Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)”

”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)”

ME DI 10 BERNAMEYÊN XWE YÊN BERÊ DA JÎ PERÇEYÊN JI BERHEMÊN ZANYARÎ YÊN KURDZANÊN MEZIN BI WERGERA KURDÎ DANE. WEK JI PIRTÛKA KURDZAN A. AVERYANOV ”KURD DI DEMA ŞERÊN RÛSÎYAYÊ BI FARIZISTANÊ Û TIRKÎYÊ RA (DI SEDSALA XIX DA)”, KU SALA 1900Î BI RÛSÎ ÇAP BÛYE, BERHEMA ZANYARÎ YA BI SERNAVÊ “KURDISTANA NÛ”, KU ÇEND KURDZANÊN NAVDAR BI SEROKATÎYA AKADEMÎSYEN ŞEKROYÊ XUDO NIVÎSÎNE Û BI RÛSÎ ÇAP KIRINE.

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê pêşgotina cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine. Rewşa çapemenîya kurdî û gelê kurd îro ev e.

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê pêşgotina cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî, ku min wergerandine kurdî, lê heta îro jî çap nebûne. Rewşa çapemenîya kurdî û gelê kurd îro ev e.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)”

Peymana Lozanê ya aştîyê, ku sala 1923an hate îmzekirinê, encama dîplomatîya şerê hemcihanê yê duduyan bû li Rohilata Nêzîk. Bingehê navnetewî-hiqûqî, ku piştî serketina Antantayê, bûyerên bi şorişa li Rûsîyayê û welatên cînar yên Rohilatê ra girêdayî saz bûbû, hate danînê. Di encamê da xerîteya Başûr-Roavaya Asîyayê ya sîyasî-erdnîgarî ji bingehê va guhêrî.

Li bakur-roavaya herêmê di nav agirê şorişa miletîyê-azadîyê da komara Tirkîyê saz bû, li rohilata wê – qiralîyetên Îran û Afxanistanê. Sînorên du dewletên dawî himberî salên berî şêr ne guhêrîn, lê di nav statûya wan her sê welatan ya navnetewî da guhartinên mezin bûn. Dawî li desthilatên nîvkolonîal hat û milet dîsa serbest bûn, lê girêdana wan welatan ji Roavayê ya di hêla aborî da, piranî wek berê ma.

Warguhastinên li beşa başûr ya herêmê, li Rohilata Erebîyê, him bi cûreyê xwe va, him jî bi naveroka xwe va yên ecêbmayînê bûn. Li ser axa wilayetên ereban yên Împêratorîya Osmanîyê ya hilweşîyayî, ku li Mêsopotamîyayê û li welatên Lêvantayê bûn, desthilatên di bin bandûra Brîtanîya Mezin û Fransîyayê hatine sazkirinê, û statuya xudêgiravî dewletê an jî ya nîvdewletê dane piranîya wan. Qiralîyeta Îraqê, Îmareta Transûrdinê û Felestîn ketine bin hukumê Îngilîs, lê Sûrî û Libnan – bin hukumê Fransîyayê. Li nîvgirava Erebistanê du dewletên serbixwe saz bûn – Erebistana Seûdîyê û Yemen. Îmaretên Erebistana Başûr û Rohilatê wek berê di bin bandûra brîtanîyan da man.

Ji bo gelê kurd yê pirmîlyonê ev guhastin paşmayînên giran li dû xwe hîştin. Ji vir şûnda jîyana kurdan gerekê di şertên rêalîteyên sîyasî yên nû da derbaz bûbûna, ku bi serecema xwe va ji yên dema ”berî Lozanê” pir cuda bûn. Eger piştî dawîhatina şerê hemcihanê kurd bi hêvî bûn, ku di şertên tevlihevî û tevgerên (di nav wan da di hêla dîplomatîyê da jî) piştî şêr wê bikaribin di wan xiringêleyan da axên welatê xwe yên perçekirî bigihînine hev û serxwebûnê an jî bi kêmanî otonomîyê bi dest xin, lê piştî Lozanê ew xeyal berê xwe ji kurdan guhast. Pirsa kurdan wek ya navnetewî ser demeke dirêj ji rojevê hate derxistin û tenê di goveka Rohilata Nêzîk da ma. Di rastîyê da, li her welatekî, ku kurd lê diman, pirsgirêka kurdan ya ji hev cuda hebû, lê miletçîyên kurd tu caran dest ji daxwaza hevgirtina Kurdistanê bona damezirandina dewleta serbixwe ne kişandine.

Bi vî awahî, bingeha vê monografîyayê pirsa kurdan e ji wan welatan her yekî da, ku piştî çareserîya aştîyane ya piştî şêr perçeyên Kurdistanê ketine bin hukumê wan, ango bin hukumê Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Sûrîyê. Pirsgirêka kurdan ya li van welatan bûye bingehê vê lêkolînê û emê hewil bidin bi alîkarîya berhemên kurdzanên welatê me û yên welatên dereke wêya bi zanyarî lê bikolin û azirû bikin.

Di vê xebatê da, herwiha di du berhemên berê derketî da jî[1], ku ev berhem berdewama wan e, xudanê wê pirsgirêka kurdî ne tenê ”ji hundur va”, lê zêde ”ji der va” lê dinihêre, him di hêla herêmî da (herêma Kurdistanê û Rohilata Nêzîk), him jî di hêla tevaya sîstêma pêwendîyên navnetewî li cihanê. Eva yeka tam gorî wê pirsgirêkê ye, ji ber ku mesele derheqa miletekî derbider bûyî da ne. Bi bawerîya me, eger pirsa kurdan di dem û dewranên cuda da di hêla navnetewî-hiqûqî da bi awayekî vekirî nehata lênihêrandin, ew pirsgirêk dîsa wê li meydanê bûya. Ji ber ku tevgera kurdan ya miletîyê li her welatekî, ku ew lê dijîn, tu caran nesekinîye. Lema jî lazim e ser dereca navnetewî berê xwe bidine pirsgirêka kurdan. Û kurd bi xwe jî dixwezin, ku pirsgirêka wan ya miletîyê bi wî çavî bê lênihêrandin.

Bikaranîna mêtoda komplêksîyê di dema lêkolîna pirsa kurdan ji bo wê yekê jî kardar e, ku ew firsendê dide reng û rûyê hinkûfî wê derxine meydanê û bi hûrgilî li ser bisekinin. Femdarî ye, ku di her dewranekê da ew reng û rû wê ji hev cuda bin. Gotina me herwiha derheqa dîroka welatên Rohilata Nêzîk da ye jî di dema dewrana piştî Lozanê.

Ew dema hevgirtina hêzên miletîyê bû li hemû welatên herêmê, ku ketibûne di bin tesîra îdêayên azadîyê yên Şorişa rûsan ya sala 1917an. Miletçîtî wek îdêologîya û wek sîyaset ji bo pêşketina xwe şertên hundurîn û der yên baş bi dest xist. Lê şertên wisa zêde ji bo dewletên serbixwe yên desthilatdar – Tirkîyê, Îranê û Afxanistanê dest didin.

Evana ew welat in, ku di hêla sîyasî da xwe ji dewletên dagîrkar xilaz kirine, ketine li ser riya pêşketina kapîtalîstîyê ya azad, lê li ser wê rê gelek ”kelefeyên” derebegîyê mane (çiqas ji rohilata Bosforê dûr dikevî, ew yek zêde xuya dibe). Eva dibû bingeh bona miletçîtîya tirkan û farizan bi awayekî gumreh zêde bibe.

Miletçîtîya ereban jî ser riya pêşketinê bû, herwiha li wan welatan jî, ku kurd lê diman – li Îraqê û Sûrîyê. Lê li vir neyarekî ciddî derdikete himberî kurdan – împêrîyalîzma, ku desthilatên dagîrkar li van welatan dabûne rikinkirinê.

Lê di navbera miletçîtîya tirkan û ereban ji alîkî va, û miletçîtîya ereban da ji alîyê mayîn va, ferqeke mezin hebû. Herduyên pêşin ji nîveka salên 20î destpêkirî di rûyê çend sebeban da destpê kirin ji berê va dest ji karê dijî împêrîyalîstîyê kişandin û ew yek tenê di pêwendîyên sîyaseta der û aborîya der bi Roavayê ra hinekî xuya dibû. Lê ereban ruhê dijî împêrîyalîstîyê zêde di karên hundurîn da didane xuyakirin, ji ber ku şerê ji bo wê yekê dikirin, ku ereb bi xwe biryara qedera xwe ya miletîyê bidin û tenê derengtir, dema desthilatên mandatîyê mecbûr bûn destûr bidin di karên hundurîn da hinekî serbixwe bin, ewana aktîvîya xwe di karên der va jî dane xuyakirin.

Miletçîtîya kurdan, ku hema wan deman zêde bilind bû, di rewşeke taybet û gelekî dijwar da bû. Ev fênomêna civakî-sîyasî ya nû xuliqî (di dawîya sedsala 19an serî hilda) û bi sosîalî ne gihîştî paşketina civaka kurdan ya wê demê dianî ber çavan, ku hela xwe ji paşmayînên derebegîyê ne şûştibû. Di dema çareserîya aştîyane ya piştî şêr dema berê xwe didane pirsgirêkên hemkurdîyê, sistî û zeîfîya wê xuya dibû, tevgerên miletîyê-azadîyê yên li Kurdistanê nikaribûn bi hevdu ra bikevine nava hevkarîyê, rêvebirina kurdan di destê sextekarên sîyasî yên ji Antantayê, piranî jî ya dîplomatîya Brîtanîyayê da bû û wana kurd bi nemamî xapandin. Hilweşîna proêkta ”Kurdistana serbixwe” ji bo nisleta pêşin ya miletçîyên kurd bû dersa pêşin. Lozanê miletçîtîya kurdan fêrî wê yekê kir, ku bi awayekî zexm li ser qedemên xwe bisekinin. Lê ew karekî pir zehmet bû, ji ber ku tevgera kurdan ya miletîyê piştî Lozanê tûşî astengên ciddî û dijwar bû.

Hinek ji wan astengan yên edetî bûn. Ewana di zû da di nav şûndamayîna civaka kurdan ya di hêla sosîal-aborî û kûltûrî da cî girtibûn û eva yeka bi awayekî xirab tesîr li ser goveka îdêatîyê-sîyasî ya miletçîtîya kurdan, ango li ser tevgerên kurdan yên ji bo azadîyê dikir. Ya sereke ew e, ku ew şûndaketin tesîreke gelekî xirab li ser tevgera kurdan hîşt û li ser riya xwefemdarîya milet bû bela.

Hasêgahên din bi bûyerên nû va girêdayî hatine meydanê. Ew di hêlekê va bi miletçîtîya miletên serdest (miletên tirk, fariz û ereb) va girêdayî bû, ku her diçû xurttir dibû, di hêleke din va jî – împêrîyalîzm bû (xwesma di welatên ereban da), ku bi dijminayî berê xwe dida tevgera kurdan. Ev herdu hêz ji destpêkê da bi awayekî sext derketine dijî miletçîtîya kurdan, ku nêt danîbû ber xwe Kurdistana serbixwe damezirîne.

Bi vî awahî, lêkolîna ser pirsa miletçîtîya kurdan di hêla sîyasî da, ku ev berhem ser wê ye, pirsgirêkeke komplêks e, ku tê da sê beş hene: tevgera kurdan ya miletîyê (bi tevayî û cuda di wan welatan da, ku Kurdistan di nav xwe da perçe kirine), pêwendîyên wan welatan nav xwe da girêdayî pirsa kurdan ra û sîyaseta dewletên Roavayê di hindava vê pirsê da, berî gişkî jî Brîtanîya Mezin û Fransîyayê. Hilbet, helwestên dewletên mayîn jî hêjayî guhdarîyê ne, him welatên kapîtalîstîyê, him jî Rûsîya, herwiha Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên navnetewî yên din.

Çarçovaya vê xebata me ya zanyarî salên 1923-1945 hildigire nav xwe. Sala dawî – sala xilazîyê ya Şerê Hemcihanê yê Duduyan – guhartinên mezin kire nava dîroka hemcihanê, tesîr li ser tevgera miletîyê ya gelê kurd jî kir.

Di vê berhema xwe da min hema bêje eynî çavkanî û weşanên ronahîdîtî bi kar anîne, ku di herdu berhemên min yên berê da kêrî min hatine[2]. Ferq tenê di kronologîyayê da ne, ango ew çavkanî û pirtûkên zanyarî hatine bikaranînê (piranî belgeyên arşîvan û çapemenî), ku gorî wê demê ne. Lê di vê berhemê da hinek nivîsên wisa hatine bikaranînê, ku ser wê dema em li ser disekinin hatine çapkirinê, wek monogrfîya G. Î. Mîrskîy, ku ji alîyê erebzanan da bilind tê qîmetkirin, û herwiha çend doktora jî[3]. Û ya dawî, guhdarîyeke mezin hatîye danînê li ser belgeyên Sovyetî û salnivîsarîya Sovyet, ku li ser bûyerên ji me ra balkêş gelek nivîs hene.

Hilbet, hewildanên me bona pirsgirêka kurdan di dema salên 1923-1945an da lê bikolin, tam bêqûsir nînin. Gelek nivîsên pêwîst bi dest me ne ketin (di nav wan da çavkanîyên ji destê pêşin), ku bi sebebên cuda ji bo lêkolîneran qedexe bû. Ewana belgeyên neçapkirî yên arşîvên dayîreyên sîyaseta der, leşkerî û rêçgerîyê ne û ne tenê yên welatên dereke, herwiha hinek ji wan yên Yekîtîya Sovyet jî. Destê me ne gihîşte beşek ji edebîyet û çapemenîya derheqa Rohilata Nêzîk da jî. Lê nivîsên di bin destê me da têr dikin bona em nîgara wan deman bi hûrgilî û bi îzbat ber we raxin.

Bi vî awahî, em xebateke zanyarî ya xudanê vê berhemê ya wisa raberî we dikin, ku peyhatina pirtûkên wî yên berê ne, ku derheqa hema bêje dîroka kurdan ya nîv sedsalê da ye (ji destpêka salên 90î ya sedsala 19an destpêkirî heta sala 1945an), ku dewranên du şerên hemcihanê, gulvedan û binketina sîstêma împêrîyalîstîyê ya dagîrkarîyê hildigirine nava xwe. Hema di wan deman da bû, ku Kurdistan xwe li riya hilanîna paşketina xwe ya sosîalîyê û sîyasîyê ya pir sedsalan girt, hewil da xwe ji cûrê jîyana derebegîyê-eşîrtîyê xilaz bike. Civaka kurdan dest pê kir xwe amadeyî tevgera bona bi xwe biryara qedera xwe bide û ewê îro berên xwe yên baş dane. Bi vî awahî, lêkolîna beşeke dîroka kurdan û pirsgirêka kurdan, ku me di dawîya salên 50î yên sedsala buhurî dest pê kirîye, ne tenê xwedî kemala zanyarî, lê herwiha ya sîyasî ye jî.

Xudanê berhemê sipasîya Ebûbekir Ebdulle Şahmuhemmed dike bona ewî sponsorîya ronahîdîtina vê pirtûkê kir.

[1] Lazarêv M. S. Pirsa kurdan (1891-1917). M., 1972; eynî kes – Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (1917-1923). M., 1989. Ya pêşin berhema ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (salên 90 yên sedsala 19an – 1917”) e, ku sala 1964an ronahî dîtîye û paşê bi serdazêdekirin û tamkirinan va careke din çap bûye.

[2] Binhêre: Lazarêv M. S. Împêrîyalîzm û pirsa kurdan, rûpel 6-11.

[3] Mîrskîy G. Î. Îraq di dema tevlihevîyan da. 1930-1941. M., 1961; Ebdil Cebar Qadir Gefûr. Tevgera kurdan ya gelêrî li Tirkîyê di navbera du şerên hemcihanî da. Doktora, M., 1977; Cercîs Hesen Ebdulla. Kurd di jîyana Sûrîyê ya civakî-sîyasî da di salên 1918-1962an da. Doktora. M., 1977; Nasih Gefur Remedan. Problêma kurdan di sîstêma pêwendîyên navnetewî da di navbera herdu şerên hemcihanî da. Doktora. Kîêv, 1979.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev