Bernameya radyoya Ria taza ya nû “Civak û sîyaset” – 3

Dema we bi xêr, guhdarên ezîz!

Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe ya nû “Civak û sîyaset” dike. Her heftê, rojên carşeman mêvanê bernameyê wê zanyar, karmendên civakê, nivîskar, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî bin, yên ku weke 30 deqeyan wê bersîva pirsên me bidin derbarê rewşa sîyasî û civakî li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku bernameya me wê bala we bikşîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

 Îro bernameya me ya sêyemîn e û mêvanê me rojnameger, berpirsyar u rêvebirê rojnama Diplopmat ya kurdên Azerbeycanê Tahirê Silêman e. Berî destpêka hevpeyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mamoste Tahirê Sileman. Kî ye Tahirê Silêman?

Tahir Silêman – rojnameger, berpirsyarê sereke yê rojnama “Diplomat” ya kurdên Azerbaycanê yê naskirî ye. Ew sala 1954an li Komara Ermenistanê, nehîya Vêdiyê, gundê Xalîsê ji dayîk bûye. Piştî temamkirina Dibistana Navîn li Serbajarê Azerbaycanê Bakûyê, dibe xwendkarê Unîvêrsîtêya Pêdagogîyê ya beşa zimanê azerî, zanîngehê di sala 1980an da kuta dike.

Piştî xitimkirina zanîngehê vedigere Ermenistanê, nehîya Vêdîyê (niha Ararat) gundê Develîyê û di dibistana navîn da cara yekemîn wek mamostayê zimanê kurdî û azerî dest bi mamostatîyê dike. Wan salan karekî êgin dike di asta bilindkirina hesîna welatparwarîyê de, derbarê Kurd û Kurdistanê da agahîyan dide gelê Kurd yên Ermenistanê, kasetên dengbêjên Kurdan lihev zêde û belav dike, ji Ewropayê rojnama û kovaran distîne û digihîjîne gel, karekî millî û neteweyî dimeşîne, bi giştî dibe fedaîyê gelê xwe.

Ji perçeyên Kurdistanê û Ewropayê gelek mêvanen welatparêz têne mala wî, bona van pêwendîyan gelek caran KGB-ya Ermenistanê, Azerbaycanê, Qazaxistanê û Sovyeta berê ewî nerihet kirine. Di sala 1988-ê gava navbera Azerî û Ermenîyan de li ser Qerebaxa Çîya şer dest pê bû, bi hezaran malbatên Kurdên musulman û herweha malbata Tahirê Silêman jî koçber dibe û diçe bajarê Bakûyê cî û war dibe. Ji wê salê vir de xebata rojnamevanîyê dike. Di hilbijartinên serokê Asêrbaycanê ya 9 cotmeha sala 2013 an Tahir Sulêman bibû namzedekî li ser cîyê serokê Azêrbaycanê. Tahir Silêyman ji sala 2011 an serokê Yekîtîya civata kurdên Azêrbaycanê ye ji sala damezirandina we sazîyê (2011) hate roja îro.

Mamoste Tahir zewicîye, xwedîyê kurekî ye. Xanima wî Nîgara Mihemmed û kurê wî Îsmayîl, yê ku Unîvêrsîtêya aborîyê temam kirîye, di xebata rojanamê de alîkarîya bêhempa didin birêz Tahir. Malbata Tahirê Silêman bi giştî xizmeta Kurd û Kurdistanê dike. Tahir Silêman vê demê di gel malbeta xwe li paytextê Azerbaycanê li Bakuyê diji.

Dîroka rojnamê

Rojnama Dîplomat ji meha sibata sala 2003-an ve dest bi weşanê kirîye. Rojname bi çar zimanan – kurdî, azerî, rûsî û tirkî tê weşandin. Bi sedema aborî cara yekemîn rojname, du mehan carekê dihat weşandin. Di demekî kurt de xwendevanên wê zêde bûn. Piştî wê, mehê carekê dihate weşandin. Niha heftê carekî tê weşandin. Di rêdaksiyonê da ji bilî malbata Tahir Silêman, hinek kes belaş alîkariyê didin. Rojnameya ku pirsgirêkên kurdên li Azerbeycanê dijîn tîne rojevê, tevî mijarên aktuel yên sîyasî û civakî, her wiha cîh dide çand û dîroka kurdan. Rojnama ji 16 rûpêlan pek te. Rojnama Diplomat li bajarê Bakû ya paytexta Komara Azerbaycanê ronahî dibîne. Tîraja rojnamê, yanî her hejmarek 2500 nuxse ye. Rojname xwe digihînê xwendevanên li Azerbaycanê, nava Kurdên Rûsyayê, nava Kurdên komarên Asiya Navîn, herwisa jî di nava hine deverên Kurdistana Bakûr de jî tê belavkirin.

Rojname di malpera xweda bi awayê pdf ê jî tê belavkirin.

Guhdarên ezîz, çava êdî me hûn agahdar kir Rojnama Diplomat li Azerbeycanê derdikeve û bi 4 zimanan – kurdî, azerî, rusî û tirkî weşana xwe dike. Ji bo vê yekê me gelek girîng dît ku di derbarê vê rojnamê de û rola wê yê siyasî û herweha bandora rojnamê li ser kurdên Azêrbeycanê û derheqa rewşa wan xwendevan û radyoguhdarên me bidin agahdarkirin. Em ji stûdyoya Radyoya Ria taza birêz Tahirê Silêman re li paytextê Azêrbaycanê Bakuyê bi radyotêlêfonê ve hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên min û bersivên rêvebirê rojnama Diplomat ya kurdên Azerbaycanê birêz Tahir Silêman bikin.
Amedekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye. Guhdarî xweş ji we re gelî rêzdaran.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev