Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

NÎŞANÊN ZODÎAKÊ LI KURDISTANÊ HATINE SÊWIRANDINÊ Û DI ÊZDÎTÎYÊ DA TÊNE PARASTINÊ

NÎŞANÊN ZODÎAKÊ LI KURDISTANÊ HATINE SÊWIRANDINÊ Û DI ÊZDÎTÎYÊ DA TÊNE PARASTINÊ

Torinê Torinî, lêkolîner
”Steyrkeke min heye batinîye,
Nod hezar sal carekê hiltêye,
Heta naha min nod hezar car dîtîye,
Nizanim emrê Îlahî çiye…”
(Ji qewlên êzdîyan).

Li ser goristanên êzdîyan heykel – peykerên hespan, şêran, beranan, boxeyan, teyran, kevotkan û yên dinê nîgar kirîne. Gelo çima?
Bi raberkirina steyrzanê brîtanî Wîlyam Olkot hema binelîyên devera navbera çîyayê Ma sîs (her dem bi berfê ma sîs – sipî) û çemê Ferat da (Oro – to) komên steyran belayî li ser birc – exteran kirine û navên ajalan lê kirine (çîyayê Ma sîs, çawa ku ermenîzan Vaçagan Vahradyan nivîsîye, hertim ” Masîs” hatîye navkirinê. Ew cara pêşin sedsalên 12 – 13an da êrîşên xaçhilgiran va girêdayî alîyê keşîşê rebenî Hakob Mizbinêsîda bin tesîra ”Bîblîa”ê da bi sîyasî bona dilxweşkirina xaçbiran ”Ararat” hatîye navkirinê, çimkî ”Bîblîa”ê da ”Ûrartû” (Oro – re – to, O – reş – to) bi teherê ”Ararat” jî hatîye nivîsarê).
Belê, cara pêşin Kurdistana kevnare da û li dor – berên wê da steyr û exter bi navên ajalan hatine navlêkirinê. Îzbatîyeke ewê, ya berbiçev jî ew e, ku hemû ajalên zodîakê (kember – goveka ajalan) ya kevnare hema yên evê erdnîgarîyê nê…
Gorî bîr – bawerîyên binelîyên Kurdistana kevnare her sê cîhan: ya li erşê ezmîn (ya Mêr – Melekan), ya li ser axê (ya zêndîyan) û ya ax – retê (ya ruha – gîyana) bi hevt tevekên xwe va li ber hev hatine girtinê, ”dêm – berên wana mînanî hev in”. Awa, gorî bîr – bawerîyên gelêrî ”gava kesek li ser dinê dimire, li ezmîn jî steyrkek ya wî (wê) dirije”. Û binelîyên kevnare navên ajal, çîya, çem, cî – miskenên dor – berên xwe danîne li ser steyr û exterên ezmanê xwe. Ne ku tenê birc, lê usa jî steyrên anegor bi navên ajalan hatine nav lê kirinê. Awa, ga bûye sîmvola Mêr – Mîhr, şêr bûye sîmvola Xaldî, beran, hesp bûne sîmvolên hîpostasên royê yên demên cuda – cuda, zîya bûye sîmvola xwedayê Me(n)d, teyr bûye sîmvola Melekî Taûs. Û ji evan Mêr – Xwedawenda her yek xweyî – xudanê ronkayîke erşê ezmîn e. Awa milk, kursî, hespên hevt Mêrên riknê yên pantêona êzdîtîyê ro, hîv û pênc dorgerên royê ne (yên ku bê dûrebîn hatine dîtinê). Şê Şems sîyarê royê ye, Şê Şin sîyarê hîvê ye, Melekî Taûs sîyarê steyra serê sivê ye û yên dinê. Lema jî hevt Mêrên riknê ”Hevt Sîyarên Mala Adya (Xwedê)” têne navkirinê. (Hevt rojên hevtêyê, hevt ferzên êzdîtîyê, hevt ta – qatên hine zî – kûr – atên kevnare jî hejmar û tesîra evan hevt ronkayên erşê ezmîn va girêdayîne). Lê pantêona êzdîtîyê bi temamî ji çil (40) Mêran sêwirîye. Anegorî hejmara Mêran çil pîrên cida jî li ber ocax – zîyaretên (zîkûrat) evan Mêran xizmet kirine bi serwêrtîya pîrên azmaman (sûmera azman ”An”, lê Xwedayê azman ”Anû” navkirine). Awa dîhar dibe, ku kal – bavên steyrnas yên êzdîyan demê da rewşa hevt (7) ronkayên galaktîka royê va û sî û sê (33) birc – extera va gîro û mijûl bûne.
Bi raberkirina zanyar A. Armîn rêzeçîyayên Zagrosê zodîakê da bûye sîmvola birca ”Hîdra” (Zîya), birk – çevkanîya çemên Dicle û Ferat bûye sîmvola birca ”Avberd”, çîyayên Tavros (peyva ”dewar” – va girêdaîye) bûye sîmvola birca Box û yên dinê. Ji vir 12000 (hinek jî dibêjin 18000) sal berê ajalên li ser kêlik û stûnên pîrozgeha Xerabreşkê (Girê navikê) ya nêzîkî Ûrfayê (Ruhayê), li rex mezelên êzdîya jî steyrnasîyê va, exter û steyran va têne girêdanê. Demên bihurî da li ser dîwarên Lalişa Nûranî jî mar, dûpişk û nexşên dine lêkirî bûne. Hîç badilhewa nîne ku bend – xaneke dirozga êzdîtîyê da tê gotinê:
Hûn bidine xatirê Erş û Kursî,
Ga û Masî…
Di vir da ga û masî ne ku erd û avê, lê exterên ezmîn raber dikin. Awa pîrên Cerwan jî ne ku pîrên dûpişkan e, lê pîrên extera Dûpişkê ne, micêwirîyên şê menda jî ne ku micêwirîyên maran e, lê cidê xwe va digihîjne Mêrê extera Zîya û xizmetkarên li ber zîyaretên wî ne.
A. Xanî ”Mem û Zîn” – da derbarê royê, hîvê, dorgerên royê da ne ku bin tesîra gotina Kopêrnîkos da, lê bin tesîra mîfologîya êzdîtîyê ya ji kal û bavên xweye êzdî hildayî da nivîsîye (Binhêre: kovara ”Nûdem”, N8). A. Xanî ”Birê axiretê” û hine sîmvolên dînê êzdî yên dinê jî bi bîr anîye.
Lêgênd, gotinên derbarê birc û steyran da (exter û steyrên Serê Sivê, Gaxûl, Karvanqiran, Qurix – Gêlavêj, Pêwr, Mêzîn – Terezû, Komka sêwya, Rîya kadiz û hwd) di zargotina me da pir in.
Himberî navdeştê li çîyayên bilind yên Kurdistanê li ezmanê paqij û zelal steyr bi pak hatine dîtinê, li zî – kûr – atên bilind steyrnasîyê va mijûl bûne. Û steyr û exter bo meriva bûne şêwrdar, nîşanvanên demê, hewayê, rê di demên rêwîtîyê, xwelîbêcerkirinê, hilgêr – dagêra zozanan û hwd. Sîmvolên steyr û bircan li ser zangan, keloşkan, dîwarên şikeftan, kiloçan, xalîçeyan, parên bedena merivan, stûn û arîkên xanîyan (cejna Xidir Nebî da) wek pîrozî hatine nexşkirinê.
Êzdîtîya î –ro – yîn da Mêr – Xwedawendên batinîye ne dîhar yên ronkayên erşê ezmîn têne parêz kirinê, ro nûra Xwedê tê dîtinê. Ew tevî ronkayên dinê dayîna Xwedê tê dîtinê. Lê di destpêkê da berî pêşdahatina bawerîya derbarê Xwedayê ne dîhar da ronkayên ezmîn pîroz hatine dîtinê. Naha jî bawermendên êzdî her siva, gava ro nedîr dide, bi tîrêncên royê ta dibin, ewê axa welêt maç dikin, li ku tîrêncên royê yên pêşin dikevine li ser, dua dikin û dema hildana navên Mêr – Melekên ronkayên erşê ezmîn bi dest li rûyê xwe danînê xeleqên sîmvolên govekên royê û ronkayên dinê disêwrînin. Ji evê govekê tên Sûr û Toqa Êzdîdê Sor yê hîpostasê royê, xelektîya parêzgeha Xerabreşkê, Sûgûr a pîroz ya sûmera û hwd. Ev xeleq derbazî nava xaçparêzîyê jî bûye û bûye govek – xêlîya li dor sere Îsa jî. Bi îzbatkirina zanyara parêzîya Îsa bi xwe jî hema ji roparêzîyê tê. Badilhewa nîne, ku alîyê êzdîyan va Îsa ”nûranî” tê nav lê kirinê. Sê mog ew sê steyrkên geş in, yên ku roja bûyîna Îsa, ango rovegera zivistanê da, gava li cem êzdîyan cejna Şê Şems – Mîhrê Mêrê royê tê pîrozkirinê, berî nedîrdayîna royê li rohilatê dikevine rêzekê – ”çevronayê didin”. Rovegera zivistanê da pey sê rojan ra ro dest pê dike carke din bilind dibe. Îsa jî hema pey sê rojan ra ji mirîtîyê zêndî dibe. Xaç berê – berê da li Mêzopotamîya û li Misirê sîmvola royê bûye. Xên ji wê dema rovegera zivistanê hema pey dîharbûna birc – extera Xaç ra ro li ser wê ”xaç dibe” û dest pê dike nuh va bilind dibe. Îsa jî pey xaçbûnê ra zêndî dibe. Cejn, rê – rizmên xaçparêzîyê li ser cejnên roparezîyê hîm bûne (bi kasa şeravê dua kirin xaçparêzîyê ji kal û bavên êzdîyan yên ûrartû û mîtanî hildane, bi avê morkirin jî ji ber girtine… Mêzeke : ”Êzdîtî: xeleqa veşartî” rojnama ”Rya teze”, N1, 3, 6, s. 2015). Awa êzdîyên xalifî yên bi sozdayînên vala û bi dirava xapîyayî bi Îsa parêzîya xwe ya dûrî ji çand û dîroka me bi berovajo bûyî û paşopê bûyî dîsa royê diparêzin…
Anegorî bîr – bawerîyên kevnare ronkayên galaktîka royê û exter tesîra anegor li ser dor û beran, tendurustîya meriv dihêlin, çawa bin bandora hîvê da avên okêana diherikin û vedikişin, çawa demsal, şev û roj têne guhastinê. Hema Bisk hildan alîyê micêwirîyên şemsanî da nîşana hiştina bandora royê ye li ser serî, lê birîna mara bûk û zeva, birîna hîva zarên nexweş, sunetkirin alîyê micêwirîyên şê sina da nîşana hiştina bandora hîvê ye li ser parên bedenê yên anegor. Awa pêşdahatina ferzên êzdîtîyê (xûşk, bira, yar – dostê axretê, micêwirîyê biskê…), usa jî diha dereng peydabûna horoskopên (bextnîşandarên) cude – cude yên bîyanîyan evan bîr – bawerîyên kevnare va girêdayîne.. Bin tesîra zaravên sêmîtî da çawa çîyayê ”Kûtî” – ”Kurd” bûye ”Cûdî” -”Cûd”, Şengal bûye Sîşncar (navên ”Şengal” ”Senger” ji çevkanîkê ya ”sengar” tên û hasêgeha kevirî” didine kivşê), ”kurdmand” bûye ”kurmanc” usa jî ”mag” bûye ”mac”. Awa ji vira jî gotina êzdîtîyê ya ”micêwirî” tê. Û micêwirîyên êzdîtîyê peyhatîyên magên Ûrartûyê û Mîdîyayê yên berî atravan – agirvanên zeredeştîyê ne… Çimkî gorî bîr – bawerîyên pêşîyan dêm – berê dinya ax – retê jî ji ber her du dinyayên dinê girtîye, Mêr – Xwedawendên steyr û exteran li dinya axretê tesîrê li ser ruh – gîyana jî dikin, roja bandê sûc û xêra himberî hev dikin (ruhên micêwirîyên ferzên axretê jî ku bi cidê xwe va digihîjne ewan Mêr – Melekan, mînanî ”KA” – ê misirîya şede disekinin, rêbertîyê dikin), a lema jî sîmvol – nîşanên jorgotî yên zodîakê li ser mezelên êzdîyan bi teherê heykelan, nîgarkirinê têne bikaranînê. Bi evê parêzîya ber bi Mêrên ronkayên ezmîn, pevgirêdana her sê dinya tê dîharkirinê. Çawa ro nedîr dide û diçe ava usa jî kêlikên rohilatê û roavayê yên li ser mezel bona ruh evê dinê û dinya axretê raber dikin – dibin sîmvol. Nifira ”kevir – kuçê te biqulibe” hema bo kêlikên mezela tê gotinê.
Belê, heykelên li ser mezelên êzdîyan ne ku nîşana mêrxasîya xweyên mezelan e, lê gorî nêrîna kevnare sîmvolên exter û steyran e. Û ev nêrîna ji kûraya hezaran salan, dibek ji hêna parêzgeha XERABREŞKÊ, tê.
Mixabin heykelên hespên bê sîyar yên li ser mezelên gundên Mara, Xana Xecê, Seyranê li Ermenîstanê tevî evan navan alîyê barbaran va êdî bûne xîç – xubara li binê lingên hespan û êdî ez nikarim wêneyên kumeytên li ser mezelên kalik, pismam û gundîyên xwe raber bikim… Şiklên raberkirî da kumeytên li ser mezelên gundê Camûşvanê ne. Ew birêz Mirazê Cemal şikil kirîye. Şiklê din da kêlik – stûneke parêzgeha Xerabreşk a 12.000 salî ye.

Nivîsarnasî:
=Min di lêkolîneke xwe da (”Sêva sor sîmvola jîyînê ye”, rojnama ”Rya teze”, N1, s. 2007) raber kirîye, ku sê sêvên ku zevayê êzdî pêşkêşî – diyarî bûkê dike, fêkîyên Hewayê va (yên ku kes nizane ji çi darê ne) girêdayî nînin û pir kevnar in. Ew sêv sê sêvên Mîr Mih in. Gelo kî ye Mîr Mih?
Mîr Mih sîmvola demê ye. 12 demjimarên wî yên royê ne (roj), 12 demjimar jî yên hîvê ne (şev). Û navê xwe jî ewî ji peyvên ”mêr” ango ro û ”meh” ango mang – hîv hildaye. Mîr Mih ne ku rêwîyê li ser erdê ye (çawa ku dr. Xelîl Cindî Reşho û kesên dinê raber dikin), lê mînanî royê û hîvê rêwîyê li erşê ezmîn e. Heta gihîştina Quva Felekê û dema fitil – zivra xweye dinê ew kembera birç – extera va (çerxa Felekê) derbaz dibe – rastî sîmvolên wana tê: birca Derya – Avberd, birca Mar – Zîya, bircên Teyr û Nan – Garis, birca Cot û Cotkar, Girê kosmîkîyê yê Herherê (Hey – heyê), dema ”hezar û çêl û salekê” ya mayîna Mîr Mih li birca Felekê û hwd. Raberkirina steyrnasîya Destana Mîr Mih ya xweya raman û naveroka pir dewlemend em bihêlin hêvîya steyrzanan.
=Mîhr Mêrê royê bûye li cem h – or – î – mîtanîya. Peyva ”mêr” ya makezimanê hindewropî ye û ”Mêr – Xwedawend” daye kivşê. Ji wê jî gotinên ”merî”, ”mîr”, ”Mîhr” pêşda hatine. Î – ro ”mêr” bi raman – fikra ”mêr – zilam”, ”mêrxas”, ”xurt”, ”leheng” jî tê bikaranînê. Bi evê ramanê mîtanîyan jî ew peyv bi kar anîne. Gorî bîr – bawerîyên mîtanîyan Mîhr – Ro ji mixarê derdiket (û parêzgehên Mîhr parêzîyê bi pêpelînga dadiketine ber bi jêr). Nimûneke ewê bawerîyê jî hebûna ”Dergê Mêr – Mîhr” e li rex kela – bajarê Wanê (To – reş – po). Gorî êzdîtîya î – ro – yîn jî wê bê roj, ku şerefê dîna yê madî wê derê ji mixarê û text – tacê meda rizgarke ji destê kafiran. Bîr – bawerîyên kevnare yên hindewropîyan da mixare sîmvola ezman bûye. Sanskrîtî da û ”Avêsta”ê da ”azman” hin kevir, zang hin jî azman dide kivşê. Badilhewa nîne, ku mîfologîya êzdîtîyê da tê gotinê, ku parêzgeha Lalişa Nûranî ya dema mîtanîya ji azman hatîye li ser rûyê erdê. (Stûnên hemû parêzgehên Mîhr parêzîyê gorî 24 demjimarên şev û rojê 24 bûne. Tîrêncên quvên parêzgehên êzdîtîyê jî hîmlî 24 in).
Awa Şemsê êzdîyan tenê ew Şems e yê ku ji çîyayên Kurdistanê nedîr dide, nava salê da nav rêza kember – goveka bircan ra (çelxa Felekê) tevî dorgerên xwe ger – zivrekê dide xwe, û her êvara jî pişt çîyayên Kurdistanê va diçe ava. (Ev ger li ser erdê bi teherê Sema ya resene ji hevt kesan tê raberkirinê. Di sedsalên navîn da sofîyan gera Sema guhartine, kirine ji du rêza). Belê, êzdîtî bi hemû cejn, rê – rizmên xwe va bi mora erd û azmanê Kurdistanê morkirîye. Heger kal û bavên êzdîyan li Arktîkayê yan jî li Antarktîdayê bijîyana, dînê êzdî , ya bi me va dîhar, pêşda nedihat. Li Kurdistanê der jî bo paqijmayîna êzdîtîyê gotî cejnên êzdîtîyê ne ku gorî keys û kayfa ”prêzîdêntê dine – alemê” ku kirine bela sere êzdîyan, lê gorî wekehevbûnên şev û roj, rokurtk, rodirêj, nedîrdayînên steyr û exterên welatê kal û bavan bêne pîrozkirinê.
Di êzdîtîyê da xên ji Xweda û bawermend usa jî êtnos heye. Ew di nava zimên, dîrok, zargotin, rê – rizm, govend, stran, awazên zurnê, bilûrê da veşartîye. Çiqasî jî hinek kotela dînê êzdî li Ewropayê û Rûsyayê bigerînin, dîsa jî êzdîtîya xweya kok û rehên pir kûr wê neçilmise, tenê gotî ew bê ” avdanê”. Civaka êzdî jî wek organîzma zêndî gorî rewşa demê hey tê nuhkirin – guhastinê. Bo li dîyasporê parastina êzdîtîyê gotî li her dera zîyaretên êzdîtîyê bêne avakirinê û xizmeta dînî ya êzdîyan hema alîyê micêwirîyên perwerda xwe li Akadêmîyayên dînê êzdî da wergirtî yên li ber ewan zîyareta (zîkûrata) xizmetkirî bê pêkanîn – mîyaserkirinê. Demê da li evê cîhanê micêwirîyên êzdî wek Nînşûbar, Şara, Lûlalê wekîlên Înana sûmerî ew kar û rol mîyaser kirine çi ku ”doxtirê malbetê”, ”parêzerê malbetê”, ”şêwirmendê malbetê” û yên dinê îro civaka ewropî da pêk tînin… Bona gorî pergala dewrê bi nuh va bi aqilane rêxistinkirina civaka êzdî berê her tiştî pêwîstîya zanebûn, haj pê hebûna çand, rê – rizmên êzdîtîyê yên riknêye şêlû nebûyî heye. Çanda êzdîtîya xalis çanda netewa kurd ya xwexwatîyê ye. Netewa ku çanda wêye xwexwatîyê tune, axirîya wê dûredirêjîya dîrokê da betal e..
Serdazêdekirin:
Evan rojan gotareke derbarê êzdîtîyê da li ber çevên min ket .http://www.felsefevan.org/ezdi-xwe-cawa-dinasinindibinin.ht… Xudanê evê gotarê birêz Alî Gurdilî li ser gotinên çend kesên êzdî gihîştîye hine encaman. Minê bixwesta ku bo xatirê çanda êzdîtîyê birêz A. Gurdilî bo gihîştina encamên nuh nêrînên êzdîkî mîna min jî li ber çevan ra bida derbazkirinê.
Birêz A. Gurdilî evê şirova Yunusê ji Mêrdînê raber dike, ku êzdîtîyê da ”Xwedê bi tenê afiranerê dinyayê ye. Belam ne berdewamkarê dinyayê ye. Ne aqtîv ê û li dinyayê mêze nake”.
Bêjim ku, bi zanyarî hatîye îzbat kirinê, ku dîn çiqas kevnar e, awqas pantêona wê pirendam e û her Mêr – Xwedawendekî wê xweyê tenê fûnksyon – erkekî ye, çiqas dîn nuh e, awqas her Mêr – xwedawendekî wê dibe xweyê çend fûnksyonan. Dînê êzdî yê ”stûna her çar dîna, kilît – mivteya hemû xezîneyan, dezmala (ala) şerfedîna (şerefê dîna)”, ango ya berî zeredeştîyê, mûsayetîyê, xaçparêzîyê, îslamyetîyê xweyê çevkanîyên pir kevnar e. Lema jî ji Xweda (yê ku li her dera ye û guhdarê heta xiştînya mûrîyê kuleke jî) û çil (40) Mêr – Xwedawendên êzdîtîyê her yek xweyê erkeke anegor e. Û ew erk bi xwestin û bi biryara Xwedê pêk tên, ango êzdîtîyê da Xwedê ”hin berdewamkar e, hin aqtîv e, hin jî mêzekir e”. Micêwirîyên êzdî cidên xwe va digihîjne ewan Mêrên Dîwana Xwedê. Heta naha her micêwirîkî cidê jî xweyê tenê erkekê bû. Ji vir û pêda ew êdî ber bi pir erktîyê va dimeşin.
Birêz A. Gurdilî gotara xwe da lêgênda qaşo derbarê Xwedê, Melekî Taûs û Adem da raber kirîye. Lê bi rastî ev lêgênda ne ku derbarê Melekî Taûs ê êzdîtîyê da ne, lê derbarê Azazîlê dîn – meshefên bîyanîya da ne. Aîna êzdî ya xalis da lêgêndeke awa tune. Sofî û derwêşên nav êzdîyan da yên sedsalên navîn wek nivîskarên ”Meshefî reş” ew lêgênda bi nezanî yanê jî bi zanebûn ji dîn – meshefên biyanîyan hildane, nave Melekî Taûs va girê dane û awa ev lêgênda kirine belake sere êzdîya http://riataza.com/…/2233-milete-taus-navlekirina-5000-sali…
Birêz gotarvan dinvîse, ku di dînê êzdî da dojeh tune, çimkî, xwedêgiravî, Melekî Taûs bi hêsirên çevên xwe agirê dojehê temirandibû. Bêjim ku çawa organîzma zêndî da dêsîmîlasîa (çêbûn) û asîmîlasîa (tunebûn, bişavîbûn) di nava hevda nin, usa jî êzdîtîya siruştêva kîp girêdayî da bihuşt û dojeh, çawa li evê dinê, usa jî li dinya ax – retê hema nava hevda nin û yek bêy ya dinê nikare bidome. Û kesekî li evê dinê nezan nikare dinya axretê da bibe zane. Awa derbarê ”hêsirên” Melekî Taûs da jî nikare gilî – gotin hebe.
Birêz A. Gurdilî dîsa bi devê Yunus dibêje: ”Desthlatdarê semaxa / îradeya Xwedê Tawisî Melek e û bi riya reenkarnasyonê re ruhê wî xwe gîhandîye şêx Hadî û pêre bûye yek”.
Berê pêşin Mêr – Melek (usa jî Melekî Taûs) nemirî ne. Ya duda : Adî yê şêx (yê ne ku hîmdar, lê rêformatorê dînê êzdî ye) û Xwedayê Adî (Adya) ne yek in. Û ya dawîyê: dînê êzdî ya xalis da rêînkarnasia ango ji govdekî derbazbûna gîyan li govdekî dinê yê meriva, ajala, hêşnayê, kevira tuneye. Êzdîtîyê da hebûna dinya axretê ya ruh – gîyana xweber retkirina rêînkarnasîayê ye. Heger îndûs destên xwe nadine çêleka, lê êzdî hema bona xêrdayîna ruha çêleka ser jê dikin. Gorî êzdîtîyê ruhên bendên ne pak li ser pira Sirat êra (ji peyva hindewropî ya ”sirê”, ji ramana ”rêz, cêrge, dor sekinandinê” tê) derbaz nabin, paşda vedigerine li evê dinya ronik, bin kirasên cude – cudeda bi wedelî star dibin (dibek bawerîya rêînkarnasî ya civakên biyanî hema ji evê yekê pêşda hatîye?), heta ku bona evan ruha xêr têne dayînê, ” nanê mirîyan” tê derxistinê, dua – dirozge têne kirinê û ev ruh êdî dikarin li ser pira Siratê ra derbaz bin, biçine dinya ax – retê, bigihîjne ruhên dinê. (Ramana ku ruh – gîyan , dinya ax –retê hene û ruh ramanî ye – nemirî ye, ango pey mirinê ra jîyana heta hetayê heye cara pêşin Kurdistana kevnare da pêşda hatîye û seranserî dinyayê bela bûye)
Bo mak kirina gelo êzdî xwe çawa dinasînin (dibînin) birêz A. Gurdilî gotina Osman Sebrî ya ”çil Mêrên Êzdîtîyê ereb in” bîr anîye.
Dibek bona sofî û derwêşên sedsalên navîn yên nav êzdîyan da çil Mêr ereb bûne, lê êzdîtîya xalis da çil Mêr, çawa min evê gotara xweda raber kir, Mêr – Xwedawendên çil ronkayên erşê ezmîn in. Lê ronkayên ezman û erebên sofî çiqasî ji hev dûr û cudane, li ber çevane, bo her kesî dîhar e…

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev