Ji zargotina me: Ferxê û Sitîya Ala

Ji zargotina me: Ferxê û Sitîya Ala

Ji nimûneyên zargotina me – 11

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema nehan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê berhemeke êpîkîyê ya bi sernavê “Ferxê û Sitîya Ala” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûye, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

Ferxê û Sitîya Ala

Mîrê Bexdayê û mîrê Adîyan birêd hev bûn. Dîwana mîrê Bexdayê tije cimaet bû. Wexta dîwana wî êvarê bela bû, şev birê wî kir ki rabe, here, gote birê xwe, go:

-Tu meçe, Adîyan, mîr got jina te jî bi zaroye, jina min jî bi zaroye, herdu jî hemlene, go, eger ya min qîz anî – ez bidime kurê te, yan ya te qîz anî – tu bide kurê min.

Go: -Bira, ez razîme, ezê bidim, ya me kîjanî qîz anî, bira bide kurê wî.

Ma. Jina Adîyan kur anî, jina mîr qîz anî. Sê rojêd wan temam bûn, pey sê roja Adîyan mir. Wakî dinê, de dibêjin gede kulekêra difirîya diçû, diçû dikete paşila qîza mîr. Jina mîr hat ber mîr sekinî, go:

-Ev çi gilîye, tu dikî; gede îro çend roje ku bûye, tê dikeve paşila qîza min. Ez qîza xwe nadimê. Ev çi soze te dayê, ez qe haj pê tuneme.

Mîr gazî xulamekî xwe kir, go:

-Herin bêjine jina Adîyan, bira bê vira.

Gazî kirinê, jinik hate ba wî.

Mîr gotê, go: -Bê mene, go dêlika heram, ev çi gilîye tu dikî. Ez qîza xwe didim, yan nadim, tu kurê xwe hildidî tînî dikî paşila qîza min, ez vî gilî qebûl nakim.

Jinikê go: -Welle, ez haj ji wî gilî tuneme, tu heker ji min bawer nakî, sê merîya bişîne mala min.

Mîr gote wan hersê merîya: -Kuro, yek we here ser kulekê bisekine, yek ber dêrî bisekine, yek jî ber colana gede bisekine, diya wî jî bivin bikine otaxekê, derî ser dadin.

Îja ewê ber colanê lê nihêrî gulpîn li colanê ket; gede nona sitêrkekê ji nava pêçekê derket, kulekêra hilkişîya, çû. Ewê ber colanê gote yê ber kulekê, go:

-Kuro, hat.

Go: -Kuro, ka min tişt nedîye.

-Kuro, ka pak li colanê binihêre, ka gede tê heye, yanê na?

Go: -Welle, min nihêrî, tişt tê tune.

-Kuro, de jorda were, bêjine yê ber derî, werine hundur.

Hersêya hev girtin, go:

-Emê herin bêjin jinika belengaz haj pê tune.

Lêdan çûne dîwana mîrê Bexdayê, hersêya hev girt, çûn.

Mîr gote wana: -Kuro, go, çawa bû?

Ewê ber colanê go: -Welleh, ber colanê nola siteyrkê kulekêra derket. Diya wî haj pê tune.

Gazî diya wî kirn, anîn hatin, mîr gote diya wî:

-Careke dinê tu van gilîya nekî, de pêçeka kurê xwe hilde bive here.

Malda ma heta sivê. Gede rabû xwexwe go:

-Dayê, tu herî bêjî mîrê Bexdayê, rûspîyê wî, qazîyê wî bîne were ba min.

Diya wî go: -Lawo, eva çi wexte, bavê te ez anîme, min riya dîwana mîrê Bexdayê qe nedîye, ez şerm dikim herime dîwana wî.

Gede go: -Bive-neve, tuyê herî.

Diya wî rabû lêda çû. Bê mene derî vekir, xwe avîte piş doşka odê. Mîr jorê rûniştîbû, dî kulfetek hate wêderê, gote xulama.

-Kuro, ew çi kulfete hate odê?

Go: -Welle, jina birê teye.

-Weylê, go, mala min xirav kirî, eva çi wexteke birê min mirîye, ez haj mala we tuneme, gelo deyndare, yanê qezedare, çi hewalê wêye, wekî îro hatîye dîwana min, kuro, bêjinêda çikanê bona çi hatîye mala min?

Go: -Bêje, ez hatime, dewlet Xwedê serê wî, ez ne deyndarim, ne qezedarim, ez hîvî dikim, bira ew, rûspîyê xwe, qazîyê xwe heta mala min bên.

-Kuro, bêwexte, ez nikarim bêm, bêjinê bira bisekine heta sibê, sibê ezê bêm.

Jinikê go: -Na, gere vê sehetê bêyî.

Cimaeta dora wî jî go:

-Mala birê teye, tu gerekê herî.

Rabû.

-Kuro, go, solê min bînin!

Solê xwe pê kirin, ew, qazî û rûspî rabûn çûn.

Jinikê kulavek danî bin wana, rûniştin.

Gede rabû ji nav cîyane

Go: -Apo, ezê tera bêjim zar û zimane

Te û bavê min dîwana xweda çi qirar hevra dane?

Gerekê tu Sitîya Al bidî Ferxê Alane.

Xwexwe navê xwe li xwe kir, nav li keçikê jî kir.

Qazî, rûspî gotine mîr: -Ev çi gilî te danîye, me haj pê tune.

-Li wexta bavê wîda, di saxîya bavê wîda me ev gilî kirine.

Anîn wêderê nehke kirin.

Qazî, rûspî, mîr rabûn lêdan çûn mala xwe.

Wê rojê sekinîn, gede dîsa bê menî, kulekêra firîya nola siteyrkekê derket çû kete paşila keçikê.

Dîsa jina mîr çû dîwanê, çû gote mêrê xwe, mîrê Bexdayê, go:

-Dîsa gede hatîye, welle ez qebûl nakim.

Mîrê Bexdayê rabû hat. Çar hespêd wîye fela hebûn, gote xulama, go:

-Kode ceh bide serê hespê wî alî, qeraxê wî alî, kodeke din jî bidin serê hespê wî alî, herdu hespêd ortê tiştekî nedinê. De, pêçeka gede hildin, go, bînin têkin orta her çar hespêd fela. Îja bira gede rabe here paşila Sitîya Al.

Mîrê Bexdayê derî ser her çar hespêd fela kilît kir, çû.

Gede wêderê xeberda, go:

-Hespê qeraxê wî alî hespekî şêye

Serê dêla wî erdêye

Tiştekî nevêjine Ferxê boy xatirê dêye.

Hespê dinê hespekî kumeytî çale

Nîşanek wî gerdenêye

Nizam nîşane, yanê xale

Tiştekî nevêjine Ferxê boy xatirê Sitîyêye.

Hespê dinê hespekî qemere

Dox û hevsarê wî li sere

Tiştekî nevêjin Ferxê boy xatirê bext û miraze.

Hespê dinê hespekî boze

Go: -Gelî bimbareka! Ser minra nekin dûman û toze

Sozê apê min divêje ne tu soze.

Herçar hespêd felin

Herçar jî bi sole bizmarin

Serê xwe şiqitandin dox û hecsarin

Wî alî – wî alî dora Ferxê kirine sitare.

Ma heta sibê. Dil-dînê gede berhev neda. Ma heta nîvro, nêzîkaya pez hatinê, lêda çû. Keloşkek fêza bêrîyêda bû. “Pez ki hate bêrîyê, çika ezê herim binihêrim halê Sitîya Al, pêz dibe çi, çika pezê bê bêrîyê, yanê nayê”. Lê nihêrî şivan wê pez jorda anî. Jorda pez kuta, kir û ne kir, neçû bêrîyê. Sitîya Al rabû dest avîte lingê mîkê. Ew pezê hezêmetî carekê qîrçîn pê ket, ji bêrîyê revî, ne hat. Kir û ne kir nehate bêrîyê. Hezar heysid mî bû. Lê nihêrî xûdanê ser Sitîya Alra avîtîye, Ferxê hat ku bibehice. Ferxê (Ferxîn) got: “Ez vira kilamekê nebêjim, pez bêrîyê nasekine”. Gede wêderê go:

Xîle-xîla van tiştîra

Xelo avdaye, bi avê bîra

Xêra mala Xwedêra bibûma tîremerekî, biçûma ser gustîla.

Go: -Xîle-xîlê van bizina

Xelo çêrandîye terezina

Xêra mala Xwedêra bibûma tîremerekî, biçûma ser bazina.

Go: -Xîle-xîlê van mîya

Xelo çêrandîye dorê bîra

Xêra mala Xwedêra bibûma tîremerekî, biçûma gulîya.

Pez pê bêrîyê bû, mûm sekinî, kitik cîkîda neçû îdî. Xelo serê pêz girt, Sitîya Ala jî dot. Temam pezêd xwe dotin, şîrê xwe wêda danîn, berx berî mîya dan. Berx berî mîya dan, berxekî cinû navda bû, ji nava berxa terk bû çû, çolê ket. Sitîya Al da pey. Sitîya Al wêderê nizam kevir bû, çi bû, pîya ket, deverûya erdê ket. Ferxê lê nihêrî Sitîya Al ket, go: “Weylê, go, Xwedê mala min xirav kirî, çika destê wê şikest, lingê wê şikest”. Ewî wêderê da ser berxê, pey berxê ket, wekî vegerîne. Sitîya Al lê nihêrî – Ferxê wê daye pey berxê, go:

-Xwedê mala bavê min xiravkirê, pez bê bêrîyê nedisekinî, Ferxê wêderê bû, sê kilam gotin, pez li pê (pîyê) bêrîyê sekinî, ezê jî kilamekê bêjim:

Erê, go, berxê minî delalo!

Eva seheteke tu Ferxê digerînî pişt û palo

Bimbarek, bizivire were

Maka te wê nava hoza mîya kale-kale.

Berx gişt-gişt lîst hat kete bin maka xwe. Ew şivanê din Xelo bû: “Îdî Xwedê mala min xiravkirî, ew zimanê pêz jî zanin. Pez pê bêrîyê nedisekinî, Ferxê wêderê kilamek got, pez sekinî. Berxek ji nava mîya revî, ewê jî kilamek got, berx hat kete bin maka xwe,- evê teze min bisekine, ez herim ba mîr şikyatkim”. Şivîn dîsa kulavê xwe avît çû. Xelo çû dîwana mîrê Bexdayê, derî vekir. Mîr go:

-Kuro, tu dîsa hatî çi?

Go: -Canim, qîza te min nasekine; pezê nîvro min anîbû dena, birazîyê te hatibû keloşka, min kir û ne kir, pez nediçû bêrîyê, wêderê rabû kilamek got, pez wêderê bû mûm sekinî; yek cîkîda neçû. Zimanê pêz jî zanin. Ew ma heta me berx berdanê. Berxek nava pêzda taya bû, qîza te kilamek got, berx hat ket bin makê. Evê teze min bisekine? Bira, min çi çêrandîye, heqê min bide, ez herim.

-Kuro, go, here bigihîje pêz, du kurê min hene, ezê pêşîyêda bişînim, bira lêxin, bikujin.

Sitîya Al Ferxêva çûne nava baxê Torkirî. Herdu kurêd wî hatin. Mîr gote kurê xwe:

-Kuro, şûrê xwe girêdin, vê sehetê herin, lêxin kurapê xwe bikujin.

Evêd te lêdan çûn. Lê nihêrîn Sitîya Al Ferxêva destgerdenê wê xwera nava bêxda digerin, kêf dikin. Sitîya Al carekê ser milê xweda zivirî, lê nihêrî wê herdu birêd wê şûr avîtine milêd xwe. Sitîya Al gote Ferxê, go:

-Birêd min hatin, wê te bikujin.

Ferxê go: -Halê minê çawa be?

Sitîya Al go: -De tu vira bisekine, ez pêşîyêda herim. Go, welleh, birê minî mezin pake, birê minî piçûk hevekî dîne.

Sitîya Al hate pêşîya wan go:

Birê minî mezinî, çiqa aqilî kemale

Sura evînê wê li bale

Go, Ferxê nekujin boy xatirê xûşka xwe Sitîya Ale.

Birê piçûk go: -Wêda, ez lêxim bikujim, lema bavê me em şandine, ku em lêxin bikujin.

Sitîya Al go:

Birê minî çiqa dîne, birê min

Sewdesere, aqil sêrîda tune

Go, min gazî rebê alemê kirîye

Xwedê koka we belkî biqelîne

A li ser Xelo bimîne.

Ev hersêkê te rabûn, hev girtin, çûne ser kanîyê – kanîya hinda mala Ûsiv. Ferxê ser otaxa mala xalê xwe sekinîbû, go: “Canim, eva han Sitîya Ale, ewê din jî herdu xûşkêd wêne”. Gede go: “Şikir ji vê gavêra, min dîndara Sitîya Al dîsa dî, de bira îja Xwedê rehê min bistîne”. Evê te jorêda peya bû. Ferxê ber wanra lêda çû. Çû ser kanîyê. Herdu qîzapê wîye din bi dilekî na, hezar dilî gede hebandin. Go: “Bedewê wa jî dinyayêda hene?”. Xûşka wêye mezin kilamek got, go:

Ez wîkim heq Xwedêye!

Wekî ez vekim du bişkokê pêsîrêye

Ezê mirîyê heftê salî derxim ji tirbêye.

Xûşka wêye mayîn go:

Ez wîkim, heq Xwedêye!

Ez jî wekî vekim du hev bişkokê pêsîrêye

Ezê hecîya vegerînim ji hecêye.

Sitîya Al lê nihêrî herdu xûşkêd wê ber girtin: “Ev çi dibêjin?”. Sitîya Al go: “Welleh, ezê jî kilamekê bêjim, çika Xwedê çi dike”. Sitîya Al go:

Gelî xûşka, cîyê em lê sekinîne, cîkî beroje

Wekî ez vekim du hev bişkoje

Min guman heye, ezê unda bikim şewqa hîv û roje.

Ferxê go: “Ez çawa kim? Telî-tengîya min û Sitîya Al ber hevda dîye, ezê kilamekê bêjim, çika çawa dibe?”. Go:

Ezê dikim herime male

Ezê we hersê qîzapara dibêjim bi zare

Kula dilê min, kovana dilê min Sitîya Ale.

Eva hersê qîzapêd wî bira hev bigirin û herin, bira Ferxê bê mala xalê xwe.

Sitîya Al lêda çû. Dîsa kete koçika xwe, rojê tu kesî nabîne. Şev-ro pêşê wê girîye, ji derdê dergîstîya xwe.

Em bên ser Ferxê. Ma heta êvarê. Êvarê xalê wî jî hate oda xwe. Êvarê cî danîn, Ferxê kete nav orxan-doşeka. Ew jî raza, xalê wî başqe, ew jî başqe. Bû nîşev, Ferxê dîna xwe dayê, xalê wî axîneke usa hatê (hezer kir), pêlêd xûnê ketine zikê wî. Go: “Ezê dey li xalê xwe bikim, jê pirskim, çika çira axînî hatê”. Dey li xalê xwe kir. Go:

-Xalo, rabe!

Go: -Kuro, te çîye, tu nahêlî ez razêm?

Go: -Welle, axîneke usa hate te, min go çika binhêrim kula te çîye”. Go, xalo, dibek ba di canê teda hebe?

Go: -Mal ji malê min zeftir tune. Çima ba li canê min hebe? Wekî ba hebûya, minê malê dinê bida doxtira, xwe saxkira. Go, xalekî te ji min mezintir heye, navê wî Mîr Aladîne. Eva heft salê wîye çûye. Îşev min xewna xweda dîye, lema axîn hate min.

Ferxê go: -Wekî usane, ezê îşev serê xwe daynim razêm, bizanibim xalê min li kuye.

Go, gede xewna xweda dî, wekî xalê wî şeherê Şêrwayêdane, wêderê mîrtîyê dike. Xalê xwera go:

-Xalê min çûye eskerîyê, Mîr Aladîn top milê wî ketîye, herdu milê wî enîşkêva firandîye. Go, welle, sibê ba te nasekinim, ezê herim ba xalê xwe.

Sive ron bû, gede rabû ser çevê xwe şûşt, da şivekê, ku ji dêrîva derkeve.

Xalê wî go: -Kuro, tuyê kuda herî?

Go: -Ezê herim ba xalê xwe, ez vira nasekinim.

-Kuro, go, dibe tu dîn bûyî? Go, tu çi zanî şeherê Şêwrayê li kuye, wekî tu herî?

Go: -Ez zanim li kuye. Go, ezê herim.

Xalê wî nihêrî wê here, nasekine. Xalê wî nihêrî cahile, fem nake. Rabû jêra hespek zîn kir. Hespê wî derxiste derva, xurcîn terkuya wî girêda, go: “Ev gede ne serwexte”. Hine pere kire xurca wî, nan-êmek li terkuya wî girêda û da gede, go: “Were. Gede çû”. Zenguya wî girt, gede lê siyar bû, go:

-Lawo, de here, Xwedê oxira terabe!

Ferxê heft roja ajot. Tu şeher neketin ser rê. Gede usa birçî bû, de îda qudûmê wî tunebû xwe ser pişta hespê bigire. De, heft roj ne nan xwerîye, ne jî av vexwerîye; tî, birçî û nizane jî, ku terkuya wîda nan heye. Xalê jêra danîye, lê negotîye. Hespê bin wîda jî usa bû, ku meriv pif kirayê, wê biketa, go: “Xêra mîrê mirazara şeherek rastî min bihata, min hespê xwe bifirota, bida kerî nan bixwera”. Wextekî daxilî nava şeherekî bû. Berî êvarê çû rastî firnekê hat, gote firneçî, go:

-Hûn hespê min bi nan nakirin?

Go: -Emê bikirin.

Go: -Nanekî bidine min, ezê bidime we.

Go: -Emê kerîkî bidin, go, çi têda maye, hesp wê dikeve.

Go: -Xwedê mala te avake, ezê çawa hespekî bi kerî nan bidim?

Go: -Xwedê mala te avake, go, çi têda maye, go emê serê wî lêxin, çermê wî ser bişiqitînin û cendekê wî bidine sa, go, çî merane.

Gede go: -Wekî ez bimirim jî, ez nadime kerî nan.

Gede ji wana derbaz bû, hespê xwe ne da. Ajot, xêlekê çû. Lê nihêrî wê sê-çar meriv kibaba çê dikin, go: “Ê, go, Xwedê zane ezê bidime van kibaba, bixum”. Gote wan, go:

-Hûn hespê min nakirin? Ez dewsê çend şîş kibaba dixwezim.

Go: -Emê bikirin! Kuro, go, em çend şîşa bidine te?

Go: -Du şîşa bidin, ezê bidime we.

Go: -Welleh em du şîşa nadin. Tişt di hespê teda nemaye, emê şîşekê bidine te, didî – bide, nadî – tu zanî.

Mîr Aladîn gote Simo, go:

-Tu zanî, milê min herdu anîşkada zêrin?

Go: -Na!

Go: -Berdestekî minî baş hebû, Mîr Aladîn dibêje, go, destê min zêr bûn, ne diçûn, ne dihatin, go, ewî berdestîyê min miştika min dipêça dida min, xelqê hew zanibû ezî kubarim, go, çiqa xwerina min hebû, ewî dida min. Berdestîyê min êvarekê cîyê xwe û min danî. Go, ez gelekî ber xwe ketim, min digot mirin ji vî halî çêtire, go, ez razam, sibê rabûm, min lê nihêrî ruh ber minda hatîye, tilî-pêçîyêd min diçin û tên.

Wêderê gede rabû, bû kûrînîya wî, xwe avîte pêsîra xalê xwe.

Xalê wî go: -Lawo, de keremke, em herin mala min.

Gede go: -Ez nayêm, xalo!

Xalê wî go: -Lawo, tu li ku dimînî?

-A, go, ez vê malika handame.

Go: -Lawo, ezê çûme mal, ezê du xulama bişînime pey te, lêde were.

Lêda çû malê; du xulamêd xwe şandin, hatin pey gede. Xulamêd wî anîn; dîwana wî tijeye. Simo go:

-Dîwanê, go, naka xwarzîyê Mîr Aladînê bê, wê silavê bide we, qe yek ji we silava wî venegire, go, Mîr Aladîn dibê “Xwarzîyê min gelekî kemale”.

Îja gede xwexwe silava xwe hilda, go: “Cîyê orta herdu kurxalê min, ezê herim wêderê rûnêm”, çika xwarzîyê wî wê formê dike, yanê na?

Xulam çûn gede anîne dîwanê: “Selam elêkim, go, gelî miclisê”. Yekî silava wî venegirt, xwexwe go: -“Elêkim selam, xwarzîyê Mîr Aladîn, cîyê te vanê li orta herdu kurxalê teye, keremke rûnî”.

Mîr Aladîn gote Simo:

-Min nego xwarzîyê min aqilî kemale?!

Simo gote Mîr Aladîn, go:

-Tu dibêjî, go, ez qebûl nakim.

Mîr Aladîn go: -Simo, go, here bêje malê, go, bira nanekî temiz çêkin, bînine dîwanê.

Nan çê kirin. Simo gote kevanîya, go:

-Lengerîya xwarzîyê Mîr Aladîn kivşkin, go, başqe daynin.

Anîn, lengerîya wî binîda sol-bizmarê hespa danîn; tije ser birinc kirin, ser wan bizmara, go: “Evê lengerîyê şaş nekin. Mîr Aladîn dibê xwarzîyê minî aqilî-kemale, çika tê derdixe, anê na?”. Birin, go: “Kuro, lengerîya xwarzîyê Mîr Aladîn başqe bidine ber wî”. Cimaet hate ser nîn. Ew nehat ser nîn. Ferxîn nehat ser nîn, nan nexwar.

Mîr Aladîn go: -Keremke, were ser nîn!

Go: -Xalo, ez nan naxum, heta ez kilamekê nebêjim,- û go:

Xalo, ez wîkim her Xwedêye

Wezîr Simo min digere van fenane

Tu were binêre

Go, binê lengerîya minda sol-bizmarê hespane.

Gede destê xwe lê xist, welgerand; temam sol-bizmarêd hespa bûn.

Mîr Aladîn go, go: -Çawane, go, min ne go xwarzîyê min aqilî kemale.

-Ê, Simo dîsa go, ez qebûl nakim.

-Wezîr, go, ez tera dibêm here lengerîke baş çêke, bîne xwarzîyê minra.

Lengerî birin çûn. Binîda kişmîş, kakilê gûza danîn, û serda dîsa birinc ro kirin. Lengerîya wî anîn danîn ber.

Xalê wî go: -Lawo, keremke ser nîn, nan bixwe.

Dîsa go: -Ez nan naxum, heta kilamekê nebêjim, go:

Ez wîkim heq Xwedêye

Ezê vê miclisêda bêjim pirsa rastîyêye

Werin binêrin Simo binê

Lengerîya minda danîye kişmîş, kakilê gûzane.

Cimaetê nanê xwe xwar. Nan hildan. Ma heta êvarê. Êvarê ew û xalê xwe dîwana xalda razan. Êvarê, gava nivînêd wan anîn, cîyêd wan başqe danîn. Evêd te ketin nava cîya. Xêlek ji şevê çû, lê nihêrî axînek hate wî û xalê wî. Bû ax-axa wan. Ferxê go: “Xwedê zane kuleke vî jî heye, ezê dey lêkim, rakim, çika kula vî çîye”. Dey li xalê xwe kir, go:

-Xalo, ca rabe ser xwe.

Xalê wî rabû, go: -Kuro, tu çi dibêjî?

Go: -Xalo, welle, axîneke usa hate te, meriv dibê qey xûn kete nav dilê te. Kula te çîye, minra bêje.

Go: -Lawo, kula min kes nikare dermanke, go, tu zanî kula min çîye. Go, xulamekî minî baş hebû, go, baxekî min ji şeher dere, go, çiqa horî dihatine wêderê, go, ewî digo: “Ha îro ezê yekê tera bînim, ha sibê”, û ne anî.

-Ê, go, xalo, xema meke, ezê sibê tera horîyê bînim.

Go, sibe lê safî bû.

Go: -Xalo, de rabe, pêşîya min keve. Tu rimekê minra bîne, min bive nav bêx.

Çûn nava bêx. Xalê wî go:

-Qama nîvro dibe pire-pira wan. Tên nava bêx, peya dibin.

Hewzekî mermerkirî orta bêxda hebû.

-Xalo, go, tu îdî here, kengê topa nîvro çû, tu bi def û zurne, bi siyar bêyî ber derê bêx.

Gede rabû go: “Kula salê minda hatê, ez lap unda bûm; çawa be, xwendinê, qelemê zanim” û têda nivîsî: “Wekî tu rojêda negihîjî min, ezê bimirim”. Nivîsî, avîte wêderê. Kevotka hildan birin. Birin pencera Sitîya Alda avîtin. Sitîya Al kaxez hilda xwend, lê nihêrî Ferxê li şeherê Şêwrayê ber darê ketîye: Wekî tu rojêra negihîjî min, ezê bimirim”. Sitîya Al go:

Rebî, tu bikî ferware

Postekî kevotka minra bikî xare

Belkî ez îro Ferxêra bibim hevale.

Postê kevotka kete situyê Sitîya Al û hewabir bû. Ro hema dev-devî ava li ber serê wî danî; postê xwe li kêleka xwe danî. Ferxê nehiş ketibû. Serê wî hilda, da ser çoka xwe. Carekê çevê xwe vekir, lê nihêrî Sitîya Al wê li ber sêrî rûniştîye. Dîna xwe da sifetê wê, dî ku sifetê wî xeyîdîye, nola berê nemaye. Go:

-Sitîya Al, ezê gilîkî tera bêjim, lê dilê te nemîne. Ez dinêrim sûretê te xeyîdîye, ser forma berê nemayî, go, nizam, dibe şivîn tu ramûsayî?

Go: -Mala te xirav nebe, wekî şivên ez ramûsama, çima ez aqa erd dihatim?

Gava usa got, li Sitîya Al ket ew xeber û Sitîya Al serê wî danî; post li xwe kir û hewabir bû; cîda hişt û çû. Evî rabû, go: “Xwedê mala min xiravkiro, lê Sitîya Al ji dest min derket, min çi yek li serê xwe kir”. Rabû, wan dera darek kete dêst û li pey Sitîya Al ket. Rê nîvî kir, carekê têlê sipî ketin rûyê wî; rûdan lê dirêj bûn. Çû gihîşte perê şeherê xwe, lê nihêrî wê du-sê gede li wêderê hev civîyane, kap dilîzin, li gede ha tima bû.

Gede go: -Apo, tu çima ha li me tima bûyî? Go, ha here, xêra Sitîya Al didin, here xêrê bixwe.

Qudûmê wî lap şikest, go:

-De, ev gedene,- xwera go, ez xwe bigihînim mala xalê xwe.

Derge vekir, go: -Selam elêkim, xalo!

Xalê wî li orta heyatê sekinîbû, go:

-Elêkim selam, ser çeva bêyî, ser sera, go, tu çira min gunehkar dikî, tu minra dibêjî xalo, tu rûspîyî?

Go: -Xalo, ne ez xwarzîyê teme, tu min nas nakî, mala te xirav nebe? Go, xalo, tu minra bêje Sitîya Al mirîye, yanê saxe; hatîye, yanê ne hatîye?

Go: -Welle, îro sê rojêd wêye hatîye, go, çawa gihîştîye cî, mirîye.

Gava usa got, Ferxê hema cîda ket, go:

-Xalo, bide xatirê Xwedê, destê min bigirî bivî ser tirba Sitîya Al.

Xalê wî destê wî girt, bir çû, bire ser tirbê.

-De xalo, tu rê bigire here male

Tu min û Sitîya Alra çêke tabûteke zef delale

Heta tu bêyî, belkî ez Sitîya Alra bivime hevale.

Xalê wî rê girt diçû male

Çêkir tabûteke zef delale.

Heta xalê wî tabût anî, dît, ku ewî jî serê xwe danîye ser tirbê, texdîr bûye. Xalê wî tirba Sitîya Al vekir, herdu kire tirbekêda û heq kir, veşart…

Îdî ev bû, kuta bû.

Got Tefûrê Dûko, 80 salî, nexwendî, ji eşîra Mehemdî, ji qebîla Hewêrî. Tefûr ji gundê Quriboxazêye, ser nehîya Aparanê. Zane “Memê û Zînê”, “Sîabendê Silîvî” û gelekêd din.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev