Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Zelîmxan Mûsoev derheqa şerê li Sûrîyê, rola kurdan û êzdîyan, pirsdanînên Rûsîyayê da

Zelîmxan Mûsoev derheqa şerê li Sûrîyê, rola kurdan û êzdîyan, pirsdanînên Rûsîyayê da

Tevgelîya Rûsîyayê di şerê Sûrîyê da kêm sîyasetmedarên Rûsîyayê bêxem hîştin. Lê kesên wisa hene, ku bûyerên li Rohilata Nêzîk bona wan ne bes tenê nûçeyên ji cihana gêopolîtîkîyê ne, lê qedera wan, welatê wan, xwîna wan bi wan bûyeran va girêdayî ne. Di fraksyona partîya ”Rûsîya Hevgirtî” ya Parlamentoya Dewletê ya Rûsîyayê da parlamenterek heye bi navê Zelîmxan Mûsoev, ku bi esilê xwe va kurdekî Rûsîyayê ye (di rasîyê da – êzdîyekî). Di nava çar carên hilbijartina xwe da ew li Parlamentoya Rûsîyayê da bi pirsên sîyaseta der ya li Rohilata Navîn va mijûl dibe.

— Eger ji we pirs bikin bi du gilîyan va bêjin ka li Sûrîyê çi diqewime, hûnê çi bêjin?

— Pirsa Sûrîyê ji texmînên me mezintir e. Sûrîya îro – meydana şêr e. Li wir ne tenê pirsgirêkên herêma Rohilata Navîn, lê wisa jî yên global, pirsgirêkên cihanê jî têne çareserkirinê.

— Wê demê, mesele, berjewendîyên Rûsîyayê li Sûrîyê çi ne?

— Di hêla stratêgî da ji Rûsîyayê ra dest dide pirsgirêka Sûrîyê çareser bibe, ne axir Sûrîya îroyîn hevalbenda me ya tekane ye li Rohilata Nêzîk. Hela berî destpêka opêrasyonên hewayî baza me ya temîrlkirinê-têknîkîyê ya hêzên me yên çekdar li wir hebû, lê îskeleya tek-tenê ya li Behra Sipî, ku gemîyên Rûsîyayê yên leşkerî dikaribûn biketanê, ew ya Tartûsê bû, ku heta niha jî li ser axa di bin kontrola terefdarên Esed da ne.

Helwesta xurt ya Rûsîyayê di hindava Sûrîyê da bi meseleyek din ya giring va jî tê şirovekirinê. Piştgirîkirina gelê Sûrîyê, ku pêwendîyên wê yên dostanîyê bi Yekîtîya Sovyet ra, dû ra jî bi Rûsîyayê ra hebûn, gerekê nîşanî tevaya cihanê bidin, ku em hevalbendên xwe di rojên oxirmên giran da tenê nahêlin. Eva yeka sîgnaleke gelekî giring e him bona Roavayê, him jî bona welatên bi Rûsîyayê ra dost.

Xênji wê, gava em îro li ser axa Sûrîyê opêrasyonên hewayî pêk tînin, em pêşî li tevlihevîyên ku dikarin li Kavkazê û Asîya Navîn bibin, digirin. Ji bo me hebûna dewleta zor û agrêsîv ya Wehabbîtan li rex sînorên Rûsîyayê pir xeter e.

— Lê sînorên Rûsîyayê bi Sûrîyê ra tunene.

— Lê dîsa jî ew herêmeke ji me ne gelekî dûr e, ka li xerîtê mêze bikin. Û eger têrorîst cîyê lingên xwe li Sûrîyê bikin û li wir xurt bin, ewê nesekinin, wê pêşda herin: wê berê xwe bidine Afxanistanê, Tacîkistanê. Lê li wir bazayên me yên leşkerî hene.

Xetera mezin ew e, ku di nav şervanên têrorîst yên çekdar da kesên ji Rûsîyayê hene. Gorî malûmatîyên ji hev cuda, di nav Daîşê da (rêxistina ku li Rûsîyayê qedexe ye – red.) jimara wan îro digihîje ji 5an heta 10 hezar kes, di ser wan da weke 20 hezar kesên ji Asîya Navîn jî zêde bikin. Dema ez li enîya şêr bûm, axavtina şervanan ya bi radyoya bi hev ra xeber didan dane min ez guhdarî bikim: ewana di nav hev da bi rûsî dipeyivîn. Bi aksênta komarên Yekîtîya Dewletên Serbixwe, lê bi zimanê rûsî, zimanê rûsî ji bo hemûyan zimanê hevfêmkirinê yê tek tenê ye.

Êdî îro ewana şervanên bi tecrûbe ne û cêribandina wan ya teşkîldarîyê heye. Sur nîne, ku pêşekzanên Daîşê ji wana li Rûsîyayê, li Ewrupayê, li welatên Asîya Navîn komên ”ne dîyar” amade dikin. Îzbata wê ew e, ku di van dawîyan da bi destî hêzên me yên aramîyê li Moskvayê pêşî li emelê têrorîstîyê hate girtin. Lema jî di berjewendîyên aramîya me ya miletîyê da ne, ku em alîkarîya wan hemû kesan bikin, ku derdikevin dijî ”Dewleta Îslamîyê” bona wan kokbir bikin.

Em dibînin, ku ”Bihara Erebîyê” rewşa tevaya hêzên li Rohilata Nêzîk guhartin. Desthilatên li çend welatên ereban, ku meriv digot qey ewê herdem li ser hukum bin, bi destî êkstrêmîstên musulmanîyê, bi alîkarîya ji der va rûxîyan. Li hinek cîyan li hev hat rewşê kontrol bikin, wek nimûne, di dema derbeya leşkerî li Misirê, ew jî bi hereketên gelekî mezin, herwiha li Sûrîyê jî ji leşkerên hukumetê ra li hev tê rewşê kontrol bikin.

— Rûsîyayê di wê yekê da gunehkar dikin, ku ew ne ewqas dijî Daîşê şer dike, çiqas ku piştgirîya Esed dike

— Werin em bi hûrgilî ser wê rewşê bisekinin, ku îro Beşar Esed di nav da ne. Hûn ser wê bawerîyê ne, ku ew ne amade ye bi opozîsyonê ra bikeve nava dîyalogê, ku Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî û hevalbendên wan jî tevî wî karî bibin? Ez ser wê bawerîyê me, ku ew amade ye, lê pirs di wê yekê da ne, ku ew lihevkirin wê çiqasî bêne parastinê û armanca DAY a rasteqîn çi ye. Ka ewê bi rastî bibe bi sîyasî çareserkirina pirsgirêka şerê li Sûrîyê an ewê bibe bi her awahî hilweşandina desthilata Esed? Ez ser wê bawerîyê me, ku a duduyan nêzîkî aqilan e.

Bîr bînin rewşa ku di sibata sala 2014an li Ûkraînayê saz bû. Dema rewşa li Meydana Kîêvê di rastîyê da ji bin kontrolê derdiket, Yanûkovîç kompromîsa nûnerên Yekîtîya Ewrupayê qebûl kir, soz da wan hilbijartinên serokkomarîyê yên ji wext zûtir bidine derbazkirinê, û di ser da jî got, ku ewê tevî hilbijartinên serokkomarîyê nebe.

Hevpeyvîna Mûsoev ji bo têlêvîzyona Îraqê

Wisa dertê, ku herdu alîyan xudêgiravî li hev kiribûn wê rewşê çareser bikin, ku ji hemûyan ra jî dest dida. Çi qewimî piştî wê yekê? Rojtira dinê nizanî ji ku çekdar peyda dibin, yên ku dest pê dikin tevgelên Meydanê gullebaran dikin. Ji kerema xwe bêjin, ji Yanûkovîç ra çi lazim bû fermanê bide ”gullebaran bikin”, eger ew zanibû ku bi hemûyan ra li hev kirîye? Ez ser wê bawerîyê me, ku nûnerên Roavayê serê Yanûkovîç çê kirin û wext qazanc kirin bona wê yekê, ku bi destî qewata bi hêz wî ji text bavêjin. Hema bêje bi wî awahî jî bûyerên ”Bihara Erebîyê” li Misirê û Lîbîyê qewimîn. Lema jî, Esed gerekê çi bike di wê rewşê da, dema haya wî ji ”lihevkirinên” wisa heye?

Gerekê fêm bikin, ku îro Rohilata Nêzîk di rewşeke ne aram da ne, rewş dikare li her herêmekê bi carekê va xirabtir bibe. Tevbûna Rûsîyayê di şerê Sûrîyê da nîşanî tevaya cihanê kir, ku li Rohilata Nêzîk hêzeke xurt peyda bûye, ya ku bi xwe biryar dike kengê û çawa tesîr li ser sîyaseta Rohilata Nêzîk bike, hevalbendên xwe diparêze û amade ye bêy ku berê xwe bide hevalbendîya navnetewî her firsenda bi kar bîne bona derkeve dijî têrorîzma navnetewî. Femdarî ye, ku kar û emelên Rûsîyayê li Rohilata Nêzîk qet ne bi dilê DAY û hevalbendên wê yên leşkerî-sîyasî ne.

Berjewendîyeke din a Rûsîyayê jî heye – ya aborî. Di şertên sanksyonên navnetewî yên dijî Rûsîyayê û îhtîmala ku buhayê neftê dikare erzantir be, gelek giring e Rûsîya tevî proêktên tevayî yên aborîyê li Rohilata Nêzîk bibe.

— Wê demê bo çi Rûsîya tenê niha tevî wê rewşa sazbûyî bû?

— Di nav 4 salên şêr da Rûsîya di hêla dîplomatîyê da hereketekî mezin rêt, ji Sûrîyê ra çek û cebirxane dişand. Hema bi hereketê serokatîya Rûsîyayê li hev hat ku nehêlin leşkerên DAY û welatên NATOyê tevî şêr bibin, lê şandina çekên me gelek alî berxwedana hêzên Esed kirin.

Herwiha dixwezim bikim bîra we, ku Rûsîya hela berî çend salan, dema Daîş teze dest pê kiribû ”Xelîfata” xwe saz bike, berî hemûyan hate hewara artêşa Îraqê, dest pê kir çek û balafir ji wan ra şand. DAY û NATO wê demê her tenê şêwrimendên xwe dişandine wir.

Di destpêka opêrasyonên hewayî yên hêzên Rûsîyayê yên leşkerî-kosmîkî ji 3 parên Sûrîyê 2 par di bin destê ”Dewleta Îslamîyê” da bûn û rewş her diçû xirabtir dibû. Di wê rewşa giran da serokatîya Sûrîyê ya qanûnî gorî xala 6an ya Peymana ”Derheqa dostanîyê û hevkarîyê di navbera Yekîtîya Sovyet û Komara Sûrîyê ya Ereban da” ya 8ê çirîya pêşin sala 1980î, ji Rûsîyayê alîkarîya çekan xwest.

— Bo çi DAY bi serî xwe ji heq-hesabê Daîşê ne hate der?

— Eger em behsa tevbûna DAY û hêzên koalîsyona dijî Daîşê bikin, em dikarin bêjin, ku di nav saleke bombebarankirinê da tu encameke berbiçav jê derneketîye. Daîş di karê xwe yê zevtkarîyê da zirareke mezin ne dîtîye, piştgirîkirina opozîsyona hundurîn jî berdewam bû. Şik li ser cûrê bombebarankirina wan heye, çimkî ew barên ku Amêrîkanî ji jor da bi balafiran davîtin, gelek caran dikete ser axa ji alîyê Daîş da zevtkirî. Piştî rûxandina desthilata Seddam Huseyn amêrîkanî ewqas sal bi karê careke din amadekirina artêşa Îraqê mijûl bûn. Jê çi encam derket? Sê dîvîzyonên Îraqê yên leşkerî, dema dîtin Daîş nêzîk dibe, bêy ku pirî-hindikî ber xwe bidin, Mûsil teslîm kirin û revîn.

Em wê jî bêjin, ku DAY, Farnsa, Tirkîye û dewletên din bêy tu bingeheke hiqûqî derbên giran li axa Sûrîyê dixin. Lê mirov çawa dikare opêrasyonên wisa bike, bêy ku desthilata qanûnî ya bi serokatîya hukumeta Beşar Esed bide ber çavan?

— Bi bawerîya we opêrasyona Rûsîyayê serketî ye?

— Îro ber çavan e, ku tevbûna Rûsîyayê di wî şerî da ne tenê êrîşên çeteyên Dewleta Îsamîyê dane sekinandin, lê herwiha derbeke xedar gîhandine wê rêxistina têrorîstî: Derb li 800 warên dijmin dane, çend warên sereke û bazayên materîalî-têknîkî dane ber bomban, pişta wan hatîye sistkirin, çend serekên têrorîstan ji holê hatine rakirin. Ez ser wê bawerîyê me, ku Hêzên Rûsîyayê yên hewayî armancên xwe bi serketin pêk tînin.

— Çima Amêrîkanî eva 4 sal in dijî Daîşê şer dikin û nagihîjine armanca xwe, lê hûn çend roj e derbên hewayî li wan didin û dibêjin me bi sedan warên wan teqandine?

— Ez ne ser wê bawerîyê me, ku amêrîkanî ewqas nezan in. Mesele di wê yekê da ne ka armancên wan çi ne. Armanca me qirkirina Daîşê ye. Lê armanca wan çi ye? Bo çi tevbûna wan di nav wî şerî da di nav çend salan da her tenê karên wê rêxistinê da firekirinê. Çima ew çeka ku ewana ji jor da davêjin, dikevin destê Daîşê, gelo ev yek tesedûf e?

— Ez fêm nakim, wê demê berjewendîyên DAY çi ne?

— Kar û emelên wan li Sûrîyê – berdewamkirina wê kampanîyayê ye, ku Amêrîkana berî gelek salan li Rohilata Nêzîk dest pê kiribûn. Ji ser text avîtina Seddam Huseyn, ”Bihara Erebîyê”, ev hemû bo çi ye? Ez ser wê bawerîyê me, ku ew sîyaseta ”ji hev biêxe ku serdest bî” ye. Desthilatên ji Amêrîkayê ra destnedayî hebûn, yên ku dixwestin lîstika xwe bilîzin. Ev yek ne bi dilê Roavayê bû jî.

                                                                           

Parlamentarê Rûsîyayê li pêşenîyê

— Alîyekî wî şerî kurd in. Gelo ew koma êtnîkîyê li herêmê çi rol dilîze?

Kurd – miletê herî pirjimar e li cihanê, ku pêşî li mafê wê yê xweserîya Kurdistanê hatîye girtin, ew herdem di nav du an zêde dewletan da bûye. Wisa bû di dema Împêratorîyên Romayê, Byuzansê û Osmanîyê da, Xelîfata Erebîyê da. Kurdistan bi saya rewşa xwe ya erdnîgarîyê ya giring herdem jî bala zevtkaran kişandîye ser xwe. Bona wê axê herdem şer kirine. Sala 1639an Kurdistan di navbera Împêratorîya Osmanîyê û Îranê da perçe kirin. Piştî Şerê hemcihanê yê Yekê ew ax careke din perçe kirin, vê carê di navbera Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Sûrîyê da. Bi wî awayî gelê pirmîlyonê bê dewlet ma.

Ji ber wê yekê, ku miletê kurd gelek sedsalan bi sînorên dewletan va hatîye perçekirin, lema jî ew ne yekşivêt e. Bo nimûne, di zimanê kurdî da çend zarav hene, ku ewqas ji hev cuda ne, ku du kurdên ji perçeyên Kurdistanê yên cuda nikarin hevdu fêm bikin.

Eynî tişt em dikarin derheqa dîn da jî bêjin, kurd ser dînên cuda-cuda ne. Weke ji sê kurdan dudu îslamê dihebînin (piranî jî sunî ne, beşek ne mezin şiyî ne), herwiha kurdên Zerdeştî û Xaçparêz jî hene.

Îro li cihanê zêdeyî 40 mîlyon kurd hene, weke nîvê wan li Tirkîyê ne. Kurdistan bi gêografî heta îro jî di navbera Tirkîyê, Sûrîyê, Îranê û Îraqê da ne. Kurdistan weke 25 % axa Tirkîyê ye (190 hezar kîlomêtrên çargoşe), û 250 hezar jî li Îraqê, Îranê û Sûrîyê da ne. Gelek kurd li welatên Ewrupa Roava û Rûsîyayê dijîn.

— Rewşa kurdan li welatên cuda-cuda ji hev ferq dike?

— Îro ji hemûyan serbixwedîtir Kurdistana Îraqê ye. Herêm di hêla aborî da gelek baş pêşda diçe, hemû nîşanên wê yên serxwebûnê hene: ala, sirûda netewî, Destûr (Konstîtûsîya), qebûlkirina qanûnên herêmê, serokkomar, hukumet, partî û rêxistinên civakî, sîstêma dadmendîyê, hêzên çekdar (Desteyên Pêşmergeyan). Hela di ser da jî, gelek kurd di organên navbendî yên Îraqê da hene (serokkomarê welêt, şeş wezîrên fêdêral, fraksyona li parlamentoya Îraqê).

Rasthatina Yêvgênî Prîmakov bi serokkomarê Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî. Yê hinekî dûr sekinîye Zelîmxan Mûsoev e.

Serokkomarê Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî bi înîsîatîva xwe gelek caran bûye navçîgar di pirsa çareserkirina nerazîbûnên di navbera partîyayên sîyasî yên ereban da (erebên sunî û erebên şiyî) û alî sazkirina hukumetên koalsyon li Îraqê kirîye. Lê di van dawîyan da pêwendîyên di navbera komên miletîyê yên li Îraqê gelek sert bûne û bûne şerê di navbera şiîyan-sunîyan da û Daîş bi lez ew yek bi kar anî.

Em wê jî bêjin, ku kurdên Îraqê yên pêşin bûn, ku bi xurtî derketine dijî Daîşê. Di rûyê şêr da kurd ji alîyê îslamîstan da ji Bexdayê û deverên başûrê Îraqê hatine birînê, ewana mecbûr man di opêrasyonên bejayî da bi tena serê xwe şerê çeteyên Daîşê bikin û bi wê yekê va herêmên xwe parastin. Artêşa Îraqê îro hema bêje di wî karî da bêhêz e.

Îro di rastîyê da Îraq pareveyî li ser sê perçeyan bûye: ew Kurdistana kêm-zêde aram e, Bexdad û başûrê Îraqê ye, ku di bin destê şiîyan da ne, û heyşt deverên sunîyan e, ku di bin kontrola Daîşê da nin.

— Kurd li Sûrîyê çi rolê dilîzin?

— Rewşa li dor Kurdistana Sûrîyê heta niha jî dijwar e. Heta destpêka şerê navxweyî li Sûrîyê weke 3 mîlyon kurd diman, piranîya wan li sê wargehan, li rex sînorê Sûrîyê-Tirkîyê, herwiha komeke mezin jî li herêma Helebê bûn. Di navbera çend dehsalîyan da desthilata Sûrîyê bi srokatîya Partîa Bees di hindava kurdan da sîyaseta bi zorê cîşihitandinê derbaz kirîye, karkirina rêxistinên civakî û partîyên sîyasî qedexe kirîye, hemwelatîya Sûrîyê ya 300 hezar kurdan tunebû.

Di sala 2012an da leşkerên hukumeta Sûrîyê terka herêmên kurdan kirin, kurd bi Daîşê ra rû bi rû hîştin. Di van şertên giran da bi alîkarîya kurdên ji Îranê, Îraqê, Tirkîyê ji kurdan ra li hev hat di şer da herêmên xwe biparêzin, hêzên xweparastinê yên bi hêz û organên xweserîyê yên xurt saz bikin. Bi vî awahî, em dikarin bêjin, ku kurdên Sûrîyê îro şerê mêrxasîyê dikin, him jî himberî du neyaran; yek Hêzên leşkerî yên Tirkîyê, yek jî parleşkerên cîhadîstan in.

— Lê helwesta kurdan di hindava Esed da çawan e?

— Di vê rewşa aloz da jî kurdên Sûrîyê amade ne tevî wê pêvajoyê bibin, ku ka paşeroja cûrê dewleta Sûrîyê çawa be û keda xwe bikine nava şerê dijî Daîşê û komên din yên radîkal da. Rewşa kurdên Sûrî îro wisan e, ku ji wan ra her hukumetek wê dest bide, heta ya niha ya li Şamê jî, bi şertê ku mafên kurdan weke yên ereban bêne misogerkirinê, lê wisa jî nûnerên wan di organên hukumetê yên merkezî da li Sûrîyê hebin.

—  Gelo pêwendîyên Rûsîyayê bi kurdan ra hene?

— Rûsîya bi aktîvî pêwendîyên xwe bi nûnerên fermî yên Kurdistanê ra xurttir dike. Sala 2005an rasthatina Celeal Telebanî bi Vladîmîr Pûtîn ra hate derbazkirinê. Sala 2013an Mesûd Barzanî, serokkomarê Kurdistana Îraqê, bi fermî seredana Moskvayê kir û rastî serokkomarê Rûsîyayê hat.

Rasthatina Yêvgênî Prîmakov bi serokkomarê berê yê Îraqê Celal Telebanî. Hinekî dûrîwan Zelîmxan Mûsoev sekinîye.

«Gazpromneft» êdî du sal in, ku tevî amadekirina plana bona derxistina nefta kanên herêmên Kurdistana Îraqê dibe. Bi riya Wezîreta Karên Der ya Rûsîyayê pêwendîyên herdemî bi nûnerên Kurdistana Îraqê ra hene. Hela berî opêrasyonên hewayî li Sûrîyê Rûsîyayê çend erebeyên bi alîkarîya hûmanîtar va dagirtî gîhandibûne Îraqê. Min bi xwe rêberîya wan erebeyan kirîye li Bexdayê û Kurdistanê.

— Min wêneyê we li pêşenîyê dîtîye.

— Dema ez hatime wir, ji min ra lazim bû ez hinek pirsên giring bi serokatîya welêt ra guftûgo bikim, lê ew wê demê li pêşenîyê bûn. Ez çûme wir.

— Dîyaspora kurdan li Rûsîyayê alîkarîya welatîyên xwe yên li herêmê dike?

— Dîyaspora kurdan li Hevgirtina Dewletên Serbixwe jî alîkarîya hûmanîtar berev kir: ew wê demê bû, gava sala par li dora Şengalê şerekî giran diçû.

— Xuya ye alîkarîya kurdan pêwendîyên bi Tirkîyê ra didine xirabkirinê, ku demeke dirêj hevalbenda Rûsîyayê bû li herêmê. — Tirkîyê demeke dirêj sîyaseteke aqilbend derbaz dikir bona pêwendîyên xwe bi cînaran ra xweş bike. Peymanên bazirganîyê bi Sûrîyê û Îranê ra hatibûne îmzekirin. Dihate plankirin, ku bazareke hevbeş saz bikin, ya ku gerekê halê aborî yê herêmê xweştir bikira.

Lê di van demên dawî da Tirkîyê riya sîyaseta xwe ya der guhêrî. Îro nelihevîyên di navbera Moskvayê û Enqereyê da, ku hema di rojên pêşin yên bi şerê çekdarî yê li Sûrîyê ra girêdayî serî hildane, faktora kurdan dikare her tenê wan nelihevîyan xirabtir bike. Li Enqerê berê jî nerehet bûn bona qewînbûna pêwendîyên di navbera serokatîya Rûsîyayê û serokatîya kurdên Sûrîyê da.

Lê niha, dema Rûsîyayê li Sûrîyê dest bi şerê dijî radîkalên îslamî kirîye, herwiha ser wê bawerîyê ye, ku dibe şervanên kurd jî di nav koalîsyona dijî têrorê da tevî opêrasyonên bejayê bike, li Enqerê nikarin başbûna pêwendîyên di navbera Moskvayê û kurdan da bo xwe wek xetera rasteqîn bibînin.

Pirsdanîna Rûsîyayê ya sereke li Rohilata Nêzîk îro ew e, ku şerê dijî êkstrêmîzma îslamîyê, di nav wê da dijî Daîşê bike. Sazkirina koalîsyona berfireh hema ji bo wê armancê tê sazkirinê, herwiha bi tevgelîya kurdan jî

— Dibe di rûyê şerê niha yê li Rohilata Nêzîk da dewleta Kurdistanê ava bibe?

— Piştî hilweşandina desthilata Seddam Huseyn Kurdistana serbixwe di nav teşkîla Îraqê da de-fakto saz bû. Niha li ser hemû axên, ku kurd lê dijîn, xên ji Îranê, di rastîyê da warên şêr in. Sazkirina Kurdistanê wek dewlet bi çend faktoran va girêdayî ye. Ew him şerê paşdemê ye bi Daîşê ra, him rewşa piştî şêr e li Sûrîyê, him helwesta Tirkîyê ye di hindava kurdên Tirkîyê û Sûrîyê da, him jî çareserkirina nerazîbûnên sîyasî yên navxweyî ye di hundurê Kurdistanê da.

— Di nav gelê kurd da koma êzdîyan jî heye, ku hûn bi xwe jî ji wan in. Taybetmendîya wê di çi da ne?    — Êzdîtî xwedî dîrokeke dijwar e, ku rasterast bi dîroka kurdan va girêdayî ye. Êzdî – ew miletek e, ku herdem zor li wan hatîye kirin û bi dû wan ketine. Gelek caran misilman xwestine êzdîyan ji ser rûbarê dinyayê tune bikin. Di sedsala 20an da bi fermana hukumdarên Tirkîyê bi sedan hezar êzdî hatine qirkirinê. Новый враг езидов — ИГ. В результате этнических чисток, проводимых боевиками ИГ, было убито около 2000 езидов, 5000 тысяч женщин и детей было угнано в рабство, разрушено 14 езидских святынь, имеющих многовековую историю.

Dijminê êzdîyan yê teze – ew Daîş e. Di rûyê paqijkirinên êtnîkîyê da, ku çeteyên Daîşê dane derbazkirin, weke 2000 êzdî hatine qirê, 5000 jin û zaro qûl kirine, ango kirine kole, 14 ziyaretên êzdîyan hatine hilweşandin, ku xwedî dîroka gelek sedsalan bûn. Di rûyê êrîşên li ser bajarê êzdîyan Şengalê di tebaxa sala 2014an da ji 100î 75% binecîyan berê xwe dane çiyan û di navbera çend heftêyan da li wir ber xwe dan.

Îro, çiqasî ez zanim, şervanên êzdîyan mil kutane milê «Pêşmergeyên» kurd, warên êzdîyan û kurdan rizgar dikin.

— Gelo şerê li Sûrîyê çi zirar dikare bigihîne welatîyên Rûsîyayê yên sade? Gelek komên têrorîstîyê Rûsîyayê bi cîhadê va didine tirsandin, dibêjin, ku ewê derbên giran li welatê me xin. Gelo ew tevbûna me ya di nav şerê li Sûrîyê wê li ser me giran rûnenê?

— Bona welatîyên Rûsîyayê ne ku şerê li Sûrîyê, lê rêxistina têrorîstîyê ya bi navê «Dewleta Îslamîyê» xeter e. Emê sibê zirareke mezintir bibînin, eger îro rewşê rast qîmet nekin û xetera heyî ji holê ranekin. Eger yek cîhadê himberî me elam dike, em gerekê di wextê da û bi aqilane bersîva wan gefxwerinan bidin.

http://www.znak.com/moscow/articles/02-11-20-12/104655.html#hcq=E81sXsp

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev