî xalên peymanê yên sereke bimînin, ne dûr e serokê Herêmê dîsan ji PDK be û ev yek wê çareserkirina pirsa serokatîyê hêsan bike. Ji ber ku gor peymana stratêjîk a  di navbera PDK û YNK  hatîye îmza kirin, posta serokê Herêma Kurdistanê digihîje PDK, lê posta prêzîdêntê Îraqê digihîje YNK. Gor wê peymanê Mesûd Barzanî bû serokê Herêmê, Celal Telebanî jî serokkomarê Îraqê.

Belê, ji bo vegerandina aramîyê û hevkarîyê, divêt gavên hêja bên avêtin û zêndîkirina Peymana stratêjîk wê gaveke baş be.

Bi bûyarên Qeladizê, Kelerê û çend deverên mayîn ve girêdayî, berpirsê YNK’ê Goran Azad li xwe mikur tê û dibêje: “YNK û Goran, gel arasteyî rêbazên şaş kirin.” Baş ê, wekî YNK zû ji wan rêbazan dûr ket û ‘Peymana Stratêjîk’ derxiste meydanê.  Lê wekî ew jî wek Goran ser rêbaza destpêkê bima? Ne dûr e têkçûna aramîyê li deverên mayîn jî belav bibûya û kes nizane wê bigîhanda çi.

Peymana Stratêjîk di navbera PDK û YNK de sala 2006 an hatîye îmza kirin. Wê peymanê karibû çendek pirsgirêkên bi du rêvaberîyan ve girêdayî, çareser bike. Lê ew peyman heta niha jî bi tam nehatîye pêkanîn. Ew bêtir ji bo di nav herdu partîyan de parevekirina postên hukumatê hatîye bi kêr anîn. Ji îmzekirina peymanê êdî 9 sal derbas bûne, lê heta îro jî ji wan partîyan her yek xwedîya hêzên xwe yên pêşmêrga ye, xwedîya hêzên xwe yên asayîşê ye. ..

Dema destpêka şerê dijî Daîş, pirseke mezin, ku derkete meydanê, ew bû, ka çek û sîlihên ji bo alîkarîya Herêma Kurdistanê tên, çawan di navbera pêşmergên PDK û YNK de bên parevekirin. Wê pirsê hingê dilsarîke mezin kire nav herdu partîyên sereke. Dibû, wekî çek û sîlihên pêşmerge ewqas bendê bûn, bi rojan, bi hevtîyan li balefirgeha Hewlêrê diman.

Hêzên kurdan li Şengalê, tenê 3,5 km ji bajêr dûr in. Ji alîyê stratêjîyê ve jî rewşa pêşmerga baştir e. Berpalên çîyaên Şengalê, ku ji jor de li bajêr dinhêrin, di dest pêşmerga de ne. Çek û sîlihê wan jî têra rizgarkirina Şengalê dikin. Û ew ku heta îro jî Şengal nehatîye rizgar kirin, sebebê sereke lihevnekirina pêşmêrgên PDK û YNK ji alîyekî ve û PDK û YPG ê ji alîyê mayîn ve. Ev dubendî nîbûya, niha ji mêj ve Şengal rizgar kirî bû, xelkên Şengalê ku li kampan belengaz û perîşan bûne, wê vegerîyana malên xwe û niha meyê ne ku ser rizgarkirina Şengalê, lê ser avakirina wê binvîsîya.

Ev rûreşîke mezin e û wê tu caran neyê ji bîra kirin.

Em vegerin ser pirsên sereke: em besa serxwebûnê dikin, lê hê jî Artêşa yekgirtû, ku wê dewleta serbixwe biparêze, tune.

Pirsa ji kar dûrxistina serokê parlamêntê û çar wezîrên Gorran li meydanê ye. Bi bawerîya me bi carekê ve ji her tiştî dûr xistina Gorran jî ne çareserîye. Ew di hilbijartinan de partîya duyemîn bûye. Lê ji alîyekî mayîn ve nabe ku partîyak hin beşdarî hukunatê be, hin jî rûxandina wê hukumatê bixweze. Dema rûxandina hukumatê bixweze, wezîrên wê bi xwe gerek ji hukumatê vekişin.

Lê çi jî hebe guhastina serokê Parlamêntê û wezîran, gerek bi rêya parlamêntê bibe, parlamênt jî bê serî û bê kar e. Ev jî pirsgirêkeke ne biçûk e.

Erê, zêndîkirina peymana Stratêjîk di navbera PDK û YNK de, bi nûkirina çend xalan, dikare gelek pirsa çareser bike. Lê divêt em ji bîra nekin, wekî dema îmzakirina wê peymanê, PDK û YNK partîyên sereke bûn û tu roleke giring, ya partîyên din, tune bû. Lê îro 5 partî di parlamêntê da hene û Gorran bi kursîyên xwe partîya duyemîn e. Divêt peymana nû van guhastinan ji bîra neke.

Ew ku qeyrana serokatîyê xetereke mezin bi xwe re tîne, îro partîyên sîyasî gişk dipejirînin, lê rêya derketina ji wê qeyranê, hê jî bi tam nehatîye dîtin. Bi bawerîya me, wê gelek dijwar be kurd bi serê xwe wê pirsê çareser bikin. Divêt Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî û Yekîtîya Ewrupa di vê pirsê de alî kurda bikin.

Îro herêma Kurdistanê di demên dijwar re derbas dibe; qeyrana serokatîyê,  qeyrana aborî û alozîyên sîyasî… Herêma Kurdistanê li dijî Daîş di nav şerê man-nemanê de ye. Niha şandeke hukumata Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjan diçe Bexdayê. Dibêt ji Bexdayê destevala venegerin. Qet na, gerek pirsa bûdcêya Herêmê bê çareserkirin. Dikarin di hinek pisan de dest Bexdayê ve jî herin.

Seva serxwebûnê jî, kingê Herêm ji bo serxwebûnê amade bû, hingê pirsê daynin.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev