Ji rûpêlên dîrokê: Prenses Wensa ya êzdî

Ji rûpêlên dîrokê: Prenses Wensa ya êzdî

Îbrahîm Osman

“Qîzeke di dema kamil bûna xwe de gelekî bedew… Bejna wê ne kin, ne dirêj, por û çavê wê morê tarî, çermê laşê wê reng vekiri bû. Rûyê wê hema hema girover û hinarê rûyan ji bo pahin bûnê rê dida.”

Jina navdar, jîr û xwendevan Prenses Wensa, qîza İsmaîlê Çolbegê yê êzdî ye. Wensa di destpêka sala 1917’de li başûrê Kurdistanê herêma Başîka ya ku dikeve rexê çiyayê Meqlûb hatiye dinê (ev herêm dikeve navbera bajerên Mûsilê û Duhokê). Navê dayika wê Emşê ye. Emşê dotmama bavê wê İsmaîl Begê ye û jina wî ya duduyan bû. Ji ber ku İsmail Beg beriya ku bi Emşê re bizewice, hîna di hijdeh saliya xwe de qîza feqîrekî revandibû û piştî mawekî kin, jina wî miribû.

Ji bilî lixwekirina taca prensesiyê, Wensa di wan salên piştî Şerê Cîhanê yê Yekem de, yekemîn qîza êzdî ya xwendevan e. Ji ber ku di wan salan de zarokên êzdiyan ne qîz û ne jî xort ne dikarîn herin dibistanan, tew heke qîzek biçûya dibistanê di nav civakê de nola sosret dihat dîtin. Li gel vê jî, ne hed û xercê tu kesî bû ku pêl zagonên olî bikin, zirxê qedexeyê qul bikin û zarokên xwe di nav “Muslumana de” bidin xwendin!? Perwerde, xwendin û dibistan ji hêla rêber û oldarên ola êzdî ve ji bo civakê hatibû guneh kirin. Yên di serî de li dijî xwendinê derdiketin, Mala Mîra bûn! Ji xwe di wê heyamê de civaka êzdî ji ber êriş û fermanên ku di nava dirêjayiya sedsalan de bi ser de hatî, di nav xwe de girtî mabû û zêde derfetê perwerdê jî tunebû. Lê şert û mercên ku Wensa tê de mezin bû, cûda bû ji yê giştiya civaka êzdî. Lewma jî Wensa bi piştgiriya bavê xwe yê sînorşikên, ew sînorên guneh ku bi xetên sor hatibûn nîşankirin, hilweşandin û bû destpêka mînaka jîneke nû di nav civaka êzdî de.

Di destpêka sedsala bîstan de, dewleta Birîtanya ji bo ku êzdiyan bişînin dibistanan û perwerde bike, da ku rojekê êzdî li herêmê pavaniya berjewendiyên wan bikin, li bajarê Şengalê dibistan vekir. Lê mixabin li gel hemû ked û hewildanên İngîlîz û mezinên êzdiyan yên wek Hemoyê Şero, ku demekê walîtiya Şengalê dikir, bi hezar derd û belayan tenê pênc zarokan dest bi dibistanê kir. Ew jî hîn di sala dibistanê ya destpêkê de, bêyomtiyak bi ser de hat û du zarokên dibistanê di avê de fetisîn. Ev yek jî bû sedema ku di nav civakê de kesên ku dibistan guneh kiribûn li dijî wan ziman dirêj bibin.

Di wan salên ku qîzê êzdiyan ne dikarîn ji malê xwe derkevin û tû kesî ji wan rûyê bajara nedidît. Wensa di salên qîzaniya xwe de li Mûsil û Bêrûdê Koleja qîza ya Emerîka xwend. Lewma jî di wan salan de heke jineke ji ola êzdî dikari di dibistanên biyaniyan de perwerde bibîne, ji bo wê heyamê ev yek ne karekî biçûk e û pêkanîna wê ne ewqas hêsan bû!

Prenses Wensa ji bilî perwerda dibistana emerîkî ya bilind ku beşê bijîşkiyê dixwend, perwerda siyasî, dîplomasî û civakî ya herî mezin li ber destê bavê xwe Îsmaîl Beg û meta xwe ya bi navê Meyan Xanim, a ku çil û pênc salan Mîrîtiya giştiya civaka êzdiyan kir, dît. Em ji dîrokê fêr dibin ku, di salên piştî Şerê Cîhanê yê Yekem de hatûçûya hêzên biyanî bi navê balyozxane û leşkeran, li derdora Mala Mîra pir çêdibûn û Wensa di nav van pêwendiyên dîplomatîk de mezin dibû.
Di salên ku Wensa êdî hinekî mezin bibû û her tişt baş didît û fahm dikir de, nakokiyê di navbera Mala Mîra de li ser mîrîtiyê û destkeftiyên perestgeh û Tawisê pir tûj û dijwar bibûn. Ango ji bo mîrîtiyê pis û pismaman, dê û dotan, xuşk û biran pir bi hêsanî dikarîn lingê hev bişemitînin, bêbextiyan li hev bikin û hevdû ji holê rakin. Her roj ji ya din bêhtir tevna dek û dolabên ku li ser textê mîrîtiyê dihat gerandin di nav malbatê de berfireh dibû û ev yek gihaştibû asta kuştin û xwînrijandinê. Weke ku tê gotin, gelek bûyerên wisa heta bi roja me şêlû û sernixmandî man…

Prenses Wensa di heşt saliya xwe de, ango di sala 1925’an de li gel birayê xwe yê bi navê Yezdan li Mûsilê dest bi xwendina dibistanê kir. Wensa diçû Koleja Qîzan ya Emerîkî. Di wê demê de birayê Wensa yê ji wê mestir Abdûlkerîm jî, li Bexdayê dixwend.

İsmaîl Beg di dema desthilatiya Jön Tirkan de li gel tirkan û pişt re jî bi riya êzdiyên Qafqasya li gel Rûsya û Birîtanya pêwendiyên xwe berfireh didan meşandin. İsmaîl Beg li gorî serdema xwe gelekî zana, têgihîştî û qurnaz bû. Ger, girtin û nefiyê jiyana Îsmaîl Beg pir bandor dikir. Di heyama xwe de ew kesayeteke cûda bû ji yên derdora xwe. Jixwe ew di xwezaya xwe de kesayeteke netebitî bû û di ciyê xwe de ranediwestiya. Lewma jî hîna di hijde saliya xwe de qîza Feqîrekî êzdiyan revand. Ji bilî vê jî, Îsmaîl Beg dibin bandora xewnên xwe de dima û xwe mîna şexsiyeteke koçek û xwedan batin ditît. Heqê mîrîtiyê ji xwe re didît, xukî, xêr û xêrat ji nav gel kom dikir. Daxwazî û helwesta İsmaîl Beg ya mezinbûn û tima, dibû sedema nakokiyan di nava wî û malbata Mîr de.

Di wan salên ku İsmaîl beg li nav êzdiyên şerq û Şam digeriya xêr, xêrat kom dikirin û li gel rayedarên dîplomatîk yên dewletên biyanî pêwendiyê xwe xurt dikirin, qîza wî ya ciwan Wensa jî, ji gelek bûyeran bêxeber dibistana xwe dixwend.

Piştî xwendina xwe li Mûsil qedand, di sala 1929’an de Wensa ya 12 salî, li Bêrûdê dest bi xwendinê kir. Bêrûd, bi ziman, çand û hewa xwe di jiyana Wensa de bajarekî biyanî û nû bû. Dema mirov dibêje “Li Bêrûdê dest bi xwendinê kir” bi gotin pir hêsan tê. Lê li devereke ewqasî dûrî malbat û civaka xwe û heke ya xwendevan qîzeke êzdî be, zorî û zahmetiyên ku di wê heyamêde hatin kişandin, êdî hûn bihesibînin! Lê li gel her tiştî, di salên kamilbûnê de Bêrûd a pir çandyar hinekî din çavê Wensa vekirin. Wensa “keçika xwendevan” û “bajarî” êdî xwedan çand û karekterekî cûda bû. Ew bi exlaq, terbiye û çanda ku werdigirt roj bi roj ji koka xwe dûr diket. Asoya wê vekirî bû û bi çavên hêvîdar li gerdûnê temaşe dikir. Cîhana wê li gorî ya civaka ji nav hatibû, pir û pir hatibû gohartin. Hinek taybetiyên wê ku ne li gorî yê jinên gundî bûn, civakê nedikarîn tu wateyê bidinê û ji wan re biyanî dihat.

Di nava xumama xaçirêka sal û demên bi fitil û ger de, çerxa demê ji nişkave hat gohartin. Sitêrkeke bi dûvik li pê xwe şopeke bi xumam hişt û şimîtî. Rojekê di sala 1933’an de İsmaîl Beg berê xwe da Mûsil ji bo qîza xwe Wensa ku hîna nû ji Bêrûdê vegeriya bû ziyaret bike. Wê şevê piştî ku wî û Seîd Bêg bi hev re şîv xwarin, di çil û pênc saliya xwe de berwext jiyana xwe ji dest da. Mirina Îsmaîl Beg a berwext, bû pêvajoya destpêkeke nû di jiyana Wensa panzde salî de.

Piştî ku çend meh di ser mirina İsmaîl Beg re derbaz bûn, Meyan Xatûn li gel lawê xwe Seîd Beg ê Mîr yê hîna nû ku simêlê serê lêvê digirt, çû ziyareta mala ku hîna heznîtî dikir. Meyan Xatûn piştî axaftina sersaxiyê û wesifdayina lawê xwe bi dawî kir, ji bo malbata ku hîna heznî û xemgîn bû dîsa bigihê asta jiyana xwe ya berê, plansaziyek pêşkêş kir. Meyan Xatûna siyasetmedar û bîrewer, dixwest Wensa ku wê demê temenê wê hîna 16 salî bu, bi Seîd Beg re bi zewice û bi vê zewacê re dawî li nakokî, dubendîtî û hevrikiya nava malbatê bîne. Ji ber ku li gel dek û dolaban, şer û pevçûnên di nav malabata Mala Mîra de, bûbû sedema kuştin û wendayiyên gelekî mezin. Meyan Xanim metirsî û xeteriya li ser malbatê didît û dixwest rojek berî ya din pêşî lê bigre. Heke jiyaneke teze û nûhhatî bibûya berdêla parastina textê mîrîtiyê, qet ne girîng bû. Ji bo Meyan Xanim parastina taca mîrîtiyê di ser her tiştî re bû. Wê digot; mirov diherin û tên, lê heke tac û text çû zahmete ku careke din vegere.” Lewma jî niha Wensa xwendevan ji bo vê plana wê karteke baş bû.

Li ser zewaca Wensa û Seîd Beg gelek nîqaş û giftûgo çêbûn. Lê Wensa li dijî vê zewacê derdiket. Wê dixwest dibistana xwe bidomîne û bibe doktor. Wê nedixwest bi Seîd Beg re bizewice û dawî li xwendevaniya xwe bîne. Lê kîn û rika Meyan Xanim li gel ezmûnên gelek salan, ew kiribû pispor. Meyan Xanim tiştê ku destê xwe biavêtayê bi hêsanî digirt û yê digirt jî zû bi zû bernedida. Lewma jî piştî serîrakirina Wensa ya li dijî vê zewacê, Meyan Xanim diravê para mîrîtiyê ku ji malbatê re dihat, ji ser wan birî û Wensa neçarî zewacê kir. Jiyana malbatê ya pêşerojê ket nava metirsiyê de. Di encamê de vîna Wensa şikest û serê xwe li ber biryara Meyan Xanim çemand.
Di sala 1934’an de Wensa bi Seîd Beg re zewicî. Wensa êdî bi fermî bû jina mîr û di qesra mîr a kevirî ya li Baedrê bi cih bû. Her çiqas zewaceke bêdil bû û bi kotekî pêk hatibû jî, Wensa, bûbû bûka meta xwe, jina mîr û Prenses…

Wensa xwendevan ku perwerda emerîkî dîtibû gelek ji xwe razî, li gorî malbatê xwedan karektere şaqiz û gewî, di navbera wê û Seîdê nexwende, yê xwedan dev lê bê ziman de dibû sedema nexweşî û nakokiyan. Li gel van nakokiyan zewaca wan bi çêbûna zarokekê hat evrandin. Zaroka ku navê wê kirin Leyla, tenê salekê jiyan kir.

Meyan Xanim di derbarê rêvebiryê de gelek aliyê lawên xwe yên kêm û lawaz ku dikarîbûn ji hêla prenses Wensa de werin dagirtin baş didîtin. Lewma jî di wan rojên ku mîr di bêdengiya qesra xwe de bi tenê dima û li kêfa xwe mêze dikir, Meyan Xatûn, Prensesa nû ya hîna bûkînî di da kêleka xwe û li nav gundên derdora Şêxan (Êsivnê) ku giştiya wan êzdî bûn, digeriya. Dîsa ji bo di cejin û şahiyan de li xwe bike, cil û bergên Wensa ji hêla xwesuya wê Meyan de dihatin bijartin. Heçî Seîd Beg bû tenê bi nav Mîr bû. Karê mîrîtiyê û dîplomasiya li kêlekê dihat meşandin giş bi destê Meyan Xanim bû. Lê niha gav bi gav Wensa derdiket pêş û Meyana êdî hinekî pîr bûyî, ciyê xwe ji Prenses Wensa re dihêla…

Antropolog Henry Field ê ji Chicago dema ku di sala 1934’an de hat Baedrê, bû mêhvanê Wensa jî. Pişt re di derbarê Wensa de weha dibêje; “Qîzeke di dema kamilbûna xwe de gelekî bedew…Bejna wê ne kin, ne dirêj, por û çavê wê morê tarî, çermê wê reng vekiri bû. Rûyê wê hema hema girover û hinarê ruya ji bo pahinbûnê rê dida.”

Rojekê di demeke ku Prenses Wensa li odeya xwe ya li qesra kevirî rûniştîye, bi çavên ji şilekî hêsir barandî, Seîd Beg dikeve hundur. Ji jina xwe Wensa ciwan re dibêje; “birê te yê biçûk Yêzîdxan ji bo bibe mezinê Şengalê, li hember me dek û dolaban digerîne û li dijî desthilatiya me serî radike. Me niha di civînekê de biryara kuştina birayê te daye. Seîd Beg, ji Wensa re dibêje, ji bo gohartina vê biryarê tu tiştek ji destê wî nayê. Lê ji ber ku wê beriya her kesî mirina Yezdan bibihîze, dikari encamê ji wê re bibêje.

Wensa bi dengekî ji kezebê diqîre û dibêje na! Hema werwerê (tabanca) ji bin balgî de derxist û got; “Destpêkê ewê mirina te bibihîz e.” Û pênc berik bera laşê Seîd beg dan. Seîd beg bi du guleyan ji dest û lingê xwe de birîndar bû. Bû qîrîn hawara gûndiyan û xelk li ciyê bûyerê kom bûn. Di nava wê heyteholê de her kes şaşo maşo û matmayî mabûn.

Wensa zêde dem wenda nekir, bi awayekî pir şareza û ji xwe razî tevgeriya. Hema li kêleka şofêre xwe yê ermenî siwar bû û di riyake xewle re xwe giyand bajarê Mûsil ê. Prenses Wensa çarenûsa xwe bi destê xwe guherandibû û ketibû riya çûnehatê, ya bê veger!?? Riya qutbûna ji dê û dotan, ji pis û pismaman, ji ol û çandê! Êdî êşa xerîbiyê, bêkesiyê, koçberiyê û bi dizî jiyankirinê dest pê kir.
Wensa ji wir jî derbasî Bexdayê bû. Li Bexdayê malbata dostê bavê wê (Ku di salên berê de İsmaîl Beg ew xilas kiribû ku hîna xwe deyindarê wî didît) yê bi navê Hagopy ji wê re ciyakî bi dizî dîti. Heta demekê li wir jiya.

Piştî demekê Wensa cilê hemşîra li xwe kirin û di sînor re derbasî Suryê bû. Piştî ku gihaşt Suryê berê xwe da hêla bajarê Helebê. Bi vî awayî xwe giyand êzdiyên derdora Helebê û yên nêzîk. Pişt re ji hêla Frensa ve destûr jê re hate dayin ku li Helebê bimîn e. Di salên ku li Helebê bû bi doktorekî misliman re zewicî û nola cil û cih gohartinê, bi dizîka ola xwe jî guhert. Demeke dirêj li Suryê ma û pişt re derbasî Misrê bû heta ku efo jê re hate derxistin.

Di dema destpêka Şerê Cîhanê yê II. de ji siyasetmedarên Iraqê yê herî li pêş yek jê jî, dostê İsmaîl Beg Reşîd Elî El Geylanî ye neviyê Şêx Ebdûlqadir Gêlanî yê hevalê Şêx Adî bû. Ji ber wê jî Reşîd Elî El Geylanî destûr da ku Wensa careke din vegere Iraqê û di bin parastina dewletê de fermî li Bexdayê bi cih kir.

Di dema Şerê Cîhanê yê II. de Birîtanya ji nûve Iraq dagir kirin û heta sala 1947’an li wir ma. Wensa ku terka Seîd Beg dabû, pişt re misliman bibû û bi doktorekî Sûrî re zewicî bû hate binçav kirin. Girtina wê dirêj ne domand û zû hat berdan. Ji bo rojên temenê xwe yê dawiyê lê derbaz bike û hinekî din nêzîkî axa bav û kala be, li Bexdayê bi cih bû.
Prenses Wensa ku heyamekê bûka meta xwe Meyan Xanim bû, heta ku bi dizîka bi xûşk û birayên xwe re li hev hat, gelek zorî û zahmetî kişandin. Ji ber ku ji bo careke din şûn ve vegera wê, bextê Mala Mîra û xelkê herêmê çavbar nedibûn, xuşk û birayên wê, di serî de Mir Miawya û yên din bi dizîka ew li Bexdayê ziyaret dikirin. Di wan salên ku çi agahî jê nedihatin wergirtin, di derbarê wê de gelek nûçeyên derew hatin belav kirin û digotin hatiye kuştin. Heta wê heyamê li Qahîre bi cihwar bibû û piştî sala 1968’an jinebî bû. Wê zarokên xwe xwedan dikirin û li cem qîza xwe ya bi navê Meyan û zavê xwe karmendê Misrî yê şampiyonê speedball’ê û bi wan re başdarî xebatên Lions Clup û yên deverê din dibû.
Niha di derbarê saxiya Wensa de tu agahiyê nû di destê me de nîn in. Li gor hin kesên mirovê Wensa ku min hevdîtin bi wan re pêk anî û agahî dan min, ew hîna sax e. Lê li gel ku daxwaziya min ji bo dîtina wê hebû, wan tu navnîşanek ji bo dîtinê nedan dest min. Ji ber wê jî, Wensa niha dijî yan najî, ne diyar e.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev