Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Werin em hinekî jî bikenin – 11

Berevkar: Têmûrê Xelîl

“MIN ÇI BAR KIR, NE ANÎ !”

Rojek ji rojan gundîyek li kerê xwe siwar dibe, bi xizmet diçe mala kirîvê xwe, bona debara zivistanê bîne. Û ji ber ku destevala hatîye û gerekê bi awayekî xwe efû bike, hema dighîje ber dêrî, ber çavê kirîvê xwe li kera xwe dixe. Gava kirîv jê dipirse, ku çima li kerê dixe, wa bersîvê dide:

-Heyran, min dixwest ji malê û zaran ra hinek hediya banîya, lê min çi bar kir, evî kerî ne xwest bîne.

Kirîv jî, ku haj ji fen û fêlên wî hebûye, ha dibêjê:

-Heyran, ew kerê ku nikaribûye tiştan hilgire bîne, wê nikaribe bibe jî. Îdî lêdan jî bêfeyde ye.

“EW DIBÊ QEY EW TENÊ KER E!”

Di gundekî da bûyerek dibe û tenê mirovek haj pê heye, ku ew li ku û çawa bûye. Gundî jî berevî odeke gund dibin, da ku hûrgilîyan bizanibin. Evê te jî xwe usa datîne, ku xudêgiravî haya wî ji gilîyan tune. Ji mirovên usa ra carna dibêjin “xwe dewsa keran danîye”. Hevalek jî, ku haya wî ji tewlebazîyên wî heye, dixweze perda rûyê veke û wî bêhurmet bike, ji ber ku ew naxweze rastîyê derxe holê, di nav civatê da dibêje:

-Ew dibê qey ew tenê ker e!

BINKETINA SERKETÎYAN

Kurdên ji Kurdistana Sûrîyê li gelek bajarên Rûsîyayê kirîn-firotanê dikin. Bazara wan jî ji ya hemû kurdan cihêtir e.

Rojekê kurdekî ji Amûdê ji hevalekî xwe ra dibêje:

-Ev eşîyayên min ji Sûrî anîye, eger gişk baş bêne firotanê, ezê 10 hezar dolar qazanc bikim.

Piştî çend rojan hevalê wî careke din jê dipirse, -ka eşîyayên xwe firotin, çiqas pere jê ra ma,- hevalê wî lê vedigerîne, dibêjê:

-Welle min gişk firotin, lê 2 hezar dolar bin ketim.

-Tu çawa bin ketî?

-Dewsa ku 10 hezar dolar ji min ra bima, tenê 8 hezar dolar ma!

Riataza.com

 

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev