Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Çend pirsên ”nezanan“ û bersîvên „zaneyan“ – 11

Çend pirsên ”nezanan“ û bersîvên „zaneyan“ – 11

Ji jîyana kurdan ya rojane

Amadekar: Têmûrê Xelîl

• • •

-Ez benî, ev pirsa nivîsandina bi (ı), (i) û (î) bûye bela serê me kurdn. Hinek bi kumik û bi nuqitk dinivîsin, hinek bê kumik û serqot dinivîsin. Gelo bal we – li Kurdistana Sûrîyê ev pirs çawa ne?

-Bi Xwedê, ev pirseke pêkenînê ye, ji ber wê jî ezê bi pêkenînan bersîvê bidim: “Di alîyê Çiyayên Kurmênc milet bê kumik dipeyîve, lê dengbêjên alîyê Cizîrê bi kumik distirên!”.

• • •

-Ez benî, wê rojê min miqaleke te di kovarekê da xwend û hetanî niha jî bawer nakim, ku te ewqas sist nivîsandibe. Gelo ez rast difikirim?

-Belê, tu rast dibêjî! Berpirsyarê wê kovarê bi serî xwe gelek guhartin kiribû navê û xirab kiribû. Eger nav û paşnavê min di binê miqalê da tunebûya, minê nizanibûya, ku ew ya min e.

• • •

-Ez benî, berpirsyarê kovarekê ketîye rewşeke teng û hewara xwe li te dadixe, ku di vê hejmarê da çi çap bike?

-Min bihîstîye, ku di hejmarên berê da miqalên gelek kesan xirab kirîye, paşê çap kirîye. Îcar bira vê carê wan miqaleya gişkan berevke û careke din wek hatine nivîsandin biweşîne, ez bawer im, ku wê hejmareke baş jê derê.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev