Folklorzanê kurdan yê herî mezin – Hecîyê Cindî

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Îro emê behsa jînenîgarî û romana Hecîyê ya bi navê ”Hewarî” bikin. Hûn vê gotarê dikarin li jêrê bi deng jî bibihên.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, yek ji karmendên malpera me Têmûrê Xelîl e.

FOLKLORZANÊ KURDAN YÊ HERÎ MEZIN – HECÎYÊ CINDÎ

 TÊMÛRÊ XELÎL

Di nav gelê kurd da gelek kesan ji bo miletê xwe karên mezin kirine. Karê hinekan gihîştîye milet, karên hinekan jî heta niha negihîştîyê. Ji bo nimûnê, karê radyoya kurdî li her çar perçên Kurdistanê belav bûbû û kar û barê wê, xwesma sitiranêd radyoya Rewanê gelek kurdên di xewa hingorê da hişyar kirîye. Û ew kar piranî di dema serokê wê radyoyê (ji sala 1957a heta 1981ê) Xelîlê Çaçan Mûradov da bûye. Nimûneyek din ew berevkirina zargotina (folklora) kurda ye. Di wî karî da em dikarin bêjin, ku Hecîyê Cindî di nav kurdan da yê herî bi nav û deng e. Û ew kar jî gihîştîye miletê me, ji ber ku piranîya milet ha ji folklora ku wî berev kirîye heye û jê hiz dike.

Ji karên Hecîyê Cindî yên herî berbiçev ev in: “Folklora Kurmanca” ya sala 1936a, 640 rûpel, ku wî nimûnên wê bi Emînê Evdal ra tevayî berev kirine, “Mesele û metelokên cimaeta kurda”, 800 rûpel, “Şaxêd Rostemê Zale kurdî”, 400 rûpel, şeş cildên “Hikyatêd cimaeta kurdîyê”, 1300 (hezar û sêsid) rûpel, “Folklora kurmancîyê” ya sala 1957a û yên din.

Dema rojekê pêwîstî pêşda hat, ku hemû karên Hecîyê Cindî yên di nav 50 salan da kirî berev bikin ji bo miqalekê binivîsin, ew kar ewqas pir bû, ku pirtûkek derket.

Hecîyê Cindî di wextê da serokê beşa Kurdzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanê bû, profêsorekî kurdayî bi nav û deng bû, di hêla ulmî da bi dehan miqalên wî hene, ewî helan daye bi sedan kurdan, ku xwe li xwendinê bigrin û çend salan di Ûnîvêrsîtêta Rewanê, beşa kurdzanîyê da mamostatî kirîye. Ew herweha xudanê ”Elîfba kurdî” ya ji bo zarokên kurd e û herweha xudanê pirtûka dersan ya ji bo komên 3-4an e, ku di dibistanan da heta niha jî bi wê pirtûkê dersan didine zarokên kurd.

Lê Hecîyê Cindî berî her tiştî welatparêzekî mezin bû. Ji bo welatparêzîya xwe di salên Stalînîzmê da kete hebsê. Ji bo çi kete hebsê?

Gava kovara kurdî ya delal  “Hawar” destbi weşana xwe dike, çend hejmarên “Riya Teze” û hinek pirtûkên kurdî yên li Yêrêvanê derketî ji wan ra têne şandin. Kovar hejmara xwe ya 8a da  (sala 1932a) nivîsa Celadet Bedirxan (bi nasnavê Herekol Azîzan) ser vê meselê çap dike. Em binihêrin çika li wir çi tê gotinê:

“Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.

Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.

Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.

Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.

Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ko gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye”.

Di wê hejmarê da Celadet Bedirxan ji  pirtûkeke ji Yêrêvanê şandî du helbest weşandine û dawîya nivîsa xwe da ha gotîye: “Ji bona îro me hevqas got, pêşdetir em dîsan ji Rêya-Teze behs bikin.

Em ji hevalê xwe re rêyeke xweş û dawîyeke geş hêvî dikin. Divêt ko her gav me hay ji hev hebit û gerek e ko em hevdu ser xebata hev serwext bikin”.

Rast e, “Hawar”ê bas ne kiriye (û rast jî kirîye), ku kê ew hejmarên “Riya Teze” û pirtûkên kurdî ji Yêrêvanê ji wan ra şandîye, lê em zanin ku ew Hecîyê Cindîyê nemir bûye û bona wê yekê dewletê ew girt, kire hebsê. Rast salekê ew zindana Stalînîyê da ma, lê kubar bû, ku bona wî karî li wir maye.

Min Hecîyê Cindî baş nas dikir, ji ber ku ew him hevalê bavê min bû, him jî gelek caran dibû mêvanê mala me. Eger ez di alîyê rojnamevanîya kurdî an jî karê bi edebîyeta kurdî va girêdayî da bi pêş ketibim, keda Hecîyê Cindî pir e. Ew bû sebeb, ku min dest ji meslekê xwe kişand (min beşa fîzîk-matêtîkayê xilaz kirîye) û bûme rojnamevan. Ew bû, ku piştî her miqaleke min, ku di ”Rya Teze”, an jî di kovar û rojnamên rûsî û ermenîyan da derdiketin, ji min ra têlê dixist, helan dida, tevî pesina şîret jî li min dikirin. Ez bi xwe jî gelek cara bi tenê, an jî bi kurdên Kurdistanê dibûme mêvanê wî. Ez him şaş dimam, ku ew ji ku ewqas wext dibîne bi min ra sohbet bike, him jî kubar dibûm, ku merivekî usa mezin çend sehetên xwe dikare bide min.

Hecîyê Cindî herweha romanek jî nivîsîye bi navê ”Hewarî”.

Niha jî perçeyek ji romana wî ya ”Hewarî” bixûnin û guhdarî bikin.

Bersîv

Sibeke meha gulanêye xweş bû. Ez ji bazara Yêrêvanê vedigerîyam. Min nêzîkayî malê ra kir. Di kûçê da, alîyê milê çepê, min profêsor Yêrêmyan dît. Mîna her cara min silava wî vegirt û pêşda çûm. Lê hema wê lezê min dengê wî bihîst û min piş xwe va nihêrî wê ew berbi min tê.

-Heval Kamil,- ewî bi beşereke xweş gote min,- ji kerema xwe deqekê sebir bike, min ku tu dîtî, gilîk kete bîra min.

Min zembîla giran danî.

-Bibaxşîne,- ewî got,- ku min tu dayî eglekirinê. Zanî, vê pêlê hevalekî karmend, ez dibêm belkî tu nas dikî – Babayan, namek ji Moskvayê sitendibû. Xweyê namê pirseke wa kiribû: gelo devera Dîgorê li bal we heye? Kurdekî binecîyê wê gelekî bi nav û deng e, paşnavê wî Lîtkîn e. Hevalê vira jî, ku name sitendibû, tu serederî jê nekiribû. Rojekê gazî min kir, bire dayîra xwe, got: ”Filnakes, hal û hewal ev e. Tu çawa mirovekî dinêzan, aqilê te ji vê yekê çi dibire?”. Min bersîva wî da, gotê: -Rast e, cem me gundekî usa heye, ez dibêm jê ra dibêjin Têgor an jî Dîgor. Ew gund berî şorişa sala 1917a navçeke Qersê bû û dikete nava welatê me. Gundekî kevin e, dêra wî jî gelekî kevin e. Gundê ermenîya bû, wakî mayîn nizanim kurd wêderê hebûne, an na. Niha tu çi dikarî bêjî?- Ewî bi cûrê pirsê li çevêd min nihêrî.

Min texmîn ne dikir, ku ewê pirsê bide min. Ez bi fikra xwe va zû da çûbûme Dîgora êzdîya, an jî wek ku hineka digot, Dîgora Emerîkê, ku li rex Dîgora ermenîya bû.

Profêsor hîvîya bersîva min bû. Destê xwe da ser girika milê minî rastê, dîsa gilîyê xwe pêşda bir:

-Hi, çi qewimî, tiştek kete bîra te?

Zmanê min giran bûbû û min ancax gotê:

-Bibaxşîne, tiştekî nikarim bêjim, her gilî zelal e.

Min nizam xatirê xwe çawa jê xwest, lingê xwe hilda û mîna çivîkekê firîm, lezobezo pêpelînga ra hilkişîyam qatê jorê, ketime hundur. Min zembîl danî ber şêmîkê û wê kezelikê peya bûme jêrê. Min dîna xwe dayê Yêrêmyan hê di cîyê xwe da ne, meriv digot qey di heyra min da ne. Kî zane, dibe texmîn dikir, ku ez dîn bûme, yanê serxweş im, li min nihêrî. Eh, çi difikire, bira ji xwe ra bifikire,- min got û ji alîyê kûçêyî çepê ra bi reverev çûm. Belê, ez xwe ji xwe ra dibêjim: ”Hiş, kerr be, Fêrîk hate dîtinê. Ne eva sî sal bû, ku unda bûbû, ser-beratê wî tunebû, îda hate dîtinê. Lema gotine: ”Bira li şaristan be, ne li goristan be”.

Ez dilezînim, di rê da kesî nabînim, diçim xwe bi avayîkî ra digihînim. Dîsa pêpelînga ra hildikişime qatê jorê û çiqa qewata min heye li derîkî dixim.

-Ew kî ye?- dengê nas dibhêm.

Zarê min nagere, bi cûrekî navê xwe hiltînim û gava derî vedibe, xwe davêjime hundur, disekinim, bîna xwe distînim û paşê bi dengekî bilind dibêjim:

-Nûrê, mizgînîya min ji te ra.

Nûrê, ku jineke xwendî û navsere ye, mîna carêd dinê dibe pîrqîna wê, dike ku xweşîyê xwe li min bike, lê gava min dinhêre, li kerrbûna min, xûdana ser rûyê min, şaş û metel dimîne… paşda vedikişe…

-Mizgînîya te… mizgînîya te ser sera, ser herdu çeva, lê çi mizgînî?- ew tevî hev dibe, nikare xwe li ser linga bigire.- Mizgînî? Ka kî min heye… A… dibe pirs derheqa heqkirina dîsêrtasîya min da ne, erê?- beşera wê xweş dibe û bi teherekî enenekirinê dîsa li min dinhêre…

Ez serê xwe dihejînim, dixwezim bêjim, ku gotina wê nîne. Rast li çevêd min dinhêre.- Mizgînîya te…- carekî jî dibêje û dibe kalîn-zarîna wê,- dibe derheqa birê min da ne? De bêje, zû-zû bêje,- deverû dikeve li ser dîwana rex dîwêr. Bi xwe va diçe, reng lê sipîçolkî dibe… Ez hêja ser hemdê xwe da têm, ber xwe dikevim. Ezî bêsebir bûm, teze ji xwe ra dibêjim: “Ne eva xûşk e, axir min çi kir?”. Nûrê neyseyî çevêd xwe vedike. Dilê min baristan dibe. Li min dinhêre, dibêje:

-Mizgînîya te ser sera, ser herdu çeva,- gotina xwe diwekilîne.- Lê ka birê min kîderê ye? Lê çi ra heta niha xûşka xwe, omida tenê nedipirsî? Lê kê ji te ra got? Birê min, birayê min…

Ez ber dilê wê da têm, jê hîvî, lava dikim, ku hêsa be, ku jê ra bêjim. Xûşk qasekê çevêd xwe digire, kerr dibe, xule-xula hêsira ye ku dibarîne, li xwe da dixeniqe…

Û ez dibêjim, dibêjim, ku çawa rastî profêsor Yêrêmyan hatime. Gotina wî dibêjim û derheqa hatina xwe da gilî dikim.

Ez dibêjim: -Ne min jî derheqa Fêrîk da bihîstîye. Axir ne herçê gundêd doranê me gişk wî zanin û hela profêsor Yêrêmyan xebere di devê wî da, ez li ser ketim, ku pirs xût derheqa Fêrîkê birê tedane. De rabe, rabe em herine mala Babayan. Ewî bi xwe name sitendîye, wê bêje, emê her tiştî pê bihesin. Ewê bêje ka Fêrîk li kêderê ye û çi dike.

Cînarêd Nûrê jî berev dibin, her kes bi dilekî şa çavronayê dide xûşkê û ber dilê wê da tên, ku hişê xwe berevî serê xwe bike, xwe unda neke. Ji van der û cînarêd wê hinek teze pê dihesin, ku birê wê heye… Paşê şik pêşda tê:- lê hergê birê wê heye, Nûrê heta niha çi ra nedigot? Ewî çi ra heta niha qe kaxezek nedinivîsî? Ew çawan e, ku ji sala 1918a û vir da tu xeberek ji wî tunebû? Lê çi ra…- Çevêd hevdu dinhêrin… Xûşk tê derdixe, hazir dibe ji otaxê zû derê. Ez dibêm, ku ew jî dikeve nava şikê, lê naxweze tiştekî bêje, ji çevê wê ra gelek tişt tê xanêkirinê, dixweze her tiştî deqekê zûtir zanibe, çika Fêrîkê bira çima aqa wext xwe kerr kiribû…

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya bernameya me ya li ser jînenîgarî û romana Hecîyê Cindî ya bi navê ”Hewarî” kir. Hûn vê gotarê dikarin li jêrê bi deng jî bibihên.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, yek ji karmendên malpera me Têmûrê Xelîl e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev