Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Min bêrîya Şevên Sipî kirîye

Min bêrîya Şevên Sipî kirîye

Tosinê Reşîd

Keman dinale, keman dilûbîne.

Sazbendê kal ji cihana dor xwe, ji xerêqên rojê gişkan hilatîye û xwe berdaye nav cihana awazan.

Ji gurrbûna hesîna bedena wî bûye kevan.

Bi dil û can lê dixe!

Ser enîya wî cî-cîna zîpikên xwîdanê tên texmîn kirin.

Ji taximê reşî li bejna wî, kirasê sipî û kiravata grêdayî tê xuyayê, wekî ne demeke dirêje ew li Awstralîyayê dijî. Wergirtina avstralîyên li kolana lê dixin wa nîne.

Çavên wî hema-hema girtîne.

Wî bi kemenê va yekîtîke batinî sêwirandîye, ew bûne canek û bedenek.

Û ew yekîtî “Polonêz” a Ogînskî disêwirîne!

Lê dinhêrî û te tirê awaz ji wê yekîtîyê gişkî dide der; ji sîmên kemanê, ji pêçîyên wî, ji çavên wî yê nîv girtî, ji serê wî yê hineki mêlbûyî, ji porê qerqaşî tev li hev…

Awaz ez hingavtime. Awaz melûlîke geş ser min da dibarîne, qulçên dil û mejûyê min, ên tarî û bîr kirî vedijene!

“Jûra razanxana xwendkaran. Gramofona kevn. Carna di nîvî da radiwestîya û min hêdîka bi kulma xwe kêlekê dixist wekî kar bike. Û usan kar dikir. Lawika henekê xwe li min dikir. Digotin “gava gramofon gura wî nake, kulmekê dide bin guhan û gramofon dîsan kar dike.“

Sêlikên min ên sazbendîya klasîk pir bûn. Carna bi êvaran em berev dibûn û me guh dida sazbendîya klasîk. Lê wan dema ji sêlikên min a lape hizkirî “Polonêz” a Ogînskî bû. Gava ez tenê dimam, min timê ew dida ser.

Ew mêvana min bû. Min sêlika “Polonêz” a Ogînskî danîbû ser gramofona kevn, me dibihîst û qawe vedixwar.

Sêlik wê temam be, em ê ji nû va daynin û ez nizanim cara çendan.

Û di wê rojê da “Polonêz” a Ogînskî wê bibe nîşana evîna me!

Gava ez bêrîya wê bikim, gava hisreta evînê dil û cergên min biso, ez ê ji wê ra têlêfon bikim û bêjim, wekî dixwezim “Polonêz” ê bibhêm.

Bi xwestina Xwedê roja dawîye ku divêt em ji hev dûr biketana radîyoyê “Polonêz” a Ogînskî dida.”

Piştî wê rojê ez ji “Polonêz” ê kûvî bûm. Min nedixwast wê bibhêm. Heta navê wê jî di hundurê min da bîranînên tal tev radikirin.

Û niha keman “Polonêz” ê dilûbîne!

Bakî terî, sar ji başûr-rojava tê. Çend pilte ewrên gewr li rû esman hev diçin, tên. Baranê bibare!

Min sivik xwe kirîye û bawer im ez ê xwe berî hatina baranê bigihînme mal. Lê awaz ez di cîh da mix kirime û nahêle bilipitim.

Baraneke hûr dest pê dike. Qey bêjî li rûyê esmên ewqas jî ewr tunene, lê baranekê hûr-hûr girteye û dibare.

Keçekê sîbera xwe vekir û çû ser serê sazbendê kal ra girt. Bi xwe jî ber baranê ter dibe.

Kalemêr qava kemana xwe danîye ber xwe û kemanê dixe.

Ew “Polonêz” ê temam dike û niha perçekî ji konsêrta Xaçatûryan, a seva kemenê lêdixe. Paşê Çaykovskî, Prokofyêv, Şostakovîç…. Û ez texmîn dikim kalê xelkê Rûsîyayê ye.

Ez hinek diravê hûr davêjme qava kemanê û berê xwe didime mal.

Roja din ez hinekî zû têm û pir şa dibim, gava sazbendê kal li wir dibînim.

Di mala min da CD a wê “Polonêz” ê heye. Lê ev tiştekî mayîn e. Ev sazbendîya zêndî hundurê min gişkî li hev dixe, bîr û hişê min tev li hev dike.

Dû ra ez bawar bikî her roj riya xwe kalemêrê sazbend dixim, hinekî sazbendîya wî dibhêm, diravê hûr davêjme qava kemanê û diçim mal.

Wê sazbendîyê jîyana min serobinî hev kirîye, bîranînên min geş bûne. Hisreta salên buhurî, derd û evînên xortanîyê di nav min da hişîyar dibin.

Rojekê jî dîsa min guhdarîya sazbendîyê dikir û gava “Polonêz” qedîya diravê xwe avîte qava kemanê û xwest herim mal. Lê min hew nihêrî kalê ji nû va dest bi “Polonêz” ê kir. Min lingên xwe giran kirin û dîsan rawestîyam. Kalê bi êginayîke nû kemanê dixist. Gava wî temam kir, kemana xwe anî xwar û bi zimanê rûsî gazî min kir.

“Hela were vir, xorto.” Gotinên sazbend jî qey bêjî berdewamîya wan awazên batinî bun, ji cihana bîranîna dihatin. Ji mêj va tu kesî ji min ra ‘xorto’, ew jî bi zimanê rûsî, negotibû.

Ez berbirî wî diçim.

“Fermo, maêstro.”

“Tu lez dikevî?”

“Na, ji bo çi?”

“Eger tu lez nakevî, em herin çakê bi hev ra vexun.”

‘Baş e, em herin.’

Bêyî ku bijmire, ew diravê berev bûyî ji qava kemanê kom dike, dike berîya xwe, kemanê dike qava wê û em berê xwe didine Caffe.

Kalê ji bin çavan ra li min dinihêre, hinekî dibeşire û dipirse:

“Çawa tê xuyayê tu “Polonêz” ê gelekî hiz dikî?”

“Ez bi taybetî sazbendîya klasîk hiz dikim û gava netabetîyê, berî gişkî hewara xwe wê dadixim. Lê çi ku tê ser “Polonêz” ê, ew salên xwendkarîyê tîne bîra min”

“Salên xwendkarîyê! -Ew axîneke kûr dikşîne.- Sal dibihirin, mirov hêja texmîn dike, ka ew sal çiqwas xweş bûn!

Min konsêrvatorîya Lênîngradê xwendîye. Lê niha Lênîngrad ne maye, navê bajêr dîsan kirine St. Pêtêrbûrg.

Rast kirin, guhastina navan jî teherekî zordestîyê ye. Lê hingê jî, gava navê bajêr Lênîngrad bû, binecîyên bajêr e kevn, nav xwe da jê ra ‘Pîtêr’ digotin.

Ez çawa sazbend gelek welat û bajaran gerîyame, lê bajarê wek Lênîngradê di cihanê da tune! Kî çi dixweze, bira bêje!”

Em digihîjne Caffe. Baranê gelek kes li vir berev kirine. Piranîya xelkê sazbend nas dikin û silavê didinê.

Ji me ra du ça tînin.

“Min ne dixwest ji St. Pêtêrbûrgê derkevim. Lê zarê min guh ne dan min. Ez li konsêrvatorîyayê mamosta bûm. Salên dirêj di kvartêtê da ez kemana duyemîn bûm.

Çiqwasî jî ez bêyî dilê xwe hatim, lê dîsan jî min tirê ez ê li vir kar bibînim û jîyana min wê baş be. Lê ji talebextan ra li vir kes naxweze kar bide kalê şêst û heyşt salî.

Hinekan navê min bihîstîye jî, lê kar nadin min.“

Sazbendê kal qey bêjî demeke dirêj benda mirovekî bûye, wekî çi ku dilê wî da pingav girtîye, gişkî bide der. Gotinên wî bi min jî xweş tên.

‘Ez gelekî dixwazim carekê herim St. Pêtêrbûrgê.

Min bêrîya Şevên Sipî kirîye!

Zanî, çawan te got “Polonêz” a Ogînskî salên xortanîya te tîne bîra te, a min jî piranîya bîranînên min bi Şevên Sipî ra grêdayîne.

Tiştekî ecêv e, di salekê da ew şev tenê du, sê hevta didomînin, lê baştirîn bîranînên xortanîya min bi wan şevan ra girêdayîne.

Xerîbî tiştekî sêr e. Tişt hebûn, wekî li welêt tu caran ne dihatin bîra te, lê li vir bi şev û roj ji bîra te naçin.

Ev bû pênc sal ez li vir im, lê min tirê duh bû em hatin, ji ber ku di van pênc salan da di jîyana min da tu tişt ne hat guhastin. Û wekî ez sed salî jî bijîm, Xwedê neke, dîsan tu tişt wê neyê guhastin.

Berbanga zû hişîyar dibî û difikirî rabî, lê rabî çi bikî? Û di nav nivînan da hezar û yek tişt bi bîra te ra derbas dibin.

Erê, ev roj jî wê mîna ya duh be, sibê jî wê mîna ya duh be, dusibe jî wê mîna ya duh be… Di vê jîyanê da tu guhastin nabin û ez metel namînim gava dibêjin jimara mirovên xwe dikujin sal bi sal zêde dibe.

Li vir hevalê min tunene, kesî derd û kulên min tê bigihîje tune.

Lêxistina vê kemanê nîn bûya, niha ez ji zû va danavî bibûm. Gava ez kemanê dixim û çavên xwe digrim, min tirê ez dîsan li welêt im.

Lê zarên min rewşa min tê nagihîjin, ew bi min dikenin. Ew carna usan difikirin, qey bêjî ez qurifîme, ez dîn bûme.

Kurek û keçeke min hene. Herdu jî li bazarê dikanên wan hene, dewlemend in, li taxên biha xanîyên wan hene. Lê timatîyê dikin, naxwazin xercê riya min bidin. Hê rast tê nagihîjin, texmîn nakin ji bo min çûyîna welêt, dîtina Şevên Sipî çiqwas mûhîm e.

Lê eger rastîye ji te ra bêjim, -ew bin pozê xwe da dibeşire,- min êdî bi lêxistina kemanê diravê rêya xwe berev kirîye, niha hinekî jî seva xercê wir berevkim û ez ê herim.

Berî Şevên Sipî dest pê bibin, ez ê herim!’

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev