Helwêsta Yûrayê Şamil Nebîyêv

Helwêsta Yûrayê Şamil Nebîyêv

Helwêsta Yûrayê Şamil Nebîyêv

Piştî wê yekê, gava Tirkîye li balafira leşkerî ya Rûsîyayê xist, ku ji bo dijî şerê DAÎŞê bû, û ji jor da anî xwarê, di çapemenîyê da gelek deng û bes belav dibin derheqa wê yekê da, ku Rûsîya gerekê kurdan dijî Tirkîyê “bi kar bîne”. Derheqa vê yekê da sîyasetmedar û zaneyên gelekî bi nav û deng jî dibêjin. Bi vê yekê va girêdayî dixwezim bala we bikişînime ser hinek tiştan:

-Rûsîya di hêla “bikaranîna” kurdan da hinekî dereng maye, ji ber ku eva demeke dirêj e ku koalsîyona welatên Roavayê bi wan ra kar dike. Em wê jî bêjin, ku DAY û gelek welatên Ewrupayê pir xweş bi kurdên Îraqê û Sûrîyê ra didin û distînin, ku xwedî îdêologîyayên cuda ne. Hela di ser da jî, di van demên dawî da nûnerên DAY gelek bi aktîvî bi kurdên Îraqê û Sûrîyê ra ji bo wê yekê di nav pêwendîyan da nin, ku wana nêzîkî hevdu bikin, dubendîyên di navbera wan da bidine kêmkirinê, bona ew bikaribin bi kardarî şerê DAÎŞê bikin. Xebat tê kirinê bona pêşmergeyên Kurdistana Rojava (Sûrîyê) bikaribin derbazî Rojava bibin û bi hêzên YPG ra tevayî derkevine dijî têrorîstan.

-Wek ku gotinên nûnerên desthilatê didine xuyakirin, Rûsîya jî şervanîya hêzên kurdan di şerê dijî DAÎŞê da bilind qîmet dike.

Bi vî awahî, helwêstên welatên Roavayê û Rûsîyayê di pirsa rola kurdan di şerê dijî têrorê da li herêmê wekehev in. Lema jî hewce nake kurd hilbijêrin ka bikevine nava kîjan koalîsyonê.

Kurd rewşê gelekî baş derc dikin û hewil didin bi xwe wê rewşa navnetewî ya ji wan ra destdayî bona serketinên xwe bi kar bînin. Û di wê pirsê da wê pêywendîyên sertbûyî yên di navbera Rûsîyayê û Tirkîyê da bidine ber çavan.

Dema Rûsîya û welatên Rojava rola kurdan di şerê dijî zulma hemcihanî – DAÎŞê qîmet dikin, gerekê mafê kurdan ji bo xwerêvebirinê, damezirandina dewleta xwe ya serbixwe nas bikin. Ew pirs êdî gihîştîye bona wê li ser dereceya navnetewî ya bilind bê minaqeşekirinê.

Nabe ku kurdan wek leyîstokekê bi kar bînin, dema lazim bibe wana dijî hinekan “bi kar bînin”. Mixabin, kurd di dîroka xwe da gelek caran him ji alîyê welatên Roavayê, him jî Yekîtîya Sovyet da hatine bikaranînê, lema jî naxwezin şaşîyên xwe dubare bikin.

Ji Rûsîyayê ra lazim e van hemû bûyerên dawî yên li cihanê bide ber çavan û helwêsta xwe ya di hindava kurdan da biguhêrîne. Piştgirîkirina daxwezên gelê kurd yên heq wê di paşdemê da gelek karê bîne. Çareserkirina pirsa kurdan wê gelek pirsgirêkên li herêmê hel bike, ku bi salan nayêne çareserkirinê.

Û ya here sereke – îro him welatên Roavayê, him jî Rûsîya dixwezin piştgirîya gelê kurd bikin û di wê pirsê da ew dikarin bikevin nava hevkarîyê.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

Yuri Nabiev

Serokê Komeleya Piştevaniya û Hevkariya bi gelê Kurd re; Perwerde: Zanîngeha Tbîlîsê ya dewletê

Qeydên dişibine hev